|
rûpela serî
|
|
Hemû
Gotar
Þahzade û
semakera kurd Leyla Bedirxan


Leyla
Bedirxan yekemîn keça kurd e ku di warê hunerî de pêþketî ye. Her wiha
yekemîn keça li ser asta Rojhilata Navîn, di hunera baleyê de dîsa yeke ji
navdartirîn jinên semakerên cîhanî ye di sala 1930’an de.
Tê zanîn Leyla ji malbata Bedirxaniyan e. Malbata Bedirxaniyan malbata
navdar a kurd e. Ew keça Ebdulrezaq Bedrixan e. Leyla di sala 1908’an de li
Stenbolê ji dayik bûye. Di sala 1913’an de dema biryar dabûn malbata
Bedirxaniyan qir bikin, Leyla hêj biçûk bû. Ew neçar ma ku bi diya xwe re,
ji bin desthilatdariya Osmaniyan koç bike û berê xwe bide Misrê. Tê zanîn vê
xanimê temenê xwe yê biçûkatiyê li Misrê derbas kiriye. Piþtî þerê yekemîn ê
cîhanê, di sala 1914-1918’an de, Leyla Bedirxan ji Misrê derketiye û çûye
Ewropayê. Wê qonaxên xwe yên jiyanê li Ewropayê derbas kiriye. Leyla li
welatê Swîsreyê xwendiye û li Almanyayê peymangeha hunera baleyê temam
kiriye. Piþtre li Ferenseyê binecih bûye.
Tê zanîn ku govend û reqs û dawetan ji zaroktiyê de bala Leylayê kiþandibû.
Vê xanimê ji temenekî biçûk bala xwe dida ser govendê û bi þêweyekî xwezayî
govend digirt û xwe fêr dikir. Bi taybetî piþtî li Ewropayê bi cih bû, hemû
hizr û hiþê xwe da ser govend û reqsê. Her wiha li ser reqsa baleyê lêkolîn
kirin. Leyla xanim di sala 1930-1940’an de semakereke balkêþ û pir bi
cemawer bû. Wê li welatên Nemsa, Almanya, Swîsre, Fransa, Belçîka û Îtalyayê
çalakiyên xwe pêþkêþ kir. Xanima Leyla Bedirxan, keça kurdek e bi bandor
bûye. Di pêþkêþkirina hunera balê de, bi taybetî di nava xelkê de bi
þehzadeya kurdan dihate naskirin. Pirî caran ew dewetî Amerîka û Kanadayê
kirine. Leyla xanim her tim bi þahnazî xwe weke keçeke kurd û ji Kurdistanê
daniye nasîn di nava hemû xelkê de. Bêguman derketina Leyla xanimê di nava
malbateke navdar û xebatkar de karekî herî bilind e. Ji bo civaka kurdî,
bavê wê bandoreke mezin li ser wê hiþtibû. Tê zanîn Ebdulrezaq Bedirxan
yekemîn rêberê kurd e ku Amîrê (Piyano ) di mala wî de hebûye.
Leyla Bedirxan jineke kurd a ronakbîr û dîrokzan bû. Wê pir hez ji xwandina
dîrokê dikir. Tê zanîn ku wê lêkolîn li ser merasîmên ola zeradeþtî û olên
kevn ên îranî, misrî û hindî kiriye. Her wiha ew li ser reqs û govendên
Rojhilata Navîn sekiniye. Leyla Bedirxan weke jineke kurd a hunermend bi
nasnameya neteweya xwe di rûpelên dîroka cîhanê de û di arþîvên cîhanê de
cih girt. Leyla xanim ku navê xwe di dîroka kurd de nivîsand, di sala
1986’an de li paytext Parîsê ya Fransayê jiyana xwe ji dest da.
|
|
girêdanên sponsor
........
|