|
rûpela serî
|
|
Împaratorî û Dewletên Kurdî
/BZ.4000-1991
>Hikumeta
Kurdistanê ya Þêx Mehmud (1918)
Di nîsana 1916'ê de Sazanov shalyarê derve yê Urisan nameyek bo balyozxaneya
Fransî li Petrogradê hinart, tê de got, ku herêma Kurdistanê : Rojavayê Wanê û
Bitlisê, di nava Mosh, Sêrt, Çemê Dicle, Cizîra Botan û xêzeka, ku ji çiyayên
nêzîka Amêdiyê û heyanî bi Mergewerê, wê ji Urisan re bite hêshtin û Uris jî
ji Fransa re herêmên, ku di nava Aladax, Qeyseriyê û Xarpotê de, dihêlin.
Wilo em dibînin, ku welatê me ji biyaniyan re, mîna Iraqa erebî giring bû û
giringiya welatekî jî pir caran dibe egera bindestî, sohtin, pashvemayîn û
parçekirina wî...
Ji ber vê yekê, Ingilîzan ji zû ve ajanên xwe di teviya Iraqê û bashûrê
Kurdistanê de belav kiribûn. Ji wan Major Bell û jina wî Xanim Bill di dîroka
têkiliyên Ingilîzî bi kurdan re bi nav û deng in.
Dewleta osmanî digot, ku wê Ingilîz Kurdan têxînin bin zora xwe û dewletê ji
wan vehese, lê nizanî, ku wê Ingilîz hêdî hêdî teviya Iraqê û bashûrê
Kurdistanê ji dewleta osmanî bistînin û bidin Ereban.
Di ber karê ajaniyê re, rojhilatnasên Ingilîzî li ser gel û nijadên herêmê pir
nivîsandin û li gor ramyarî û lishta xwe ya kolonyalîst nivîs belav kirin û
derew jî pêda kirin.
Bi ser vê de jî, têkiliyên xwe yên bi dizî û ashkere bi serekên êlan re, bi
shêx û melayên sist re çêkirin û ên ne diketin bin destên wan bi rêya ajanên
xwe dikushtin an jî hêrish bi rêya hinde serekên ajan dibirin ser wan û hêza
wan tune dikirin.
Ji sala 1913'ê ve shêx Mehmûd Berzencî xebitî, ku bi herdu kurên Bedirxanî (
Kamil û Husên Pasha) re bigihîne peymanekî bo rizgarkirina teviya Kurdistanê
ji zordariya Osmaniyan û bo avakirina dewleteka kurdî ya federal.
Di 04.09.1914' ê de Osmaniyan shêx Evdilselam Barzanî di bendexane ya Mûsilê
de bi dar ve kirin û bi destê zorê berxwedan a kurdên Barzanî pelixandin. Eve
jî sedemek bû, ku dan û standina Barzaniyan bi Ingilîzan re di 01. 11. 1919'ê
de çêbû û ji ber ku Ingilîzan dixwastin kurdan û Asûran li hember dewleta
tirkî rakin. Lê Tirk jî her dixebitîn, ku bi navê Islamê di nava kurdan û
Asûran de, di nava Kurdan û Ingilîzan de dijheviyê pêda bikin. Kurdan jî pirs
ne dikirin, ma çi demê Islamê gotiye, bila Tirk her û her zordariya xwe li
gelan bikin û mafên gelê kurd bidizin û welatê wan talan bikin û bo xwe Tirkan
Islamê bikin debanê (silahê) kolonyalîzmê!?.
Di dawiya sala 1914'ê de, pishtî ku cenga cîhanî ya yekê dest pêkir û Tirkan
xwe dane rex Qeyserê Almaniya dijî Ingilîz, Fransis, Uris, Italî û Yonanan.
Ingilîzan bi terzekî leshkerî ketin Iraqê bo "parastina lishtên xwe yên
petrolî di bashûrê Iranê de ". Lê bi rastî çavêd wan ne tenê li Petrolê bûn,
dixwastin hemû xêr û bêrên vî welatî bimêjin û ji xwe re baregeh û pêgehekî
leshkerî yê herheyî pêda bikin bi mebesta zepkirina gelên wê herêmê û
parastina rêya Hindistan û rojhilatê.
Di Nîsana 1915'ê de, Tirkan " Fetewa Cîhadê " dijî " Gawiran " belav kirin,
dema dîtin, ku leshkerê Ingilîzî dixwaze Basrê li bashûrî Iraqê bistîne.
