rûpela serî

 

 

Jiyan û bi serhata General Mistefa Barzanî / Tevgera Mistefa Barzanî

 

Z(14. 03. 1903 Gundê Barzan, 01. 03. 1979 Emrîka)

Pêþgotin:
Di dîroka siyasî ya doza Kurdistanê de Mistefa Barzanî navekî naskiriye. Di bizava siyasiya baþûrê Kurdistanê de piþtî têkoûna serhildana Þêx Mehmudê Berzincî, nemir Mistefa Barzanî serkêþiya xebata Kurdên baþûrê welatê me yê dagirkirî, girt destê xwe. Jiyana Barzanî bi piranî li rex þervanên wî û ji bo azadiya Kurdistanê derbas bû. Mistefa Barzanî mîna nirxekî netewî û dîrokî ji bo hemû Kurdên azadîxwaz bûye mîrasek millî û nemir. Li jêr bi awayekî kurt jiyana vî serokê Kurd hatiye nivîsandin.


Piþtî Silêmaniyê, gundê Barzan dibe navenda xebata siyasî li baþûrê Kurdistanê:
Piþtî þikesta þorþa Þêx Mehmudê nemir barê xebat û karê Kurdayetiyê li baþûrê Kurdistanê bi yekcarî dikeve herêma Behdînan ku navenda rêberatiya vê xebat û hereketê gundê biçûkê Barzan e.

 

Qeza Mêrgesor ku nahiyên Mêrgesor, Barzan û Þêrwan digire ber xwe, girêdayî wilayeta Hewlêrê ye.

Devera Barzan beriya ku piþtî çend serhildanên Kurdan bi yekcarî ji aliyê rêjîmên dagîrker ve wêran bibe, 400 gundên avedan têda hebûne û hejmara rûniþtvanên herêmê zêdetir ji 40 hezar kesan bûye. Herêma Barzan û navenda wê gundê Barzan di çaxê Þêx Ebdulselamê yekem da ku di sala 1872ê zayînî de wefat kir, ji ber ku têkeya terîqeta Neqþbendî ya girêdayî Þêxên terîqeta Neqþbenî li Nehriyê têde bû, mîna navendeke olî û avedan ku herdem tejî mirîdên vê terîqetê bû, tê hesibandin. Þêx Ebdulselamê yekemîn berevajî þêx û axayên hemdemî xwe, mirovekî dadmend û bi edalet bû. Wek jêderên biyanî didin xuyakirin di çaxê wî de hinek karên baþ û xebatên sosyalî ji bo pêþketina jiyan û rewþa civakî hatin kirin ku ger bi pîvanên roja îro bên nirxandin û þirovekirin, di wê serdemê de pir girîng bûn. Ji wan karan: parvekirina zevî û erdê çandinê bi ser gundiyan de, qedexekirina next û qelenê zewaca keçan, qedexekirina milkdariya zêde bi þêweyên feodalî, qedexekirina bi zorê þûdayîna keçan û parastina sirûþta Kurdistanê anku birîna dar û dirextan, þewitandina daristana û qedexekirina kuþtina teyr û tiwalan, nêçîra heywanên kovî, bêhinfireyî li hemberî diyanetên derdora coxrafiya jiyana wan û herêma Behdînan( Jiyana hevpar bi Kurdên Êzidî, Kildanî, Yehûdî, Xaçeparêzên Ermenî ku ne misliman bûn û …), jiyana dostanî bi hemû gelên herêmê( Asûrî, Tirkmen, Yehûdî, Ereb û Ermenî ) re û xala herî girîng parastina mafê gelê Kurd û serkêþiya bizava netewiya Kurdan di herêmek coxrafiya girînga Kurdistanê de ku nîþana demokratîkbûna bîr û ramanên birêveberên Barzanî bû, teisîrek mezin li ser bizava siyasî û oliya vê malbatê danî.

Piþtî wefata Þêx Ebdulselamê yekem kurê wî Þêx Mihemed Barzanî dibe cîgirê wî. Þêx Mihemed piþtî zewacê dibe xwediyê pênc kuran: Þêx Ebdulselam, Þêx Ehmed, Mistefa Barzanî, Mihemed Sidîq û Þêx Babo. Wan tevan ji destpêka xwenasandinê bi hemû awayan xebat kirin ku riya kalkê xwe ya xizeta ji bo gel di hemû warên siyasî, olî û civakî de bidomînin.

Navdartirîn endamê vê malbatê ku tevaya temenê xwe di riya xebata siyasiya ji bo Kurd û Kurdistanê derbas kir, Mistefa Barzanî ye.
M.Barzanî kiye, çikiriye û serhildana wî di dîroka Kurdistanê de xwedî rolekî çawaye?

Û … Jiyana tejî bûyer, derbiderî û nîþtimanperweriya Mistefa Barzanî yê heya radeyekê
Bersiva van pîrsên me bide.

Jiyane nemir Mistafa Balzani, Malbata wan û çend bûyerên din di jiyana wi da:

