rûpela serî

 

 

Bîranîna Þehidên 14ê Nîsana 1925an

 


Sala 1925an de Mîralay Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg tevlî 4 hevalên xwe ve di vê rojê de hatin dardekirin.

Wek tê zanîn, kurdan di dema osmaniyan de li hember asîmilasyon û înkariya dewletê gelek serhildan û rêxistinên siyasî pêkanîne. (Serhildana Bedirxaniyan û Þêx Ubeydullah, Serhildana Koçgîriyê, Cemiyeta Tealî ya Kurd, Cemiyeta Teþkîlatê Îctimaî…).

Di dema damezrandina Komara Tirkiyeyê de, M.Kemal, di 20 û 30ê Kewçêra 1919an de, di protokola Amasyayê de dibêje, “Sinorê dewleta Osmanî, erdê tirkan û kurdan dixîne nava xwe, dê mafê çanda kurdan bête nasîn…” Di 27ê Hezîrana 1920an de, ji fermandariya el-Cezîreyê re derbarê “Otonomiya Kurdistanê” de talîmat diþîne. Îsmet Înonu li Lozanê dibêje, "Ez nûnerê tirk û kurd im".

Lê piþtî ku tirkan Mosilê ji îngilîzan re hiþtin, êdî hewcedariya wan bi kurdan nema. Di 29ê Kewçêra sala 1923an de Komara Tirkiye bi rengekî Kemalîst hate îlankirin. Gotina “Welatê hevpar/ortak vatan, welatê tirkan û kurdan” ji holê hate rakirin û di þûna wê de gotina “Türk vataný= Welatê tirkan” hate tescîlkirin. Gorî qanûna bingehîn a 1924an, zimanê tirkî bû zimanê resmî, zimanê kurdî hat qedexekirin. Navê gel bû tirk, kurd jî bûn “Tune!” Ew ehd û sozên ku dabûn kurdan ji holê rabûn.

Wexta ku dek û xapandinên kemalîstan êdî derketin holê û eþkere bûn, li hemberî wan rewþenbîr û welatparêzên kurdan hatin bal hev û rêxistina AZADÎ’yê (Civata Xweseriya Kurd, Civata Serxwebûna Kurd, Civata Îstiklala Kurd) pêkanîn.

Îsmaîl Heqî Þaweys (Endamê AZADÎ’yê, ji Kerkukê ye) wiha dibêje: “Li ser vê veguherîna Peymana Sevrê bi Peymana Lozanê re þoreþa Xalid Begê Cibrî di bin serkirdayetiya Komîteya Îstîklala Kurdistanê de rabû piyan.

“Bi vî awayî li salên 1921-1922yan, çi eþkera û çi nihênî, hemû partî û komeleyên siyasî yên gelê kurd li Kurdistana Tirkiyê xwe dan bin alaya "Komîteya Îstîklala Kurdistanê" û bi hev girtin. Ji bo rizgarî û serxwebûna Kurdistanê peyman girêdan…

“Gelê kurd ji ber van metirsiyan bi hemû rêxistinên xwe ve li jêrî alaya komeleya Komîteya Îstîklala Kurdistanê kom bû. Di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî de hemû tevgerên kurdayetiyê xwe organîze kirin û bi hengemeyeke mezin xwe bi pêþ ve birin.

“Xalid Beg ji aliyê hemû kurdperweran ve dihate nasîn û her wiha ji aliyê hemû kurdan ve, çi bajarî û çi gundî, çi xwedî zevî û çi hejar, li bal her kesî qedrê wî dihate girtin. Gelê kurd bi hemû rêlên xwe ve; bi welatperwer û roþinbîrên xwe ve di vê komeleyê de gihabû hev. Vê komeleyê hewl dida xwe ku gelê kurd bi carekê de ji kemalîstan rizgar bike da ku awat û merama Ehmedê Xaniyê navdar ê ku di nav dil û cergê hemûyê kurdan de bû, bicih bînin…”[1]

RÊZNAME Û ENDAMÊN AZADÎ’YÊ

Rêxistina AZADÎ’yê rêxistineke veþartî bû. Ji vê sedemê zêde nayê zanîn. Zabitên kurdan (Îhsan Nûrî, Îsmaîl Heqî, Elî Zekî, Tewfîq û Ehmed Rasîm) ên ku piþtî raperîna Beytuþebabê çûn Îraqê, derheqê AZADÎ’yê de gelek malûmat dan îngilîzan. (Robert Olson, ji vê belgeyê girtiye). Bi gorî van malûmatan, endamên AZADÎ’yê yên muhîm ev in: Serokê AZADÎ’yê miralay Xalid Begê Cibrî (Erzurum mustehkem mevkî, garnîzon komutaný). Seyîd Evdilqadir, Yzb. Tewfîq Beg, Kor Huseyn Paþayê Heyderî, Mîralay Xalid Begê Hesenî, Ruþtî Efendî, Yusuf Ziya Beg, Avdirehman Axayê Þirnexî, Mela Avdilmecîd (birayê Seîdê Kurdî), Yzb. Îhsan Nûrî, Mebusê Wanê Hesen Beg, Kemal Fewzî, Cemîl Paþazade Ekrem, Dr. Fuad, Dr. Nazim, Kongozade Elî Heyder, Hecî Mûsa Beg, Cemîlê Çeto, Îsmaîl Axa Simko, Îbrahîm Paþayê Millî, Elî Teyib (Sekrêterê partiyê, Dara Hênî) Mulazim Îsmaîl Heqî (Kerkuk). Þaxên AZADÎ’yê 23 ne û li temamê Kurdistanê belav in.

