|
rûpela serî
|
|
>>
Rewþa Kurdistan
di Sedsala
20'an de
>Peymana
Lozanê
Mirovên
kurd hergav gazinên xwe li hev dikin, û dibêjin xwedêgiravî bi awakî giþtî
þiûra netewî li nik kurdann zeîf e. Bi raya min, ko îro gazinên wisa belawela
tên kirin, ne bêesas in û rastiyeke wan heye. Rast e.
Þiûra netewî bi awakî giþtî li nik kurdên vê dema em tê de ne zeîf e û bi
taybetî li nik siyasetvan û ronakbîrên kurd ên bakurê Kurdistanê ji hemû
mirovî kêmtir e. Sedema herî esasî a ko vê qenehetê bi min re çêdike ev e:
piraniya siyasetvan û zanayên kurdên bakurê Kurdistanê mirovên li mektebên
tirkî xwendine û li bajarên Tirkiyê jiyane.
Ev in ên ko zêde nasiya wan bi kultura tirkî çebûne û herwiha di bin bandora
siyaseta asîmîlasyonê de mane.
Bêþik siyaseta asîmîlasyonê encamên xwe ên neyînî pirtirîn tesîrê li ser
mirovên wisa dihêle. Ji ber ko ev mirovên ha di emrekî biçûk de (heftsalî) roj
bi roj ji jiyana xwe a kurdî dûr ketine. Bi taybetî li bajaran di prosesa
xwendina ko armanca wê asîmîlekirina zarokên kurdan e, gelek mirov ji kultura
kurdî dûrdikevin, ji çîrok û metelokên kurdî mahrum dimînin. Hafiza van
mirovan ji dêlva serpêhatî, qehremanî û bûyerên tarîxî ên kurdan, bi
qehremaniyên tirkên selçûkî, osmanî û kemalîstan tên dagirtin.
Ji dêlva þiîr, metelok û stranên kurdî, þiîr, stran û merþên tirkî bi wan tên
ezber kirin. Encamên prosesek wisa gelek tesîrên neyînî li ser jiyana kulturî
dihêle, mirovan ji civaka xwe xerîb dixe, hafize û þiûra tarîxî bi mirovan re
zeîf dike. Bêþik prosesek wisa tesîrên xwe ên neyînî li ser þiûra netewî jî
dihêle. Mirovên ko di vê prosese de jiyane, hesabê ko ew çiqasî di bin tesîra
wê de mane nekin, ew ê hew xwe bixapînin, ew ê ne tenê bûyerên tarîxî û
kulturî ên dema kevin nezanibin, herwiha ên dema herî nêzîk, heta ên dema ko
ew bi xwe tê de jiyane jî wê bi þêweyek rastî nezanibin.
Herwiha ji bîr kin, an jî wê çewt û berevaji bizanibin.
Encamên siyaseta asîmîlasyonê, hafiza tarîxî zeîf dike û tesîrên xwe ên neyînî
li ser tevgera netewî dihêle. Bêyî ko mirov li ser vê mijarê raweste, ew ê
zahmet be mirov têbigihê, gelo ji bo çi îro li bakurê Kurdistanê tevgera
netewî gîhaye merhela herî nizm? Gelo ji bo çi gelek ji kadroyên siyasî ên bi
programên serxwebûna Kurdistanê dest bi xebatê kirin, îro dev ji îdealên xwe
berdane? Hin ji wan "bawer dikin" ko ew realîst in û li gor wan "rastî ji bo
kurdan ew e, ko kurd doza mafên xwe ên netewî daxin dereca herî nizim". Beþek
din dibêjin: "Ev hezar sal e kurd û tirk wek bira bi hev re jiyane û ne mimkin
e ji hev biqetin".
Hin jî li ser navê kurdan propaganda ordiya tirkiyê dikin û dibêjin "tenê
ordiya tirkiyê dikare pirsa kurdî çareser bike". Beþek jî, kurd û tirkan
endamê neteweyekê dibînîn. Lê hin kes jî "difikirin" ko xwedêgiravî eger
Tirkiye perçên din ên Kurdistanê dagir bike û têkeve yekîtiya Ewropayê, wê
gavê divê hin mafên kurdan bide wan. Mirov dikare bipirse, gelo ji bo çi
nêrînên wisa di tevgera kurdî de hakim dibin? Gelo xwediyê van lênerînan,
tevgera kurdî gîhandine kîjan merhelê? Ji bo çi "heviyên" wan hatine guhertin?
Gelo rewþa aborî, siyasî û kulturî ji salên berî heþtiyê çêtir bûye?
Tiþtê tê zanîn, ji destpêka sala 80-î û vir ve de, dewletê bi kemanî 3 000
gundên kurdan þewitandiye, bi kuþtin, girtin û darê zorê bi milyonan kurd
koçder kiriye. Ev yeka ha jî bûye sebeba ko di nav gelê kurd de hejmara
mirovên cahil û nexwendî zêdetir bibe. Dewletê ekonomiya welêt têk biriye û
sermayedarên wê koçî bajarên Tirkiyê kiriye. Bax, baxçe û zevî ji bêxwedîtiyê
beyar bûne. Bi kurtayî, dewletê di warê iqtîsadî, civakî û kulturî de
struktura civaka kurdî têk biriye û siyaseta asîmîlasyonê bi her awayî dijwar
kiriye.
Piþtî van bûyerên neyînî, bersiva pirsên li jor, mirov bi gotina pêþiya, "sal
bi sal xwezî bi par" karê bide. Eger di rewþeke wisa de meylên, ko min li jor
mîsala wan dabû li nik "zana" û "rêberên" kurdan peyda dibin, pêwîst e mirov
serê xwe li ser sedemên esasî rê li rewþeke wisa vedikin biêþîne.
Fikir û nêrînên wisa ne li ser hîmê rastiya civakê ava dibin. Berjewendiyên
gelê kurd naparêzin. Mirovên wisa di çarçova statukoya dewletê de hereket
dikin û alternatîvên "çareserkirina" pirsa kurdî, di nav alternatîvên hazir ên
di gerîneka dewletê de hene, dibînin. Ew îdealên gelê kurd, nirxên wê ên
tarîxî û kulturî dane ji bîr kirin û ên mayîn jî dane ber lingan. Baweriyên
wisa xizmeta du tiþtan dikin: 1) Þiûr û tevgera netewî a gelê kurd têk dibe.
Ev dused sal e, di dil û mejiyê gel de rih û îdealên serxwebûnê û azadiyê
hatiye çandin û bi sedhezaran kurd bi xwîna xwe nirxê wê dane. 2) Nêrînên wisa
hakimiyeta dewletên dagirker û bindestiya miletê kurd mitleq dike.
Bi helwesta di nav hêz û alternatîvên hazir de rawestan tarîx nayê çêkirin.
Derheqê vê mijarê de fîlozofê polonî Ejî Þatskîn dibêje: "Eger mirov, ji hêzên
hazir tenê li gel terefekî rawestiyana û tenê ji alternatîvên hazir yek
hilbijartana, piþtî demekê wê ne xwedî tarîx bana." (Ejî Þatskîn, "Utopya i
Tradîtsîî", 1990. rûp. 133).
Ji bona ko gelê kurd karibe þiûra xwe a netewî li ser linga bihêle,
berjewendiyên xwe ên netewî biparêze û girêdanên xwe ên bi neslê berî xwe re
nas bike, pêwist e ew jî wek hemû gelên din berê xwe bide tarîxa xwe û bûyer û
çalakiyên tarîxî û kulturî bîne bîra xwe. Xebatek wisa mirov dikare di çarçova
pêwendî û girêdanên þiûra netewî û þiûra tarîxî de binirxîne.
Bîranîna bûyer û çalakiyên tarîxî û kulturî, ji teref zanyaran bi têgeha
"hafiza tarîxî" tê bi nav kirin. Herwiha, zanebûna derheqê dema derbasbûyî,
wek perçekî esasî ê þiûra netewî û wek potansiyeleke manewî a gel tê
nirxandin.