Di wê demê de shêx Mehmûd hêzeka kurdî ya mazin (1000 mêr) bi hev xist û çû
bajarê Basrê, ku nehêlibe Ingilîz bi rêya leshkerî Iraqê bistînin.. lê gava
bihîst, ku leshkerê Uris ji jor ve derbas Kurdistanê bûye, vegeriya û hêza
Urisan ji Rewandozê derxist û loma wan berê xwe da Iranê û bi rojhilat ve çûn.
Lê berî derketina Urisan ji Rewandozê gelê Kurd dane ber shûr û sungiyan û
gelek ji kesên bê çek û bê guneh kushtin.
Roj bi roj Ingilîzan shar û gundên li ser rêya Bexdayê standin û li dawiyê
gihane Bexdad û Diclê û pishtî gelek shikandin û serkeftinên xwînî û dayîna
soz û peymanan bi shêxên Ereban re, Ingilîzan destên xwe danîn ser Iraqa
erebî. Bi rastî bêyî pêdakirina milîsên LîFî ji rûnishtvanên gund û bajarên
ereb û ji Asûran, Ingilîzan çi caran nikanî bûn bi asanî xwe bigihandana
Bexdayê.
Di 11.03.1917'ê hêzên Ingilîzî di Bexdayê de cî girtin û ber bi bashûrê
Kurdistanê ve çûn.
Rewsha gelê kurd û Kurdistanê di cenga " Seferbirlikê " de wekî ku me ji bav û
bapîrên xwe bihîstiye, giha bû ber mirinê. Tirkan welatê me mêtibûn, bi
sedhezaran xurt û lawanên kurd ajotibûn qadên cengê, bajarên Kurdistanê
hatibûn talan kirin, birçîbûn, zêwirî, mirin û bi ser ve jî revandina jin û
zarokan, arkirin û talankirina malan bûbûn karên rojane. Qozaqên ku ji bashûrê
Rusiya jî hîn ji Tirkan pîstir kiribûn, di nava Qars û Mûsilê de gelê kurd
ketibû ber candanê û tunekirinê, li kolan û rêkên welatê me mirovên birçî bi
sedan diketin û ranedibûn, ên mayîn jî goshtên seg, pisîk û hespan dixwarin û
dibêjin, ku heyanî leshên kushtî û mirdaran jî dixwarin..
Pishtî serkeftina shorisha Oktoberê ya sala 1917ê li Sovyêtstanê ji gelên
cîhanê re peymana Sayks Picot hat ashkere kirin û diyar bû, ku Ingilîz û
Fransis nehatine bo rizgarkirina gelan, ewan bo zepkirin, talankirin,
parvekirin û mêtina welatan hatine rojhilata navîn.
Li hember va cerisîna mazin a, ku rûyên kolonyalîstan resh kiriye, Ingilîz û
Fransisan belavokek bi hev re derxistin, tê de gotin, ku amanca Fransa û
Brîtaniya ya Gewre di cenga rojhilatê de, a ku ji ber malxuriya Almaniya
vêketiye, ewe ku herdu dewlet dixwazin gelên ji zû ve di bin koletiya Tirkan
de dinalin, rizgar bikin û sermîriyên netewî yên, ku li ser daxwaz û
hilbijartina rûnishtvanên netewî ne, ava bikin.
Berî ku ceng bigihe dawiyê, Ingilîzan destên xwe danîn ser bajarên kurdan jî,
mîna Xaneqîn, Kifrî û Kerkûkê. Lê eve bi asanî ne çû serî, kurdan berxwedaneke
gewre nîshan dan û ziyaneke mazin gihandin leshkerên biyanî. Bi rastî ne tenê
Ingilîzan dixwastin Kurdistanê zep bikin, Uris û Tirkan jî bi hêzên xwe di wan
bajar û çiyan de hebûn. Em dibînin, ku Xaneqîn û Rewandoz her carê diket destê
hêzekê, lê gava Ingilîzan Kerkûk bir, hêviya Kurdan di azadiyê de mazintir bû
ji ber ku ewan ji zordariya Tirkan rizgar bûn, ewên ku çavên gel bi navê
Islamê û bi " Xîlafetê " kûr kiribûn û bi xwe jî ji Islamê gelek dûr bûn. Ji
aliyê dî ve, cara yekê bû, ku mezinên Kurdan ên netewî bi rêyeke diplomasî li
Parîsê, pishtî kutabûna cenga cîhanî û shikestina Tirkan, pirsa dewleteka
kurdî ya serbixwe anîn ser masê û di wî karî de General Sherîf pasha ristekî
gewre û bash lîst, lê di wê demê de jî sê rengên daxwazan di nava gelê Kurd de
hebûn:
1) Daxwaza Serxwebûna gishtî, li bakurê Kurdistanê General Sherîf pasha û Mîr
Emîn Elî Bedirxan, li bashûrê Kurdistanê Shêx Mehmûd û li rojhilatê Kurdistanê
Simko Axa yê Shikakan bi va daxwazê ra bûn.
