rûpela serî

 

 

Împaratorî û Dewletên Kurdî /B.Z. 4000 - P.Z. 1991

 

 

MERWANÎ (DOSTKÎ, MARWANID) (P.Z. 990 -1085)

 

Sedsala 12 'anda, ji pirtûka destnivîsa gerîdokekî Roavada wêneya Seroke Dewleta Dostkî Emîr Ebu Nasr Dewleta Dostikî (Merwanî) di sala (982 an, BZ) de hatiye damezirandin Damezrênerê vê dewletê Badê Dostikî bû (1). Bad jî, di wexta xwe de, bi mêranî û cegerdarî û bi bîrtûjî û þarezayiyê hatibû naskirin.Ibin Elesîr di pirtûka xwe de ya bi navê (Elkamil Fî Eltarî) de dibêje ko xelîfeyê Ebasiyan (Udid Eldewle) wexta bi Badê Dostikî re civiya, bi dizî ji wezîrê xwe re gotiye ko ev zilam mirovan ditirsîne. Wa dixuye ko Bad bi xwe jî di çavên xelîfê de hin tiþt xwendibûn , lewra þiya ligel siwar û leþkerên xwe ji qesrê bireve û xwe ji tora xelîfe û leþkerên wî rizgar bike. Piþtî wê dest bi avakirina dewleta xwe ya di çeþnê stiraneke kurdî de, dike. Di destpêkê de êrîþa xwe dibe ser Ardîþ (2) û yeko yeko piþtî hinartina nameyan, keleh û bajarên kurdan dergehên xwe bê xwîn rijandin li ber wî vedikin. Bi vî awayî navûdengê Bad belav dibe û dewletên cîran ji tirsa xwe re, bi taybetî dewleta Biweyhî û xîlafeta Ebasî dest bi amadekirina hêz û betalyonên xwe dikin da ko li bermberî destkeftin û berfirehkirina dewlata wî rawestin. Gelek caran hewl dane ko wî bikujin. Di êrîþa xwe ya li ser Mûsilê de, Bad vê carê bi rastî têt kuþtin. Rawestana li ser þexsiyeta Bad pêdiviyî lêkolîneke taybetî ye digel ko jiyana wî tarî û di çavkaniyên dîrokî de ne ewqasî zelal e. Navê wî Husênê Ebdulahê Dostikî ye, ji kurdên Harbexî ye ji mîrên Botan e. Piþtî Mirina Bad, Ebasiyan û Biweyhiyan û romê wa texmîn kirin ko êdî ji tirsnakiya dewleta dostikiyan xelas bûn, lê belê berevajî gumana wan, cîgir û mîratgirên Badî, bi taybetî Ebû Elî kurê Merwanî, di demeke kurt de þiya bajarên xwe ji nû ve asê bike û hêza xwe jî careke dî berhev û tundtir bike. Ibnû Kesîrê Dîmeþqî vê yekê bêtir zelal dike:" xelîfeyê Fatimiyan þandeyeke giranbuha digel diyarî û entîkeyan hinartibû cem Mîr Ebû Elî û hebûna dewletê pejirandibû, herwilo xelîfeyê Ebasiyan û Imperatorê pîzantiyan jî her yekî ji milê xwe ve daxwaza hevalbendî û sînorbendiyeke hêja jê dixwestin"