Konsolosê Erziromê yê Sovyetê Pavlovskî ji sefîrê Enqerê re wiha dinivîsîne: “Ji bidilbûn û ciddiyeta Komîteya Erziromê tu þikên min nîn in. Komîte, hemû serokên kurdan ên ku hatine naskirin û xwedî nufûz in, gihandine hev. Serokê komîteyê mîralay Xalid Begê Cibrî ye.” Xalid Beg, nameya “Þert û biryarên Komîteya Erziromê" û nameyek li ser navê xwe gîhand konsolosê Sovyetê li Erziromê. Konsolos vê nameyê bi mêjuya 20.12.1922an ji sefîrê Enqereyê diþîne.

Þert û biryarên Komîteya Erziromê (10 þert in û bi kurtî wiha ne):

-Kurdistan ji 4 parçeyan pêk tê (Wîlayetên Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye)

-Divêt li van wîlayetan Kurdistaneke serbixwe bê avakirin.

-Divêt Hukûmeta Kurdî di warê pêwendiyên siyasî, îdari, aborî û leskerî de bi temamî serbixwe be û bi wî þertê ku hîmayeta Rûsyayê qebûl dike.

-Hîmayeya Rûsyayê ancax ji aliyên endustrî, bazirganî, leskerî û teknîkî ve be.

-Hukûmeta Kurdî û serokên wî li dijî fikra komunîstiyê dernakevin, ji aliyê din ve jî divêt hukûmeta Rûsyayê jî mudaxeleyî me neke.

-Heta ku li her çar parçeyên Kurdistanê serxwebûn temam bibe, divêt Rusya alîkariya xwe berdewam bike.

Nameya Xalid Begê (bi kurtî wiha ye):

Raya giþtî ya gelê Kurd -ku ez jî endamê vî gelî me- ber bi îngilîzan da ye. Lê ez tu netîceyên baþ hêvî nakim. Ez bawer im ku eger Rusya alîkariya me bike û em azadî û serxewbûna xwe bidest xînin, dê hezkirina gelê me ji îngilîzan ber bi we vegere. Eger hukûmeta Rusyayê pêþniyarên me qebûl bike, pêwîst e ku hûn bersiveke vekirî ya ku teqabulê van þertan bike, bidin me[2].



Serokê Komîteya Azadî: Xalid Begê Cibrî

Di sala 1882an de li Gimgimê (Varto) hatiye dinê. Bavê wî Mehmûd Beg serokê eþîreta Cibran e, demekê li Wanê qeymeqam bûye. Diya wî meta Þêx Evdila Efendiyê Melekan e (Di 1925an de li Diyarbekirê hatiye dardekirin). Xalid Beg, li Stenbolê Mekteba Eþîretê, paþê jî Mekteba Herbiyê (Kurmay) qedandiye û bi pileya (rutbe) yawer Yzb. dest bi efseriyê (serbaz; subay) kiriye.

Nivîskarê pirtûka “Aþîret-Mekteb-Devlet” Erqeni Roger, wiha dibêje, “Ji 25 xwendevanên kurdan 9 hebên wan ji bo mafê kurdayetiyê tên kuþtin. Herî navdarê wan Xalid Begê Cibrî bû. (R.8-9) Li dû mezûniyetê berê li Filîstînê, di Þerê Cîhanê yê yekemîn de li Vartoyê fermandarê Alayiya Cibran a 2an bû. (4 alayiyên Cibran hebûn). Di sala 1915an de ji ber pêþvehatina artêþa rûsan alayiya Xalid Begê vedikiþe Xarpêt–Palo. Di sala 1916an de hukûmet wî diþîne Vacixa Dêrsimê da ku qonaxa hukumetê bide çêkirin. Li wir, di navbera Xalid Begê û reysên eþîretan û xelkê de gelek pêwendiyên siyasî yên baþ çêdibin. Li ser vê yekê, hukûmet alayiya wî diþîne Rihayê, ji wir jî vedigere Vartoyê û tevlî hevalên xwe dest bi xebata siyasî dike. Di nava gel de digerin, pirtûka Ehmedê Xanî Mem û Zîn, dîwana Melayê Cizîrî û pirtûka Xalid Begê ya bi navê Nûbara Piçûkan belav dikin û wiha dibiêjin “Em kurd in, em neteweyeke mezin û hêja ne. Lê hetanî îro ji ber cudayetî û dijminatiya navbera mezheban û eþîretan, me yekitiya xwe pêk neaniye û ji van sedêman em nebûne miletekî serbixwe û em di bin nîrê koledaran de mane…”

