|
Împaratorî û Dewletên Kurdî
/BZ.4000-1991
>
Komara
KURDISTAN YA
Mehabad(1946)
Di sala 1945´an de li bajarê Mahabadê rêxistineke bi navê Komela Jiyana Kurd
hat sazkirin. Di binê xebata vê rexistinê vê rexistinê de di sala 1945 an de
bi serokatiya Qazî Mihemmed Partiya Demokrata Kurdistan hate damezirandin.
Seroke partiyê Qazi Mihemed, 22.01.1946´an de li meydana Carcirayê komara
Kurdi îlan dike.
Qazî Mihemmed wê rojê di axaftina xwe de hem behsa alikariya
Sovyete ya matdî û manewî dike hem jî dostî û pewendiyen gele Azerbegcanê tîne
ziman. Di 11.02.1946´an de parlementeren komarê sond dixun û dest bi karê xwe
dikin. Di 23.04.1946´an de dostiya gelê Kurd gelê Azerbegcanê tê erêkirin. Di
nava hukumeta Kurdi ya ciwan û nû de cawa mêran cih girtibun jinana ji wisa
cihe xwe girtibun.
Komara demokratika Kurdistan ji kûr heya kûderê
Mihabad, navenda herêma Mukriyan e. Herêma Mûkriyan û navenda wê bajar
Mihabadê herçend di coxrafya Kurdistanê de ciheki biçûk bin ji, lê di dergûþa
xwe ya kevnare de gelek qehreman û kesayetiyên mezin perwerandine. Mihabad ji
ber gelek bûyerên siyasi, ferhengi û mêjûyi di diroka serhildan û azadixwaziya
netewa Kurd de xwedi ciheki taybetiye. Bi taybet di warê xebata ramyari de
gelê herêma Mûkriyan xwedi kedek diroki ne.
Zivistana sala 1946’an e. Ev zêdetir ji mehekêye ku karbidestên HDK(Hizbi
Dimokrati Kurdistan) bi hevkariya tevaya gelê herêmê ji bo kareki diroki
mýjûli amadekariyên berfirehin. Ji Makoyê, Xoy, Selmas û Urmiyê bigire heya
Seqiz, Bane, Sine, Kirmaþan û Ýlam Kurd bûne mêvanên bajarê Mihabadê. Ji bona
wê ji þêniya(nifosa) bajar di van rojan de pir zêde bûye û malên hemû xelkê
Mihabadê di van rojan de xwedi mêvanin. Heya roja iro xelkê bajarê Mihabadê
evqas mêvan dý nava xwe de neditine.
Di roja 26’ê Kanuna duyan ya sala 1946’an de ala Kurdistanê bi merasimek teji
heyecan li navenda bajarê Mihabadê hat bilindkirin.
Ýro 22ê Çileya sala 1946’an e. Herçend zivistan û hewa sare ji, lê tava rojê,
germi û bedewiya vê roja piroz zêdetir kiriye. Reng û rûyê bajar hatiye
guherandin û di rûyê herkesi de ken û þadi tê ditin. Ji zarokê heft sali
bigire heya kalê heftê sali tev dizanin ku iro yê tiþteki giring di Kurdistanê
de biqewime. Gel hêdi-hêdi li her dera bajar ber bi meydana Çiwar Çira(1)
dimeþin.
Li her dera bajêr alên Kurdistanê tên ditin û hatine hildan. Ala Kurdistanê bi
sê rengên þin, spi û sor ku bi gule genim û þûrekê li ser di nivekê de hatiye
çêkirin, bala herkesi dikiþine ser xwe. Herkes bi rengeki rengên alê, gula
genim û þûra li ser ala Kurdistanê ji xwe re þirove dikin.
Bi hezaran kes di qada Çiwar Çira da li benda destpêkirina merasima þahiyê ne.
Di vê dema çaveraniya gel de, pêþewayê mezin Qazi Mihemed hêdi-hêdi ber bi
cihê xwe yê taybet dimeþe. Li dora wi gelek kesayetiyên navdar pêre dimeþin:
Nemir Mela Mistefa Barzani, Haci Baba Þêx, Qedribegê Diyarbekiri, helbestvanên
milli Hêmin û Hejar Mûkriyani, Sidiq Heyderi, Menaf Kerimi, Se’id Xan Homayun,
gelek kesayetiyên nasandi li herêma Mûkriyan û hemû serok êl û eþiretên Kurd
tev bi þahiyek bêdawi û bi hurmetek mezin rû bi rûyê gelê xwe disekinin.
