rûpela serî

 

 

Gotar

 

 

Gelo Spartakus Kurd bû?

Di derheqa jiyan û serhildana Spartakus de bi hemû zimanên cîhanê de gellek roman, pirtukên dîrokî hatin nivîsandin, film û balet hatin çêkirin. Ji wan, romana „Spartakus“ a Howart Fast gellek bi bavûdeng e. Stanley Kubrick li sala 1960 ji vê romana navbirî filma Spartakus çêkir..Aktorê serekî Kirk Douglas bû.. Li sala 2004 Robert Dornhelm dubare li ser hîmê romana Howard filmek din çêkir.... Wekî aktorê serekî jî Goran Visnjik lîst..

Aram Xaçaturyan jî li sala 1954 an baleta xwe a bi navê Spartakus nivîsî û belavkir..


Ji antîkîtê vir de sedan dîroknas û nivîskaran li ser Spartakusî nivîsin.. Li gor hinek çavkanîyan nêzîki 20 nivîskarên Antîkîtê bi þiklekî an þiklekî din qala Spartakus û serhildana wî kiriye.. Ji wan em dikarin Sallust, Florus û Plutarque htd... wekî nimûne bidin..

Ew kesên dîroka mirovayetîyê an jî li ser koledarîyê nivîsin her behsa Spartakusî kirin..

Spartakus ev 300 salin wekî serok û rêberê serhildana gladîyator û koleyan li dijî Imparatorîya Romîyan di dîroka tevgera çep de cîhekî taybetî girtibû... Hemû teorîsyenên û beþdarên bizava çep û serhildanên gelên bindest ew ji bo xwe wekî rêber û sembolê azadîyê dizanîn/dizanin... Gellek partîyên sîyasî Navê Spartakus wekî navê hizba xwe(1919 li Almanyayê) an rêkxistinên ciwanan an jî navê rojnameyê xwe karanîn..

Spartakus, ji bo herkesî sembola berxwedan û serhildanê bû..

Lê wê dema dîroknas û nivîskaran qala Spartakusî dikirin hemû li ser wê yekê hemfikirbûn ku nijad an jî eslê Spartakusî ne zelal e... Piranîya nivîskaran ew wekî yek ji xelkê Trakyayê destnîþandikirin. Ji bo nimûne Appian jî Spartakus wekî „xelkê Trakyayê“ dida xuyakirin.. Di gellek belgeyên Romîyan de jî ew wekî „Trakyayî“ hatiye tomarkirin...

Trakyayîbûn tiþtekî gellek giþtî bû... Romîyan hemû koleyên xwe kiribûn du beþ.... Beþê koleyan ê rojava wekî Galîyan, beþê Rojhilat jî wekî Trakyayîyan tomarkiribûn.... Ev Tirkîya îro, Asya piçûk û Kurdistan jî tê de hemû wekî Trakyayî dihat qebulkirin... Ji ber vê yekê jî tespîtkirina nijad û eslê Spartakusî gellek asan nebû..


Wekî tê zanîn ku Serhildana Spartakus li sala 73 pêþ zayînê(P.z) destpêkir û 71(p.z) jî þikestin xwar..


Nivîskarê Yunanî Plutarch di navbera 46-120 zayînê de jiyabû keleka çend pirtûkên li ser mijarên cûrbicûr, Pirtûkek bi çend bergan bi navê „Jiyanên Parelel“ jî nivîsibû.. Di vê pirtûka giranbiha de nijadê Spartakûsî bi avayekî zelal û vekirî hatiye destnîþankirin.. Wisa tê zanîn ku wî ev pirtûk li der û dora sala 100 piþtî zayînê nivîsîye..Plutarch di vê pirtûka xwe a bîyografî de li ser jiyana Crassus jî nivisîye...

Ev pirtûka Plutarch çend sed sal pêþ niha hatiye wergerandin li ser zimanên serekî ên cîhanê...

Wergerên pirtûka Plutarch ên Îngîlîzî û Almanî di wergera xwe de nijada Sparkus wekî „yekî Trakyayî ji nomadan tê“ didin nîþandan... Hinek kes jî Spartakus wekî „ yekî Trakyayî ji hovan tê“ destnîþandikin.. Dîsan wergereke pirtûka Plutarch li ser zimanê frensî heye ku li naverasta sedsala 19‘an hatiye kirin Spartakus „wekî yekî Trakyayî ji nijada Nimûde“ didin xuyakirin.. Em dizanin, ku Nimûd jî hinek ji Avrupayî bûn li Afrîkaya Bakur demekê desthilatê wan hebû..

Lê ev rastî îro ji bo me zelal bûye ku, piranîya wergeran bi armancekî nedîyar û an jî xirap ev beþê pirtûka Plutarch baþ wernegerandine li ser zimanê xwe..