Mistefa Barzanî di 14 Adara sala 1903an(14.03.1903) de li gundê Barzan hat dinê. Beriya ku ew çavên xwe bi jiyana dinyayê veke, bavê wî (Þêx Mihemed) jî di sala 1903an de wefat kiribû.
Li gor çavkaniyên dîrokî herçend nerazîbûn(îtiraz) û bizava Þêx Ebdulselam Barzaniyê duyemîn li dijî Osmaniyan zêde dewam nekir, lê ev serhildan û serhildanên din yên mîna serhildana esîreta Milliyan bi serokatiya Îbrahîm Paþayê Millî û çend serhildanên din li herêmên cur bi curên Kurdistanê, bûn sedemên xweþkirina zemîneya çêbûna þoreþa Îtihadiyan di sala 1908an de.
Çaxê çalakî û lebatên siyasiyên Barzaniyan vedigere bo destpêka sedsala 20an ku bi serokatiya Þêx Ebdulselamê duyemîn di sala 1907an de bi qasî du mehan li herêmê berdewam bû. piþtî ku Osmaniyan serîhildan têkþikandin gelek kes zindanî kirin ku Mistefayê 3 salî jî yek ji wan bû ku bi dayika xwe ve di girtîgeha Mûsilê de hatin girtin. Mistefa Barzanî zû tama derdê dûrî û xema bindestiya gelê xwe ji sê saliyê, dema ku hê zarok bû di nava lepên dujiminê dagîrker da kêþand. Salek piþtre di çaxê hêriþa îtihadê de gundê Barzan ket ber hêrisa hêzên wan yên di bin serokatiya Silêman Nezîf Paþa da. Ji rûyê neçariyê Þêx Ebdulselam Barzanî pena xwe bo Seyîd Tehayê Nehrî dibe û di gundê Rajan li herêma Mirgewer(wilayeta Urmiyê_ Rojhilatê Kurdistanê) dimîne û bi hevkariya serokê Kurd nemir Simkoyê Þikak bi karbidestên Rusan re dikeve nava peywendiyên siyasî, lê mixabin çaxê ku ew li herêma Tirgewer bû, ji aliyê xwefiroþekî bi navê (Sofî Ebdullah) ve bi þêweyek namerdane hat girtin û ew teslîmî dewleta Osmaniyan kirin. Osmaniyan di 14 Dêsambira sala 1914an de piþtî pêkanîna dadgehek formalîte, Þêx Ebdulselamê Barzanî li bajarê Mûsilê xenqandin.


Di etmosfêrek wiha tejî kîna li hemberî dewletên dagîrker û zordariya destgeh û berpirsyarên hukumeta Osmanî de, Mistefa Barzanî jî mîna Ismaîl Axayê Þikak, Þêx Mehmudê Berzencî û gelek serokên din yên Kurd çavên xwe bi jiyaneke tejî eþ û elem vedike û di nava malbatek olî de mezin dibe. Ev rewþa jiyanê pêþeroja jiyan û helwesta siyasiya vî lîderê Kurd jî dide destnîþan kirin û ew bîr û ramanên Kurdayetiyê bêtir di hest û mejiyê xwe de dide perwerdekirin. piþtî ku Osmaniyan bi bêbextî Þêx Ebdulselam Barzanî þehîd kirin, Þêx Ehmedê birayê wî bû rêber û serkarê herêma Barzan û eþîretên Barzanî. Wê demê temenê Mistefa Barzanî 18 salî bû.


Beriya wê li gor çavkaniyên dîrokî di navbera salên 1917, 18 û 19an de, Þêx Ehmedê Barzanî birayê xwe yê xurt Mistefa Barzaniyê 16 salî bi Þêx Ebdulrehmanê Þirnexî re ji bo lidarxistina kar û barê þoreþek berfireh li bakurê Kurdistanê diþîne bajarê Muþê û ew li wir hevdîtinekê bi Þêx Ebdulqadirê Nehrî û Þêx Seîdê Pîran re pêk tîne. Herwiha Þêx Ehmed bi þêweyek nihînî ji sala 1920an û pêde bi Þêx Mehmudê Berzencî û Simkoyê Þikak re ku sergermî xebata li dijî her du dewletên Îraq û Îranê bûn, dikeve nava têkeliyên polîtîk. Mistefa Barzanî ji çaxê ku xwe famand, zû bi bindestî û tepeseriya gelê Kurd hesiya. Wî dixwest bi hevkariya birayê xwe Þêx Ehmed, xelekên zincîra hereketa Kurdî bi rêk û pêkî bidûmîne.

Herwiha Mistefa Barzanî ji temenê 15 saliya xwe û pêde bo kar û barê parastina hoza Barzan li dijî desthilatdariya dewleta navendiya Îraqê û hozên cîran, roj bi roj weke þervanekî zîrek erk û wezîfeyên zêdetir li ser milên xwe hiss dikirin. Eþîretên Kurd bi giþtî û esîretên Barzan bi taybetî di tevaya dirêjahiya dîroka xebata siyasiya xwe de bi wefadariyek mezin û di tengaviyên herî giran de rêberên xwe bi tenê nehiþtine û bi dilsojî û fîdakarî ew parastine. Ev rastî di bîranînên wan serleþkerên artêþa dewletên dagirker de ku bi hêzên Barzaniyan re ketine nava þerên giran jî, tê dîtin. Serleþker Teferuþyan, Hesen Erfei û Rezim Ara di pirtûkên xwe de vê rastiyê diselmînin.

Sala 1919Çan M. Barzanî li ser biryara birayê xwe Þêx Ehmedê Barzanî dema ku xurtekî 19 salî bû weke fermandarekî þervan û þareza, bi hêza xwe ve ji bo hevkariya xebatkarên þoreþa Þêx Mehmudê Berzincî xwe gehand herêma Silêmaniyê. Hêza wî bû du qol ku komek ji Dola Piyaw û koma din jî ji navçeya Balek de derbas bûn. Ew herçend di rê de tûþî þerê bi eþîretên hevkarên Inglîzan re rast hatin jî, lê bi fîdakariyek mezin û þehîdbûna çend þervanên Kurd wan xwe gehandin herêma Silêmaniyê. Mixabin berî ku ew bigehin wê derê þoreþa Þêx Mehmudê Berzencî bi hevkariya hêzên Inglîz û hinek esîretên xwefiroþ þikeste xwar û Þêx Mehmudê Berzencî jî bi dîlî ji Kurdistanê hat dûr xistin. Mistefa Barzanî bi vê kiryara xwe da îspatkirin ku pêwîste herkes bi þêweyek netewî nêzî pirsgirêka gelê xwe bibe.

Nemir Mistefa Barzanî di navbera salên 1920 û 1921an de bi hinek siwarên mêrxas re, xwe gihand bakurê Kurdistanê ji bo hawar û rizgarkirina Endranîk Paþayê Ermenî û bi vî karê xwe wî sedan kes Ermenî ji kuþtina bi destê þovenîstên Tirk rizgar kirin. Wî Entranîk, malbata wî û gelek feqîr û hejarên Ermenî ji riya bajarê Zaxo ber bi welatê Suriyê bi rêkirin. Di vê xebata tejî fîdakarî de 14 kes ji þervanên Mistefa Barzanî jî di þerê bi artêþa Tirkiyê re hatin þehîd kirin. Elbet di çaxê komara Kurdistanê(Mihabad 1946) de jî M. Barzanî sinorên destçêkirî bi fêrmî nasnekirin û xwe gehand paytexta komarê bajarê Mihabadê. Ev nîþanek ji bo selmandinê vê rastiya dîrokî bû ku di navbera Kurdan de hevgirtinek bihêz pêkahtibû. Lê mixabin merc û rewþa siyasiya cîhanê, dîroka Kurdan ber bi rêyek din ya berevajî berjewendiyên Kurdan hajût.