Hafiza tarîxî perçekî kulturê ye û zanebûna mirovan a dema pêþiyên xwe,
destanên xwe û urf û adetên xwe îhtiwa dike. Lê hafiza tarîxî û þiûra tarîxî
ne eynî tiþt in. Ehemiyeta hafiza tarîxî ew e, ko mirov dikarin wê di gelek
wara de bi kar bîne. Nimûne: Hisên netewî ên ko li ser bingehên bîranîna
tarîxî þikil digirin, li nik mirovan dikarin welatperweriyê û xurura
netewîtiyê geþ bike. Lê ew ji teref nijadperest û faþistan jî, li dijî gelên
din kare bê bi kar anin.
Gava mirov derheqê têgehên hafiza tarîxî, þiûra tarîxî û þiûra netewî fêrî
tiþtinan dibe, raste rast di serê mirov de hin pirs peyda dibin.
Mirov digihê qenehetekê ko zanayên vî ilmî lêkolînên "nerast" kirine, an jî
divê "çewtiyek" di rewþa kurdan bi xwe de heye.
Ji encamên bûyerên neyînî, ên ko civaka kurdî xistine nav agirê dewleta
Tirkiyê divê hemû mirovên kurd xwedî berpirsiyar be. Gelo ji bo çi ev bûyerên
dijwar ji bo gel nabin potansiyelek manewî, a ko nefretê li dijî dewletê zêde
dike û daxwaza serxwebûnê xurt dike? Gelo ji bo çi, ji dêlva rihê
welatperweriyê û xurura netewî geþ bibe rihê teslîmiyetê û koletiyê li nik
zanayên kurdan hakim dibe? Ma ne ev hezar sal e, tirkan bi zor û talanê
Kurdistan dagir kirine? Ma ne ew in, ên bi her awayî hewl didin ko kurdan ji
ortê rakin? Ma ne divê ko ev bûyer perçekî kultura gelê kurd bin? Ma gelo
lazim e ko gelê kurd mahkûmî jibîrkirina van bûyeran bibe?
Vê gavê mirov têdigihê, bê çi sosirmet bi serê gelê kurd de hatiye.
Di rewþeke wisa de, gelo ehemiyeta aktuelkirina bûyerên tarîxî heye? Eger
derheqê bûyerekê de lêkolînek zanistî nehatibe kirin û sedemên wê, ên teybetî
û gelemperî nehatibin eþkere kirin, aktuelkirina bûyereke wisa wê xizmetê ji
berjewendiyên gelê kurd re neke. Eger aktuelkirina bûyereke tarîxî
berjewendiyên gelê kurd biparêze, wê gavê dikare þiûra tarîxî û netewî a gelê
kurd geþ bike û encamên pozîtîv li ser tevgera netewî bihêle.
Tarîxnasa Sowyetî L. M. Drobijeva derheqê vê mijarê de wisa radigîhine: "Þiûra
tarîxî aktuelkirina hafiza tarîxî ye. Hafiza tarîxî elementek þiûra netewî ye
û ji teref berjewendiyên netewî-civakî tê aktuel kirin.
Aktuelkirina bûyerên tarîxî û kulturî bi þertên konkret ve grêdayî ne. Berî
her tiþtî rewþa civakî û siyasî dikare van bûyeran aktuel bike." (Traditsîî v
sovremennom obþestvê, 1990. rûp. 226-228. ) Mirov dikare þiûra tarîxî, bi þêwa
pêwendî û helwesta mirovan a li gel bûyerên tarîxî û kulturî binirxine.
Bûyerên tarîxî ne tenê ên geleki ne, mimkin e li dijî berjewendiyên hin gelan
bin, lê ên hinan jî biparêzin. Di rewþeke wisa de helwesta mirovan divê ji hev
cida be. Encamên bûyereke tarîxî, ne mimkin e ji bo her miletî wek hev be. Di
tarîxa gelê kurd de bûyerên wisa gelek in. Ji bona ko karibe hafize û þiûra
tarîxî bibe perçekî þiûra netewî, divê bûyerên tarîxî û kulturî ên gelê kurd
di çarçovak wisa de bê nirxandin
Peymana Lozanê bûyereke tarîxî-navnetewî ye. Wê balansa hêza siyasî û eskerî,
a dinyayê guherand. Peymana Lozanê ji bo demekê be jî, nakokiyên di nav
dewletên bloka Antant û bloka Alman, Awisturya û Tirkiyê de rakirin. Bi awakî
îzafî be jî, îstîqrarek û balansek siyasî di nav dewlet û hêzên ko di vê
herêmê de xwedî nifûz bûn saz kir. Ew ji bo hin dewletan serketin bû. Lê ji bo
kurdan windakirin bû. Mirov dikare Peymana Lozanê di sê xalê esasî de analiz
bike: 1) Lozan di pêwendî û nakokiyên navnetewî de. 2) Tirkiye û Lozan. 3)
Pirsa kurdî û Lozan. Her xalek bi serê xwe mijara lekolînekê ye. Ez ê hewl
bidim li ser pirsa kurdî û tesîrên encamên Lozanê li ser tevgera netewî
rawestim.
1. Lozan di pêwendiyên navnetewî de
Wek tê zanîn þerê Cihanê ê yekê di nav du blokên mezin de derket (Bloka Antant
- Ingilîz, Ferensa, Îtalya û Rûsya û bloka Almanya, Tirkiye û Avistirya). Di
prosesa þer de þoreþa Oktobrê (1917) balansa siyasî a dinyayê guhert. Herçiqas
dewletên Antant terefê serketî bûn, lê mecbûr bûn ko di peymanên bi bloka di
þer de þikestibû, rewþa siyasî a nuh, ango hebûna Sowyet Rûsyayê hesab kin.
Þoreþa Oktobrê; serketina bolþewîkan li herêmên Kafkasya û Navçê Asya yê;
serketina kemalîstan li Tirkiyê û nakokiyên dewletên Antantê bi xwe, bûn
faktorên esasî, ên ko prosesa parvekirina erdên dewleta Tirkiyê gîhandin
peymana Lozanê. Di prosesa peymanê de sê pirsên esasî hatin minaqeþe kirin.
Pirsa parvekirina erdên dewleta Osmanî; pirsa rejîma tengavên Tirkiyê
(Çanakale û Stenbol) û pirsa kapîtûlasyon û deynên dewleta Tirkiyê.
Di civîna yekem a Lozanê de her du pirsên ewil hatin mineqeþe kirin.
Tirkiye, bi þertê parastina tixûbên siyasî, ên niha, li gel pêþniyara dewletên
Antan rawestiya. Di pirsa Tengavan de berjewendiyên ingilîz û frensiyan
digîhan hev. Ingilîzan hesabên li dijî Sowyet Rûsyayê û mihtemel þerekê ko di
nav wan de derkeve, dikir.
Di rewþeke wisa de, wê dixwest tengavên Tirkiyê ji gemiyên herbê re vekîrîbin.
Frensa bi teybetî dixwest nifûza xwe a li ser nefta Romanyayê biparêze û gava
pêwîst be bi gemiyên herbê karibe kontrola rêyên transporta nefta Romanyayê
bike.
Pirsa rejîma tengavan li ser du pêþniyarên li dijî hev hate mineqeþe kirin.
Ingilîz û frensiyan pirsa, ko gemiyên herbê bi serbestî karibin di tengavan re
derbas bibin xistin minaqeþê. Lê Sowyet Rûsya nedixwest gemiyên herbê di
tengavan re derbas bibin.
Wê digot, divê tengav, ji derveyî gemiyên herbê, ji hemû gemiyên ticarî re
vekîrî bin. Konferansê li gor pêþniyariya ingilîz û frensiyan bîryar stend. Bi
kurtayî, encamên vê peymanê di têkîlî û nakokiyên navnetewî de berjewendiyên
Ingiltere û Frensayê, lê bi taybetî ên dewleta Ingilîz parastin û herwiha
nifûza ingilîzan di warê siyasî û aborî de li herêma Rojhilata-navîn xurt kir.