Ji ber ku Plutarch di pirtûka xwe de ne qala „barbarab“, ne qala „koçeran“ û ne jî qala „Nimûdan“ dike...

Plutarch , di bergê heftem û rûpela 213‘an a pirtûka xwe navbirî de bi avayekî vekîrî dibêje ku „Spartakus yekî Trakyayî ji welatê Medan dihat“.....

Ez ê niha bi kurtî gotinên Plutarch li ser Spartakus bidim... Plutarch di pirtuka xwe de wê dema li ser jîyana Crassus radiweste, beþek jî li ser „þerê Spartakus“ dinivîse... Ew li ser vê mijarê wisa dinivîse: „Ew tiþta ku em bi giþtî jê re dibêjin þerê Spartakus, serhildana Gladyatoran û talankirina Îtalyayê ye.... Sedema destpêkirina vê yekê jî ev e: Kesekî bi navê lentulus Batiatus li Capoue Gladîyatorên ku ji Trakyayê û Galyayê hatibûn perwerde û xwedî dikir. Ev Gladîyatorên hatibûn hapîskirin, ne ku ji ber xiraptî kiribûn, lê ji ber ku bi awayekî bêdadî firotin û di arenayê de bi zorê dijî hevdu þerdikirin... 200 Gladîyatoran reva xwe ji zîndanê rêkxistin.. Ew hatin îxbarkirin“““... 80 kes piþtî þer û pevçûn revîyan... Li ser rê çek jî ji bo xwe peydakirin..

Plutarch nivîsa xwe wisa devam dike: „Gladîyatoran ji bo xwe sê serok hilbijartin.. Serokê yekem Spartakus bû. Ew yekî Trakyayî ji welatê Medan dihat.. Ew xwedanê cesaretekî mezin, zîrektîyek bi hêz, xwedanê nermîyek bilind ji çarenivîsa xwe.. Ew ji eslê xwe zêdetir yunanî bû... Tê gotin ku wê dema ew anîn Romayê ji bo firotinê, wî di xewna xwe de dît ku marek li ser rûyê digerîya... Hevala wî ku ew jî hevnijada wî bû hinek tiþt pêþde didît û majî dikir... ........“(Plutarque, Les Vies Parelelles, Tome 7, 213)

Min piþtî ku romana Max Gallo a li ser Spartakus û pirtûka Plutarque xwand, ji bo min dîyarbû, ku Spartakus „ji welatê Medan“ tê.. Lê min eslê pirtûka Plutarch a bi zimanê yunanîya kevn peydakir û hevaleka min a yunan ew beþ ji bo min dubare wergeran... Dîyarbû ku „Spartakus“ û „jina“ wî herdu ji MED bûn...

Pirsgireka here mezin ew e ku çi pêyvendîyen Med û Romîyan hebû? Çawa dibe Plutarque 660 piþtî rûxandina dewlata Medan dîsa qala Medan dike.. Pêwîste dîroknasên Kurd li ser vê mijarê rawestin...


Raste Dewleta Med li sala 560‘ên Pêþ zayînê bi rêya Kureþ ve dikeve destên Farisan.. Kurt û kurmancî Kurdan dewleta xwe teslîmî Farisan kir... Dayika Kureþ an jî Key Xusrew keça Mîrê Med bû.. Wî jî demeke dûr û dirêj ji bo xwe digot“ Mirê Medan“...(Wergera Le Cocq binêrin)

Raste Medan dewleta xwe winda kir.. Lê ew hertim di nav desthilata Farsan de bi hêz bûn.. Medan desthilatê xwe ê eskerî, olî û rêvebirina karûbarên dewletê heta radeyekî di nav hemû desthilatên farisan de parast. Wê dema Kurd kurdistan di navbera hêzên Yunanî û Farisan de meydana þerî bûn... Heta radeyekê Kurdan serxwebûna xwe wekî Mîrektîya diparast.... Bi taybetî jî li deverên ku diketin li ser sînorên herdu hêzan... Ev yeka hanê di dema Romîyan û Osmanîyan de jî her berdewam bû.. Di dema Ksenefon û Îskender de jî ev yeka hanê hebû.... Ji bo vê yekê jî gellek belge hene ... Nîzamî Gencewî jî di Îskendernameya xwe de dibêje: „Di dema Îskender de Azerbeycan û Ermenistan ji alîyê Kurdekî nijad Med dihat rêvebirin“..... Em dizanin ku demeke dûr û dirêj ji bo axa Medan digotin welatê Medan... Di dema Sasanîyan de jî di nav desthilat de kargerîyek Medan a berçav hebû... Yek ji 7 eþîrên Dewleta Med sazkiribûn Magî bûn(hinek jî ji wan re dibêjin Mag, Maguþ, Mecus an jî Magyan)... Vê grubê hem di dema Medan de, hem di dema farsan de hem jî qebulkirina ola Zerdeþtî ji alîyê Sasanîyan ve dewrek serekî listibû... Car û bar hinek Şahên Farisan bi eþkere digotin ew „bûne dîlê Magîyên Medan“.. Magîyan „hem xewn ravedikirin, hem jî sîhîr û cadîtî jî dikirin û hem jî stêrnasbûn“( Rehim Sabîr, Diroka Medan, r.14)... Magiyan zanayên ol jî bûn ... Ji ber vê yekê jî desthilatekî wan ê sîyasî û giraniyek wan ya aborî jî hebû. Em dizanin ku „Medîya piçûk“ demeke dûr û dirêj ji alîyên Mîrên Medan ve dihat rêvebirin... „Li sala 36‘ê pêþ zayînê Mîrê Med bi hevpeymantîya fermandarê Romîyan Antonios serxwebûna xwe rageyand. Lê 30‘ê P.z ji alîyê Parteyan ve Medî Piçûk hate dagirkirin.. Mîrê Med revî û çû cem împaratorê Romê Augustis.. Wî jî ew kir fermandarê Erzincan û Meletîyê.. Aryobarî, Newîyê Mîrê Med jî ji alîyê Romîyan ve wekî paþayê Ermenîstanê tête destnîþan kirin(2-4 zayînî)( Aram Davud, Dîroka Kilîseyên Kurd li Serdema Sasanîyan, r.16)...