Têkiliyên komik û kesên, ku ev daxwaz dixawstin bi dewletên mazin re hebûn, bi
mebesta ku cîhanê bi xwe re li dijî dewleta tirkî bo mafê gelê kurd rakin.
2) Daxwaza Otonomiyê, Shêx Evdilqadirê Neqishbendî û mala Shêx Evdilselam
Barzanî yê, ku Tirkan darve kiriye.
3) Daxwaza dewleteke Islamî, ya dijî destdirêjiya Ewrupiyan û dijî Urisan, van
jî digotin, eger dewleteke kurdî hat avakirin, divê ne di bin destê dewleteke
mezin de be. Ewan dij bûn, ku Kurdistan mîna Iraqê be. Serekên va daxwazê jî,
bi piranî di bakurê Kurdistanê da bûn û gava dîtin, ku Dewletên mezin bi
Tirkiyê re peymana Lausanne pêda kirin, xwe li dor Shêx Saîdê Pîranî civandin
û serî li dewleta tirkî hildan. Lê heya wê demê bi " Islametiya Ataturk "
hatibûn xopandin.
Kolonyalîstên Ingilîz yên, ku bi hemû serekên Kurdan re didan û distandin, di
bîr û baweriyeke dî de bûn, Sr. Arnold Wilson Li ser daxwaza Simko Axa gava wî
mirovek di sala 1919'ê de bo dan û standinê li gel Ingilîzan pêda bike, bi
mebesta Kurdistana bin destê Farisan tev dewleta kurdî bike, shiyand, dibêje:
" Diviya bû me pishtgirtiya xebatên cudakariyê yên Kurdên, ku li Iranê dijîn,
nekira, ne jî Kurdên, ku di bin destên Tirkan de, pêwîst bû, me Kurdên dervey
wilayeta Mûsilê bi serê wan bihêshtana ."
Di 30.10.1918ê de, berî ku Ingilîz bigihin bajarê Mûsilê peymana Modurs hat
muhrkirin û Tirkan jî bajarê Suleymaniyê ji Shêx Mehmûdê Berzencî re hêshtin.
Bo wî delîve çêbû, ku daxwaza ji zû de di dilê Kurdan de mayî, bi cih bîne.
Dan û standin bi Ingilîzan re pêda kir, ku shêxê kurd bibe qeralê (Hakimê)
Suleymaniyê û pareka mezin ji herêmê. Ingilîzan hukumdariya wî pejirandin û ji
dawiya sala 1918ê de mehane dane wî (15000 Rubêh hindî), Major Noel jî li ba
wî kirin serkarekî ramyarî û yê shêwrê û zimanê kurdî bû zimanekî mîrî. Lê
belê Ingilîzan pir têkilî bi shêx û serekên êlên Kurdan re, li hemû bajar û
deveran pêda kiribûn, ji wan qeral û berpirsiyarên ramyarî bi cih kiribûn. Wan
ji xwe re ajan û berdevk jî, têkil û berdest, rêçbir û bermalî kirrî bûn, mîna
Mustefa pasha ji serekên Bacilan, shêx Hemîdê Talbanî ji herêma Kerkûkê,
Serekên Dawodê, Pismamê Mîr Seîd begê Yezîdî ( Ismaîl beg) ê, ku rêberî bo
Ingilîzan di çiyayê Shengarê de sala 1918ê kiriye, û Hemo Shêro yê, ku
Ingilîzan ew gelek erzan kirrîne û kirine xudanê çiyayê Shengarê.
Ingilîzan ji vê pê ve xwastin dan û standina xwe di civata kurdî de xurtir
bikin û hemû shêx û serekên êlan li dij hev û din rakin. Ajanên wan mîna Bell
xanimê û Mr. Hay xwe gihandin serekên êla Caf û bi taybetî Adle xanimê li
herêma Helebçe, a ku hemû hêza xwe alîkariya Ingilîzan kir û dawiyê vegeriya
aliyê Shêx Mehmûd, bi ser de jî xwe gihandin kesên mîna Shêx Taha yê Shemzînî,
ku nehêlin têkilî di nava bakur û bashûrê Kurdistanê de çê bibe, û hinde kesên
bi hêz mîna Babekr axayê Pishdarî, yek ji gewretirîn axayên Kurdistanê bi
aliyê xwe xistin û kirin destik bo dijminê gelê Kurd. Di rojhilatê Kurdistanê
de jî dan û standina Ingilîz bi mezinên Kurdan re pêda bûn, bi mebesta, ku di
dema bixwazin, kanibin Shêx Mehmûd bi tenê bihêlin û wî di cî de bipelixînin.