2. Tirkiye û rola kemalîstan di peymana Lozanê de
Wek tê zanîn dewleta Osmanî ji destpêka sedsala XIX de gihabû qonaxa ko têk
biçe. Rewþa wê di tarîxê de bi navê "Pirsa Rojhilat" tê zanîn. Pirsa Rojhilat
(pirsa qedera herêmên Balkan û Rojhilata-navîn) bûbû sedema nakokiyên
navnetewî. Wê teqrîben sed salî berdewam kir. Bi teybetî nakokiyên Ingiltere û
Rûsyayê ji bo nifûza li herêmên Balkan û Rojhilata-navîn temenê dewleta Osmanî
sed salî dirêjtir kir.
Di destpêka þerê cihanê ê yekê de, li gor biryarên peymana Saykes-Picot (1916)
dewletê Antant li ser parvekirina dewleta Osmanî li hev kirin.
Tirkî jî wek dewletek di þerî de þikestî, mecbûr bû ko li gor þertên dewletê
Antant peymanekê imze bike. Ew peymana Sewrê bû ko di 10/8 1920-î de di nav
hikûmetên Antant û Tirkiyê de hat imze kirin. Þertên wê, çend bajarên
Anadoliyê ne tê de, temamê herêmên dewleta Osmanî dixist bin nifûza dewletên
Antant. Di vê demê de hikûmeta Osmanî di têkîliyên navnetewî û ên hindûrî de
gelekî zeîf bû. Belê rewþa kemalîstan her ko diçû xurt dibû û berî peymanê
(23/4 1920), li Enqerê meclîsa xwe damezirandin.
Þertên peymana Sewrê gelekî elastîk hatibûn hazir kirin. Ew ji bo bazarek di
dema pêþ de hatibûn hazir kirin. Bi taybetî xalên derheqê pirsa kurdî bi hin
egeran ve hatibûn girêdan. Þertên peymana Sewrê, ne tenê li gor rewþa Tirkiyê
a siyasî hatibûn hazir kirin. Ew wek perçek stratejiya micadela li dijî Sowyet
Rûsyayê û li gor muhtemel guhertin û bûyerên li wê derê bibin, hatibûn hazir
kirin.
Di vê demê de, dewletên Antant û Emerîka ji bo têkbirina hikmê sowyeta, li
dijî Sowyet Rûsyayê micadele dikirin. Ingilîzan hewl didan ko nifûza xwe di
herêmên Navça Asyayê û Kafkasyayê de xurt bikin û wan ji Rûsyayê biqetîne.
Herwiha dewletên Antant hewl didan mixalefeta Rûsyayê xurt bikin.
Xalek herî girîng a peymana Sewrê, planên damezirandina Ermenistana Mezin bû.
Li gor vê peymanê erdên ermeniyan û herêmek mezin a bakurê Kurdistanê jî diket
hindûrê tixûbên Ermenistana Mezin. Wê planê bakurê Kurdistanê perçe dikir û
þertên ko kurd karibin yek bin û dewleteke serbixwe ava bikin ji ortê radikir
û herwiha desthilatiya ingilîzan li baþûrê Kurdistanê xurtir dikir. Plana
Ermenistana Mezin gelên kurd û ermenî anî hemberî hev. Gelê kurd ne dixwest di
bin hakimiyeta ermeniyan de bijî. Zilm û zora ji teref ermeniyan de (di dema
herba cihanê de) li kurdan hatibû kirin, nehatibû ji bîr kirin. Ew bêbaweriya
di nav kurd û ermeniyan de û xistina hin heremên bakurê Kurdistanê hindurê
tixûbên Ermenistana Mezin bû faktoreke esasî ko kurd di wê demê de nêzîkî
kemalîstan bûn.
Eger ko Ermenîstana Mezin ava bûbaya, ew ê ingilîzan di ser wê re karîbana
nifûza xwe li herêma Kafkasyayê xurt bikin û midaxeleyî hindirê Rûsyayê bikin.
Lê plana ingilîzan û mitefiqên wan neçûn serî. Mixelefeta rûsan ji teref
bolþewîkan hat þikandin, herwiha li Gurcistanê, Ermenistanê û Azerbeycanê
hikim ket destê bolþewikan. Sowyet Rûsya di 1921-ê de bi dewletên cîran
Tirkiye, Îran û Afganîstan re peymanên dostayê imzekir.
Di destpêkê de ingilîzan di pirsa deshilatiya dewleta Tirkiyê de, li dijî
kemalîstan piþtgiriya siltanê osmaniyan dikirin. Lêbelê siltan jî, ji her
þertên wan re digote erê. Lê hêza ko xurt dibû kemalîst bûn. Wan bi soza ko
otonomiyê bidin kurdan, hêzên kurdan ên herêmî li dor xwe civandin. Kemalîstan
piþtî ko rewþa xwe a siyasî û eskerî li Kurdistanê saxlem kirin, karîbûn hêza
yûnaniyan biþkînin. Serketina bolþewîkan li tevaya herêmên Rûsya û Kafkasyayê;
hemû bûyer û guhertinên siyasî ên li Tirkiyê, bûn sedemên guhertina balansa
hêza siyasî a herêma Rojhilata-navîn.
Kemalîstan di 1921-e de piþtî avakirina hikûmetê, biryarên peymana Sewrê
rawestandin. Frensî û îtalî ji bona nifûza Sowyetê di herêmê de zêde nebe û
kemalîst nekevin bin tesîra wê - firebûna nifuza Rûsyayê berjewendiyên Frensa
û Îtalya li Tirkiyê û herêma Balkana dixist tehlukê - xwe nêzîkî wan kirin û
sozên rawestandina peymana Sewrê dan wan.
Guhertinên siyasî ên li jor, herwiha planên ingilîzan, ên peymana Sewrê jî têk
birin. Ew jî mecbûr man ko siyaseta xwe li dijî Tirkiyê, li gora rewþa siyasî
a nuh biguherînin. Hêviyên xwe ji siltan birîn û bi kemalîstan re pêwendiyên
xwe danîn.
Ingilîzan pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re, hem ji bo ko rê li firehbûna nifûza
Rûsya bigirin û hem ji bo pirsa kurdî têk bibin xurt dikirin. Berê her du
terefan, tevgera kurdî ji bo berjewendiyên xwe li dijî hev bi kar tanîn. Lê
rewþa nuh, rê dida her du dewleta ko Kurdistanê di nav xwe de parvekin û
tevgera netewî têk bibin.
Ji bona têkbirina peymana Sewrê û haziriyên konferanseke nuh Tirkiyê û
dewletên Antant dest bi pêwendiyên dîplomatîk ên nuh kirin. Rewþa siyasî a
herêmê hedî hedî ber bi zelalbûnê diçû. Nakokiyên Tirkiyê û dewletên Antant
kêm dibûn û înteresên wan ên dabeþ ew mecbûr dikirin ko dest bi pêwendiyên
dîplomatîk bikin. Li ser vî esasî Tirkiyê, Ingilîz, Frensa û Îtalya dest bi
guftûgoyan kirin. Di dema konferansa Londonê de (1921) þertên peymana Sewrê
sivik kirin. Li Mudanyayê (3-11/10 1922) her çar dewletan, li ser pirsên esasî
ên mijara konferansa Lozanê li hev kirin. Pirsa yekê têkbirina qerarên peymana
Sewrê bûn, ango redkirina mafê kurdan bû. A duyem jî guhertina rejîma tengavan
bû. Kemalîstan ji nakokiyên siyasî ên navnetewî û bi taybetî jî, ji nakokiyên
dewletên Antant û Sowyet Rûsyayê fêdek baþ dîtin.
Konferansa Lozanê di 20/11 1922-an de dest bi civîna yekem kir. Di vê civînê
de tirk û ingilîz serketî ji konferensê derketin. Tirkan gelek erdên nuh
bidest xistin û tixûbên siyasî ên niha hatin qebûl kirin.