Wê dema mirov dibîne ku wê demê Kurd hem peywendîyên wan ligel Romîyan hebû, hem jî li dijî wan jî þer dabûn.. Beþekî Kurdan ligel Farisan bû, beþektir ligel Romîyan bû... Di van þer û pevçûnan de Spartakus tê girtin û wekî kole tê firotin..

Wê dema Plutarque qala jina Spartakusî dike û dibêje ew jî ji welatê Medan tê û xewna dixwine û tiþtan pêþde dibîne... Dibe ku jina Spartakus jî ji Magîyan tê... Magîyan xewn ravedikirin, sîhîr û cadîtî dikirin... Aram Davud di pirtûka xwe a navbirî de li gor çavkanîyên olî û Încilê li ser ew 12 Magîyên ku piþtî ji dayîkbûna Îsa li dema Desthilatê Romîyan çûbûn Qudisê dike û navên wan 12 kesan belavkiriye... Hemû jî navê Kurdan e... Ew jî dibêje hemû Kurd in.... Dibe ku Spartakus Mîrekî Kurdan bû... Jina wî jî Magîyan bû.. Wê demê desthilatekî mezin ê Magîyan hebû..

Em dizanin gellek peywendî di navbera Kurdan û Romîyan de hebûn... Heke îro henek hevok hêj jî di nav Kurdan de belavin û Kurd hêj jî kartînin... Ev hevok ji dîroka tal ya ligel Romîyan tê.. Wekî nimûne „Roma Reþ xayîne“, „Bextê Romê tune“...


Romîyan þikestin xwarin û çûn... Tirk hatin û dewsa wan girt... Vê carê jî Kurdan ev hevokana dijî Tirkan karanîn..

Ji ber ku herdu jî dagirkerbûn herdu jî, hêzên lêþkerî ve dihatin..


Pêwîste vê derê de vê yekê jî bêjim, Crassus ew ê ku Serhildana Spartakus ikand, li Kurdistana Bakur di þerê li gel Parteyan de hate kuþtin.. Spartakus dixwast hertim vegere ji bo welatê xwe... Hemû dîroknivîs qala vê yekê dikin.. Crassus rê neda... Ew li Romayê hate kuþtin... Crassus jî li Kurdistanê hate kuþtin..

 

 

 

 Kamuran Melikendi     2006.06.26

 

 

 

 

 

girêdanên sponsor     ........

 

BI GIÞTÎ DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ

 

 

 

BendIka KrolojÎk

 

 

 

 

 

Dîroka Kronolojîk

 

 

 

 

Împaratorî û Dewletên Kurdî DI NAVBERA BZ.4000-1991

 

 

 

 

 

MIrEKtÎyên Kurd

600-1900 

 

 

 

 

 

Rewþa KurdIstan

dI Sedsala 20'an de

 

 

 

Rewþa KurdIstan

dI Sedsala 21'an de

 

 

 

 

GOTAR / BELGE

 

 

 

 

NAVDARÊN KURD

 

 

 

 

Þunuwarên DÎROKÎ YA NETEWEYA Kurd

 

 

 

 

NewroZ

 

 

 

 

Nexþeyên KurdIstan

 

 

 

 

Ala Kurdýstan

 

 

 

 

GIRÊDAN / LÎNK

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Peywêndî | Reklam | Derbarê DirokûDewlet de | HKMG

 
©Copyright 2007-2008 DirokûDewlet | Hemû mafên wî parastîyê | DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e

 

DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e | DirokûDewlet-History of Kurds and Kurdistan