|
rûpela serî
|
|
Çima Serxwebûna Kurdistan,Çima Dewletek?!
Netewa Kurd her çiqas dîrokê de dewlet û rêveberîyên bi hêz avakiribe jî ji
ber cihê xwe ya jeo-politik a Kurdistan,ber sedemên wek paþdemayîna civaka
Kurd,di nav civaka Kurd de nebûyîna çîna rewþenbîrî,ziyana ku bi sedsalan li
Kurdistan hatine kirin,bêzar bûn û tirsa dewletên Cîhanê ji diroka Kurdan û
nexwestina wan a serbixwebûna Kurdan,kêþeya olî û gelek sedem û arîþeyên din
gelê Kurd serxwebûna xwe dest nexistîye.
Ji bo gelê Kurd jiyanek baþ û biewle,bo parastina dîrok,berdawamîya û
pêþketina þaristanîya Kurd,parastina nirx û rûmeta Gelê Kurd ji dijminan,bo
pêþketina Kurdan di warên wêje,musik,huner,mimarî,zanist,teknolojî û hwd.
de,bo pêþketina çand,aborî,zimanê Kurdî,modernizasyona civakî,bo bilind bûna
standartên jiyanê û dahatuyeke azad bo mirovê Kurd ji xeynî "Kurdistaneke
Serbixwe" altarnetifek din nîne.Hemû çareserîyên din çareserîyên demîne.
Bi taybetî bo gelê bakûrê Kurdistanê ango perçeya Kurdistanê ku di bin
desthilatdarîya Tirkîye de ye cîya bûnbo berjewendîyên dema dirêj û pêþketina
giþtî riya herî gûncaw e.
Þêweya Rêveberîya Dewleta Tirk
Dewleta Tirk di serî de ser bingeheke çewt hatiye avakirin.Pêkhatinek ser
bingehek çawa bê avakirin wê bi vê avahî pêþdikeve.
Di mantalîteya dewleta Tirk de "gel" nîne.Dewlet bo zumre û çîna sereke
heye.Gel garantîya berdewamîya wan e.Ji ber vê yekê di nav gelê Tirk de jî her
tim pêþketina enttellektuelîzm ûhatiye bisînor kirin.Rewþa aborîya gelê
Tirkîye her tim di astekê nizm de hatîye hîþtin.Gel di her konaxê de bi
futbol,magazîn,ol,nîqaþên vala û bê bingeh,nijadperestî û bi gele tiþtên din
hatine ewiqandin.
Di vî þêweya rêveberîyê de armanca sereke bi avayekî pîvandî paþda xistina
gel.Pêþketina gel bo grubên berjewendîxwaz ya rêveberîya Dewleta Tirk xeter
e.Dewlemend bûna gel di hêla aborî de bi giþtî zana bûn,pêþketin,fam kirina
rastîyan,fikirîn,têgihêþtin,xwendin, helsengandin,þareza bûn û bi wan re
girêdayî midexaleya gel bo rêveberîyê jî bixwe re tîne.Ji bo ku wan gruban ku
ji sermeyadar,çete,mafya,çeteyên nava arteþa Tirk û çeteyên sûyasî-leþketî pêþ
tê ji berjewendîyên xwe nebin hin jî li Tirkîye li ser domandina þêweya
rêvebirînê ku li jor de hate behs kirin bi israrin.
Heman þêweya rêvebirînê di dîrokê de gellek welatan de jî hatiyê cêbecekirin.
Rewþa gelê Kurd di nava sîstemê de 2 caran xirabtir e.Ji ber ku Kurd bi temamî
ji pêþketin û ji qebûl kirinê tên mehrum kirin.Ji ber ku dewleta Tirk ser
esasê Tirk bûnê hatîye avakirin û 80 sale jî tiþtek ji vê rastîya xwe jî winda
nekirîye.Li Tirkîye herêmen herî paþdamayî herêma Kurdistanê ye.Kurd bi temamî
dev ji doza netewî berdin jî wê pêþketina herêmên Kurdan her tim were asteng
kirin.Ji ber ku tirsa perçe bûn tu carî jî ji nav dilên wan grubên rêveberîya
Tirkan dernakeve.
Bi destxistina mafên neteweyî ya gelê Kurd li alîyêkî ne mimkune ku Kurd beyî
dewletek serbixwe ya Kurdistanê jiyanake pêþketî di warê ekonomîyê,jiyaneke bi
ewle û xwedî strandartên bilind,xizmetên baþ ya
tenduristî,perwerde,jîngeh,delfetên sosyal û hwd. nikarin bi dest bixwînin.