Yekemîn serhildan û þoreþa Barzan di roja 9ê Februara sala 1931an(09. 02. 1931) de bi beþdarbûna 80 þervanên Kurd di bin serokatiya Mistefa Barzanî de di þerekî bi navê (Berqî Begê) li dijî artêþa Îraqê destpêkir. Di vî þerê ku piþtre di domandina qedera siyasiya Kurdên baþûrê Kurdistanê de rolekî girîng lîst, hêzên artêþa Îraqê bi giranî li hemberî þervanên Kurd þikeste xwarin û xisarek canî û maddî ya zêde bi dewleta Îraqê ket. Li hemberî þehîdbûna 5 pêþmergeyên Kurd û birîndarbûna hejmarek kêm ya þervanên Kurd, artêþa dewleta Îraqê 126 kuþtî û bi sedan birîndar li pey xwe hiþtibûn.

Ev tê wê wateyê ku di çaxê serhildana sala 1931 û 1932an de êdî tiwan û hêza Mistefa Barzanî wek rêberekî þareza li hemberî hêza dujmin bi temamî hatibû eþkere kirin.

Lê þerê herî mezin ku nemir Mistefa Barzanî hertim di jiyana xwe de bi serbilindî û þanazî behs li ser kiriye, þerê bi navê (Dole Vajî an jî Dola Vajiya) ye ku di rojên 3 û 4ê 02. Februara sala 1931an de li Dola Vajiya li hemberî artêþa dewleta Îraqê qewimî. Di þerê Dola Vajiya de Mistefa Barzanî yê 28 salî bi wan þarezayiyên ku li ser taktîkên þerê partîzanî hebûn, karî bi hevkariya þervanên xwe 235 esker û fermandarên artêþa dewleta Îraqê bikujin û bi sedan kes ji hêzên dewletê jî di vî þerî de birîndar bûn. Ev di halekî de bû ku ji þervanên Barzanî tenê 12 kes hatibûn kuþtin. Di vî þerî de ji ber wan hêriþ û bervaniyên ku li gor zanist û taktîkên þer bênimune bûn, stêrka þansê Mistefa Barzanî wek rêber û serleþkerekî jêhatî roj bi roj geþtir bû û wî karî di nava Kurdên hemû Kurdistana mezin de hêzek meinewî ya bilind biafirîne. Çimkî vî þerî ne tenê di nava Kurdan de belkî di nava medya dewletên cîran û cihanî de jî dengekî bilind veda. Ji bona bêtir nasandina van çalakiyên dîrokî li ser herektên Barzan pêwîstiyek girîng bi lêkolînên akademîk û zanistî heye.

Bihara sala 1932an artêþa Îraqê bi hevkarî û piþtgîriya hêza esmanî û leþkeriya dewleta kedxwara Birîtanya, hêriþek giran bir ser herêma Barzan. Gundê Barzan ku wek navendeke rêberatiya þoreþa Kurdan dihat hesibandin, bi giranî hat bombarankirin û herçend Barzaniyan bi mêranî berxwedan kirin û di destpêkê de hinek serkeftin bi dest xistin lê nekarîn li hemberî hêza pirçek û cebilxane û firokên þer yên Inglîzan, li berxwebidin. piþtî wê bûyerê Þêx Ehmed û malbatên Barzaniyan neçar man di havîna sala 1932an de derbasî bakurê Kurdistanê bibin. Lê bihara sala 1933an dewleta Tirkiyê Þêx Ehmedê Barzanî ku wê demê rêberê siyasî û oliyê hereketê bû, bi çend þervanên wî ve ji Tirkiyê teslîmî dewleta Îraqê kirin. Ji vê tarîxê û pêde di dîroka serhildana Barzaniyan de rûpelê dûrketin û derbideriyê vedibe û jiyanek tejî êþ û bûyer di nava Kurdên baþûrê Kurdistanê de dest pêdike. Dema ku Mistefa Barzanî ev bêbextiya dewleta Tirkiyê dît, ji wir ber bi çiyayên Kurdistanê çû û xwe teslîmî dewleta Îraqê nekir. Lê li ser daxwaza Þêx Ehmed, Mistefa Barzanî jî xwe gehand cem birayê xwe(Þêx Ehmed) yê ku di girtîgeha bajarê Mûsilê de bû. Mistefa Barzanî herçend dizanî ku jiyanek tal û nexweþ li benda wî ye lê ji ber tewazi û zagunên malbatî, bi kêfxweþî jiyana girtîgehê ji xwe re hilbijart.


Sala 1932an di çaxê jiyana êxsîrî û dîlketita Barzaniyan de, dewleta Îraqê bi rênmuniya axayên xwe yên Birîtanî Þêx Ehmed, Mistefa Barzanî û malbatên Barzaniyan berê þandin bajarê Mûsilê û piþtre di sala 1936an de ber bi Bexdayê û piþtre jî bo Nasirye, Kifrî û Pirdê(Alton Koprî) û di dawiyê de jî bo Silêmaniyê sirgun kirin.

Di dawiya bihara sala 1936an Mistefa Barzanî ji bo gotûbêjên dîplomatîk bo bajarê Mûsilê hat vexwîndin, lê berpirsyarên dewleta Îraqê li wir Barzanî girtin û bi kiryareke dûrî exlaqê mirovanetiyê waliyê Musilê yê wê çaxê xwest ku bi dayîna jehrê, wî ji holê rake, lê Mistefa Barzanî piþtî du hefteyan ku ketibû halê bêhiþyê, ji mirinê rizgar bû.