Ji ber ku amanca Ingilîzên kolonyalîst ne avakirina dewletekî kurdî bû, daxwaz
û mebesta wan ji teviya têkiliya xurtkirina bargehên xwe yên leshkerî û hebûna
xwe ya ramyarî û aborî û firehkirina hikarî û posîdeyên xwe di Kurdistanê û
Iraqê de û bi ser de jî civandina Kurdan li hember Uris û Tirkan.
Shêx Mehmûd destelatiya di bin saya Ingilîzan de nepejirand û bi taybetî
zimandirêjiya Major Soane ê, ku dixwast hêzên kurdî mîna milîsên Lîfî bo xwe
bi kar bîne. Di 22.05.1919ê de serî li biyaniyan hilda, xwe bi "Shahê
Kurdistanê " nav kir û têkiliyên xwe bi Kurdên Shirnaxê, bi Adle xanimê re û
bi êlên Horman û Merêwanê re çê kirin. Ev karê wî yê dij Ingilîzan, ewan hêrs
kirin û di cî de hêribirin ser hêzên kurdî, bi tang û top û balafiran û bi
pishtgirtiya cash û axayên Hemawend çûn ser Shêx Mehmûd û roja 22.06.1919ê li
Derbendî Baziyan sherekî mezin çê bû, tê de 200 kes ji aliyê kurdî shehîd bûn
û 80 kes dî jî birîn bûn, yek ji wan Shêx Mehmûd bi xwe û loma Kurdan navê
zinarê, ku Shêx li ber wê berxwedan dikir, kirin ( Berde Qareman ). Shêx
Mehmûd girtin û anîn Bexdayê, li wir ew avêtin bendexanê û fermana darvekirinê
danê. Pisht re fermana darxistinê daxistin deh salan û di demeka kin de avêtin
Hindistanê û li wir heyanî sala 1922ê hêshtin. Lê belê pêshmergeyên kurdên
qehreman sherê xwe yê çiyayî dijî Ingilîzan berdewam kirin û bi taybetî êlên
Zîbarî û Barzanî. Ingilîzan 4000 Asûrî tev kirin û shiyandin ser Barzaniyan,
lê bi sedan ji wan li nêzîkî çemê Zab û li Barzan hatin kushtin û hêrisha wan
bû sedema qirkirina wan. û heya demeke dereng leshkerê Ingilîzî ne kanî bû
zora Barzaniyan bibira. Vê berxwedanê hêsht, ku sermîriya Londerê Shêx Mehmûd
dîsa ji Hindistanê vegerîne Iraqê.
Em dizanin, ku di sala 1920ê de, General Sherîf pasha di peymana Sevres de
mafê dewleteka kurdî di qada diplomasiya navnetewî de stand. Eve jî ji Shêx
Mehmûd re pishtgirtiyeke mezin bû. Lê ji ber ku amanca Ingilîzan avakirina
dewleteke Iraqî yê girêdayî wan bû, her xebitîn, ku têkilî di nava bakur û
bashûrê Kurdistanê de bi ser nekeve û kurd nekanibin Mûsilê ji dest Ingilîzan
derxînin.
Berî vegerandina Shêx Mehmûd, Ingilîzan hukumdariyeke erebî ya ajan û girêdayî
li Iraqê çêkiribûn, lê dizanîn, ku bê razîkirina Kurdan wê dewleta Ereban bi
ser nekeve. Lew re di 24.12.1922ê de daxweyaneke Ingilîzî Iraqî derket, tê de
"Mafê gelê kurd di avakirina hukumdariyeke kurdî ya otonom de di çarçiva
dewleta Iraqî de " û "Para Kurdan di sermîriya gishtî de " hat diyar kirin.
Berî wê Mustefa Ataturk di 01.11.1922ê "Meclîsa netewî ya mazin" ava kiribû,
sultaniya osmanî rakiribû û xwe boyî peymaneke taze li ciyê peymana Sevres de
amade kiribû. Hêzên wî yên leshkerî jî derbas herêma Rewandozê dibûn û
sermîriya tirkî bangeshiya " Mafê Tirkiyê di wîlayeta Mûsilê de " belav dikir.