Di konferansê de biryarên Sewrê nehatin mineqeþe kirin. Tirk razî bûn Mûsilê
bidin ingilîzan û herwiha rejîma tengavan li gor peþniyara ingilîzan hate
guhertin. Civîna duyem di 9/4 1923-an de dest pê kir. Di vê dewrê de jî pirsên
kapîtûlasyon û deynê dewleta Osmanî hatin minqeþe kirin û di wê de jî tirk bi
serketî derketin. Peymana Lozanê di 24/7 1923-an de hate imze kirin.
3. Pirsa kurdî û biryarên peymana Lozanê
Pirsa kurdî, ji destpêka herba cihanê a yekê heta peymana Lozanê subjektek
pêwendiyên navnatewî bû. Dewletên Antant û bloka li dijî wan, di pêwendî û
pêymanên xwe de, hertim hesabên jeo-stratejîk û iqtîsadî û rola Kurdistinê
dikirin. Ji prosesa dema herbê heta Lozanê guhertinên ko di hêza siyasî-eskerî
de çêbûne, tesîrên xwe dîrek li ser rewþa gelê kurd kirine. Di rojeva
guftûgoyên dewletên Antant de, ên li ser parvekirina dewleta Osmanî,
Kurdistanê cihekî kî girîng girtiye. Li gor çavkaniyên tarîxî, yek ji xalên
esasî, a ko di nav dewletên Antant de bû sedema minaqeþên cidî, pirsa qedera
Kurdistanê bû. Li gor qerarên peymana Soykes-Pîko (1916) a ko di nav dewletên
Antant hate imze kirin, Kurdistan ew ê di bin nifûza Rûsyayê de bimaya.
Di vê demê de micadela tevgera netewî a gelê kurd, ji dû hêlan ve dimeþiya. Li
hêlekê tevgera netewî a ronakbîrên kurd bû. Piraniya van mirovan di mektebên
tirkî de xwendibûn, li metropolê dijiyan û karbidestên dewletê bûn. Ev bûyera
ha di tarîxa gelê kurd de destpêka prosesek nuh bû. Ji ber ko, ew cîlê yekem
e, a ko bi metodên rêxistînî a "modern" micadele kiriye û ji gelê kurd re di
hindurê tixûbên dewleta Osmanî de otonomî xwastiye.
Li hêla din serokên hêzên herêmên Kurdistanê serokatiya micadela gelê kurd -
bi þerê çekdarî û metodên tradîsyonel - dikirin.
Li gor çavkaniyên tarîxî, heta sala 1918-an micadela herdu hêlan ji hev cida
bûn. Ronakbîrên kurd ên li metropolên Tirkiyê, karên rêxistinî, komeleyatî û
çapemaniyê dikirin. Bi awakî giþtî karê ko dikirin, ji pêþketina kultur û
þiûra netewî re xizmet dikir. Lê encamên karên wan bi awakî berfireh di nav
gelê kurd de belav nebû. Herwiha di micadela siyasî de, dewlet nedidan hemberî
xwe.
Lê rêberên hêzên herêmî herçiqas bi metodên ronakbîrên li metropolan micadele
nedikirin, lê li Kurdistanê bûn. Bi gel re di bin zilm û zora dewletê de bûn.
Ne tenê derdê gel dizanîbûn, herwiha xwedî hêz û otorîte bûn. Ew xwedî
tecrubên civatmeþandin û îdarekirinê bûn. Ev xususiyetên ha dibûn faktorên ko
gelê kurd baweriya xwe bi wan dianî û ew ji xwe re rêber qebûl dikirin.
Wek tê zanîn, di tarîxa gelê kurd de serhildana Betlîsê bûyereke teybetî ye.
Lê derheqê wê de kêm agahdarî heye. Li gor ragîhandinên generalê Rûsî
Þaxovskoy, serhildana Betlîsê ne serhildaneke herêmî bûye. Di sala 1914-an de
rêberên kurdan, ên herêmî û bi taybetî jî bedirxaniyan, haziriya serhildanekê
li tevaya Kurdistanê dikirin. Lê ew di prosesa haziriyê de bêwext hatin
girtin. Dewleta Tirkiyê ji bo pêþî li serhildanê bigire, êrîþ anî ser Betlîsê
û hin serokên serhildanê girtin û kuþtin.
Li gor agahdariyên Þaxovskoy ermeniyan (rêxistina Taþnak) haziriya vê
serhildanê ixbarî hikûmeta tirk kirine. Sedemên we jî, wisa radigîhîne:
Taþnaqan plana damezirandina "Ermenistana Mezin" dikirin. Li gor plana wan
gelek herêmên bakurê Kurdistanê jî diketin hindûrê tixûbên vê dewletê. Wan ha
jê hebû ko kurd haziriya serhildanekê ji bo tevaya Kurdistanê dikin. Lê
taþnakan serketina kurdan ne dixwestin, serketina kurdan li dijî plana xwe
didîtin û ji bo wê kurd ixbarî dewletê kirin.
Rêberên kurdan ên herêmî, zû bi zû teslîm nedibûn û zilm û zora dewletê jibîr
nedikirin. Gava di sala 1915-an de ordiya rûsan ket bakurê Kurdistanê, gelek
alayên hamîdiyê tevlî malên xwe - ji bo ko li dijî ordiya tirkan þer bikin -
derbasî terefê rûsan dibûn. Li gor ko Þaxovskoy radigîhîne: ermeniyên ko di
ordiya rûsan de leþker bûn, kurd teslîm ne digirtin. Zilm li wan dikirin, dest
davetin jinên wan û ew dikuþtin. Ev siyaseta ordiya rûsan bû sedemê ko kurd ji
wan dûrkevin. Þaxovskoy dinivîsîne ko herçiqas Kor Hiseyîn paþa dixwest ko bi
rûsan re li dij tirkan þer bike, lê ji ber zilma ermeniyan derbasî terefê
Rûsan nebû. Lêbelê li dijî Rûsan jî þer nekir, bêteref ma.
Rûsya piþtî ko di sala 1916-an de peymana Seykes-Picot imze kir, bi alîkariya
Kamil Bedirxan begê ji bona serhildanekê li tevaya Kurdistanê hewl da
pêwendiyan bi rêberên kurdan, ên herêmî re dayne. Rûsan dizanîbûn ko giranî û
qîmeta rêberên herêmî di nav gel de heye û ji bo wê hesabê xwe li ser wan
dikirin. Lêbelê kurdan bi þertê ko ermenî di nav ordiya rûsan de nebin,
pêþniyariya wan qebûl kirin. Lê haziriya serhildanê nîvçe ma. Þoreþa Oktobrê
bû sedemê ko leþkerên rûsan bi þûn de vekiþin. Herwiha þûndevekiþandina rûsan
ji Kurdistanê bû sedêma têkçûna haziriya serhildanê.
Pirsa kurdî, ji sala 1918-an heta navçê sala 1920-an xisusiyetek navnatewî
distîne. Di vê prosesê de siyaset û pêwendiyên navnetewî gîhabûn merhelek nuh.
Guhertina balansa hêza siyasî li Rojhilata-navîn, þertên ji bona ko gelê kurd
karibe qedera xwe bi destê xwe tayin bike hazir kiribû. Lê gelê kurd ji bona
karibe firsetên wisa bi kar bîne, di warê siyasî û rêxistînî de, tu hazirî
nekiribû.
Rêxistina netewî "Kurt Tealî Cemiyetî" (KTC) li dora xwe ronakbîrên kurd kom
kiribûn û pêþkêþiya tevgera netewî dikir. Lêbelê li Kurdistanê, di nav gelê
kurd de xebateke wê a berbiçav tunebû. Pêwendiyên wê bi serokên hêzên herêmî
re gelek zeîf bûn. Piþta xwe nedabû hêza gelê kurd. Hesabên xwe ên siyasî,
tenê li ser nakokiyên di nav dewleta Tirkiyê û dewletên Antant de dikir.