Bi hezaran sal e ku Kurd li ser axa bav û kalên xwe Kurdistanê dijîn. Kesên ku li ser erdnigariyek bedew û rengîn jiyanê derbas bikin, zû bi zû nikarin fêrî jiyana dûrî coxrafiya Kurdistanê jî bibin. Bi wateyek din jiyana dûrî çiya û newalên Kurdistanê ji bo Kurdan pir nexweþ e û ji bona wê jî Barzanî û malbatên wan yên ji Kurdistanê hatîn dûrxistin, li benda derfetek biçûk bûn ku carene din vegerin welatê xwe kurdistanê.



Þerê cîhanê yê duyemi, Pirsgirêka Kurd û Doza Mistafa Balzani:

Þerê cîhanê yê duyemîn derfetek girîng ji liv û xebata siyasiya Kurdên baþûr û rojhilatê Kurdistanê re afÎrand ku di warê ramyarî(polîtîk) de ji bo netewa xwe karekî biken.

Sala 1943an partiya Hîwa bi serokatiya nemir Refîq Hilmî xebatek nihînî û bi displîn di bajarên Îraq û Kurdistanê de didan meþandin. Berpirsyarên partiya Hîwa ji bo berfirehkirina kar û xebata xwe ya siyasî û leþkerî ku bikarîbin ji hêza serleþkerekî þareza mîna Mistefa Barzaî û þervanên wî mifayê wergirin di 12. 07 Julaya Sala 1943an de organîzasyona nihîniya endam û sempatên partiya Hîwa, Mistefa Barzanî piþtî 10 salan derbiderî û jiyana êxsîriyê ya di destê karbidestên dewleta Îraqê de, ji bajarê Silêmaniyê derbasî bajarê Þinoyê li Rojhilatê Kurdistanê kirin. Di wan mercên nazik û hessas de vegera Mistefa Barzanî ya ber bi Kurdistanê tirs û xofek mezin xiste dilê karbidestên her du dewletên Îran û Îraqê. Ji bona wê jî herdu dewletan her yekî bi qasî 50000 dînaran ji bo kuþtin an jî anîna serê Barzanî dan diyarkirin. Xuyaye ku ev hejmara bilinda diravê ku ji bo serê Barzanî hatibû diyarkirin, girîngiya xebat û bizava Kurdan ya di bin serokatiya Barzanî di wê demê de dide eþkerekirin.

Lê Mistefa Barzanî piþtî jiyana reþa wan salên ku li dûrî Kurdistanê û di bin çavdêriya berpirsyarên dewleta Îraqê de derbas kiribû, vê carê bi hûrbînî xebitî ku hêzek leþkerî ya rêkûpêk li dora xwe bicivîne. Ji bona wê jî di 28. 07Julaya sala 1943an de bi awayekî nihînî ji rojhilatê Kurdistanê vegerî cihwarê bav û kalên xwe Barzan û di demek kurt de karî zêdetir ji du hezar(2000) pêþmerge û þervanên mêrxas li dora xwe kombike. Bi vî rengî Mistefa Barzanî serhildana xwe ya du-duyan di Julaya sala 1943an de da destpêkirin û þoreþa Barzan ya duyemîn jî heya bihara sala 1945an berdewam bû. Di vê serhildanê da jî Kurdan li hemberî hêzên dewleta Îraqê gelek serkeftin bi dest xistin.


Di çaxê þoreþa Barzan ya duyemîn de ji 2ê Oktobra sala 1943an heya 10 Novbra sala 1943an dijwartirîn þerên bixwîn di navbera hêzên Kurd û hêzên dewleta Îraqê de qewmîn ku di tevaya
þerên çêbûyî de rejîma Îraqê tûþî xisarek mezina maddî û canî bû û bi hezaran leþkerên wan canê xwe ji dest dan.


Di dîroka azadîxwaziya gelê Kurd ya li baþûrê Kurdistanê þerên þoreþa Barzan ya duyemîn anku þerên Þaneder, Xêrîzok, Guretu, Mezine û þerê Meydane Morikê cihekî girîng digirin ber xwe. Êdî ji wê þoreþa duyemîn û pêda muhra netewayetîbûnê bêtir û zêdetir rûyê xwe di hereketa Barzaniyan de daxûyakirin û partî Hîwa û hemû efser û serleþkerên Kurd ku di nava artêþa Îraqê de mijûlî xizmetê bûn bi rihek nîþtimanperwerî piþtgîriya vê serhildan û bizava netewî kirin. Xisara malî û canî ya ku dewleta Îraqê li hemberî þervanên Kurd tuþ bibû ew neçarkirin ku di 29 Novembera sala 1943an de dawa gotûbêjê ji serokê hereketê Mistefa Barzanî biken.
Gotûbêja her du aliyan heya demekê domand, lê karbidestên Îraqî di niyet û armancên xwe de durist nebûn û dixwestin ji derfetê mifayê bistînin û hêzên xwe ji bo þerên dijwartir û bi dawîanîna doza Kurdan, komîserhev bikin.

Di 15 Janwiya sala 1945(15.01.1945)an de encûmena Azadiyê hat pêkanîn. Desthilatdariya Îraqê li derfetekê digeriyan ku hêza xwe tekûz û berfireh biken û bi derbeyeke yekcarî þoreþa Barzanî têkbiþkîne, lê Kurdan jî baweriya xwe bi desthilatdariya Ereban nedianîn. Bi vî awayî zemîneya þerekî din di navbera herdu aliyan de hat duristkirin. Gotûbêja di navbera herdu aliyan de negehiþt ti encamekê û bi þerê 25ê. Augusta 1945an(25.08.1945) hevdîtinên dualî bi dawî hatin.
Kurdan careke din di 5. Septambera sala 1945an de (05. 09. 1945) di þerê bi navê Meydane Morikê de hemaseyek dîrokî afirandin. Di vî þerê giran de artêþa Îraqê bi ji destdayîna 480 kuþtî û 80 dîlan ji esker û fermandarên xwe carek din bi vê heqîqetê hesiya ku nikare bi tenê li hemberî þervanên Kurd li berxwe bide. Ji ber ku di þerê navbirî de Kurdan tenê 5 kuþtî û 7 birîndar hebûn û nav û bangê berxwedana Kurdan li her çar perçên Kurdistanê geriya. Êdî Kurdên hemû Kurdistana mezin, baþûrê Kurdistanê ji xwe re kirin Keibeya gehiþtina xwezî, hesret û cîbicîkirina daxwazên xwe yên netewî. Di wan salan de Mistefa Barzanî herçend hê di jiyanê de bû ji Kurdên hemû dinyayê re bibû lîderekî efsaneyî.

