rûpela serî

 

 

Împaratorî û Dewletên Kurdî /B.Z. 4000 - P.Z. 1991

 

 

DEWLETA EYÛBIYAN (AYYUBID) (1175-1348)

 

Malbata Eyûbiyan li hawîrdorî Aranê (rojava û bakûrê Îrana îro) dima. Ew malbateke kurd bû, ji êla Rewadiya bû. Ji vê êlê Þadî bi herdû kurên xwe re Þêrko (Esededîn) û Eyûb (Nicmedîn) ji gundê Acdanqanê çûne Bexdayê û ji wir jî piþtre çûn li Tekrîtê bicihbûn. Þadî li Tekrîtê mir û herdû kurên wî çûn ketine xizmeta Micahededînê Gîtanî de. Gîtanî dît, ko Eyûb jîr û zane ye, rabû ew kire destkarê Tekrîtê. Sala 1136 li Tekrîtê Selahedîn bû. Bav û apê Selahedîn çûne cem Îmadedînê Zengî xwediyê Mûsilê. Wî gelekî guh da wan û Eyûb kire waliyê Balebekê.

Piþtî mirina Îmadedîn Eyûb bi maltaba xwe ve çû Þamê û xwe gehande Nûredîn kurê Îmadedînê Zengî xwediyê Helebê. Nûredînê Zengî Hims û Rehba dane Eyûb û ew kire mîrekî mazin, Þêrko jî rêkire Misrê, da þerê melek Mensûr bike, yê destdirêjî Þawîrê kiribû. Þêrko biraziyê xwe Selahedîn jî bixwe re bir. Þêrko ji ber mêranî û rastiya xwe bûbû destê siltan Nûredîn, yê rastê. Þêrko piþtî demekê vegera welatê Þamê, ji hingî ve êdî rola Selahedinî siyasî destpêkir û berz bû.

Ji ber ko Francan çavên xwe berdane Misre, Þêrko dîse vegerayê û Selahedîn jî rêkire bajarê Skenderiyê. Þêrko wezîrê Misrê bû û dest li ser danî. Ta mirina wî sala 1168 her Þêrko karûbarê Misrê gerand. Piþtre li wir Selahedîn bû wezîrê pêþî, lê ji ber rastî û dadeweriya xwe êdî ew bûbû þahê dilê misriyan. Selahedîn Franc di þerê li Dimyatê de þkand. Bavê wî jî hate Misrê, gehayê. Piþtî mirina xelîfê fatimî Aladdid êdî Selahedîn bû serdestê Misrê yê bêhempa. Û piþtî ko Nûredînê Zengî mir êdî Selahedîn xwe kire siltanê Misrê. Bi vê hikmê Maltaba Eyûbiyan sazkir.

Bi þer Yemen, Sûdan û Felestîn vekirin û sala 1174 dest danî ser Þam, Mûsil û Helebê. Sala 1187 di þerê Hitînê de zora xaçperestan bir û Quds vekir. Þahê Inglîstanê Richard (bixwêne rîtçard!), yê bi Dilê þêr navkirî careke din êrîþî Eyûbiyan kir, da Qudesê vegerêne, lê biser neket. Di sala 1192 levhantinek di nav herdû aliyan de çêbû, û þer rewasta. Li gor vê levhatinê ji erda ber lêva deryayê pê ve, ya di nav Sûr û Yafa de titiþt di destê xaçperestan de nema.

 

Selehaddîn Eyûbî

 

Silhedînê Eyûbî (Selahedîn, Selaheddîn, Selahedîn Eyûbî, Simko) serleþkerê misilmanan bû li dijî xaçperestan (mesîhiyên ku çûbûn xakên pîroz li Filîstînê ji bo ola xwe biparêzin) û di bidestxistina bajarê Qudsê (Orþelîm) de û qewirandina xaçperestên Ewropî ji Rojhilata Navîn serketî bû.