Derdora bilindahiya ku ji bo axaftýn û sekinandina pêþewa Qazi Mihemed, hatiye
durist kirin, bi ala sê renga Kurdistanê hatiye xemlandin.
Pêþewayê Kurd bi wi rûyê xwe yê norani bi ken û tewazu’ek bênimune diçe ser
bilindahiyê û piþti ku bi dûr û dirêji li ser coxrafiya û diroka Kurdistan û
mezlumyeta gelê Kurd di hemû pêvajoyên dirokê de, diaxive bi dengeki bilind û
bi hissek teji hest û evin wiha dibêje:
‘’ Emin be Xuda, be kelami ezimi Xuda, be niþtiman, be þerafeti milli Kurd, be
alay muqedesi Kurdistan siwênd dexûm ke ta axir henasey giyanim û rijandini
axirin qetrey xiwênim, be giyan û be mal le rêy ragirtini serbexweyi w
berzkirdinewey alay Kurdistan da têbikuþim û nisbet be cimuhri Kurdistan û
yekiti geli Kurd û Azerbayicanê, muti’i û wefdar bimênim.’’(2)
Di tona dengê wi de baweri, evin û paqiji tê bihistin. Dengê wi yê bi selabet
û þahiya ku di rûyê wi de tê ditin, hêsirê çavên gelek kesan tinin xwarê.
Pirejinek 70 sali bi kelegiri dibêje:’’ Oxeþ, nemirim û min dewleta Kurdistanê
ji dit. Ax û hezar car ax ku kurê min þehid bû û ev roja muqedes nedit,
xweziya kurê min niha sax bûya, lê ew ji þehidê vê dozê bû û xwina wi vala
neçû…’’
Piþti wê Mihemed Husên Sêyfi Qazi diçe ser dikê û Qazi Mihemed weke
serokkomarê Kurdistanê bi gel dide nasandin
Çepik û hawara dengê þahiya gel digehije esmanan. Ji nava dengê þahiya gel
ken, giri û tilili tên bihistin.
Di diroka Kurdistanê de herçend beriya vê bûyera piroz komara Ararat bi
serokatiya Ehsan Nûri Paþa li Agiriyê(bakurê Kurdistan) û komara Kurdistana
Sor li Qefqaziya(paytexta wê Laçin) ji, ji aliyê Kurdan ve pêkhatibûn, lê
komara Kurdistan li rojhilatê Kurdistanê xwediyê hinek taybetmendiyên cuda bû.
Wê rojê Mihabad wek paytexta komara Kurdistan hat ilankirin.
Zemineya ji bo pêkhatina komara Kurdistan demek dirêj bû ku hatibû darijandin.
Di sala 1937’an de çend rewþenbîrên herêma Mûkiriyan li dora hev kom bûn û
komela (Jiyanewey Kurd) damezirandin û di demek kêm de gelek mirovên ji
malbatên mezin û di nava gel de bi hurmet, bûn endamên (J.K). Ji wan
Ebdulrehman Zebihi, Mihemed Naniwazade, Qasim Qadiri, Mihemed Yaho, Husên
Firoher, Mela Ebdullah Dawudi, Qadir Muderisi, Ebdulrehman Ýmami Eqdem,
Ebdulrehman Kiyani, Sidiq Heyderi Faroqi, Hamid Mazuçi, Eli Mehmudi, Mýhemed
Selimi, Mihemed Þahpesendi, Mihemed Eshabi, Necmedin Tuhidi û piþtre Qazî
Mihemed jî bi navê nihînîyê –kod- (Bînayî) bû endamê (J.K) û bi hatina Qazî
Mihemed ya di nava vê rixistinê de gelê herêmê bi dilgerimiyek zêdetir, di
çalakîyên siyasî de beþdarîkirin. Herwiha ji baþûrê Kurdistanê Mirhac û
Mistefa Xoþnaw ji di yekemin civina damezrandina (K.J) Kurd de amedebûn.
Dûroþma (J.K) serxwebûna Kurdistana mezin bû û hertim li ser bergê kovara
Niþtiman (organa fêrmiya J.K) dinivisandin: Biji Kurd û Kurdistani gewre.