Dema ku þoreþa Kurdan pêþket, dewleta Birîtanya dîsan bi piþtgîrîkirina ji dewleta Îraqê, careke din qedera siyasiya Kurdên baþûrê Kurdistanê guherand. Lê êdî navê Mistefa Barzanî mîna xebatkar û serokekî qehreman li her dera Kurdistanê bi camêrî belav bûbû.



Barzanî û Komara Demokratîka Kurdistan( Mihabad 1946):

Piþtî þerê bi navê Meydane Morikê dewleta Îraqê bi hevkariya hêza esmaniya Birîtanya ku ji bo berjewendiyên xwe yên aborî hemû yasa û qanûnên mirovanetiyê binpê dikirin, karî Barzaniyan tûþî þikestê biken û newekheviya hêzên her du aliyan, Þêx Ehmed û Mistefa Barzanî neçarkirin ku bi biryarek nû di 11. Oktobera sala 1945an(11.10.1945) de ji riya Kêleþîn ya nêzî bajarê Þinoyê bi armanca hevkariya komara Demokratîka Kurdistan bi hejmarek mezin xwe bigehînin Rojhelatê Kurdistanê û malbatên Barzaniyan li herêmên Mirgewer, Tirgewer, Þino, Nexede û Mihabad hatin bi cîhwar kirin.


Di çaxê desthilatdariya komara demokratîka Kurdistanê de hêzên Barzanî di parastina dewleta Kurdî de bi hemû rengan hevkarî dikirin û di çaxê komarê de bi du þerên Qarawa li herêma Seqiz û þerê Milqerenî xisarek mezin li hêzên Îranî dan. Di þerê Qarawa da heþtê(80) serbaz û efserên artêþa þahenþahiya Îranê hatin kustin û 120 kes jî bi dîlî hatin êxsîrkirin. Di vî þerî de ji ber ku hêza Kurdan heta yek kuþtî jî nedabûn, tirs û wehþetek mezin ket nava artêþa Îranê.

Li ser rolê Barzaniyan di çaxê komara demokratîka Kurdistanê de gelek pirtûk û gotar hatine nivîsandin, lê ji wan dokoment û nivîsên ku ji çaxê komarê man e, xuya dibe ku hêza Barzaniyan rolekî mezin di parastina dewleta Kurdan de lîstiye. Li ser vî esasî jî sê mehan piþtî ragehandin û îlankirina komara Kurdistan, Mistefa Barzanî bû General Barzanî û mîna serleþker û berpirsyarekî hêza artêþê û sê tîpan bi serokatiya her sê efserên baþûrê Kurdistanê Bekir Ebdulkerîm, Mistefa Xoþnav, Mîrhac û Reîs Izzet di bin berpirsyariya wî de bûn.


Damezirandina Partî Demokratî Kurdistanî Îraq, Têkçûna Komara Kurdistan û Mesa dîrokî ber bi Sovyetistanê:

Salekê piþtî damezrandina Partî Demokratî Kurdistan ( piþtre Partî Demokratî Kurdistanî Îran) piþtî þiwra ku bi Pêþewayê þehîd Qazî Mihemed û karbidestên komara demokratîka Kurdistanê re hatkirin, di 16ê Augusta sala 1946an (16.08. 1946) de Partî Demokratî Kurdistanî Îraq jî di bin serokatiya General Mistefa Barzanî de ji bo bizava Kurdên baþûrê Kurdistanê hat damezrandin.
piþtî ku di dawiya sala 1947an de komara demokratîka Kurdistan têkçû, Mistefa Barzanî bi hiþyarbûnek zêde xebitî ku li hemberî dewleta Îranê berxwedanê bike û bê zerer û ziyan ber bi sinorên Kurdistana baþûr û bakur hereket bike.

Di 31ê Adara sala 1947an de dema ku Mistefa Barzanî û þervanên wî pêhesiyan ku Pêþewa Qazî Mihemed hat îdamkirin, xemgînî û bêdengiyek mezin ket nava wan.

Di 15 Nisana sala 1945an de hemû malbatên Barzaniyan bi serokatiya Þêx Ehmedê Barzanî vegerîn baþûrê Kurdistanê û xwe teslîmî berpirsyarên dewleta Îraqê kirin. Mistefa Barzanî jî meþa xwe ya dîrokî di 6 Gulana 1947an de ber bi Yekîtiya Sovyetê, da destpêkirin. Lê meþa wan ya xwe rizgarkirinê bi dijwariyên gelek mezin rûbirû bû. Ew bi hêzên xwe ve ji Mihabadê derketin û di yekemîn hefteya meha Adara sala 1947an de þerê Nalosê di navbera her du aliyan de anku hêzên Kurd û Îraniyan de qewmî. Ji wê û pêda heya dawiya Adara 1947an þerên Gucar(gundekî herêma Mirgewer), eniya Þino û Nexede, þerê Qarne li herêma Xanê û þerên Ewrisi û Helec li herêma Mirgewer ku di tevaya þeran de hêzên Îranî bi berxwedaneke mezina hêzên Barzanî re rû bi rû manbûn, di navbera her du aliyan de qewmîn.