Serokatiya KTC hewl dida ko bi alîkariya dewletên Antant û bi taybetî jî bi
alîkariya ingilîzan pirsa kurdî çareser bike. Lê tixûbên çalakiyên wan tu
netîcên pozîtîv nedidan, ji ber ko ew tenê di çarçova pêwendiyên dîplomatîk de
bûn. Ingilîzan ji bona ko gelê kurd mihtemel reaksiyonekê nîþan nede, hewl
didan serokatiya KTC manîpûle bike. Wan hêviyên KTC, ên ko ji bo çareserkirina
pirsa kurdî, tenê bi sozên dewletên Antant, siltanê Osmanî û qerarên peymana
Sewrê ve girê didan. Derheqê vê mijarê de wezîrê derve ê ingilîz Balfur di
31/7 1920-an de, di talîmatnama xwe a ji nûnerê xwe ê li Stenbol re
radigîhand: "Divê ko ji kurdan re tawsiya me ev be: Li ciyê xwe rûnin, tahrîq
nebin û li benda biryarên konferansa aþtiyê rawestin." (Abdûrrahman Aslan,
Samsun`dan Lozan`a Mustafa Kemal ve Kürtler) Dewleta Ingilîz siyaseta xwe a
derheqê kurdan li ser bingehê berjewendiyên aborî, siyasî û jeostratejîk ava
dikir.
Di prosesa
guftûgoyên di nav dewletên Antant û ên bi Tirkiyê re, ingilîzan hesabê
avakirina mandatê li Iraqê dikirin. Pirsa li hevragirtina mandatê û avakirina
form û îdara wê, parçek ji tevaya siyaseta ingilîzan a derheqê kurdan de bû.
Bi vê mijarê ve girêdayî, derheqê pêwendiyên bi kurdan re karbidestê ingilîzî
Kîston di 28/10 1919-an de li Parîsê wisa radigîhand: "Herçiqas em naxwazin ji
kurdan bawer kin, lê bikaranîna wan ji bona berjewendiyên me ne." Karbidestê
ingilîz Mr. Clerk Cerr jî, di tebaxa1919-an de digot: "Rewþa kurdan û
ermeniyan min qet eleqeder nake. Divê ko bingehê siyaseta me a derheqê kurdan,
ji bona li Mezopotamyayê damezirandina "tamponek" tatmînkar be. Tixûbekî wisa
divê ne li deþtê be, pewist e li çiyayên Kurdistanê be." (Zekî Sarihan,
kurtuluþ savaþi günlügü c. 2. rûp. 228, Abdûrrahman Aslan, Samsun`dan Lozan`a
Mustafa Kemal ve Kürtler). Ji van nirxandinên ingilîzan, mirov dikare bêje,
siyaseta derheqê tixûbên navbera Tirkiyê û Iraqê, parçek siyaseta ingilîzan a
derheqê kurdan de bû.
Di prosesa guftûgoyên peymana Sewrê de diyar e ko ingilîz di heqê
çareserkirina pirsa kurdî de ne xwediyên biryareke eþkere bûne. Lê xwediyê
helwestekê bûne. Bingehê helwesta wan serî-li-kurdan-gerandin bû. Di heqê
mijara pirsa kurdî û jeostratejîk ehemiyeta Kurdistanê de, serokwezîrê ingilîz
Lloyd George di 19/04 1920-an de wisa radigîhîne. "Zehmet e mirov karibe
derheqê Kurdistanê de biryarekê bide. Welat di bin guhê Ermenistanê de ye û ji
ber ko qedera wê, asûrî û keldaniyan jî girê dide, bala dewletên Ewropî gelekî
dikiþîne. Herwiha Kurdistana Baþûr parçekî mandat, a ko mimkin e di bin îdara
Brîtanya Mezin keve. Em fikirîn ko qetandina Kurdistanê ji Tirkiyê, ew ê baþ
be. Lê zahmet e mirov karibe texmîn bike, encamên daxwazên kurdan û
lihevragirtina wan di dewleteke otonom de, wê balansek çawa derxe ortê …"
(Zekî Sarihan, rûp. 236) Encamên vê siyasetê bûn sedemên di konferansa li
San-Remo yê (19-26/04 1920) de Kurdistan di navbera tirk, ingilîz û frensiyan
de bê parve kirin.
Diplomatê sowyetî Rozenberg sedemên pêwendiyên kemalîstan li gel kurdan û
rewþa wan a wê demê wisa dianî zimên. Tirk wisa zeîf û bêçare bûne, ji
mecbûriyetî hebûna kurdan qebûl dikin û sozên otonomiyê didin wan. M. Kemal û
terefdarên wî dizanîbûn ko kurd ne li ser hev in. Ji alîkî de welatê kurdan ji
nûh de hatibû parve kirin û ew li ser erdê xwe bêçare mabûn. Ji aliyê din de
serokatiya KTC ji bo mafê kurdan piþtgiriya dewletên Antant dikir. Kemalîstan
dizanîbûn di warê siyasî û rêxistinî de li Kurdistanê valahiyek heye. Wan ev
rewþa kurdan a neyînî ji bona xwe firsetek dihesibandin. Herwiha hewl didan ko
ew ê karibin serokên kurdan ên herêmî manîpûle bikin û hêza wan bi alî xwe de
bînin.
Di heqê vê mijarê de Rozenberg konetî û derewên kemalîstan wisa dinirxîne.
"Herçiqas mihtemel e hikûmeta kemalîstan soza otonomiyê dabe serokên kurdan,
lê wan nedixwest wê di bîra xwe de bînin. Gava me ji mebûsên tirkan re digot,
pêwîst e kurd otonomiyê bistînin, ew bi nefret li dij derdiketin û digotin
otonomiya kurdan wê bi xwere serxwebûn û cidabûnê bîne". Rozenberg dewam dike
û dibêje, "eger hikûmeta Tirkiyê ji bo otonomiyê soz dabe kurdan, ew ji bona
dema zeîf ketibûn, ko kurd li dijî wê ranebin û þerê wê nekin bû. Lê ew gava
ber xwe bibîne ew ê li dijî kurdan dest bi qetlîamên leþkerî bike".
(Rozenberg, Avp. f. 0132. op. 6, por. N. 288, l. 49). Di wê demê de li
Kurdistanê gelek alayên Hemîdîyê hebûna xwe berdewam dikirin. Li gor
agahdariyên rûsan, li bakurê Kurdistanê çil hezar mirovên kurd xwedî çek bûn.
Kemalîstan bi siyaseteke kone, serokên herêmî xapandin û bi wan dan bawer
kirin ko eger bi hev re li dijî dewletên Antant rawestin û bi serkevin, ew ê
tirk û kurd bi hev re bin û xwedîyê mafên wekhev bin. M. Kemal gava ji alîkî
de soza otonomiyê dida û piþtgirî û dostaya kurdan dixwest, lê ji aliyê din jî
konetiya xwe berdewam dikir û li dijî kurdan ji qomandarê xwe ê cepha
el-Cîzîrê Newzat Paþa re talîmat rêdikir.
M. Kemal di talîmatnama xwe de radîghand: "Ji bo ko hon karibin kurdan bi xwe
ve girêdin, divê hon wan ji ingilîz û frensiyan dûr bixin û bi tenê bihêlin û
herwiha kurdan û ingilîz û frensiyan bînin beranberî hev." (Abdûrrahman Aslan,
Samsun`dan Lozan`a Mustafa Kemal ve Kürtler.) Derheqê vê mijarê de peyva
sefîrê Sowyetê ê Enqerê Aralov (1922) gelek balkêþ e. Aralov di hevpeyvîneke
xwe bi M. Kemal re dibêje: "Kemal pirsa kurdî, pirseke zahmet û têkelhev
didît. M. Kemal digot vê gavê serokên kurdan belav bûne. Hin ber bi îraniyan,
hin ber bi ingilîzan ve diçin û hin ji ber bi me de tên." (Aralov S. Î.
Vospomineniya sovyetskogo dîplomata (1922-1923), M. 1960. rûp. 107-108).