Firehbûna Dewleta Dostikî
Destnîþankirina firehî û zemîna ko dewlet li ser ava bûbû, hinekî aloz e. Lê eger em navçe û herêmên di bin destê dewletê de bi sînor bikin renge em bikaribin di vî warî de wêneyekê di hiþê xwe de ji berfirehiya wê dewletê re dirust bikin (3): Miyafarqîn (Paytext), Diyarbekir, Ardîþ, Nisêbîn, Mêrdîn, Reha (Urfa), Mûþ, Wan, Hesen kêf, Xerbût, Botan, Qamiþlo, Amûdê, Serêkaniyê û Dêrikê. Diyare ko hemî xaka kurdan neketibû bin destê Dostikiyan. Lewra ji bo ko em wêneya giþtî ya vê dewletê bizanibin gerek nexþeya siyasî ya wê serdemê li ber dest be, gerek em biþên nakokiyên siyasî û hêzên leþkerî û rengên pevçnê, binasin, û em bikaribin çawatiya danûstendina Dostikiyan bi xwe bi wan rûdan û bûyeran re, têbigihêjin. Dewleta Biweyhî û xîlafeta Ebasî wê wextê li Bexdayê bûn, û xîlafeta Fatimî jî li Misrê bû, di navbera wan de her û her li ser serkêþiya Misulmanan pevçûn ranediwestiya. Li milê dî, Imperatotiya Pîzantî jî fileh diparastin û di navbera van hersê dewlatan de, berî hatina Selcûkiyan (4), pevçûna ji bo daqurtandina dewletên biçûk li dar bû. Digel ko Mîrên Dostikiyan carcaran diyarî ji pîzantayê re, lê ne wek Hemedaniyên Helebê di þûna bacê de, diþndin. Herweha peywendiyên wan ên siyasî û aborî wek ko çawan ligel Ebasiyan hebûn wisa jî ligel Fatimiyan berdewam bûn. Vê siyaseta bê alîgirî hiþtiye ko dewleta Dostikî, hem cihekî taybetî di herêmê de ji xwe re qezenc bike û hem jî dewleta xwe ji þer û pevçûna bi cîranan re biparêze. Lewra wextekî pir hêja ji bo avakirin û pêþvebirina dewletê bi destxistibûn, bûbû penageha hemî perîþan û renckêþên navçeyê. Di qûmistana dorhêlê de dewleta Dostikiyan ji ber geþbûn û lêewlebûnê bûbû bazargeha bikaranînîna sermiyanên bazirganên herêmê, tenê li wê dewletê dikarîbûn bê rêbirr û pêxwas û bêyî tawankariyan bazirganiya xwe berdewam bikirana. Ibnû Kesîr Eldîmeþqî di vî warî de wisa dibêje: " Kurê Nebhan ê bazirgan di rojekê de 500 Dînarên pîzantî qezenc dikir " . Ibnulfariqî jî dibêje ko, Dewleta Dostikî li rada desthilata xwe sermiyanê tu kesî ji wan nedistend, ji bilî mirovekî Ereb ko çek di mala wî de dîtibûn, wek nokerekî ji bo welatekî dî hatibû nav wan dixebitî. Dîroknasên ko li ser qonaxa dîrokî ya navçeyê radiwestin didin xuyanîkirin ko (Nesir Eldewle) Mîrê Dostikiyan, mirovekî siyasî, þareza û hiþmendekî bê hempa bû. Di têgihiþtina hunera desthilatdariya dewletê de dûrbîn bû, lewra þiya gelê xwe di aþîtî û xweþiyê de bihêle. Li seranserî 53 ê salan bi hiþtûjî danûstendin ligel dewlet û imperetorên herêmê dikir bêyî ko welatê xwe hogirî asteng û nakokiyên siyasî bike. Herweha beþdarî çareserkirina pirsgirêkên di navbera dewletên navçeyê de, dibû.

Dewleta Dostikî û hunera avahiyê
Jibermayî û kavil û þûnþopên hunera avahiyê yên dewleta Dostikiyan mirovan mit û mat dikin. Di wê wextê de, û di wê navçeya ko bi þer û pevçûnan mijûl bû, Dostikiyan berê xwe dabûn avakirina pêdiviyên jiyaneke xweþ, hewl didan ko xwe ji ber pevçûnan bidin alî da ko xwe ji avakirina þaristaniya mirovane re û xwe ji avakirina welatekî bajarvanî û xweþkirina jiyana xelkên wî welatî re, vala bikin. Ji nû ve tekûzkirina Keleha Amedê û ji nû ve tebûtkirina sûra wê û keleha Batmanê û sûrên Miyafarqîn û pirên asê li ser çemê Batmanê û kelehên Botan, tev, çend nimûne ne ji hunera avhiya Dostikiyên ko navên xwe û navên avahîkar û hostayên kurd li ser wan kavilan kolandine . Herwisa, Dostikiya bi awakî pir balkêþ guh dabûn avakirina bazaran û kolanan û hewl dabûn ko ava paqij li hemî mal û taxan belav bikin. Bêguman hemî avahî û eywanên ko di wexta Dostikiyan de avadibûn, wek pîþe û hunereke spehî; bi taybetmendiya giyanê kurdan ve girêdayî bûn. Lewra ji yên herêmê û ji hunera avahiya Romanî pir cihê bûn.

 

 

 

 

 

 

 

 

girêdanên sponsor     ........

 

BI GIÞTÎ DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ

 

 

 

BendIka KrolojÎk

 

 

 

 

 

Dîroka Kronolojîk

 

 

 

 

Împaratorî û Dewletên Kurdî DI NAVBERA BZ.4000-1991

 

 

 

 

 

MIrEKtÎyên Kurd

600-1900 

 

 

 

 

 

Rewþa KurdIstan

dI Sedsala 20'an de

 

 

 

Rewþa KurdIstan

dI Sedsala 21'an de

 

 

 

 

GOTAR / BELGE

 

 

 

 

NAVDARÊN KURD

 

 

 

 

Þunuwarên DÎROKÎ YA NETEWEYA Kurd

 

 

 

 

NewroZ

 

 

 

 

Nexþeyên KurdIstan

 

 

 

 

Ala Kurdýstan

 

 

 

 

GIRÊDAN / LÎNK

 

 

 

 

 

Peywêndî | Reklam | Derbarê DirokûDewlet de | HKMG

 
©Copyright 2007-2008 DirokûDewlet | Hemû mafên wî parastîyê | DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e

 

DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e | DirokûDewlet-History of Kurds and Kurdistan