Di 3ê Nisana sala 1947an de(03. 04.1947) di navbera hêzên Barzanî û artêþa Îranê û caþên ku hevkariya dewleta Îranê dikirin, þerê Nêrgi an jî Berezer(li Mirgewer) çêbû ku Mistefa Barzanî bi xwe jî di vî þerî de bi sivikî birîndar bû. Ji ber þertên nebaþên hewayê(etmosfêr), destpêka biharê serok Barzanî û þervanên wî di 19. Aprîla 1947an de neçar man ku vegerin nava axa baþûrê Kurdistanê. Lê zexta dewleta Îraqê û êxsîrbûna Þêx Ehmedê Barzanî û malbatên Barzaniyan, Mele Mistefa neçar kirin ku bi hêzek taybetî ku ji 502 pêþmergeyên herî mêrxas pêkhatibû di 25ê Aprîla sala 1947an(25. 05. 1947an) xwe bigehîne gundê Bayê li bakurê Kurdistanê. Lê artêþa dewleta Tirkiyê jî li hemberî hatina wan kete nava tevgerê û ew neçar man 2 roj piþtre anku di 27ê Aprîla sala 1947an de xwe bigehînin gundê Cêrmê(an jî Cêrmi) û Bêdkare li rojhilatê Kurdistanê ku dikevin jêriya çiyayê Þehîdan. Li wê derê li serê çiyayê Xehîdan Mistefa Barzanî bi dengekî xemgîn û bihêz wiha got:

” Gelî pêþmergeyan!! binêrin, ji serê vî çiyayî em gula Wanê û Urmiyê her duyan jî dibînîn, her du jî cihwarê herî kevnarê jiyana bav û kalên mene, lê li ser vê axa xwe em mehkumî mirin û revê ne û dagîrkerên Kurdistanê nahêlin em li ser axa xwe di rihetiyê de bijîn. Guneha me tenê Kurdayetî ye, hiþyar bin û emê biser bikevîn, çimkî em ji xwe re dixebitîn…”( çêkiribû. Mistefa Cihangîr Satî yek ji wan 502 kesan bû ku bi serok Barzanî de çûbû Sovyetistanê).

Hereketa Barzanî û þervanên wî ber bi sinorê Îran û Yekîtiya Sovyetê didome û ew ber bi herêma Mako dimeþin. Di 9 heya 11ê Gulana sala 1947an de þerên mezin û berfireh di deþta Makoyê û çiyayên derdora wê de sê roj û sê þevan bi giranî di navbera her du aliyan de berdewam bûn û di vî þerê dijwar de herçend artêþa Îranê bi hemû top û tank û balefirên xwe demek dirêj bû ku amadekariyên xwe kiribûn, di her sê rojan de bi giranî þikeste xwarin û piþtî ku bi sedan kuþtî li pey xwe hiþtin (yanî biqasî 271 kesan) bi dehan kes ji serbaz û fermandarên artêþa þahenþahî jî bi dîlî ketin destê hêzên Barzaniyan.

Di 18ê Hezîrana sala 1947an(18.06.1947) de Mistefa Barzanî piþtî 51 rojan meþa xwe ya dijwar, þervanê herî dawiyê ji 502 þervanên hêza xwe bû ku ji rûbarê Erezê derbasî nava axa Sovyetistanê bû.


Jiyana li Sovyetistanê û siyaseta Baqirof li hemberî Barzaniyan:

Di 29ê Septambira sala 1947an de General Mistefa Barzanî û çend kesên derdora wî bi destûra dewleta Sovyestistanê piþtî 40 rojan ji bajarê Nexcewanê ber bi Bako paytextê komara Azerbayicanê hatin veguhastin.

Di 19ê Janiviya sala 1948an(18.01. 1948) de di konfiransa gistiya ku ji aliyê Yektiya Sovyetê ve ji bo karê Kurdayetî yê penaberên baþûr û rojhilatê Kurdistanê hatibû lidarxistin, Mistefa Barzanî wek berpirsyarê giþtiyê vê xebata hevpara Kurdên her du parên Kurdistanê, hat hilbijartin.
Baqirof (Serokkomarê wê demê yê komara Azerbayicanê) ji destpêka hatina hêzên Barzaniyan bi helwestek þovenîstî dan û standin bi wan re dikirin. Xuyabû ku ew jî di bin teisîra desthilatdarên komara Tirkiyê de mabû ku hebûna netewa Kurd înkar dikirin û Kurdistana bakur di wan salan de di bin siya esmanekî reþ û bi doman de mabû. Çimkî hebûna Kurdên komara Azerbayicanê jî ku bi hejmara xwe ji Kurdên komara Ermenistanê zêdetir jî bûn, ji aliyê desthilatdarên komara Azebayicanê ve dihat înkar kirin.

Li ser helwesta nifþparêziya Baqirof di 29. Augusta 1948an de Barzanî û hevalên wî ji bajarê Bako ber bi Taþkend (paytextê komara Ozbekistanê) hatin veguhastin û li nêzî wî bajarî hatin bi cîhwar kirin.
Di 13ê Adara 1949an de bi pîlan û komployên Baqirof û bi destûra berpirsyarên para parastina Yekîtiya Sovyetistanê M. Barzanî ji hevalên wî cuda kirin û li herêma derya Oral bi awayekî desteser(dest bi ser) û di bin çavdêriya tund û tîj de, demeke dirêj jiyana xwe derbas kir. Lê karbidestên Sovyetistanê di 9ê Siptambera sala 1951an de careke din Mistefa Barzanî vegerandin Taþkendê.

Di 5ê Adara sala 1953an de Josêf Stalîn mir û Xuroschof wek sekerterê giþtî û serkarê Yekîtiya Sovyetistanê ji aliyê Partiya Komunîst ve hat hilbijartin. Li gor teilîmata Xuroschof, Barzanî li paytexta Sovyetistanê (Moskovayê) hat bi cîhwar kirin û çend caran jî wan bi hevre hevdîtin pêkanîn. Di çaxê desthilatdariya Xuroschof de rewþa siyasî û jiyana Barzanî û hevalên wî hinekî baþtir bibü.