Di 21.07.1922ê de, di mizgefta " Seîd Hesen " de li shahnishîna kurdî (
Suleymaniyê ) yekemîn partiya ramyarî di dîroka tevgera netewî ya gelê
Kurdistanê hat avakirin, bi navê ( Partiya Kurdistanê ), serekên wê jî Mustefa
pasha Yamulkî, ewê ku berê General bû di leshkerê osmanî de û pisht re di
dewleta kurdî de bû serekê dadmendan û wezîrê ragihandinê û bi wî re Shêx
Mehmûd jî berpirsê partiyê bû. Partiya Kurdistanê PK ji maldar, ronakbîrên
burciwa, serbaz, bazarvan û gundiyan pêda bûbû, daxwaza Kurdistaneke serbixwe,
di bin saya avahiya civakî ya heyî de, dikir, ji xwe re hinde amancên aborî û
çandî yên netewî dana bûn. PK sê salan berdewam kir û di sala 1925ê ji hev
ket.
Ji ber ku Ingilîz pêdiviya hêza kurdî bo parastina lishtên petrolî yên, ku di
wîlayeta Mûsilê de, didîtin, Shêx Mehmûd kar û barê xwe yê mîrî mîna "Shahê
Kurdan" li Suleymaniyê berdewam kir, birayê xwe kir serekê wezîran û di
sermîriya wî de 8 wezîr hebûn, Shêx Mehmûd bi xwe wezîrê parastinê bû, Kerîm
Alaka yê (filleh) bo diraviyê, Muhemmed Xalib wezîrê hundirî bû, Heme axa
wezîrê kar bû, Shêx Elî Kildirî yê dadmendiyê bû, Hecî Mustefa pasha bo
ragihandinê bû û Mîrza Ehmed serekê Polîs bû. Ala kurdî jî bi van rengan bû :
Kesek di hindir wê de bi giloverî rengê sor hebû, di hindir rengê sor de jî
heyveka zer hebû. û boyî poste pûlek hebû, li ser wê du xencer hebûn û (
Hukmetê Bashûrê Kurdistanê ) hatibû nivîsandin.
Rojnamevaniya kurdî li Suleymaniyê li ser serxwebûna Kurdistanê dinivîsî.
Rojname ya ( Rojî Kurd ) li ser têkiliya Kurdistanê bi sermîriya Iraqê re
diyar dike, ku zanîna dîrok û cugrafiya xweya dikin, ku netewa kurd ji berê de
yekbûneke bi serê xwe ye û bi cî buye. Rastiyên zanyarî diyar dikin, ku
bingehên netewî yên va netewê hene û kurên wê ne kêmtir çand û sharistanî ne
ji yên netewên dîtir. Di warê bazarvanî û çêkirinê de jî eger ji wan ne
bashtir bin û di pirsa mafên mirovî de û di hebûna erd û rûnishtvaniyê de jî
mîna wan in. Mafên netewî û sînorên herêmî yên, ku Koma Netewan bo wan gelan
mîna mafekî biryar kirine, bo me jî biryar kirine û ji bo parastina para xwe
ji wî mafî emê her qurbanekî pêwîst bidin.
Ji wê demê de navê Sovyêt û Sozyalîzmê di Kurdistanê de bi qencî û rindî belav
bûbû, di straneka kurdî de li herêma Mukrî navê Lenîn dihat ser zimên:
" Lenîn estêrey gesh e
Helhat li ser Rûssiyat.."
Shêx Mehmûd ji ber ku bawerî bi Ingilîzan ne dikir û dizanî bo çi ew ji
Hindistanê hatiye vegerandin, di 20.01.1923ê de nameyek bo Lenîn hinart, bi
dirêjî li ser pirsa gelê Kurdistanê û têkiliyên bi shoresha azadiya gelan re
rawesta, tê de dibêje:
" Em baweriya xwe bi sermîriya sovyêtî tînin û wê ji xwe re mîna pishtekî
dinasin û ez dikarim tenê bibêjim, ku teviya gelê kurd gelê sovyêtî mîna
rizgarvanekî rojhilat dizane û loma wî biryar dayî û amade ye, ku qedera xwe
bi a gelê sovyêtî ve girê bide.. "
Lê em nizanin, ka Lenîn bersiva Shahê Kurdan da an na.
Shêx Mehmûd ji shêxên rêya qadirî bû, bi zimanên erebî, tirkî, farisî û kurdî
xwesh dizanî. Mirovekî çavdêr ê îngilîzî yê bi navê Edmonds bû, digot ku Shêx
Mehmûd fermanên Ingilîzan napejirîne, ji ber ku di nav bayê Kurdistanê yê sert
de jiya ye. Lê rastî ew e, ku gelê kurd azadiya xwe dixwest. Edmonds dibêje,
ku Shêx Mehmûd berî vegere Suleymaniyê soz da bû, ku li gel Ingilîzan kar bike
û serdestiya wan bipejirîne, lê çaxa ew bi rê ve çûye Suleymaniyê û bayê
Kurdistanê hilkishandiye, dît ku gelek mezinên Kurdan hatine pêshiya wî li
Stationa Kinkirbanê û Major Noelê îngilîzî yê li gel wî bû, mîna qunsulekî xwe
diyar dikir, ne mîna serdestekî.