Piþtî ku Selahadînê Eyûbî di 4 adara sala 1193an de li Þamê wefat kir, Maldara(Dynastie) Eyûbî ya Kurd di heman salê de hilweþiya. Împaratoriya Eyûbî, ji aliyê Selehadînê Eyûbî ve di gulana sala 1175an de hate damezirandin.


Sultan Selahaddîn, sala 1138 li Tikrîtê hatîye dinê. Navê bavê wî Necmeddin el-Eyyubî bîn Þadî bin Mervanî ye. Malbata wî ji eþîreta Revadî ye û Revadî jî digihîjin Hîzbanîya. Derheqê piçuktîya wî da zêde tiþt nayê zanîn. Gorî lêkolîna Dr.Ahmet el-Bilî, bavê Selahaddin Necmeddîn Eyyubî û Esededdîn Þerko ji Tikrîtê diçin Musilê. Li wir tekilî ordîya Imadeddîn el-Zengî dibin û ji wî ra gelek xizmetê dikin. Sala 1140’î da wexta ku Imadeddin el-Zengi Baalbekê zeft dike, bavê Selahaddin dibe hukumdarê Baalbekê. Piþtî mirina El-Zengî, dibe qumandarê ordîya Þamê. Wê demê birê wî, Þerko jî qumandarê ordîya Sultan Mahmut Nureddîn bin Imadeddin el-Zengî ye.

Zarokatîya Sultan Selahaddîn li Baalbekê derbas dibe. Xwendina xwe li wir diqedîne. Piþtra bi bavê xwe ra diçe Þamê, li wir warê çekdarîyê da perwerde dibe. Piþtî xwendina xwe gorî lîyaqata xwe dibe xwedî maqam û di demek kurt da jî dibe walîyê Þamê. Sala 1164’an da bi apê xwe Þerko ra diçe Misrê. Li wir têkilî þerê Bilbîsê dibe. Sala 1168’â da li dijî hukumdarê Filistîn Amorî ra þer dike û bajarê Iskenderîyê digre. Dijî êriþên ordîya Frenkan berxwe dide. Piþtî lihevhatînê, bi apê xwe Þerko ra vedigere Þamê.

Piþtî vegera wîya Þamê, ordîya Filistînê dikeve Misrê. Li ser ricaya Xelîfe El-Adid el-Fatimî û Wezîrê wî Savar Sultan Nureddin, carek din Serko û Sultan Selahaddîn berê xwe didin Filistînê. Serko ordîya Frenk teslim digre, Savar dikuje û dibe wezîrê Adidi el-Fatim. Duh meh þunda piþtî mirina Serko, Sultan Selahaddin 22 salîya xwe da cîyê apê xwe digre û dibe wezîrê El Fatimî. 25’ê Adarê sala 1169’an da Xelîfe El-Fatimî navê El Melîk el-Nasir Ebu el-Muzaffer Selah el-Dunya û El-Dîn lê dike û ordîya Surîyê dikê bin qumqndarîya wî. Sultan Selahaddîn berê êrîþa Sudanî ya ku li ser welatê wi da hatibu, berteref dike. Bi alîkarîya birayê xwe Turanþah bajarê el-Nobe digre û berê xwe dide bajarê El-Quddus’l Þerîf û Filistînê.

Qumandar û Emirê Sultan Nureddîn gelek caran jê ra gilîyê Sultan Selahhadin dikin. Lê tucarî nikarin navbera wî û Sultan Nureddîn xirabikin. Sultan Selahaddîn bi zanayîya xwe û bi cesareta xwe tim li ba Sultan Nureddîn cîyekî girîng digre.

Sultan Selahaddîn, piþtî mirina El Xelîfe el-Adid, sala 1172’an da dibe hukumdarê Misrê. Du sal þunda, sala 1174 da Sultan Nureddîn wefat dike. Rêya hukumdarîyê ji Sultan Selahaddîn re ve dibe, lê ew xwe grêdayî hukumdar El-Melik el-Salih Ismaîl bîn Nuerddîn dihesibîne.

