|
rûpela serî
|
|
Serhiladana Þêx Seîdê Pîran ya sala 1925an
Piþtî dewleta Tirk li himberî dewletên rojava bi ser ket, berê
xwe da miletê Kurd û li Stenbolê tevgerên Kurdan qedexe kir. Komela Azadî di
sala 1923an de hate damezirandin. Komela Azadî bi alîkarîya çend Kurdên navdar
û ji alîyê sûbayên Kurd yên wekî Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya û birayê wî
Riza, Rasim Xurþît, Teyfîq Cemîl û hinekên din hatibû damezirandin. Xalid Begê
Cibirî di Ordîyê de Albay bû û digel Yusuf Zîya, Îhsan Nurî Paþa, birayê Þêx
Seîd Mehdî Xalid û hinekên din, peywendî li her derê Kurdistanê bi mirovên
navdar yên ku bandora wan li ser herema wan hebûn datîne.
Wê demê li Tirkîyê hilbijartin hebû û bê ku kesekî jê gumanan bike, Yusuf Zîya
bi hêsanî digerîya û piropaxanda dewleteka Kurdî û serhildanek tevayî dikir.
Yusûf Zîya, nûnerê berê yê herêma Bidlîsê bû û yek ji endamê Komela Azadî yê
bû. Yusuf Zîya bi mabesta hilbijartinan dest bi gera xwe ya li Kurdistanê
dike. Armanca wî, sazkirina yekîtî û hevgirtina di nav axa û sereke eþîrên
Kurdan de bû. Li alîyê din jî Kurê Þêx Seîd, Þêx Elî Riza li ser daxawaza
Eburezeq Bedirxan, çû Stenbolê ku ji Seyîd Ebdulqadirê Kurê Þêx Ubeydullahê
Nehrî re bêje ku, heke hûn dest bi serhildanek bikin, wê ew ê karibe
piþtgirîyê ji dewleta Ûris bigire.
Piþtî xebateka dûr û dirêj, Komela Azadî, di dawîya meha heyþtan di sala
1924’an de Kongra xwe ya yekemîn li bajarê Erzirumê çêdike. Pir mezin û axayên
Kurdistanê û serbazên Kurd yên leþkerî tevlî wê kongreyê dibin. Þêx Seîdê
Pîran bi tevî ku hetta wê rojê jî endamê Komela Azadîyê nebû. Lêbelê ji alîyê
serokê komela Azadî Xalid Begê Cibrî ve hatibû gazîkirin. Di dumahîya Kongra
Azadîyê de, du biryarên girîng têne girtin.

Ji çepê bebi rast:Þêx Said,Þêx Þerîf,Þêx Abdullah î Kasimê Xiyanetkar
Du biryarên girîng di kongira Komela Azadîyê de hate girtin.
1. Li seranserê Kurdistanê serhildan dê were destpêkirin û li pêy wî jî
serxewebûna Kurdistanê were lidarxistin. Ji ber ku ev serhildan wê demeka
dirêj bigire, divê serhildan ji her alîyî ve were pîlankirin û herkesek
derbarê kar û xebatên xwe de agahî bidin hev.
2. Divê ji bona serhildan beravtî nebe û têk nere, alîkarî ji dewletên der yên
wekî Rûs, Îngilîz û Firansa were girtin. Lê piranîya subayên kurd li himberî
alîkarîya ku ji Rûsyayê bigirin derketin. Ji ber ku sûbayên Kurd, dewleta Rûs
ji xwe re dujminê herî mezin hesab dikir û ji Rûs bêtir, Tirk ji xwe re nêzîk
dîdîtin. Lê Þêx Seîd ji wan re got: Heke em naxwazin ku aqîbeta Ermenîyan were
serê me, divê em alîkarî ji dewletên ne Musliman bigirin û girtina alîkarîyê
jî helal e û subayên kurd jî bi vê yekê razî kir.
Li ser wê biryarê komela Azadî heyetek þandin Gurcîstanê û daxwaza xwe gihand
dewleta Rûs, lê Rûsya ji wan re dibêje; ku ew destekê dide serhildanê, lê
nikarin alîkarîya malî û eskerî bikin. Her wusan peywendî bi dewleta Îngilîz
re jî datînîn, lê tu encamek jê nehatîye girtin û bi vî rengî mîna ku tê dîtin
tu dewletên der piþtgirîya Serîhildana Þêx Seîd nekirine.