Pishtî, ku Ataturk hêza xwe di Tirkiyê de xurt kir û ji Ewrupiyan re diyar
kir, ku ewê saziya ewrupî di civat û aboriyê de bi kar bîne, Ingilîzan xwastin
xwe nêzîk Tirkiyê bikin, bi taybetî berî girêdana Kongra (Lausanne ) û bi wan
re li ser rewsha herêma kurdî ya tijî petrol biaxivin û bi rêyeke diplomasî wê
herêmê di bin destên xwe de bihêlin. Li ser vê bingehê Lordekî Ingilîzî li gel
Ismat Inunu di 20.11.1922ê de rûnisht û li ser wîlayeta Mûsilê axivt. Lê ji
aliyê din ve, ev jî ji rovîtiya Ingilîzan tê, bi sê mezinên Kurdan re axivîn,
ku ewan bi pishtgirtina Ingilîzan li hember Turkan rabin, gava Tirkan
xwestekên Ingilîzan bi cî ne hînan.
Serekên Kurdan Shêx Mehmûd, Simko yê Shikakî û Mîrza Taha yê Nihrî bûn. Ji wan
tenê Mîrza Taha hat xapandin û hêrish ser sharê Rewandozê kir, ew sharê, ku wê
demê dîsa ketibû destê Tirkan. Lê hêrisha wî badlihewa çû û gelek Kurd hatin
kushtinê. Ingilîzan dît, ku ewan nikanin zora Tirkan bibin û nikanin Shêx
Mehmûd jî bixapînin, dest bi pîlaneke dijî gelê Kurd kirin. Bi sermîriya erebî
ya Bexdayê re, daxweyaniyek derxistin, tê de gotin, ku sermîriya xwediyê
Celaletê Brîtanî û sermîriya Iraqê dipejirînin û biryar dikin, ku " Mafê
Kurdan di hevjînê û avakirina sermîriyekî kurdî de di hindir sînorên Iraqê de
heye û herdu sermîrî hêvîdarin, ku Kurd di nava xwe de bigihin peymanekê li
ser terzê sermîriyê û li ser sînorên, ku bo sermîriya xwe divên " û nûnerên
xwe bishînin Bexdayê bo dan û standinê li ser têkiliyên wan ên aborî û ramyarî
li gel sermîriya xwediyê Celaletê û sermîriya Iraqê.
Lê dîsa jî Shêx Mehmûd nehate xapandin û seriyê xwe ji Ingilîzan û ji dûvikên
wan re danexist. Di wan deman de Kongra (Lausanne) ya yekê di Reshemeha
(shubata) 1923ê de têk çû.
Shêx Mehmûd li ciyê, ku seriyê xwe ji Ingilîz û Erebên girêdayî wan re daxîne,
têkiliyên xwe bi shêx û serekên (shîee) re li bashûrê Iraqê û bi taybetî li
Kerbela û Necef xurt kirin, bi mebesta shoresheka kurdî erebî dij serdestiya
Ingilîzan û sermîriya ajan a Bexdayê. Di wê demê de jî xwe amade dikir bo
avêtina ser bajarê Kerkûkê. Bi ser de jî têkiliyên xwe bi malbat û serekên
Kurdan re yên li bakur û rojhilatê Kurdistanê fireh dikirin.
Eve jî bo Ingilîzan mîna amadekirina serhildanekê dijî kolonyalîstan bû, lew
re biryara tunekirina Shêx Mehmûd û dewleta wî dan. Di reshemeha 1923ê de ji
Shêx Mehmûd xwastin, ku bi xwe re teviya endamên hukmetê xwe bîne û were
Bexdayê. Shêx Mehmûd guh neda xwesteka wan û zanî bû, ku wê bi darê zorê bite
gêrkirin û shikandin. Hema di cî de têkilî li gel hêzên Tirkan yên, ku li
Rewandozê bûn çê kirin. Ingilîzan 20 balafirên ( Air Royal Force ) shiyandin
ser Suleymaniyê bo hilweshandina baregehên dewleta kurdî, lê piraniya wan
firokan di mij û dûmên de wenda bûn. Ji 03.03.1923ê de hêzên xwe li gel
balafirên (Air Royal Force ) careka dî shiyandin ser sharê Suleymaniyê û bombe
lê barandin, ji bombeyên ku neteqiyane, yek 250 kg bû.