Hikûmeta Enqerê piþtî piþtgiriya kurdan garantî kir, di 07/7. 1920-an de hemû
peymanên dewleta Osmanî imze kiribûn red kir. "Îttifaqa" kemalîstan bi kurdan
re û pêwendiyên bi Sowyet Rûsyayê re rewþa wan a siyasî û eskerî li Kurdistanê
û Anadoliyê xurt kir. Encamên rewþa nûh tesîrên xwe li pêwendiyên Tirkiyê û
dewletên Antant jî kir. Generalê ingilîz Ravlîson (1920) rewþa tirkan a nûh de
di ber çavan re derbas kir. Ravlison bi þertê ko nifûza Sowyetê li herêmê
fireh nebe, soza ko li Tirkiyê piþtgiriya îdarek xurt (kemalîstan) bikin da.
Ji ber eynî sedeman frensî û îtalî jî xwe nêzîkî kemalîstan kirin. Serketina
kemalîstan li dijî yûnaniyan rewþa wan a siyasî di pêwendiyên hindûr û ên bi
derve re xurtir kir. Hemû bûyerên nûh, bûn sedemên ko tirk, karibin peymana
Sewrê red bikin û di konferansa Lozanê de bi serketî derkevin.
Lê diyar e rêberên kurdan (ên serokatiya KTC û ên herêmî), iqtîsadî-stratejîk
û jeostratejîk ehemiyeta Kurdistanê, a ji bona dewletên Antant û Tirkiyê û
herwiha planên wan ên derheqê Kurdistanê tênegîhabûn. Piþtî giranî û otorîta
siltanê Osmanî þikest û kemalîstan desthilatiya xwe xurt kirin, serokatiya KTC
mecbûr bû helwestek nûh bistînê. Serokê KTC Seyid Ebdulqadir û gelek endamên
din li nik kemalîstan helwest girtin. Hin endamên KTC daxwaza serxwebûnê
derxistin pêþ. Lê dewletê ew mecbûr kirin ji Tirkiyê derkevin. Grûbek kurd ên
li Kurdistanê, di bin serokatiya Xalit begê Cibrî de piþtgiriya kemalîstan red
kirin, lê li dijî wan jî þer nekirin. Helwesta vê grubê payin bû. Di vê demê
de tenê li herêma Dêrsimê - Koçgîrî (1920) kurd ji bona mafên xwe ên netewî
serî hildan. Lê ew jî, ji piþtgiriya tevgera kurdî mahrûm ma û di herêmeke
biçûk de hat þikandin. Kurdên baþûrê Kurdistanê di vê rewþa nûh de helwesteke
rast sitendin. Kurdan li vê herêmê, ji bona ko berjewendiyên xwe ên netewî
biparêzin, di bin serokatiya Þêx Mahmût Berzencî de, li dijî ingilîzan serî
hildan.
Bi awakî giþtî kurd di orta salên 1920-1922-an de ji bo mafên xwe ên netewî bi
dest xin tu çalakiyên berbiçav nekirin. Li benda rahma tirkan û ingilîzan man.
Lêbelê her du terefan jî ji bona berjewendiyên xwe kurd li dijî hev bi kar
tanîn. Bi raya min, bêdengiya kurdên Bakur û hevkariya wan bi kemalîstan re,
rê lê vekir, ko kurdên baþûr, konetiyên kemalîstan nebînin û ji sozên
kemalîstan ên derewîn bawer bin û nêzîkî wan bibin. Vê helwesta neyînî a
kurdên bakur, herwiha tesîr li ser raya giþtî a dinyayê jî kir û pê re
qenehetek çêkir ko li Tirkiyê mitleq hakîmiyeta kemalîstan heye, wan bi kurda
re problema xwe çareser kirine û istîqrarek siyasî saz kirine.
Bi kurtayî bûyer û guhertinên li herêma Rojhilata-navîn ji bo tirkan encamên
pozîtîv anîn û bûn sedemên nêzîkbûyina Tirkiyê û dewletên Antant. Hin mirov
bêyî ko rastiyê bibînin, dibêjin ko kurdan piþtgiriya ingilîzan kiriba, ew ê
mafên xwe ên netewî bi dest xistina. Lê rastî ew bû ko guhertinên dibûn, êdin
pirsa kurdî gav dikirin û ehemiyeta wê kêm dikir. Berjewendiyên dewletên hikim
li kurdan dikirin, di noqta herî girîng a têkbirina tevgera kurdî de
gihaþtibûn hev. Daxwaza li vê herêmê balansek nûh a hêza siyasî, þer
rawestandin û bêdengî, ji derveyî kurdan, berjewendiyên hemû hêzên li vê
herêmê diparast. Ji bo daxwazek wisa di jiyanê keve konferansa Lozanê hate
amade kirin û wê niqte danî taliya prosesa kevn û prosesek nûh destpêkir.
Encamên peymanê zerara herî mezin gîhand miletê kurd. Ew li baþûr û li bakurê
welêt, bû hedefa zilm û êrîþên tirk û ingilîzan. Ingilîz li dijî hikûmeta
baþûr rawestiya û dubendî xist nav Þ. M. Berzencî û havalbendên wî. Tirkiyê
eþkere li dijî gelê kurd rawestiya, mebûsên wan ji meclîsê avêtin, bi darê
zorê hewl da gel bêçek bike. Hemû imkan û deriyên desthilatiya siyasî û
iqtîsadî li gelê kurd hate girtin. Tirk, ingilîzî û faris bi pêwendiyên
dîplomatîk û bi metodên leþkerî, li ser tevaya erdê Kurdistanê li dijî tevgara
netewî rawestiyan û hewl dan ko bi her awayî wê ji ortê rakin.
Gelo rewþa Tirkiyê û a navnetewî, rê dida ko kurd pirsa xwe çareser bikin? Bi
raya min tevgera kurdî karîbû tesîr li ser helwesta raya giþtî û bi taybetî a
gelê kurd bikira. Berî her tiþtî pêwîst bû, yekîtiya netewî saz bûbaya, ango
tevgera ronakbîrên kurd KTC xwe gîhandiba hêzên kurd ên herêmî. Lê wê ji dêlva
wê piþrgiriya kemalîstan kir. Di dema pêwendiyên dewleta Tirkiyê bi dewletên
Antant re xerab bûn û ew bi yûnaniyan re di þerde bû, diva bû kurdan jî, li
dijî Tirkiyê dest bi þer kiribana.
Lê wan piþgiriya wê kirin, an jî bêdeng man. Kurdên bakur tenê bi soza
kemalîstan bawerî anîn û li se vî esasî bi wan re li hev kirin. Ew bi hin
îmtiyazên þexsî û bi rûniþtina li meclîsê têr bûn. Diva bû tirk mecbûrî
peymanên resmî kiribana, pêwendiyên xwe bi dewletên li dijî Tirkiyê danîbana û
tedbîrên, ko mafê xwe bi destê xwe biparêzin sitendibana. Lê wan ew nekirin û
li benda rahma tirkan rawestiyan. Diva bû kurdan hêza xwe a siyasî û a leþkerî
parastibana û hebûna xwe wek hêzeke leþkerî serbixwe, bi tirkan û dewletên li
herêmê xwedînifûz dabana his kirin. Gava pêwîst ba, li dîjî wan rawestiya û ji
wan re astengî derxistiba. Lê wan ew nekir. Kurd di wê demê de ji hev belav
bûn û bêdeng man. Gelek caran ji tirkan bêtir li piþt tirkan bûn. Helbet ev
faktorên neyînî bûn sedemên ko pirsa kurdî ji dêlva bibe subjektek pêwendiyên
navnetewî, bû objekta bazara nakokiyên di nav dewletên Antant û Tirkiyê de. Ji
bo wê jî, roja ko wan dewletan li hev kirin, pê re jî pirsa kurdî ji bîr kirin
û bi hev re li dijî tevgera kurdî rawestiyan. Tenê kurdên baþûr bi qewet û
liberxwedana xwe bala ingilîz û tirkan bi alî xwe de kiþandin. Hertim hebûna
xwe bi wan dan his kirin û ji ber wê jî hin mafên xwe bi dest xistin.