Ev rewþ kêm zêde bo hemû perçeyên Kurdistanê eynîye.Her wiha li ser vê axa
Kurd bi hezran sal dijîn û di wan hezaran sal de teybetmendî û hewcedarîyên
cûda pêkhatîye.Ger vê þêwegirtina hezaran salan ji alîyê gelekî din û
þêwegirtneke din a dîrokî bi baþî were birêvebirîn jî ne mimkune ku wan
taybetmendî û hewcedarîyên cûda bêne bergirî kirin.
Her netew encax xwe bi xwe dikare bi rêvebibe ser esasê aîdîyet û
taybetmnedîyên xwe yên dîrokî.Ger wisa nebe wê nifþên xirab,kêm,derûnî
xirab,tewþ,bêparseng,bêhavil û bêhilberîn derkevin holê.Ku niha li Kurdistanê
di nifþên nû de hemû wan kêþeyên girîng tê dîtin.
Þêwe û modela dewleteke Kurdî
Raste ku dewleteke serbixwe ya Kurdistanê xwe bi xwe çareserîya hemû wan
kêþeyan bi xwe re nayîne.Tenê "serxwebûn" ne wateya azadî,pêþketin an jî
çareserîyê ye.
Lê herî girîng ewe ku firsenda rêkubpêk kirina dewleteke Kurdistanê bi temamî
destê Kurdan de ye.Ger berovajî dewleta Tirk,dewketa Kurdistanê ser bingeheke
dirust bê vakirin wê hemû tiþtên ku li jor bo hatibûn rêz girtin wê bêgûman
pêk werin.
Piþtî sedan salan û zor,zehmetî,zordarî,mirin,êþ û têkaþîna dûrûdirêj niha li
baþûrê Kurdistanê ne serbixwe be jî dewleteke Kurdî hatiye afirandin,bi
Hikumeta Kurdistan,Parlemena Kurdistan,wezaretên hikumeta Kurdistan,bi dehan
organên medya bi dehan sazî,dezgeh,rêxistinên neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî
û fermî) heye.
Li Kurdistana azad di rêvberîyê de hin bûyer û kêmasîyên ku gelê baþûrê
Kurdistanê bêzar dikin hene.Her çiqas dawî li brakûjî hatibe jî hin jî
hizbeyatî û sîyasetên teng tê meþandin û bi bandora konjoktura herêmê jî li
Kurdistana azad rêvberîyek tam profesyonel nehatîye afirandin.Gelek caran gilî
û gazîndeyên gel ji dezgehên hukmî te rojevê.Meseleyên ruþvet û hwd.
Pirsgirêkin cidî ne.Her wiha daîreyên fermî kêm kar dikin.Dereng vedibin û zû
tên girtin.Heman kêmasî di tevahîya jiyana kar û xebatan de heye.Li Kurdistana
azad tatîl gelek zêde ne.Saetên karkirinê kêm e.Pirsgirêkeke din ya girîng a
li Kurdistana azad bêretî û ruþwet e.Gellek ciwanên jîr û þareza ku bi salan û
dixwînin û dixebitin û hinek wan bê kar dimînin di layêkî din de jî dezgeh û
sazîyan gendelîyê dibînin û bi avayekî xwezayî jî naxwazin di nav vî bê
edeletîyê de bimînin.Dezgeh û sazîyên hikumeta Kurdistanê temamî bi rêkûpêkî
kar nakin.Hikumeta bandora xwe û hêza nikare bi temamî dezgêh û sazîyên xwe
nîþan bide.Li ser parlementerên Kurd jî hin nêzîkahîyên bi guman heye.Li gelek
cîhan tê gotin ku hin lawên axayan an jî kesên bi îmtîyaz bi torpîlê bûne
endema parlemena Kurdistanê an jî memûreke di dezgehên hikumetê de.Ger
rêveberîya Kurdistan rê li wan neyênîyan negre wê him ev delfeta dîroka li
Kurdistana azad ji dest biçe û bo vê yekê jî divê hikumeta Kurdistanê kontrola
xwe ser dezgehên xwe xurttir bike û rêveberîyek neteweyî û pêþketî were cêbece
kirin.
Li baþûrê Kurdistanê jî bi temamî girîngîya KurdistanîyetÎ û serxwebûnê baþ
nehatîyê têgihêþtin.Li baþûrê Kurdistanê li gel hemû azadîyan hîsa “Iraqî bûn”
kêm be jî berdewam dike.Hin jî peyva “Kurdistana Iraq” tê bikaranîn.Bandora
medyaya erebî wek bandora mûzîka Tirkî li baþûr pirr zêde ye.Hin jî yasa û
sembolên Iraqê tê bi kar anîn.Zimanê Ingîlîzî bi nêrînekî çewt wek sembola
pêþketinê tê pejirandin.Hê jî beyî ku Kurdistan were nîþan kirin li gellek
cîhan nexþeya Iraqê tê bikaranîn.