Sultan Nureddin li ser eriþên birê xwe yê bi navê El-Emîr Seyfeddîn el-Melik el-Salih alîkarî ji Sultan Selahaddin dixwaze. Sala 1175’an da Sultan Selahaddîn bi ordîya xwe êriþî Þamê dike, Þam, Humus û Hamayê digre û davê ser Halebê. Ser vê yekê El_Emîr Seyfeddîn bi Frenkîya ra itiifakê çêdike û Sultan Selahaddîn tehdît dike. Lê Sultan Selahaddîn li nêzikî Hamayê berî ordîya wan dide. Hemû bajarê ku di destê El Emîr Seyfeddîn da hene, digre û vedigere Þamê. El Xelîfe el-Bagdadî, sala 1175’an da liyaqata Sultanîye li Selahaddîn dike. Bi navê wî pere derdikeve û li ser navê wî wek El_Melîk el-Nasir Yusuf ibn Eyub, xutbe dide xwendin.

Bi alîkarîya birê wî Turanþah Yemen û Aden jî dikeve bin hukumdarîya Sultan Selahaddîn. Sala 1178’an da bi Frenkîyan ra dikeve þerekî giran û bi zaîyatek mezin þer winda dike. Lê di zemanekî kurt da ji bo heyfa xwe carek din berê xwe dide Filistînê. Li Mecr el-Uyunê berî Frenkîya dide û gelek prensê wan êsîr digre. Piþtî wî þerî sunda berê xwe dide Ermenîstanê û wê derê jî li hukumdarîya xwe girêdide. Vedigere Misrê û ji bo îmara welatê xwe dixebite. Lê tu car Filistîn ji bîra wî dernakeve. Carek din dîsa berê xwe dide Filistînê û Berûdê digre. Cara yekemîn davê ser Musulê, Sîncar û Diyarbekrê bi welatê xwe va girêdide. Digihîje Enteb û Halebê. Sala 1185’an da cara duduya êriþî Musulê dike. Piranîya Mezopotamyayê û Kudistanê dike bin hukumdarîya xwe. Nav hukumdarê misilman da dibe xwedî cîyê herî bilind. Lê dilê wî da daxwazek wîyê girîng dimîne, ew jî girtina hemû axa Filistînê ye.



Sultan Selahaddin li Filistîn e

Hukumdarê El-Kerk, peymana ku navbera wî û Sultan ve çêbibu, dide alikî û sala 1186 da eriþê hecîya dike. Ser vê yekê Sultan jî bi hazirîyek mezin, carek din berê xwe dide Filistînê. Salek þunda, sala 1187 da li Hutînê ordîya Frenk ji hev bela dike û Kralê Qudus û Prensê El-Kerk êsîr digre. Ala xwe xêncî Qudus û Surê li hemû Filistînê dardixe. Meha Recebê sala 1187 Qudusê jî bi hukumdarîya xwe girê dide û digihîjê miradê xwe.

Di bin hukumdariya wî da cihuyên ku di Filistînê da dijîyan, bê tade û bê ezîyet jîyana xwe didomînin. Ji bo wê yekê hemû dirokvanên Frenkan jî, derheqê Sultan Selahaddîn da gelek tiþtên baþ dinivîsînin.

Ser girtina Qudusê Imparatorê Alman, Kralê Ingilîz û yê Fransayê bi kîn û nefretek mezin ordîyek mezin amade dikin û berê wî didin Filistînê. Ordîya wan wexta ku êriþî Filistînê dike, ne Xelîfe ne jî sultanek misilman ji bo alîkarîya Sultan Selahaddîn tu tiþtek nakin.

Ordîya Frenk, serîda tê Akkayê û wir iþgal dike. Ordîya Sultan jî, alîkîda dijî wan berwe dide, aliyê din jî hêdî hêdî þunda dikiþe. Dawîya þer da Akka dikeve destê Frenkan. Frenkan li wir bi tade û zilma xwe gelek mirovên sivîl qetildikin. Ser vê yekê hemu dinê da ferqa Sultan û ya Frenka jî eþkere tê xuyakirin.