Gelo sedemên tevgera kurdî helwestek wisa neyînî, a li dijî berjewendiyên
miletê kurd sitend, çibû?
Bersiva pirseke wisa mimkin e bi ronîkirina niqta herî girîng, karakterê
serokatiya tevgera kurdî a bîstsalên destpêka sedsala XX-an ve girêdayî be. Dî
sedsala 1800-î de, bi rêxistin û metodên tradîtsiyonel, tevgera kurd ji bona
serxwebûna Kurdistanê micadele dikir. Rêberên hereketê, ronakbîr û serokên
hêzên herêmî bûn û bi kultur û xwendina kurdî gihîþtîbûn. Di jiyana civakî a
kurdî de mezin bibûn û xwedî þexsiyetek kurdî bûn. Lê piraniya ronakbîr û
rêberên ji destpêka sedsala XX-an heta peymana Lozanê, herçiqas bi huwiyeta
kurdî dihatin nas kirin, lê li mektebê tirkî xwendibûn û karbidestên dezgehên
dewletê bûn. Serokên herêmî ji bona ko li Kurdistanê bûn ji ronakbîrên kurd ên
metropolê ferq dikirin, lê gelekî wan jî li mektebên tirkî xwendibûn û
qomandarê alayê Hemîdiyê bûn, an jî karbidestên dewletê ên herêmên Kurdistanê
bûn. Li nik vê xususiyetê, herwiha statû û karên van mirovan ji teref dewletê
hatibû tayin kirin.
Ew di warê iqtîsadî û siyasî de, bi dewletê ve girêdayî bûn û pêwendiyên wan
ên bi karbidestên tirkan re xurt bûn. Wan hesabê xwe li ser hêza gelê xwe
nedikirin, hêvî dikirin ko dewletên Antant an jî tirk ew ê mafên gelê kurd
bidinê. Daxwaza hemûyan, otonomî di hindurê tixûbên dewleta Tirkiyê de bû. Vê
xususiyeta wan a dabeþ faktoreke esasî bû, ko nehiþt tevgera kurdîî firsetên
tarîxî bi kar bîne û qedera xwe bi destê xwe tayîn bike. Herwiha vê xususiyetê
nehiþt ko ew têbigihên dewletên dagirker wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar
tînin. Tênegîha bûn, ko di pêwendiyên navnetewî de, tiþtê herî giring,
berjewendiyên netewî an jî ên dewletî ne. Biratî, dostayî an jî sozdayin
tiþtên îzafî û miweqet in. Dost û dijmin tenê li ser esasê berjewendiyan tên
tayîn kirin.
Peymana Lozanê Kurdistan ji nû de parçe kir û hejmara dewletên dagirker ji
duduyan derxist çaran. Karaktera pirsa kurdî a nakokiyên faktoreke navnetewî
bû têk bir û nehiþt bigîhê merhela ko ew bibe subjektek pêwendiyên navnetewî.
Dewletên dagirker ew wek objektek ji bona nakokiyên xwe çareser bikin bi kar
anîn. Parvekirina Kurdistanê di nav wan dewletan de li nik berjewendiyên
iqtîsadî û siyasî, karaktereke nû stend. Ew ji bo her çar dewleta bû bufer
(tampon) zonek parastinê li dijî hev. Ev jeo-stratejîk rola nû a Kurdistanê bû
encama sazbûna balanseke siyasî di nav wan dewletan de. Lêbelê, iqtîsadî,
siyasî û jeo-stratejîk rola Kurdistanê ji bona her çar dewletên dagirker
ehemiyeta xwe diperêze. Ew ji bona berjewendiyên xwe ên iqtsadî, siyasî û
jeo-stratejîk û bi taybetî ji bona vê balansê biparêzin li dijî tevgera kurdî,
di her warî de bi hev re kar dikin.
Ecamên prosesa peymana Lozanê li gel tesîrên neyînî, herwiha tesîrên pozîtîf
jî li tevgera netewî kir. Piþtî diyar bû, ko Kurdistan wê bê parve kirin û
pirsa kurdî di rojeva peymanê de tuneye, bi derengî be jî, rêberên kurdan
têgihîþtin ko, divê ew bi xwe pirsa xwe çareser bikin. Derheqê vê mijarê de
mebûsê Erziromê - mihtemel e Hiseyîn Ewnî beg be - dibêje ko di civîna girtî a
meclîsê de gava Îsmet paþa biryara peymana Lozanê a ko Mûsil ji Ingilîzan re
dihiþt xwand, mebûsên kurd li dij biryarê derketin û gotin, divê kurd ji îro
pê de qedera xwe bi destê xwe tayin bikin.
Her wiha mebûsê Betlîsê Yusuf Ziya piþtî vê bûyerê di hevpeyvînekê (27/2 1923)
bi dîplomatê Sowyetî Þaxovskoy re helwesta xwe wisa dianî zimên: "Heta nûha em
difikîrîn, ko kurd û tirk ew ê pirsa kurdî bi hev re di þerê li dijî dewletên
emperyalîst de çareser bikin. Lê nûha, ji gava ko hikûmeta Tirkiyê razî bû
Mûsilê bide ingilîzan, hemû heviyên me têk çûn." Herwiha Yusif Ziya, bazara
tirk û ingilîzan li ser parvekirina Kurdistanê jî dianî zimên û digot :
"Ingilîzan pêþniyariyek ji tirkan anîn: bi þertê ko eger tirk li Kurdistanê
otonomiyê îlan bikin, ew ê jî, ji Mûsil derkevin. Lê tirk ji bo otonomiyê
nedin kurdan, Mûsil dan ingilîzan." (Avf R. F. F. 0132, Op. 6, Por. N. 288,
Pap. N. 133, l. 111-112). (Mihtemel e Yusif Ziya û hevalên wî nizanîbûn, tirk
ji gava ko ingilîzan baþûrê Kurdistanê zeft kirin, leþkerên xwe ji herêmê
derxistin û ajotin hêla herêma Kafkasyayê. Sultan û kemalîstan ji destpêkê de
tu hesabên xwe li ser Mûsilê nedikirin. Wan jî heta dema peymana Lozanê, ew ji
xwe re wek wasitak bazarê bi dewletên Antant re bi kar anîn.) Vê bûyerê, bi
derengî be jî, baweriya ko kurd û tirk karin wek hev û bi hev re bijîn, li nik
rêberên kurdan têk bir û baweriya ko divê kurd qedera xwe bi destê xwe çareser
bikin xurt kir. Ev bawerî herwiha li nik kurdên baþûr û rojavayê Kurdistanê jî
bû helwesteke hakim. Di wê demê de yekîtiya netewî ji bo kurdên hemû perçan
bûbû pirsa herî gîrîng. Herwiha ji bo damezirandina Kurdistaneke serbixwe,
hemû serokên kurdan (Xalit beg Cibrî, Simko, Þêx Mahmudê Berzencî û ên dinê),
hewl didan bi hev re kar bikin û piþtgiriya hev dikirin.
Peymana Lozanê rê lê vekir ko hêzên tevgera kurdî - rêxistina hêzên herêmî
Komîta Erziromê û a ronakbîrên metropolê Komîta Stenbolê - di rêxistinekê de
bigihîn hev. Di meha gulana 1923-an de herdu komîteyan bi navê "Kurdistana
Serbixwe Komîta Merkezî" rexistinên xwe gîhandin hev. Ji bona damezirandina
Kurdistaneke serbixwe, pêwendî bi kurdên parçên din re danîn û ji bo alîkariya
navnetewî dest bi pêwendiyên dîplomatîk kirin. Wê yekîtiya hêzên kurd hîmên
serhildana Þêx Seîd û Agriyê danîn.
Di dema me de aktûelkirina peymana Lozanê, pêwîst e di çarçewak wisa de bê
nerxandin, ta ko gelê kurd bizanibe ev bûyera tarîxî, ji bo tevgera netewî bû
sedemên kîjan encamên neyînî u pozîtîf.