Di pênc salên desthilatdariya herêmek giring ji axa rojhilatê Kurdistanê (ji
dawiya 1941’an heya dawiya 1946’an) çi bi fêrmî an jî ne bi fêrmî di destê
kurdan de bû û tenê di van pênc salan de berdevkê resmiyê gelê Kurd hem li
hemû herêmê û hem jî di têkelîyên bi derve re pêþewa Qazî Mihemed bû. Komela
J.K di temenê çend sal xebata xwe de di nava gelê Kurd de cihek berfireh ji
bona xwe vekir û bi çalakîyên xwe yên hemû ali rewþenbîriya siyasî- civakî di
nava gel de pêþxist. Di nava vê rêxistinê de Kurdên her çar perçên Kurdistanê
dikarin bibin endam, lê bi merceki ku bi çi awayan xiyanetê li doza xwe neken
û her kesê ku di destpêkê de dibû endamê JK ji li ber çavgirtina 6 xalên jêr
sê caran bi Qûranê sond dixwar:
1. 1. Bi çi terz û þêweyan xiyanetê li gelê Kurd neke.
2. 2. Xebat ji bo serxwebûna Kurdistan.
3. 3. Ne bi riya pênûs û ne ji bi riya ziman sirên rêxistini(hizbi) eþkere
neke.
4. 4. Heya dawiya temenê xwe weke endam di nava hizbê de bimine.
5. 5. Hemû jin û mêrên Kurd ji xwe re xwiþk û bira bihesibine.
6. 6. Bi bê agehdarkirina rêxistinê, nebe endamê tu rêxistin û hizbekê.
Pêkhatina komara Kurdistan derfetek zêrin û diroki bû ku birêveberên dewleta
Kurdistanê dixwestin bi baþtirin þêwe, ji vê derfeta giring mifayên heri baþ
ji bo þiyarkirina gel, avedankirina Kurdistan, û bilindkirina pileya
xwindewariyê di nava gel de wergirin.
Pêþewa Qazi Mihemed miroveki rewþenbir û zana bû û bi perspektivên xwe yên
pêþvero, dixwest bi hemû þêweyan ji gel re xizmetê bike. Dema bû serokkomar ji
bareki giran li ser milên xwe hiss dikir û ji bona wê ji di hemû waran de, xwe
qerdarê xizmeta ji bo gel dihesiband. Beri ragehandin û ilankirina komara
Kurdistan endamên kabineya wezirên dewletê bi vi þêweyi hatin diyar kirin:
1. Haci Babe Þêx: Serokwezir
2. Mihemed Husên Xani Sêyfi Qazi: Weziri Ceng û parastin û hevkarê serokkomar
3. Sidiq Heyderi: Wezirê propaxande
4. Menaf Karimi: Wezirê Perwerde û hinkariyê
5. Mihemed Emin Mu’ini: Wezirê karê hundurin ( Wezir navxwe)
6. Seyid Mihemed Eyûbyan: Wezirê Tendurustiyê
7. Ehmed Ýlahi: Wzirê abori
8. Xelil Xusrewi: Wezirê Kar
9. Kerim Ehmedyan: Wezirê post û telegiraf
10. Haci Mýstefa Dawudi: Wezirê Bazirganiyê
11. Mela Husên Mecdi: Wezirê dadperweriyê
12. Mihemed Welizade: Wezirê kiþtûkal
13. Haci Ebdulrehman Ýlxanizade: Wezirê tegbir û meþweret pêkirinê
14. Ýsmail Ýlxanizade: Wezirê rê û ban.
Her wezireki di kar û barê xwe de bi baþtirin þêwe wezifeyên xwe encam didan û
bi giþti dewletê pirojeyên mezin dabûn ber xwe.
Di demek kêm de rewþa abori û civakiya gelê herêmê hêdi-hêdi rengê guherandinê
bi xwe ve didi.
Bi taybet di warê ragehandin û weþandina rojname, kovar û pirtûkan de, xwindin
û nivisandina bi zimanê Kurdi û bilindkirina rewþenbiriya gel, gavên mezin
hatin avêtin. Rojnameya Kurdistan organa fêrmiya HDK û Kovara Kurdistan,
kovara Girûgali mindalani Kurd ji bo zarokên Kurd, Hawari Niþtiman û Hawari
Kurd ku organa Yekitiya Ciwanên Kurdistanê bû û li bajarê Bokanê ji kovara
Helale ku þaxê HDK li wir ji bo gel dida weþandin.