Di sala 1924an de amadekarîyê serhildanê bi dizî dihate kirin. Mekanîzma
Xilafetê ji hêla Ataturk ve hatibû rakirin û Kurdan dikarîbûn hêj baþtir
piropaxanda bikin û dewleta Tirk bi kafirtîyê tewanbar bikin û Kurdên Oldar
rabikin ser pîya. Di wê demê de zimanê Kurdî ji dayîrên fermî hetibû
qedexekirin û dewletê dixwest pêþî li piropaxandayên ku li dijî dewletê tên
kirin bigire. Lê bêfêde bû û her diçû hewuldanên dewletê bi kêrî milet dihat.
Dewletê bi navê reforma erdê qanûna jimare( 1505) derxist ku erd û erazîyên di
destê Axa da hebûn bigire, lê armanca dewletê ew bû ku bi vî awayî erd ji Axa
bigirin û bidin tirkan û tirkan bîne li Kurdistanê bi cî û war bikin.
Yusûf Zîya ji boyî têkilî û pêwendiyan bi komik û komelên dijê Kemalîzmê re
dayne, diçe Îstenbolê. Di wê navê de dewleta Tirk ji qolordiya xwe ya heftemîn
ya ku li bajarê Diyarbekirê bû, jê alayîyek esker diþîne ser Suryanîyên herêma
Hekarîyê. Hêjmara alayiyê di navbera 500-600 eskerî de bû. Pirên serbaz û
zabitên wan Kurd bûn, wekî Îhsan Nûrî, Rasim Xurþît, Tewfîq Cemîl, Rizayê
birayê Yusûf Zîya) ev hemû di binê emir û fermanên Komela Azadîyê de
dimeþîyan.
Yusûf Zîya ji Stenbolê têlgirafek bi þîfre ji wan re diþîne. Lê mixabin ew
têlgirafê þaþ fêm dikin ku emrê serhildanê hatîye dayînû di meha 9.1924’an
sûbayê Kurd bi tevî 4 tabûr eskerên kurd ve derdikevin çîya û ji eþîrên kurd
jî piþtgirîyê dixawazin. Lê di demeke nêzik de dibînin ku li herêmên
Kurdistanê yên din serhildana giþtî çênebû, wê demê bi þaþîya xwe dihesin û
pirê wan direvin Kurdistana Baþûr. Dewleta Tirk hinek ji serbazan û hinek ji
mirovên wan digirin û didin îþkencê. Dewlet bi vî awayî bi pîlanên Komela
Azadî dihese û dest bi girtina endamên Komela Azadîyê dike. Nêzikî 100 kesî ji
endamê Komela Azadî digirin. Yusûf Zîya û serokê Komela Azadîyê Xalid Begê
Cibrî di 20.12.1924’an de tên girtin.
Stratejîya serhildanê
Serokê Komela Azadîyê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya berîya ku serhildan dest
pê bike hatibû girtin, Serhildan kete pêvjoyek din û bi temamî ji destê
sûbayên kurd derket û ket destê kesên sivîl û ji pîlan û pirojeyên eskerîyê
mehrûm ma. Komela Azadîyê, zêde pewendî bi kesên navdar û Þêx û Melan re
çêdikirin.
Þêx Seîd berî hertiþtî dixwest dujminatî û dijberîyê ji nava Kurdan rake û
rêzên miletê Kurd bike yek. Ji alîkî de Þêx Seîd dixwest Kurdên Sunî û yên
Elewî lihev bîne û ji alîyê din jî dixwest þerê navbera eþîran rake.
Þêx Seîd peywendî li gel eþîra Heyderan li Patnosê bi Kor Huseyên Paþa re danî
û xwest ku di serhildanê de bi xurtî cî bigire. Lê ji boyî ku di navbera eþîra
Heydaran û Hesanan de dijminantî hebû herdû alîyan ji Þêx Seîd garantî dixwest
ku di þer de eþîra din ji paþve êriþî yê din nekin. Lê di dema serhildanê de
bi tenê Xalid Begê Hesenî cîh girt.