Þerê nevbera Ordîya Sultan û Frenkan da derdikeve, pênc sal berdewamdike. Sultan, bi planek mezin wan ji Qudusê durdixe. 2 Ilonê sala 1192 an da navbera wan da peyman çêbdibe, gorî wê peymanê Sultan Selahaddîn ji þer muzzafer derdikeve û vedigere Þamê. Ser hatina Hacac ya Þamê, Sultan diçe pêþîya wî, lê di rê da nexweþ dikeve. 4 Adarê sala 1195 an de, di 57 salîya xwe da wefat dike. Sultan Selahaddîn li Camîya Ummeyê de tê definkirin.

Sultan Selahaddîn, bavê 18 zarokan bu, ji van 17ê wan kur yek jî qîz bû.


Kirinên wî

Þerê dijî ordîya Frenk qezenckir û yekitîya emirên misilmanan çêkir.
Suriyê û Misirê kir bin hukumdarîya xwe. (Her du dewlet alî meshebê da bi hev ra dijminatî dikirin.)
Sînorê hukumdarîya xwe ji Kudistanê heta Tunusê, ji Sudanê heya Yemen û Adenê freh kir. Hukumdarîya xwe bi rewþek baþ domand. Ew, sultanek adîl bu, ji zulumkaran heznedikir. Qimetek mezin dida fikrê mirovên derdora xwe. Tu ferq nedikir navbera gelê xwe. Zengîn û feqîr, esnaf û arîstokrat wek mina hev didît. Derê wî ji hemû kesan ra vekirî bu. Di hemû jîyana xwe da tu qîmetek ne dida dewlemendîyê. Wexta ku walîyê Þamê jê ra qonaxek çêdike û Sultan qonaxê dibîne, weha dibêje; „Ez nikarim di vê qonaxê da bijîm. Ev qonax layiqî mirovê ku mirina wî nêzik buye, nine. Alîyê din gere armanca me ji bo xizmeta Xwedê be, ne ji bo jîyana koþk û sera be.“ Wî ji mal û milkê dinê heznedikir. Tim wiha digot; „mal, milk û xwelî wek mîna hev in.“ Prens Muhammed Ali dibêje; „Piþtî mirina wî, di berîka wî da 47 Dirhemê wî tenê hebû. Ev ji, ji serweta ku mirovek feqîr dihêle, gelek kêmtir e.“

Mirovên di bin hukumdarîya wî da dijîyan, wî wek mirovek bi þewqet, kiralek bi merhamet û sultanek adîl dizanibun. Ew ji bo refah û emnîyeta gelê xwe xebitî. Pistî mirina wî hemû kesên di bin hukumdarîya wî da, þînek mezin kirin.

Jiyana wî di þer da derbas bu. Di saxî û nexweþîya xwe da tim li ser piþta hespê xwe bû. Wexta ku jê ra digotin hinek peya be û bîhna xwe bide, wî bersiva wan wuha dida; „Wexta ku pîyê min dighêjin erdê, ez xwe nexweþ dihesibînim.“


Wesîyetê wî

Sultan Selahaddîn ji kurê xwe Melik el-Zahir re wesîyetê xwe dike û jê ra weha dibêje: „Ji rêça Xwedê dernekeve. Ez serfîrazîya xwe deyndarê Xwedê me, ji bo vê yekê ez emrê Xwedayê alemîn ji te ra emir dikim. Xwînê nerijîne û xwin rijandinê ji xwe ra neke edet. Xwîn rijandin, xwîn rijandinê bi xwe re tîne. Zilma xelqê xwe neke, ji bo emnîyeta mal û milkê wan bixebite. Nebe kîndarê kesî. Dilê mezina neþkîne, dilê mirovên ku dibin destê te da ji bo îdarekirina dewletê dixebitin, qezençke. Em hemu mahkumê mirinê ne. Tu hata ku riza gel qezenç nekî, ya Xwedê nikarî qezenç bikî. Ser vê yekê têkilîya xwe bi gelê xwe re baþ çêbike. Tobedarê Xwedê be, lewra Ew Kerim û Qadir e“