Desthilatdariya Ebdulkerîm Qasim, vegera serok Barzanî bo Îraqê û Beesi:

piþtî ku di 15ê Juiya sala 1958an de komek ji efserên Îraqî bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim desthilatdariya xanedana paþayên Haþimî û Nûrî Seîd bi zerbeyek eskerî ji holê rakirin, di 6ê Oktobira 1958an de Mistefa Barzanî piþtî 11 sal û nîvan derbiderî û jiyana dûrî Kurdistanê, li ser vexwendina Ebdulkerîm Qasim vegerîn Îraqê û li Bexdayê bi cîhwar bû. Pêþwaziya ku di çaxê vegera serok Barzanî de ji aliyê Kurd û Ereban ve jê hatkirin, pir germ û bûyerek dîrokî bû. Mistefa Barzanî pir xebitî ku xwe bi þert û mercên rewþa siyasiya Ebdulkerîm Qasim re biguncîne û heta hinek gotinên wî hebûn ku gelê Kurd hez nedikir û bi baþî nedidîtin ku serokekî mîna Barzanî ji Qasim re bêje:


“ Ez xwe bi serbazekî we dizanim ”
lê Barzanî bi van gotinan dixwest xurura efserekî xwedî desthilat, têr bike û gelê Kurd û Ereb di nava aþtiyê de bi hevre bijîn. Di destpêkê de Ebdulkerîm Qasim wisa da diyarkirin ku Îraq welat Kurd û Erebaye û gel li benda rojên xweþ bû ku du netewe bikarîbin di aþtî û wekheviyê de bi hevre bijîn. Lê aliyê Kurd û Ebdulkerîm Qasim li ser pirsgirêka Kurd li hev nehatin û di Adara(Mars) 1961an de Mele Mistefa Barzanî bi yekcarî ji Bexdayê vegerî Barzan û mijûlî kar û bar destpêka þoreþek din ya li dijî dewleta Îraqê bû.

Di hemû hevpeyvînên ku general M. Barzanî bi rojnamevanên biyanî re pêkanîne, ew hertim li ser biratiya gelan û jiyanek tejî aþtî bi îsrare.

Barzanî di hevpeyvîneke xwe de dibêje:
" Em aþtiyê dixwazin û bila þer bi dawî bê ku Kurd û Ereb bi awayekî birayane û di nava aþtiyê de bihevre bijîn...”( Ji hevpeyvîneke telefizyonî ku rojnamevanekî Inglîzî pêre çêkiriye).
Di 11. Îluna sala 1961an de nemir Mistefa Barzanî þoreþa xwe ya ku 14 salan berdewam bû li dijî rijîma Ebdulkerîm Qasim û Beesiyên ku piþtî wî hatin, dadestpêkirin. Mezinbûna Mistefa Barzanî di vê rastiyê de ye ku wî karî bi xebat û çalakiyên xwe ji pileya serokatiya hoz û eþîretekê, sal bi sal ber bi pêþve bimeþe û di nava dîroka xebata bi þan û þerefa netewa Kurd de weke serokê netewekê bê hezkirin. Di wan salan de Mistefa Barzanî wek nûnerê pirsgirêka milliya Kurd li hemû cihanê dihat nasandin. Ji bona wê jî baþûrê Kurdistanê bibû qada hevdîtina rojnamevan û siyastevanên biyanî bi serokê Kurd Mistefa Barzanî re.

Di 8ê Sibata sala 1963an(08. 02. 1963) de rijîma Ebdulkerîm Qasim bi kodtayekê ku ji aliyê Beesiyan ve hatibû lidarxistin, têkçû û Ebdulkerîm Qasim hat kuþtin. Barzanî ji bo ku di wê dema dijwar de azadîxwazên Kurd û Ereb bi destê Beesiyan neyên kuþtin, deriyê Kurdistan û herêmên azadkirî ku di bin desthilatdariya partiya wî de bûn, ji wan re vekirî hiþt û bi vî awayî gelek kesan canê xwe ji destê Beesiyan rizgarkir. Di wan rojên hessas de ku Bexda bibû qada tolhildana Beesî û alîgirên rijîma Ebdulkerîm Qasim, ev siyaset, dûrbînî û mêrxasiya Mistefa Barzanî carek din hizr û ramanên mirovheziya wî ji herkesî re dan îspatkirin.


Wêneyek ji ragihandina peymana Otonomîya Kurdistan


Piþtî ku ji salên 1963an heya Sibata sala 1968an desthilatdariya Îraqê di navbera Ebdulselam Arif û Beisiyên niviþperest de dest bi dest dibû, wan piþtî ku hemû dijberên xwe serkûtkirin, vê carê berê xwe dan Kurdistanê û heya Adara sala 1970an serên dijwar di navbera herdu aliyan de qewmîn. piþtî xebata salên giran di 11ê Adara sala 1970ê de li pey gotûbêjên dûr û dirêj di çarçoveya desthilatdariya Îraqê de otonomî ji Kurdên Kurdistanê re hat diyarkirin. Xuyabû ku Beesî di vê biryar û lihevhatinê semîmî nebûn û li benda derfetekê bûn ku kar û barê xwe yê desthilatdariyê rêk û pêk biken û piþtre dîsan bi Kurdan re bikevin nava þer û hereketa Kurdistanê bi yek carî bifetsînin.

Ev sirra wan bi kiryareke hovane zû ji Kurdan re eþkera bû. Yanî dema ku di 29ê Septambira sala 1971an(29. 09. 1971) de istixbarata Îraqê bi þandina çend kesên di kincên meletiyê de xwest ku rêberê þoreþê Mistefa Barzanî bikuje û ew di vî karê xwe de bi ser neketin, careke din þerên dijwar di navbera herdu aliyan de dest pêkirin. Vê carê dewleta Îraqê xebitî ku bi hevkariya hêzek sêyemîn þoreþa Kurdan tûþî þikestê bike. Þer di Adara 1974an de bi germî li hemû herêmên baþûrê Kurdistanê dest pêkiribû. Di Adara sala 1974an de dewleta Beesiyên Îraqê qanûna xwe ya otonomiyê îlam kirin. Lê Mistefa Barzanî ji ber mesela Kerkûk, Xaneqîn û Musilê qanûna otonomiya ku dewletê ilam kiribû, nepejirand û ew otonomiya Beesiyan otonomoyek kartonî bi nav kir. Ji bona wê jî di Oktobra sala 1974an de bi qasî 17 mehan conta Beesiyan bi hemû þêweyên hovane, hêriþî ser gund û bajarên Kurdistanê kirin. Bi vî rengî Beesiyan mirin, reþerojî û derbiderî li hemû Kurdistanê direþandin. Wê demê jî cîhan li hemberî van kiryarên Beesiyan kerr û bêdeng bû û xaça sora(Heyva Sor) cîhanî jî bi çi þêweyan hevkariya Kurdan nekirin, ji ber ku ew jî di bin teisîra dewleta Îraqê da mabûn û ev jî berevajî zagonên vê rêxistina cîhanî bû. Di nasandina pirsgirêka Kurd de þoreþ û xebata Barzanî rolekî berçav lîst.