Raste li Kurdistan Azad gellek pirsgirêk hene lê dîrak li ber çavê me
diherike.Li þûna ku em çavên xwe wan rastîyan bigrin an jî dev jê berdin divê
em bi xwe midaxale bikin da ku bingeha dewleta baþûrê Kurdistanê ne çewt be û
bo me û bo nifþên ayîndê jiyaneke xweþ û þad bê afirandin.
Nêzîk bûna serxwebûnê li baþûrê Kurdistanê
Îro çareserîya tenê ya hemû keþêyên Neteweya Kurd û derîya tenê ya pêþketina
çand,aborî,ziman,huner,mimarî,musîk,wêje û hwd. ên Kurdî Kurdistana Azad de
heye.Kurd neteweke ji ber vê yekê jî ew hemû pêþketin ya hemû gelê Kurd
e.Beþekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we diçe.Parastina
Kurdistana Azad ango Kurdistana hemû Kurdan, bêgûman erka bingehîn û neteweyî
ye.
Li Kurdistana Azad Tevgera Referandûmê bo diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistana
xebatan dike.2004’an de nêzî 2 milyon îmze komkirin û pêþkeþî neteweyên
yekbûyî kirin.Di hilbijartinên Iraq û Kurdistanê Sibata 2005ê de Tevgera
Referandûmê Kurdistanê li gel sendoqên hilbijartinê sondoqên bo referendûmê
dan.Ev referandûm referandûmekê fermî lê bi vê referandûmê tevî bajarê Kerkûkê
ji %98ê gelê Kurd bo serxwebûnê gotin “erê”.
Pêþketinên dawî û baye konjoktura nû ya Cihanê delfeta Serxwebûna Kurdistanê
zêde kirîye.Divê Neteweya Kurd û bizûtneweya rizgarîya Kurdistanê bi bergeheke
eqilane û bi sîyasetekê Kurdistanî bo bikaranîna vê delfeta dîrokî xebatên xwe
bilind bikin. Niha berjewndîyên DYE û Kurdan di heman riyê de ye.Ev nayê wê
wateya ku DYE Kurdan hez dikin.Lê divê di çerçoveya berjewndîyên hevbeþ de
firsend baþ were bikaranîn.Ango ne teslîm bûn,lê tevgerîna stratejîk
hewceye.Divê Kurd her tim îxtîmal xirab jî bigrin ber çawan û li gor vê yekê
li dor berjewendîyên neteweyî planên hêzên din lehê Kurdan were ber alî kirin.
Serxwebûn di hemû perçeyan de
Niha kêm partî an jî rêxistin henin ku pirsgirêka neteweyî ya Kurd wekî
pirsgirêka Kurdistanê nîþan didin..Piraniya rexistinên Kurdî kêþaya Kurdistanê
wekî kêþeya Kurd tînin rojevê.Berî her tiþtî bernemeyekê netewî pêwiste.Ger
gelê Kurd pêþketinên Cihanê baþ bixwîne,bi stratejîyekî neteweyî
bilive,girîngîya serxwebûnê tebigîhêje,hevkariyên xwe yên ku bi hêzen
navneteweyî de ne idolojîk û hestiyar,bi avayekî stratejîk,bipêþdîtin bi
hestên netewperez hareket bike dê ve demê de gihîþtina armancê jî hêsatir be.
Berî her tiþtî divê meseleya Kerkûkê were çareser krin û piþtre jî bi dor
pêþxistina aborî,hêza leþkerîye û Medyaya Kurdî,di her perçeyê de pêkhatina
yekîtîya Neteweyî û piþtgirîya girseyî ya Kurdistana bakur bo Kurdistana
Azad,bi diplomasî û xebatekê xurt vergirtina piþtgirîya Cihanê û pêkanîna
referandumekê fermî bo diyar kirina çarenûsa Neteweya Kurd.jî îlan kirina
Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê û pêþxistina vê dewletê ye.
Di vê navberê de jî xebata esasî bi avayekî stratejîk beralî kirina planên
hêzên Cîhanê li rojhilata navîn li berjewendîyên gelê Kurd di perçeyên din ya
Kurdistanê ye.Bakûrê Kurdistanê,rojhilatê Kurdistanê û baþurrojavayê
Kurdistanê.Li þûna ku Kurd hevûdin rexne bikin û êrîþî ser hev bikin hewceye
ku ev delfeta han were bikaranîn.Divê tu grub û hêzên Kurdî ji ber nekin ku
berjewendîya wana hevbeþ di xebata hevbeþ û serkeftina giþtî û berjewendîyên
giþtî de ye.”
|
|
girêdanên sponsor
........

|