Shêx Mehmûd ji bajêr derket û serokatiya leshkerê xwe bir shikeftekê ya li
nêzîkî Serdeshtê bû û di 8ê Avdarê de rojnameyekî nû yê bi navê ( Bangî Heq )
derket, tê de banga cîhad û berxwedana netewî kir. Hêzeka îngilîzî ya bi top û
tang ber bi Kioysenceqê ve û yeka dî jî ber bi Rewandozê ve çû, bi mebesta, ku
tirk û kurd bi hev re alîkariyê dij Ingilîzan nekin. Kolonêl Ozdemirê, ku
berpirsiyarê hêza tirkî bû li wir, di 22 Nîsanê 1923ê de ji Rewandozê kishiya
û wilo Shêx Mehmûd bi tenê xwe ma, li hember leshkerê Ingilîz, leshkerê
Erebên, ku bi wan ve girêdayî û cash, axa û maldarên dinên, ku ji ber hinde
lishtên xwe yên kesanî, bûn dijminên gelê xwe.
Leshkerê Ingilîz yê fêrkirî û gelek bi çek û hêz, bi sher û pilan berxwedana
kurdî shikand, di dawiya Nîsanê de Rewandoz stand û di 16.05.1923ê de ket
hindirê Suleymaniyê. Lê ji ber ku berxwedana netewî berdewam kir, Ingilîzan
dev ji bajêr berdan û komîtiya, ku dana bûn shûn sermîriya Shêx Mehmûd, di 14.
06.1923ê de ji kar derxistin. Lê berî, ku ji Suleymaniyê bi derkevin hinek
guhartinên mîrî yên bo wan giring bûn, pêkanîn û teviya bajarên Raniya û
Keladize ji bakur ve, Qeredax û Helbçe ji bashûr ve, Çeçemal ji rojava ve, ji
Sulemaniyê cuda kirin û dan dest sermîriya erebî ya li Bexdayê bo wan ajanî
dikir. Lêdana dî ya, ku li pishta þêx Mehmûd ketiye ji dervey Kurdistanê ve
hat, di 22.07.1923ê de peymana Lausannê giha biryarekê, ku "mafê gelê kurd di
dewletekî serbixwe de nîne", ew mafê, ku di peymana sévres de berî sê salan di
nav netewan de, bi amadebûna Tirkiyê û nûnerên Kurdistanê, hatibû pejirandin.
va biryarê rê da herdu dewletên sitemkar (Tirkiye û Brîtaniya Gewre ) bo
pelixandina daxwazên gelê kurd bilivin û Kurdistanê li gor daxwaz û lishtên
xwe parve bikin.
Shahê Kurdan careke dî destê xwe danî ser shahnishîna xwe û bizava xwe bo
berxwedaneke mezintir kir.
Di 16.08.1923ê de firokên Ingilîzî careke dî hêrish birin ser Suleymaniyê û
bombe bi ser baregehên Shêx Mehmûd de barandin. Shêx Mehmûd hêzên xwe
kishandin Berzence û pisht re çû Penciwînê û ji wir de hêrish heyanî tixûbên
Suleymaniyê anîn. Dawî ji ber ku firokan gellek bombe barandin ser hêzên wî û
dijî gelê kurd ramyariya sohtina erd û zeviyan, gund û çiyan derketibû, Shêx
Mehmûd hêza xwe kishand Iranê.
Di 16. 11.1925ê de Koma Netewan sînorên di nava Tirkiyê û Iraqê de pejirandin
û bi wî terzî bakur û bashûrê Kurdistanê ji hev birrîn û gelê kurd ji hev cuda
kirin. Lê berxwedana netewî dijî Ingilîzan û sermîriya Iraqê berdewam kir.
Shêx Mehmûd di Tîrmeha 1926ê de dîsa di sînorê re derbas dibe û herêma pishder
de hêzên Ingilîzî, Iraqî û Iranî bi hevre dijî Shêx Mehmûd sher dikin, hema
nikanin zora wî bibin, Shêx Mehmûd firokvanekî Ingilîz jî destegîr (êxsîr)
girt. Lê ji ber ku firokên Ingilîzan her dihatin ser hêzên wî û ziyanin mezin
digihandin wan hêzan û ji ber ku Ingilîzan ji roja, ku ketine Suleymaniyê de
rêyên çûyîn û hatinê li hêzên kurdî birrî bûn, hêzên polîsî jî, ên gerok û ên
yekser dimînin di herêmê de belav kiribûn, Shêx Mehmûd dît, ku çare nîne, li
hember her sê dewletan û hêza wî ya ku di Penciwîn û Barzan de livbazî dikir,
ew jî hêza wî ya giringtir bû, nema dikare hêrishên xwe pêsh ve bibe, di meha
Çêleyê pêshîn de 1926ê, li gundê Xormal li gel Ingilîzan rûnisht û xebitî bi
rêyeke diplomasî hikariyê li Ingilîzan bike, lê çi hode ji wa rêyê jî nehat.