Endamên komela Azadî
Xalid Begê cibrî: Serok
Kor Huseyîn Paþ: serokê þaxê kela melazgirê
Xalid Begê hesenî: serokê þaxê Gimgim ( Varto)
Yusuf Zîya:kevne parlamenterê berê û serokê þaxê Bitlîsê
Ekrem Beg: ji malbata Cemîl paþa û serokê þaxê Dîyarbekir
Seyîd Ebdulqadir efendî: serokê þaxê Stenbolê
Komela Azadîyê peywendî bi gelekî eþîr û hereman re danîbû û soza tevlêbûna
serhildanê ji wan girtibû. Lê ji bona pîlanên ku hetibûn danîn, xebateka têr û
tije nedihat kirin. Ji ber ku di dema herî zehmet de ku pêwîstî bi kesên
pispor ên eskerîyê hebû, hereket bê kesên pospor ma û ket ser mile kesên
sivîl.
Piþtî ku Komela Azadî umîda xwe ji dewletên der dibire, peywendî bi mezîn û
Axayên eþîran re datîne. Yên wekî Hecî Mûsa Begê xweytî, Þêxê Xerzan Þêx
Silahedîn, ji pênçinarê Cemîlê Çeto, mezinê eþîra Mîlan Muhmûd Beg kurê
Îbrahîm Paþa û ji hêla Þirnaqê Silêman û Ebdurihman axa wê bi tevê eþîrên xwe
tev li serhildanê bibûna.
Piþtî Yusuf Zîya û Xalid Beg 20.12.1924’an tên girtin, tevger bi tevayî dikeve
ser milên Þêx Seîd. Þêx Seîd di 27.12.1924’an de ji Qolhîsarê bi rê dikeve.
Civînek di 04.01.1925’an de li gundê Qirikan çêdike. Gelek mezin, þêx û axayên
Kurdan jî tev li wê civînê dibin. Þêx Seîd tê Gimgim ( Varto), Gonîk û gundê
Melakan girêdayê Sulaxan. Enîye þer li gundê Þêx Ebdullahê Melakan de kifþe
dike û wê serhildan di Adara sala 1925an de dest pê bike.
Enîya þer bi vî wayî kifþe dike.
Eniya herema bakûrê serhedê: Di bin fermandarîya Þêx Ebdullahê Melakan, Xalid
Begê Hesenî, Kurê Þêx Seîd Þêx Elî Riza û Xalîlê Xeto ji gondê Dadîna girêdayê
Gimgimê ( vartoyê)de,
Eniya Xarpêt-Elezîz: Di bin femandarîya Þêx Þerîf û Yadoyê dilmilî de.
Eniya Erxenîyê jî: Di bin fermandarîya birayê Þêx Seîd Þêx Ebdurrehim de.
Eniya Dîyarbekir: Di bin fermandarîya Heqqî Begê de wê têketina þer.
Þêx Seîd serpereþtîya konseya þer dikir û hemî hêzên wan girêdayî wê konseyê
bun.
Destpêka serhildanê
Piþtî kifþ kirina Enîyên þer, Þêx Seîd ji gundê Melekan ber bi Darahênê bi rê
dikeve û bi ku de diçe ji bo wan kufra Mustafa Kemal û rejima wî diyar dike,
sitratejîya serhildanê datîne û amadekariyên dawî dike û bi tevî sed siwarên
çekdar di 05.02 1925an de tê gundê Pîran û dibin mêvanê birayê xwe Þêx
Ebdurrehîm. Ji dema destpêkirina serhildanê re hê meh û nîvek hebû. Lê dewleta
Tirk ji vê tevgera hanê gelek fikar dikir û gelek pîlan, xap û lîstokên genî
çêdike. Dewleta Tirk 10 leþkerî di bin fermandarîya serbazekî bi navê Hesen
Husnî de di 8ê meha Sibatê de diþîne gundê Pîran.