Li ser piþniyar û daxwaza serokkomarê Kurdistan di 14’ê Adara sala 1946’an
Yekitiya Jýnên Kurdistan hat damezrandin. Ev yekemin car bû ku di diroka
siyasi-civakiya Rojhilatê Kurdistan de pêngavek wiha giring dihat avêtin.
Pêþewa Qazi Mihemed ji bo vexwindin û teþwiqkirina keç û jinên Kurd beriya
herkesi ji hevala jiyana xwe Mina Qazi dawa dike ku bibe endama birêveberiya
yekitiya jinên Kurdistan û hemû ziv û zêrên xwe pêþkêþi HDK bike.
Di wê serdemê de ji ber etmosfêrê paþveroti û adet û orfên civaka bi bir û
bawerên derebegati û feodalizmê, gelek kes li hemberi vê kiryara bi kêr û bêra
nemir Qazi Mihemed de, reaksyonek tund û nigativ didin xûyakirin. Heta hinek
melayên herêmê dibêjin:’’ Qazi Mihemed kafir bûye…(3)’’ Lê serokkomarê
Kurdistanê di mizgefta Ebassaxa de, heya sê rojan bi pêkanina civinên þiwir û
axaftinê bi þêweyek mentiqi herkesi razi dike ku di komarek demokratik de
wekheviya jin û mêran di hemû waran de merceki esasiye. Di wan sê rojan de
civin di efmosfêrek azad de bû cihê pirsin û bersivdayina di navbera her du
aliyan de. Di dawiyê de hemû kesên amade di civinê de bir û rayên pêþewa Qazi
Mihemed di derbarê wekheviya mafê jin û mêran pejirandin.
Mina Qazi di vê derbarê de dibêje:’’ Rojekê nemir Qazi Mihemed bi rûyeki xweþ
û kenek teji hiss ji min re got: divê tu bêtir ji herkesi di kar û barên
civaki-siyasi de beþadariyê biki ku jin û keçên Kurdistanê te ji xwe re weke
nimune bibinin…, Te zêr û ziv ji bo çine, her tiþtê me ji bo gelê meye…’’(4)
Birêveberên komara Kurdistan bihayek giran didan dersxwindina zarokên Kurd. Ji
bona wê ji komek ciwanên Kurd ji bo dersxwindinê bo Bako paytextê Azerbaycanê
tên þandin. Ji bo bilindkirina ronakbiriya gel bo yekemin car sinema li bajarê
Mihabadê hat sazkirin. Beriya wê Komeley Jiyanewey Kurd bi pêkanina komek
þanoya Kurdi, diroka siyasi, rezalet û êxsiriya gelê Kurd ya di destê
dagirkerên reng bi reng de, bêtir bi gel dabû famkirin û zemineya pêkanina
dewletek Kurdi di meji û bir û rayên gel de afirandibûn.
Di 330 rojên temenê komara Kurdistan de bo yekemin car kêmnetewên Yehudi û
Ermeni gehiþtin mafên xwe yên kulturi û çandi û ew di hemû waran de xwediyê
mafên xwe yên milli û mezhebi bûn. Herwiha di hemû temenê komara Kurdistan de
tenê yek kes bi navê Mehmudyan ew ji ji ber dijminatiya þexsi hat kuþtin. Ji
bona wê ji komara Kurdistan komarek demokratik bû.
Herwiha di wi temenê kurt de cara yekemin bû ku Kurd bûbûn xwediyê artêþek rêk
û pêk. Di pêngava yekemin de 1200 serbaz û 70 serleþkeran hêza artêþa komarê
pêkanin û di nava artêþa komara Kurdistan de çar kesayetiyên Kurd pileya
generaliyê standin:
Mistefa Barzani, Heme Reþid Xanê Baneyi, Mihemed Husên Sêyfi Qazi û Omerxanê
Þikak (Omerxanê Þerifi).
Ji xeyni wê di komara demokratika Kurdistanê de Kurdên her çar perçên
Kurdistanê dihatin ditin. Ji bona wê ji hêviyek mezin hebû ku di pêþerojê de
hevgirtinek bihêz di nava Kurdên herçar perçên Kurdistanê de bê duristkirin.
