|
rûpela serî
|
|
>>
Rewþa Kurdistan
di Sedsala
20'an de
>Raperîna
1991ê ya baþûrê Kurdistanê
16 Adara sala
1988an de rejîma Iraqê bombeyên kîmtewî avêt ser Helebçeyê.Encamê de 5000 Kurd
hate kuþtin.Lê raya giþtîyê Cihanê vê bûyare mezin netîdin.
Heta di Medyaya Cihanê de piþtî 3-4 rojan ev nûçe derket.Ji ber ku Sedam
Hiseyîn bi saya wan gihîþtibû vê hêzê.Piþtî vê êrîþê bi sedhezaran Kurd ji
tirsa çekên kimyewî ji baþurê Kurdistanê rewiyan.
Bi hezeran Kurd ber bi bakurê Kurdistanê û bi hezeran Kurd jî ber bi rojhilatê
Kurdistanê çûn.Vê demêde jî piþtî vê demê jî Neteweyên Yekbûyî meseleya
Kurdistan neanîn rojeve.Ji ber ku patronên NY Amerîka,Britanya û Rûsya tiþtekî
wisa nedixwestin.
Piþtî dagirikirina Kuweytê ji aliyê Iraqê ve Emerika êrîþ bir ser Iraqê û Kurd
jî vê demê de piþtgirî dan Emerîkayê lê piþtî vekiþîna Emerîkaye li Iraqê Kurd
û Seddam disa hember hew man.
Kurd di vê demê de dest bi serhildaneke mezin kirin û ev sehildana
Raperîn(vejîn)ê bû.
• 5’ê Adarê 1991’an de Raperîna mezin destpêkir
• 7'ê Adarê de bajarê Silêmanî
• 10’ê Adarê de Rewandiz,Xelîfan,Herîr,Diyana,Dûz,Qoysencax
• 11’ê Adarê de Hewlêr û Xaneqîn
• 12’ê Adarê de Mexmûr û Pirdê
• 13’yê Adarê de Akrê,Zaxo û Berdareþ
• 14’ê Adarê de jî Dihok û Amêdî
Ji alîya gel ve bi delfetên xwe ji destê rejima Iraqê rizgar kirin.
Lê belê Emerîka xiyanetî kir li Kurdan kir û alîkarîya Kurdan nekir.Lê bi xêra
hin qenalên Medyaya Cihanê rayagiþtîya Cihanê li hemberê hovîtîyên Seddam û
bêbextiya Dewleta Emerîkayê rabûn ser lingan.Li ser vê yekê jî hin dewletên
Ewrûpa –di serî de britanya- mecbûr man ku bo parastina Gelê Kurd hin çareyan
gerîyan.
Heta 15 Nîsanê hejmara Kurdên ku reviyabûn Îranê ji milyonekê zêdetir bû.Pirsa
Kurdistanê bi hefteyan ji rojeva Cihanê derneket.Dawîyê de George Bush mecbur
ma ku Iraqê hiþyar bike.Disa jî Kurd bawerîya xwe bi gotinên emerîka nedianîn.
Her çiqas George Bush hewl dida ku zextên Ewrûpa,çapamenî û raya giþtîya
Cihanê rizgar bibe jî li hemberê rexne û bêbextiya ku Kurdan kiribû neçar man
ku ji bo bi Britanya,Elmanya,Îtalya,Frensa di 16yê Nîsanê 1991’an de xeta 36ê
û jor de bo gelê Kurd herêma azad îlan kirin.Lê bajarên wek Kerkûkê ku neft lê
hebû nedan Kurdan.Kurd bi demekî kin de vegerîn ser xakên xwe û demekî kurt de
hêzên xwe ji nû ve qezenc kirin û êdî bênavber dixebitîn.
Piþtî demekê Kurd dest bi xebatên avakirina Kurdistanê kirin da ku vê delfeta
dîrokî û bêhempa bikarbînin û 19 Gulana 1992an de Li Baþurê Kurdistanê yekem
hilbirtinên giþtî yên Parlementoya Kurdistanê pêk hat.Ji bo parlemena
Kurdistan 6 lîste beþdarî hilbijartinê bûn:1-Partiya Demokrata
Kurdistanê,2-Yekîtîya Niþtimanê Kurdistan-Partiya Zehmetkêþên
Kurdistan,3-Partî Sosyalistî Kurdistan-Partî Demokratî Serxwebûnî
Kurdistan,4-Partiya Demokratik a Gelê Kurdistan,5-Partiya Kominîs,6-Tevgera
Islamîya Kurdistanê.Ji ber ku hilbijartinan de %7 beraj hebû tenê du
liste;listeya PDK û listeya YNK-PZK ketin parlementoya Kurdistanê.Listeya PDK
ji%45.26,listeya YNK jî ji %43.82 dengan girtibûn.PDK û YNK li hev kirin ku
100 kursiyan di navbera xwe de 50-50 parve bikin navê vê sistemê re
fiftî-fiftî dihat gotin.Lê ev sistem di pêþerojêde bû lihevnatinên mezin.
Hilbijartin tevî hemû kêmasîyên xwe him hêvîya gelê Kurd zêde kir,him jî
nîþanî hemû Cîhanê dan ku ji bo pêþveçunê zemîneke baþ heye.4ê Hezîranê de
Parlementoya Kurdistanê vebû û parlementaran sond xwarin.Parlemento û Hikumeta
Kurdistanê bi tempoyeke baþ dest bi karên xwe kirin.Pêþveçûnên ku li baþurê
Kurdistanê dibû ne tenê bo Kurdistanîyên Baþur bo hemû Kurdistanîyan dibûn
tovên hêvîyên nû.Di 4ê Cotmeha 1992an de Parlemena Neteweyîya Kurdistan
biryerekê dîrokî vergirt û “Dewleta Federe ya Kurdistan” îlan kir.Yekem serokê
parlemena Kurdistanê Cewher Namiq bû.
|
|
girêdanên sponsor
........

|