Serbazê Tirk ji Þêx Seîd daxwaze teslîmkirina hin mirovên ku li ba dewletê
qaçaxbûn, dike. Lê her çiqas Þêx Seîd ji wan re dibêje;”ev mirovana ji bo min
hatine vir, ez nikarim wan teslîmî we bikim, piþtî ku ez çûm hûn dikarin wan
bigrin jî ”, lê serbaz bi vê pêþnîyarê qayîl nabe û dibêje; ez bi tenê emrê
dewletê bi cî tînim. Þêx Ebdurrehîm birayê Þêx Seîd, sîlekî li serbaz dixe û
li ser wê pevçûn derdikeve û leþkerek tê kuþtin û serbaz birîndar dibe. Þêx
Seîd dizane hê dema serhildanê nehatîye û hê amadayên þer temam nebûye, lê þer
ji kontirola wî derdikeve û êdî mecbûr e ku dest bi serhildanê bike.
Xelkên Hênê di 10ê sibatê de desthiladarên Tirk ji bajêr kirin der û êdî
serhildan nedihat rawestandin. Konseya þer fermana serhildanê dan û pîlana
Enîya þer pêk anîn û her fermandarek çû ser eniya xwe û di 14ê sibatê de
Darahênê hate girtin. Piþtî Darahênê qeza Bingolê Genc hat azadkirin û ji bona
demekê Genc kirin paytext û ji eþîra Modan Feqî Hesen jî kirin serokê
Hukumetê.
Þêx Seîd bi tevî çend hezar mucahîdan çûn ser Dîyarbekirê û bi hêsanî tabûrek
eskerên Tirk têkbirin û nedikarîbûn xwe li himîberî eskerên Kurd bigirtina.
Konseya þer li Bakurê Dîyarbekir hate bicîkirin û pêyamek ji Kurê Îbrahîm
Paþayê Mîlî Mehmûd Begê re þand ku ji alîyê baþûrê Dîyarbekir ve êriþê bîne
ser Dîyarbekir. Lê ji bona ku qerarbû wê di meha Adarê de serhildanê dest pê
bikira tu deng jê nehat.
Konseya þer ji van kesana pêkdihat.
Þêx Seîd, Fehmîyê Bilal, ji Medraxê Sidqî Beg û Þêx Îsmaîl, Reþît Axa yê
Tirikan, ji Hênê Salih Beg, ji Pîran Sidîq û ji Licê Mela Mistefa bû.
Ji ber ku çek û sîlihên giran tunebû azadkirirna Dîyarbekir zehmetbû û Konseya
þer amadeyê êriþa ser Dîyarbekir dikirin. Ji Farqînê çend hazar çekdar di
hewarê de hatin û di 29ê Sibatê de bi 10- 12 hezar eskerî ve êriþî birin ser
Dîyarbekir. Di 7-8ê Adarê de eskerên Kurd ketin nava Dîyarbekir Þer li cepên
din jî gelekî pêþ de çûbû. Pirên bajaran ji destên dewletê hatibûn derxistin.
Fehmîyê Bîlal ji Þêx Seîd dixwaze ku rêya tiranê ya navbera Mêrdîn û
Dîyarbekir xirab bikin ku Dewleta Tirk ji alîyê Entabê li ser rêya Mêrdînê
esker neþîne Dîyarbekir û avê ji ser bajarê Dîyarbekir bibirin Ku karibin bi
hêsanî Dîyarbekerî rizgar bikin, lê Þêx Seîd naxwaze ku avê ji ser bajêr
bibirin ji ber ku nexweþ û kal pîr wê jê zirarê bibînin û rêya Mêrdînê ji di
wê demê de di destê eskerên Firansa da bûye û Þêx Seîd bawer nedikir ku
Firansa rê bide Tirkan ku di wê heremê re li hewara Dîyarbekirî werin.
Lêbelê her wusan jî Mistefa Kemal, pîlan û xap xwe di meþand. Serokwezîrê demê
Fethî Okyar da îstifakirin û di cîyê wî de Îsmet Înunu kir serokwezîr. Bi lez
û bez di 4ê meha Adarê de qanûnek bi navê ”teqrîrussukun” derdixîne. Dewleta
Tirk bi Firansa re jî li hev dikin û ji Entabê bi rêya tiranê di ser bajarê
Merdînê re hêzeke mezin ya leþkerî di navbera 25-35 hezarî de diþîne Amedê. Di
navbera Mucahîdên Þêx Seîd û eskerên Tirk de þerekî germ derdikeve û gelekî ji
Mucahîdên Þêx Seîd tên kuþtin û yên din jî þûnde ji bacêr derdikevin.