Peymana Elcezayêr, rewþa doza þoreþa Eylulê û Wefata Serok Barzanî:

Di 6ê adara sala 1975an de Îraq û Îran bi navbeynkariya serokkomarê Elcezayêrê (Hewarî Bumîdyen) û girêdana peymana Elcezayêr lihev hatin. Mihemed Riza Þahê Pehlewî ku ji aliyê Rojava û Emirîka ve wek jandarmê Rojhilata Navîn dihat hesibandin, mezintirîn xiyaneta dîrokî li Kurdan kir. Piþtî wê bi sedhezaran Kurd ji baþûrê Kurdistanê miþextî Rojhilatê Kurdistanê bûn ku li seranserî Îranê wek penaber ji Kurdistanê hatin dûrxistin. Durûtiya þahê Îranê ku xwe warsê tac û textê padiþahiya hemû Ariyan dihesiband, ji dîrokê re eþkera bû. Wî bi vê peymana bi Beesiyan re bi cihana siyasetê da selmandin ku bizava nemir Barzanî bandoreke mezin li ser Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî hiþtiye û ev bizav ji bo desthilatdariya wî ya paþerojê li Îranê jî metirsyek mezin bû.

Mistefa Barzanî piþtî ku li bajarê Kerecê hat bi cih kirin, di hemen salê de çû Emrîka û di 1ê Adara sala 1979an dema ku gelê Kurd piþtî têkçûyîna rijîma sitemkara 2500 saliya Þahensahî li Îranê li bendê bûn ku Mistefa Barzanî vegerê Kurdistanê û þoreþek nû li dijî dewleta Îraqê bide dest pêkirin, bi nexweþiya kanserê li nexweþxaneyek Emrîka wefat kir.

Di roja 5ê Adara sala 1979an de termê Mistefa Barzanî bi merasimekê li bajarê Þino ku bi sedhezaran kes têde beþdar bûbûn, hat veþartin.

Lê piþtî mirinê jî termê Mistefa Barzanî dîsan bû armanca komployên dewletên dagîrker ku dixwestin Kurdan bi destê Kurdan bidin kuþtin. Mihaciret û derbiderî li ser axa Kurdistanê heta di çaxê mirinê de jî dev ji Mistefa Barzanî bernedida.

Di 6ê oktobra sala 1993an termê serokê Kurd Mistefa Barzanî û kurê wî nemir Idrîs Barzanî ji gundê Helecê yê di herêma Mirgewer de vegerandin cihwarê bav û kalên wî herêma Barzan. Mistefa Barzanî di dîroka siyasiya gelê Kurd de bûye nirxekî gelemperî û wek lîder û serokekî doza bi þan û þerefa Kurdistanê hê jî di dilê gelê xwe de dijî.



Têbînî û jêrnivîs:
ji bo vê nivîsê min mifa ji wan jêderên jêr standiye:

a. Axftinên babê min ku yek ji pêþmergeyên þoreþa Eylul bû. Navê þerên Barzanî bi dewleta Îraqê re ez ji wî hîn bûm.
b. Hevpeyvînek devkî(þefahî) bi yek ji wan pêþmergeyên ku bi serok Barzanî re çûbû Sovyetistanê û navê wî Mistefa Cihangîr Satî bû. Li Kurdistana Îranê wefat kir.
c. Mifa wergirtin ji pirtûka rêzdar Mesûd Barzanî ya binavê ( Sewret Barzan). Bi taybetî ji bo zanîna hejmara wan kesên ku bi Barzaniyê mezin re çûbûn Sovyetistanê.
d. Hevpeyvîn bi van birêzan re:

Prof Ismet Þerîf Wanlî
Prof. Celîlê Celîl
Dr. Cebar Qadir
Yaþar Kaya
Ebdulrehman Dure
Mîna Qazî( xanima Pêþewa Qazî Mihemd)
Elî Qazî(Lawê Pêþewa Qazî Mihemed)
Xenî Bilûryan( þahidekî zindî yê hatina Barzaniyan bo hevkariya komara demokratîka Kurdistan li rojhilatê Kurdistan)
Dr. Yusif Zengene( Hevpeyvîn li hevdîtina Mistefa Barzanî û General Êhsan Nûrî Paþa pêre hat çêkirin ku hêþta nehatiye belav kirin).


 

 

 

 

 Kakþar OREMAR

 

 

 

 

 

girêdanên sponsor     ........

>>  BI GIÞTÎ DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ

 

 

>> Bendika Krolojik 

 

 

 

 

>> Dîroka Kronolojîk

 

 

>> Împaratorî û Dewletên Kurdî BZ.4000-1991

 

>Împaratorîya Med
>Hikumeta Kurdistanêya Þêx Mehmud
>Komara Kurdistan
>Dewleta Federe ya Kurdistan
>Û dewletên Din

 

 

 

>> MIrEKtÎyên Kurd

600-1900 

 

 

 

>> Rewþa Kurdistan

 

di Sedsala 20'an de

 >Peymana Lozanê

>Tevgera Mistefa Barzanî
>Tevgera Siyasî ya Kurdî a sedsala 20'an
>Serhildanên Kurdî 

>Raperîna 1991ê ya Kurdistana Baþur

 

>> Rewþa KurdIstan

di Sedsala 21'an de

 

 

>Dewleta Federe ya Kurdistan >Kurdistana Rojava Serhildana 12ê Adara 2004 ya

 

>>GOTAR

 

 

>>Þunuwarên DÎROKÎ YA NETEWEYA Kurd

 

 

>>NewroZ

 

 

>>Nexþeyên Kurdistan

 

 

>>Ala Kurdistan

 

 

>>GIRÊDAN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Peywêndî | Reklam | Kunye | Derbarê DirokûDewlet de | HKMG

 
©Copyright 2006 DirokûDewlet | Hemû mafên wî parastîyê | DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e

 

DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e | DirokûDewlet-History of Kurds and Kurdistan