Mihatma Gandîyê Rojhilata Navîn:
Pêþewa Qazî Mihemed
( 1898 Mihabad - 31. 03. 1947 Mihabad )
Mêrxasê nemir Qazî Mihemed kurê Qazî Elî ye ku li sala 1898’an li bajarê
Mihabadê ji dayik bûye. Karê qezawetê di herêma Mûkriyan de ji sedan sal berê
di destê Qazîyên vê malbata bihurmet de bû û ev kar mîna mîratekê ji bav
gehiþtiye kur û heya þehîd ketinê pêþewa Qazî Mihemed karê qezawetkirinê di
nava gel de berdewam kirine. Tiþtê herî giring di qezaweta pêþewa Qazî Mihemed
de ev bû ku dema wi li ser çareserkirina pirsgirêkekê biryar û qirara xwe dida
diyarkirin, piþtî dayina biryarê nemumkîn bû ku ji biryara xwe poþman bibe. Li
ser vê rastî û helwesta xwe ya mirovanetiyê di nava gel de pir dihat hezkirin
û gelê herêmê ji bo çareserkirina gîrûgirftên xwe tim hawara xwe dianîn
mehkemexana wî. Qazî Mihemed li cem Qazi Eliyê bavê xwe dersa qezawetkirinê
(qazîtiyê) hînbûbû û di temenê ciwaniyê de piþtî ku mamê wî nemir Ebulhesen
Sêyif Qazî li sala 1929’an ji karê xwe yê riyaseta ferheng û çanda Mihabadê
istifakir di hemen salê de ji aliyê dewleta navendiya Ýranê ya wê demê de bû
berpirsyarê giþtiyê ferheng û çanda bajarê Mihabadê. Di yekemîn sala xebata
xwe de li bajarê Mihabad bo cara yekê du dibistan ji bo xwindevanên kur û keç
damezirandin û di warê xizmeta ji bo gel, dîsan di wezîfeyên dewletê de jî ew
evîna ji bo xizmeta gelê Kurd di xebata xwe de da diyarkirin. Malbata Qazîyên
navdar heftsed sal zêdetir e ku li herêma Mûkiryan bi cîhwar bûne û di hemû
dewranan de endamên vê malbatê xizmetên mezin ji gelê herêmê re kirine.
Di þerê cîhanê yê yekemîn (1914- 18) de Qazi Fetah li hember hêriþa Rusên
Tizarî ya li ser bajarê Mihabadê, heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê çeperê þer
berneda û piþtî ku kurê wî û endamên din yên vê malbatê Mîrza Se’îd Qazî û
Mîrza Mihemed Elî Qazî bi destê Rusên Tizarî hatin kuþtin ewi jî bi mêranî
canê xwe li ser parêzvaniya ji welatê xwe da fidakirin.
Nemir Qazi Mihemed ji ber taybetmendiyên xwe yên exlaqi û civaki di nava gel
de xwedi rêz û hurmetek mezin bû. Þahidên zindi ku ew ji nêzve ditine vê
rastiyê didin ispatkirin:
Mina Qazi dibêje:‘’ Wi bi çaveki mezin li kesatiya jinê dinêri û hemû zarokên
Kurdistanê mina zarokên xwe dihesibandin. Hertim ji min re digot Birale(heval)
û ez weke piþtivanekê ji xwe re dihesibandim û wi dixwest bihayê þexsiyeta
jina Kurd di civaka Kurdistanê bilind bike…’’.
Kurmam an ji pismamê Qazi Mihemed general Mihemed Husênxanê Sêyfi Qazi di
komara Kurdistan de mina wezirê ceng û parastinê, xwedi roleki mezin û berçav
bû û ji bo parastina sinorên dewletê bi hemû þêweyan þiyan û liyaqeta xwe dida
xuyakirin. Di nava gel de bi merdi û mêrxasiyê bi nav û deng bû. Ew miroveki
netirs û bi þuca’eta xwe di nava gel de xwedi hurmetek mezin bû.
Ebulqasim Sedrê Qazi birayê biçûkê pêþewa Qazi Mihemed ji di çardehimin
dewreya parlimana Ýranê de nûnerê gelê Mihabadê bû. Tewazu’i û camêriya Sedrê
Qazi di nava Kurdan de deng vedabû. Wi hemû çaxê jiyana xwe ji bo
çareserkirina pirsgirên gel danibû û hertim xwe mina xizmetkareki gelê xwe
dihesiband.