Di serê meha Nîsanê de serfermandarîya Tirk daxwîyanîyekê belav dike û di wê
daxwîyanîyê de waha tê gotin; " Kî bi saxî Þêx Seîd bigire û teslîmê dewletê
bike, bi 1000 zêrî û 8000 hezar jî perê kaxiz tê xelat kirin. Kî Þêx Seîd mirî
bîne 7000 hezar perê kaxiz û kî jî ji eskerên Þêx Seîd wî teslîm bike, tê
efûkirin û tê xelat kirin.
Li pêy vê daxwîyanîyê dewleta Tirk, Mehkemên Îstiqlalê li bajarên Erxenî,
Xarpêt, Dîyarbekir, Riha, Hekarî, Dersim, Farqîn, Sêrt, Mêrdîn, Genc, Bîtlîs û
Xinûsê saz kir. Li gora qanûna Mehkemên Îstiqlalê, ew kesên li ser Komara Tirk
û miletên Tirk bibin xeter, bi cezayê herî giran dihatin mehkûm kirin.
Piþtî eskerên Þêx Seîd Ji dîyarbekir derdikevin û ber bi aliyê Genc, Lice û
Çepexçûr’ê ve tên, lii eniyên din jî , rewþ bi vî rengî ber bi xerabûnê de
diçe. Di 7-8ê meha Nîsanê de Þêx Seîd û hevalên xwe, li Solaxan gundê Girvasê
tên ba hev û civîna xwe ya dawî çêdikin û biryar didin ku wê derbasî Îranê
bibin. Hemû bi hev re di çiyayê Þerefdînê re derbasî Gimgimê(varto) dibin.
Li Gimgimê Þêx Seîd ji havêlên xwe re dibêje, rewþa Qasim Beg ( Qaso) nebaþ e
û ez bêhna genî ji wî distînim. Lê hevalên wî dibêjin; Qasim Beg li ba me ye û
em tiþtek li dora wî nabînin, lê em bi nava wî jî nizanîn ka çi dike.
Qasim Beg û Gulê Qolo, hemû agahîyan digihîne dewleta Tirk û dema Þêx Seîd û
hevalên xwe dikevên rê ku herin Îranê, eskerên tirk jî xwe li bin pira
Ebdurihman Paþa de vediþêrin. Di 14’ê Nîsana sala 1925’an de li ser pira
Ebdurrahman Paþa, Þêx Seîd û hevalên wî tên girtin. Qaso dibêje; ”Þêx Seîd ma
êdî ne bes e! Ma tuyê hatanî Ku derê birevî! Were teslîmî edaleta Dewletê
bibe” û Þêx Seîd dest davêje tivinga xwe lê bala xwe didê ku Qaso surma
tivinga wî jê derxistiye û tiving bê surme daye Þêx Seîd. Li wê derê Þêx Seîd
dizivire ser Qaso û tifê nav çavê wî dike.
Esker Þêx Seîd digirin û paþda diþînin Gimgimê û paþê jî di 15ê meha Gulanê de
wî bi hevalên wî ve hemûyan diþînin bajarê Amed’ê. Di 24.06.1925’an de Seyyîd
Ebdulqadir, kurê wî û hevalekî wî darde dikin. Di 26-27.06.1925’an de Þêx Seîd
û tevî 46 hevalên wî li Amed’ê tên dardekirin. Heya dawîya meha heyþtan a sala
1925’an 327 kes li Amed’ê têne dardekirin.
Çavkanî:
Martîn Van Bruinessen, AXA, ÞÊX Ve DEVLET
Prof. M. A. Hasretyan
Dr.K. m. Ahmed
M. Ciwan
Prof. Robert Olson
Adým Þeyh Said: Ýlhami Arç
Varto Tarihi: M. Þerif Fýrat
Þeyh Said Ýsyaný: Behçet Cemal
|
|
girêdanên sponsor
........

|