Ingilîzan ji wî xwast, ku ew dev ji xebata ramyarî berde û kurekî xwe bishîne
Bexdayê bo xwendinê, Shêx Mehmûd nepejirand û bersiva Ingilîzan da, got: "
Qedera min a xweyî ji min re ne giringe, lê ez nikarim bibînim, her tishtê ku
min bo gelê Kurd hêvî dikir û jîna xwe jê re qurban kir wilo hilweshe ."
Ingilîzan daxwazên Shêx Mehmûd ên ramyarî û netewî ne pejirandin, wî
berxwedana xwe berdewam kir û di bin zora firokan de kishiya Iranê. Di salên
1927 1931 de , Shêx Mehmûd carna bi qehremanî sher dikir û carina bi diplomasî
diçû Ingilîzan, lê çi caran wan daxwaza gelê Kurd ne pejirand.
Di Hizêrana 1930 de peymana Ingilîzî Iraqî hat muhr kirin, a ku tê de
Ingilîzan serxwebûna Iraqê pejirand, lê hemû tishtê dewleta nû xistibû bin
lepên xwe, ji boyî ku Iraqê mîna stationekî li ser rêya Hindistanê bihêle.
Berî wê li bashûrê Kurdistanê komela " Gelî Yekîtî Kurdan " di Reshemeha 1930
de ava bû û kosaniyeke (berxwedaneke) gelêrî yê ramyarî di bajaran de dij bi
Ingilîz û Iraqê nîshan da û daxwaza pêdakirina sermîriyeka kurdî ya di bin
saya Koma Netewan de belav kir. Ingilîzan bi gullebarandinê li hember rêçûnên
gelêrî derket. Shêx Mehmûd gelek daxweyan û belavok û gilî kirin, tê de xwe
mîna qeralê Kurdistanê diyar kir û daxwaza " Idareya kurdî ya serbixwe“ kir ,
bo Koma Netewan jî daxawazên xwe bi rê kirin. Shêx Mehmûd sherê reshnîzamî
(partîzanî) li rojhilatê Suleymaniyê û bakurê Helebçe gudand û di destpêka
Avdarê de li Qeredaxê, Kifrî û heyanî çemê Diyalî sher kir. Di gundê Awbarîka
de li bakurê Tozxirmato hêzên wî û yên neyaran bi hev çûn û demeke dirêj
berxwedan kir û li dawiyê leshkerê erebî û yê Ingilîzî shikestin û Shêx ber bi
ciyê xwe ve li gundê Pîran di rojhilatê Kurdistanê de çû. Lê gava bihîst, ku
wê leshkerê farisî jî ji pash ve li wî bide, sê rojan bi Ingilîzan re dan û
standin çê kir û li dawiyê di 13.05.1931ê de xwe da dest Ingilîzan û li
penahiyê jiyana xwe bi birçîbûn û belengazî borand, heyanî roja 09.10.1956ê çû
diyarê rehmetê.
Shêx Mehmûd, shahê Kurdistanê, yek ji rêberên berxwedana netewî bû, di dema ku
hemû dijminên kurd bi hev re li hember daxwazên gelê me bi darê zorê alîkariya
hev û din dikirin. Gelê me bi têkoshîna wî dê her serbilind be û wê ruhê
berxwedanê di hishyariya Kurdistanê de her geshsh bike.
Jêder û serçavikên gotarê:
------
bi Almanî:
1) Ferdinand
Hennerbicler, ên ku bo azadiyê dimirin Dîroka gelê kurd, Edition S, 1988
Osterreich.
2) Fadel Khalil, Kurd îro, Europaverlag,1985 Wien
3) Zuhdi Al Dahoodi, Kurd dîrok, çand û têkoshîna bo jînê, Umschauverlag,
Frankfurt 1987
bi Erebî:
1) Iraq dewleteka bi zorê ye, Pêresh, Kurdolociya Nr. 2,1986, London.
2) Jewad Mella, Kurdistan nishtiman û gelekî bê dewlet, Kurdolociya London
1985
3) Dr. Ezîz El Hac, Pirsa kurdî di salên bîstan de, Beyrût 1984
4) Idmon Xerîb, Tevgera netewî ya kurdî, Beyrût 1973
5) Dr. Bilec shêrguh, Pirsa kurdî, Qahîre 1930
6) Dr. Kemal Ehmed, Kurdistan di salên cenga yekê de, Bexdad 1984
û hinde pirtûk û nivîsên din..
|
|
girêdanên sponsor
........

|