Berî cîhata xwe ji derdora xwe ra digot; „Min bi þûrê min ve defin bikin ku bila roja mahþerê tevî min rabe û li hizura Xwedê ji min re þahidîyê bike.“


Gotinên ji bo wî

Imparatorê Alman, piþtî hatina xwe ya Surîyê diçe qebra wî zîyaret dike û wuha dibê je; „Ez ji bo hatina xweya vir gelek kêfxweþim, ku Sultan Selahaddîn li vir jîyana xwe domandîye. Ew Sultanek bê hempa û kahramanek mezin bû.“

Berî þerê navbera wî û Xaçlîya, Qumandarê ordîya Xaç Perest Richard (Richardê dil Þêr), ji eskerê xwe ra dibêje; „Di cîyê xwe da bisekinin. Dilê vî þêrî ji dilê þêrê we mezintir e.“ Dîrokvan Dr. Stanley; „Hinek kes wesfê wî zatê mezin nizanin. Bê þuphe ew, mirovek xwedî þeref û bê tirs bu. Dilê wî tijî merhamet bû. Ew mirovek misilman û di bin emrê Xwedê da bû.“ Tarîh el Muherrîrîn de gelek wesfê wîyê baþ tên rêzkirin.

Dîrokvan Stivatsîn derheqê Sultan de wuha dibêje; „Sultan Selahaddîn quweta dijminên xwe baþ texmîn dikir û gorî wan planên þer çêdikir. Bi sebrek mezin hareket dikir û þixulê kû dest pê kiriba, heya dawîyê dikudand. Serfîrazîya wi girêdayîya sebr û temûla wî bû“.

Jiyana Selahaddîn Eyubî di þer da debas bu. Lê wî gelek eserên dîrokî jî dane avakirinê.

El Medrese el-Nasir: Li Kahîrê, li mihla El Firafe kêleka tirba Imam Þafii hatîye avakirin.
El Medrese el-Kamhîye û El Medrese el-Hanefi
Hanaka el-Salahîyye: Li Taxa Said el- Suade ji bo perwerdekirina dînî hatîye avakirin.
Dîvan el-Istul: Temelê wî teref Sultan Selahaddîn hatîye avêtin.
Sur a Iskenderîye: Ev Sur jî li Kahîrê bi emrê wî hatîye inþakirin.
Kasr-i Yusuf: Ev Sur jî li baþurê Kahirê li ser bilindayîyek mezin wî daye çêkirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

girêdanên sponsor     ........

 

BI GIÞTÎ DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ

 

 

 

BendIka KrolojÎk

 

 

 

 

 

Dîroka Kronolojîk

 

 

 

 

Împaratorî û Dewletên Kurdî DI NAVBERA BZ.4000-1991

 

 

 

 

 

MIrEKtÎyên Kurd

600-1900 

 

 

 

 

 

Rewþa KurdIstan

dI Sedsala 20'an de

 

 

 

Rewþa KurdIstan

dI Sedsala 21'an de

 

 

 

 

GOTAR / BELGE

 

 

 

 

NAVDARÊN KURD

 

 

 

 

Þunuwarên DÎROKÎ YA NETEWEYA Kurd

 

 

 

 

NewroZ

 

 

 

 

Nexþeyên KurdIstan

 

 

 

 

Ala Kurdýstan

 

 

 

 

GIRÊDAN / LÎNK

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Peywêndî | Reklam | Derbarê DirokûDewlet de | HKMG

 
©Copyright 2007-2008 DirokûDewlet | Hemû mafên wî parastîyê | DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e

 

DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e | DirokûDewlet-History of Kurds and Kurdistan