Hêþta salek ji temenê pirbarê komara demokratika Kurdistanê derbas nebûbû ku
rewþa siyasiya cihanê hat guherandin û Yekitiya Soveytê li ser wergirtina
imtiyaza petrola bakurê Ýranê leþkerê xwe ji nava axa Ýranê paþ de kiþand û li
hemberi komara Kurdistan û Azerbaycanê ji siyasetek du rûtiyê niþan da.
Dewleta Ýranê ber bi Tebrêz paytexta komara Azerbayicanê hêriþên xwe dest
pêkirin û di demek kêm û bi bê berxwedan, birêveber û serokkomarê Azerbayicanê
(Ceefer Piþeweri) reviyane Sovyetê. Azerbayican careke din kete jêr
desthilatdariya dewleta navendiya Ýranê. Di Azerbaycanê de di çaxê çend rojan
de bi hezaran kes hatin kuþtin, lê li Kurdistanê rewþ bi awayek din bû.
Ferqa heri mezin di navbera komara Azerbayican û Kurdistanê de rewþa
demokrasiyê bû. Komara Kurdistan bêtir bi gel ve girêdayi bû û ev rasti di
çaxê têkçûna her du komaran de ji xelkê re eþkere bû. Piraniya gelê Azeri bi
têkçûna desthilatdariya Piþeweri þad û kêfxweþ bûn, lê di rojên dawiya komara
Kurdistan de Mihabad bajareki heri xemginê cihanê bû. 11 meh temenê dewleta
Kurdistanê de gelê Kurd bi baþi tama serbesti û azadiyê kiþandibû.
Serokkomar û birêveberên komara Kurdistan piþti ku hêza dewleta Ýranê bi
serokatiya serleþker Fezlula Humayuni ber bi Kurdistanê hatin, civenek pêkanin
û li ser rewþa wê demê bi hevre þiwirin.
Di wê demê de hýnek serok eþiretên Kurd (Dêhbukri, Mameþ û Mengor) xwe teslimi
hêzên artêþa Ýranê kirin û birêveberên artêþa Ýranê bi pilanek gemar dixwestin
Kurdan bi destê Kurdan bidin kuþtin û bixwe ji bi bê xisarek cani û maddi
carek din desthilatdariya xwe li Kurdistanê damezrinin. Li hemberi vê siyaseta
dewleta Ýranê, serokkomarê Kurdistanê bi mercekê razi bû ku bajarê Mihabadê
teslimi dewleta Ýranê bike: ew ji ev bû ku eger dewleta Ýranê bixwaze bi hêza
êl û eþiretên xayin bajar Mihabadê talan bike û gelê bêguneh bêkuþtin, hêza
artêþa komarê ji yê li hemberi artêþa Ýranê þer biken. Li ser vê helwesta Qazi
Mihemed M. Barzani ji amadebû ku hemû hêza xwe li diji artêþa þahê Ýranê bikar
bine.
Ev tedbira Pêþeway bû sebeb ku berevaji rewþa komara Azerbayicanê ku bi
hezaran kes hatin kuþtin û xisarek mezin bi gel ket, li Kurdistanê talan,
kuþtin û qetilûam pêkneyên.
Li ser vê baweriyê, Pêþewa û hevalên xwe di dawiyê de li Miyanduabê xwe
teslimi hêzên artêþa Ýranê kirin. Lê Ýranê bi taktik careke din ew þandin
Mihabadê. Herçend Qazi Mihemed dizani ku ewê bên idamkirrin ji, lê wi sonda
xwe ya wefadari û bi tenê nehiþtina gelê Kurd, ji bir nekiribû. Ji ber hindê
ji bi pejirandina hemû perpirsyariyên çaxê desthilatdariya serokkomariya xwe,
xwest ku ger sûçeki wan hebe(ku di rastiyê de sûçek nekiribûn), hisaba her
tiþti ji wi bê xwestin.
Ev karê serokkomarê Kurdistanê bû sedem ku desthilatdarên dewleta Ýranê hemû
kina xwe ya li diji gelê Kurd li ser serê Qazi Mihemed û hevalên wi vala
biken. Di hemen çaxi de herçend Pêþeway berpirsyaritiya her tiþti girtibû ser
stoyê xwe ji, li Seqiz û Mihabadê çend kesên din ji hatin þehidkirin.