Tevlî hevalên xwe yên AZADÎ’yê di nava gel de digerin û gel hiþyar dikin. Ji mezin û sermiyanên eþîretan, ji þêx û mela û ji keyayên gundan ji bona daxwazên kurdan mezbeteyên mohrkirî digirin ku wan mezbeteyan bi wasitaya mebûsê Bedlîsê Yusif Ziya Beg, Seyid Evdilqadir, Þêx Ubeydulah û Simko biþînin Cemiyetî Eqwam (Yekitiya Netewan) û komîteya Aþitiyê–Parîs. Li wir Mistefa Nemrûd Paþa û Kurd Þerîf Paþa nûneriya kurdan dikin, dixebitin da ku mafê kurdan û heqê kurdan ên siyasî û netewî biparêzin.

Kemalîst bi vê xebatê hesiyan. Xalid Begî ji wezîfeya fermandariyê girtin û wezîfeyeke pasîf danê û dû re jî di koþka wî de girtin bin çav.



Mebusê Bedlîsê, endamê Azadiyê: Yusuf Ziya Beg

Di sala 1882an de li Bedlîsê hatiye dinê, bavê wî Hecî Suat, malbata wan Koçoglu, gelek navdar û kifþe ye. Têkiliya wî li Stenbolê bi derdora kurdên welatparêz re çêbûye, di kovara “Rojî Kurd” û “Jîn” de helbest nivîsandine. Endamê KTCyê ye. Di dewreya 1. û 2. a Meclisa Mebusan de bûye mebusê Bedlîsê. Di meclîsa Enqerê de di derheqê pirsgirêka kurdan a Mosil û Lozanê de gelek axaftinan kiriye. Yusuf Ziya wiha digot, “Çawa ku dest û piyên însanekî jêbikin êdî ew însan bêhal dikeve, wisan jî Mosilê ji Kurdistanê biqetînin, Kurdistanê parçe bikin, jiyana wê jî nabe…” Paþî, Yusuf Ziya Beg tevlî hemû partî û komeleyên Kurdistanê di “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê” de cih digire. Yusuf Ziya Beg dibe endamê herî çalak ê AZADÎ’yê. Bi taybetî jî, ji bona ku Þêx Seîd Efendî û welatparêzên kurd ên din têxîne nava tevgera AZADÎ’yê, gelek xebat kiriye.

Hukûmet xebat û çalakiyên Xalid Beg û Yusuf Ziya Begê diþopîne. Piþtî raperîna Beytuþebabê îstixbarata dewletê birayê Yusuf Ziya Begê Alî Riza, Bahadîn û zavayê wî Faîq digire. Di 10ê Kewçêra 1924an de Yusuf Ziya Beg, di 20ê Berfanbara 1924an de jî Xalid Begê Cibrî tên girtin û wan dibin Bedlîsê, didin Dîwanî Herb.

Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg tevlî 4 hevalên xwe (birayê Yusuf Ziya Tegmen Alî Riza, zavayê wî Faîq û Mela Evdirehman) di roja 14ê Nîsana 1924an de bi emr û fermana Enqerê têne darvekirin.


 

 

 

 Dr M. Emîn Sever

 

 

 

 

 

girêdanên sponsor     ........

>>  BI GIÞTÎ DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ

 

 

>> Bendika Krolojik 

 

 

 

 

>> Dîroka Kronolojîk

 

 

>> Împaratorî û Dewletên Kurdî BZ.4000-1991

 

>Împaratorîya Med
>Hikumeta Kurdistanêya Þêx Mehmud
>Komara Kurdistan
>Dewleta Federe ya Kurdistan
>Û dewletên Din

 

 

 

>> MIrEKtÎyên Kurd

600-1900 

 

 

 

>> Rewþa Kurdistan

 

di Sedsala 20'an de

 >Peymana Lozanê

>Tevgera Mistefa Barzanî
>Tevgera Siyasî ya Kurdî a sedsala 20'an
>Serhildanên Kurdî 

>Raperîna 1991ê ya Kurdistana Baþur

 

>> Rewþa KurdIstan

di Sedsala 21'an de

 

 

>Dewleta Federe ya Kurdistan >Kurdistana Rojava Serhildana 12ê Adara 2004 ya

 

>>GOTAR

 

 

>>Þunuwarên DÎROKÎ YA NETEWEYA Kurd

 

 

>>NewroZ

 

 

>>Nexþeyên Kurdistan

 

 

>>Ala Kurdistan

 

 

>>GIRÊDAN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Peywêndî | Reklam | Kunye | Derbarê DirokûDewlet de | HKMG

 
©Copyright 2006 DirokûDewlet | Hemû mafên wî parastîyê | DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e

 

DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e | DirokûDewlet-History of Kurds and Kurdistan