Ji bona ronîkirina peymana Lozanê û encamên wê, divê lêkolînên zanistî û
berfireh bên kirin. Daxwaza min bi vê nivîsê tenê ew e ko li ser ehemiyeta
netîcên peymana Lozanê, ên ji bona hafize û þiûra tarîxî, rawestim. Ji ber ko
ji bona þiûra tarîxî geþ bibe û bibe parçekî þiûra netewî, divê mirov xwediyê
hafizak xurt a tarîxî be. Ji bo wê jî divê mirov bûyerên di tarîxa gelê xwe de
rast bizanibe.
Lê mixabin, di dema me de gelek zana û rêberên kurd, wek îxtiyarên xwe, ên
nexwendî jî tarîxa gelê xwe nizanin. Ji ber ko mirovên îxtiyar gelek bûyerên
tarîxî bi devkî be jî, ji pêþiyên xwe guhdarî kirine. Lê gelek zana û rêberên
siyasî, bi awakî giþtî tarîx û bi taybetî tarîxa gelê kurd bi awakî çewt û
berovajî, ji çavkaniyên tarîxa îslamê û dewletên dagirker fêr dibin. Çend
kitêbên tarîxî ên dîrokvanên kurdan bi xwe nivîsîne - "Tarîxa Merwisaya",
"Þerefname" û ên dinê - bi awakî cidî nehatine xwendin. Her wiha derheqê
þexsiyetên kurd ên tarîxî - Selahaddînî Eyûbî, Þerefxanê Betlîsî, Îdrîsî
Betlîsî, Ehmedê Xanî, Mele Mehmûdê Beyazîdî û ên dinê - jî xebatên zanistî
nehatine kirin û herwiha derheqê wan de xwedî agahdariyên çewt in.
Hemû bûyerên tarîxî ên gelê kurd bi serê derziyê be jî, divê ji nûh de lê bê
gerandin. Agahdariyên dewletên dagirker divê bi þik û bi rexne bên nerxandin.
Di çarçova karekî wisa de mirov dikare hafize û þiûra tarîxî bigihîne rastiya
wê û wê li ser lingê wê bide rawestandin.
Di 75-saliya peymana Lozanê de, li bakurê Kurdistanê tevgera kurdî û þiûra
netewî daketiyê merhela herî nizm. Li nik gelek mirov û rêxistinên kurd,
baweriya ko karibin bi hêza tevgera gelê kurd xelas be nemaye. Ev a dema berî
Lozanê tîne bîra mirov. Lê di wê demê de, ji teref tirka de hebûna gelê kurd
dihate qebûl kirin, mimesilê kurdan di meclîsa Enqerê de rûniþtibûn û
kemalîstan soz û hêviyên Kurdistaneke otonom dabûn serokên kurdan. Gava
kemalîstan hebûna gelê kurd înkar kirin û mafên wan ji dest wan derxistin,
tevgera kurdî dest bi haziriyên serhildanên ji bo Kurdistaneke serbixwe kirin.
Lê diyar e, tarîx ji bo kurdan bi hêlên xwe ên neyînî ve tekerûr dike.
Di dema me de, dewlet ne tenê hebûna kurdan înkar dike, herwiha ji bona ko wan
ji ortê rake her metodê bi kar tîne. Lê mixabin li dijî vê siyasetê,
reaksiyona tevgera gelê kurd bi awakî din xwe nîþan dide. Daxwaza serxwebûnê
an jî, qedera xwe bi destê xwe tayînkirinê hatiye ji bîr kirin. Diyar e dewlet
çiqasî siyaseta xwe li dijî gelê kurd diþidîne, helwesta li dijî wê, ji dêlva
dijwartir bibe, mixabin sistir dibe û ev helwest bûyera "ji çel gurî daket xuþ
xuþê" tîne bîra mirov.
Ji ber ko xurtbûna tendensên wek: divê hiwiyeta kurdî bê nas kirin; ev hezar
sal e gelên tirk û kurd "bi hev re dijîn" û nabe ji hev cida bin; pirsa kurdî
pirsa dewletê a hindûrî ye; pirsa kurdî ji pêþketina dewletê re asteng e;
pirsa kurdî tenê ji teref hêzên der ve - bi alîkariya Emerîka, û dewletên
Yekîtiya Ewropî - kare çareser bibe û hwd. encamên tirsê û bêhêvîtiyê ne. Bîr
û baweriyên wisa dibin sedemên ko mirov bûyerên xwe ên tarîxî nerast
binirxîne.
Lê divê mirov jibîr nekin ko tarîx mirêka dema derbasbûyî ye û ders ji bo dema
bê ye. Lêbelê kurd di tariyê de li "mirêka" xwe dinêrin. Ji bo wê jî dema xwe
ya derbasbûyî di ronayiyê de, di tariyê de dibînîn û di vê tarîbûnê de hewl
didin pirsa xwe nas bikin û alternatîvên çareserkirinê biafirînin.
Nimûna herî berbiçav, ji teref hin "zana" û siyasetmedarên kurdan nerxandina
75-saliya peymana Lozanê û encamên wê ne. Wek tê zanîn, heta Lozanê kurd li
Tirkiyê ji teref raya kurdî û tirkî de wek miletekî dihate qebûl kirin. Li gor
"soza" kemalîstan, mafê kurdan ê netewî jî ew ê wek ê miletekî bihata qebûl
kirin. Derheqê vê mijarê de, di destpêka peymanê de axaftinên mebûsê kurd ê
meclîsa Tirkiyê Hisên Ewnî gelek balkêþ e. Hisên Ewnî di axaftina xwe a di
meclîsê de dibêje ko "ev welata welatê kurdan û tirkan e. Ji vê kursiyê tenê
du milet xwedîyê heqê axaftinê ne: miletê kurd û tirk". (Bedir-khan K. A. La
Question kurde. Paris, 1959. M. A. Hasretyan. Kurdî Turtsîî. . . 1990. rûp.
47. ) Lêbelê peymana Lozanê pirsa kurdî bi temamî red kir û ji bona parastina
mafên kurdan tu biryar negirt. Hin mirov hewl didin xala peymanê a 39-an
aktûel bikin. Ev xal herçiqas bi awakî giþtî hatiye nivîsandin lê ew ji bona
parastina mafên grubên etnîk ên nemisilman - ermenî, yahudî û rûm - hatibû
hazir kirin. Her çi hikmet e, ev mirov berê miletê kurd dadixin sewiya grubek
etnîk-mînorîtet û li ser wî esasî propagandayê dikin, xwedêgiravî kurd jî divê
karibin li gor xala 39-an a peymanê mafên xwe bi kar bibînin.
Ji bona ko mirov di derheqê bûyera Lozanê, xwedî helwesteke rast be, divê rewþ
û helwesta kurdan a dema Lozanê bi awakî zanistî û objektîf bê nerxandin.
Ehemiyeta aktûelkirina Lozanê dibe ji bo propagandayê hebe. Lêbelê bi þertê ko
mirov bizane wê peymanê Kurdistan parçe kiriye û hemû mafên miletê kurd têk
biriye. Ji bo dersstandinê: Biryarên vê peymanê, bi gelê kurd da fêm kirin ko
divê ew pirsa xwe bi destê xwe çareser bike û ji bo wê helwest bistîne.
Herwiha, ew têgihand ko bi tirka re wek hev (wek du bira) û bi hev re jiyan ne
mimkin e, ji ber ko tirkan bi xwe hebûna kurdan înkar kirin û heta niha dikin
û hemû mafên wan ji dest wan derxistin. Ev siyaseta tirkan bû sedemê ko
rêberên kurdan (bi nirxê ko jiyana xwe li ser kirin) dest bi têkoþîna ji bona
Kurdistanek serbixwe bikin.
Hêvîdar im, bi derengî be jî têgihiþtin, helwest û têkoþîna rêberên kurdan ê
dema piþtî Lozanê ji cîlên nû re mirêk be.
|
|
girêdanên sponsor
........

|