Ji wan Ebdulaxan Metin, Mihemedxan Daniþwer, Sidiq Es’edi, Resulaxa Mehmudi û
Eli Ciwanmerdi li bajarê Seqiz hatin idamlkirin.
Edbullah Rûþenfikir, Xelil Mazoçi, Resul Nexedeyi û Mihemedi Nazimi ji piþti
þehidkirina birêveberên komara Kurdistan hatin þehidkirin.
Dema ku Komara Kurdistan bi komarên ku iro Kurdistan li jêr desthilatdariya
wan de dinale( Komara Ýslamiya Ýran, Ýraq, Tirkiye û Suriye), bê qiyas û
berawirdkirin, ferqên mezin di navbera wan de tên ditin.
Bi taybet komara Ýslamiya Ýranê û komara Kurdistan di gelek waran de bi hevre
nayên beawird kirin. Di temenê teji terajidi û wêrankariyên komara islami de
heya niha bi hezaran kes hatine kuþtin û idamkirin. Azadiya bir û ramanên
siyasi di komara islamiya Ýranê bi þêweyek hovane tên serkûtkirin, lê naveroka
rojname û kovarên ku di çaxê komara Kurdistan de derketine, didin xuyakirin ku
herkes li gor ramanên xwe dikare binivise û bixwine. Di Ýranê ji xeyni gelê
Faris gelên Kurd, Azeri, Ereb, Turkmen, Gilek û Beluç ji dijin, lê tev ji
gelek mafên xwe yên netewi û oli bêparin. Di coxrafya biçûka komara Kurdistan
de kêmnetewên Yehudi, Ermeni û Azeri xwedi hemû tiþteki bûn. Xwindina bi
zimanê zikmaki û hebûna nûnerê wan di nava karbidestên dewleta Kurdistanê de,
du tiþtin ku demokratikbûna komara Kurdistan didin bi dost û dujminan re didin
selimandin.
Piþti ku artêþa Ýranê paytexta Kurdistanê Mihabad dagirkirin, general Mistefa
Barzani piþti ku birêveberên komarê gehiþtin wê qenae’tê ku nikarin li hemberi
artêþa Ýranê li berxwe biden, bi hemû hêza xwe û çar efserên Kurd Ýzet
Ebduleziz, Mistefa Xoþnaw, Mihemed Mehmud û Xeyrullah Ebdulkerim ber bi
sinorên baþûrê Kurdistanê çûn û li wir piþti ku her çar efserên Kurd xwe
teslimi karbidestên Ýraqê kirin, bi terzeki tirajedik hatin idamkirin.
Nemir Barzani û 500 pêþmergeyên wi ji meþa xwe ya diroki û pir bi zehmet, ber
bi yekitiya Sovyetê dan destpêkirin û piþti ku çendin hêriþên dijwar ji aliyê
artêþa her sê dewletên Ýran, Tirkiye û Ýraqê li hemberi hêzên Barzaniyan bi
ser neketin û di navbera wan de þerên giran qewimin, Mistefa Barzani û hemû
pêþmergeyên wi derbasi axa Yekitiya Sovyetê bûn û piþti 13 salan li sala
1958’an vegerin Ýraqê û di sala 1963’an de þoreþa Eylolê ya li diji dewleta
Ýraqê dan destpêkirin.
Temenê komara Kurdistan herçend kêm û kurt bû, lê bo yekemin car Kurd di
diroka xwe de bûn xwedi dewletek serbixwe û demokratik. Canfidayiya
serokkomarê Kurdistan Qazi Mihemed heya roja iro ji jý keç û xurtên Kurdistanê
re bûye sumbila berxwedan û canfidayiyê.
Serokên komara Kurdistan di çaxê mehkemekirina eskeri de ku birêveberên
dewleta Ýranê bi þêweyek formalite pêkanibûn, bi netirsi û qehrtemani ji mafê
gelê xwe parêzvani kirin. Wan heta di kêliyên dawiya jiyana xwe de ji bi
þanazi serê xwe bilindkirin û ji bo xelaskirina canê xwe seri li hember
dujiminê hov netewandin.
Hinek diroknivisên Ýrani bi wê xereza xwe ya þovenisti ku herdem li diji
pirsgirêga Kurd di nivisên xwe de dane xuyakirin, karê serokkomar û
birêveberên dewleta Kurdistanê xwesipari an ji xwe teslimkirin dihesibinin, lê
berevaji vê bir û raya wan ya çewt pêþewa Qazi Mihemed bi vi karê xwe hem canê
bi hezaran kesan ji kuþtinê rizgar kir û hem ji nehiþt ku bajarê Mihabad û
gund û bajarên din yên Kurdistanê bi destê dewleta Ýranê bên wêrankirin û
þewtandin. Naveroka mehkemekirina pêþewa Qazi Mihemed û hevalên ku niha bi
niviski ketiye destê rojnamenivisên Kurd vê rastiyê baþtir diselmine.
Di ciheki mehkemekirinê de dema ku serleþkereki Ýrani Kurdan tehqir dike Qazi
Mihemed li ser serê wi diqêrine û bi hêrs jê re dibêje:’’ Hûn dikarin min
bikujin, lê heqê we tuneye ku sivkatiyê bi gelê Kurd biken, ev bo kevçikek
xwinê li ber we naparêmewe. Min dikari bi riheti weke Piþeweri birevim lê bo
kûderê herim¬? Vê derê cihê bav û kalên mine û ez di rojên tengaviyê de gelê
xwe bi tenê nahêlim…’’ Piþtre Qazi Mihemed bi toreyi sendeliyekê(kursiyê)
radike ku li wi serleþkeri bêxe û dadgeh neçar dimine ku navberekê bide karê
xwe yê mehkemekirinê.
Ev cesaret û mêrxasiya Qazi Mihemed hemû berpirsyarên dadgehê heyretgirti
dike.
Fidakari û canbaziya serokên komara Kurdistan heta roja iro ji di nava destan
û stranên Kurdi de reng daye û meydana Çiwar Çira heta roja iro ji, ji bo hemû
Kurdên Kurdistanê bûye ciheki paqij û muqedes. Cihê ku rojekê komara
Kurdistanê li wir hat ragehandin û di 31ê Marasa sala 1947’an canê her sê
Qaziyan bi þêweyek dûr ji exlaqê mirovanetiyê di qada Çiwar Çira de, li ser
axa Kurdistanê hat girtin.
Ew ji mere bûn rêber û ewê di diroka doza azadixwaziya gelê Kurdistanê de
hertim bên bi biranin. Riya wan û hemû þehidên doza bi þan û þerefa Kurdistanê
yê herdem bê þûpandin.
Salroja 55 saliya damezrandina komara Kurdistan li hemû gelên azadixwazên
cihanê û bi taybet li gelê qehreman perwerê Kurdistanê piroz be.
Têbînî û
jêrnivîs:
1. Çiwar Çira: Meydana navenda bajarê Mihabadê ye. Di çar beþên meydanê de çar
tirik hatine çeqandin û li ser her tirekê lamp(çira)yek hatiye bi cih kirin.
Ji bona wê ji ev meydan bi Çar Çira meþhure. Niha li cihê çar çirayên meydana
Çiwar Çira heykelê çar Þêran hatiye bi cihkirin.
22’ê Marsa sala 1946’an komara Kurdistan li meydana Çiwar Çira hat ragehandin
û di 31’ê Marsa sala 1947’an de ji serokkomarê Kurdistan bi hevalên xwe Sedrê
Qazi û Sêyfê Qazi li Çiwar Çira hatin þehidkirin. Ji bona wê ji Çiwar Çira di
diroka Kurdistan de ciheki muqedes û piroz e.
2. Sonda pêþewa Qazi Mihemed bi zarava Kurmanci wihaye:
’’ Ez bi Xwedê, bi kelama ezim(mezin)a Xwedê, bi niþtiman, bi þerafeta netewa
Kurd, bi ala muqedesa Kurdistanê sond dixûm ku heya nefesa canê xwe ya dawiyê
û rijandina dilopa xwina xwe ya heri dawiyê, bi can û mal di riya ragirtina
serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê bixebitim û nisbet bi komara Kurdistan
û yekitiya gelê Kurd û Azerbayicanê, muti’i û wefadar biminim.’’
3. Got û bêj bi lawê pêþewa Qazi Mihemed Eli Qazi re.
4. Got û bêj bi xanima pêþewa Qazi Mihemed Mina Qazi re.
|