rûpela serî

 

 

Leyla Qasim
(1951 Xanekin 12.05.1974 Bexda)

Destpêkek kurt:

Di dîroka Kurdistanê de ji ber rewþa siyasî û jeopolîtîka cihwarê jiyana Kurdan, bi hezaran salaye ku heya radeyekê mafê jina Kurd ji mafê mêran zêdetir hatiye binpêkirin.


Herwiha mêrên Kurd jî bi navê wê hindê ku qedera jiyana jin û keçên malbata wan di destê wan de ye, pir mafê jina Kurd binpêkirin e.


Di vê navê de dewletên dagirker jî bigiþtî nexwestine ku rewþa civakiya gelê Kurdistanê, rengê guherandinê bi xwe ve bibîne û kultur û ferhenga civakîya di nava gel de, pêþbikeve. Ji berku wan dewletan pêþketina kultur, çand û aboriya Kurdan li dijî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî dîtine.


Di Kurdistanê de, di serdema feodalîzmê de, mêrsalarî û siyaseta çewta dewletên dagirker rewþa mafê civakî û siyasiyê jina Kurd, xistibû nava çemberek teng ku þûnewarên wê serdema reþ û tejî êþ, hê jî ne tenê li Kurdistanê belkî li hemû Rojhilata Navîn tên xuyakirin. Ye’nî jiyana civakî-fikrî ya jinên Kurdistanê bi taybet di nava gundan de, zêde rengê guherandinê bi xweve nedîtiye.
Di rewþek wiha tejî astengî û nalbar de jina Kurd jî hertim li berxwedaye û têkoþaye ku liyaqet û kesyetiya xwe di warên cur bi curên civakî û siyasî de bide xuyakirin û heta hin caran liyaqeta wê gihîþtiye radeyeke wisa bilind ku navê xwe li cîhanê derxistiye pêþ û ji aliyê gelek gerîdok û lêkolînvanên sosiyolog ve, wekî þêrejen û qehreman hatine naskirin.
Li ser kesayetiya civakî-siyasiya jinên navdarên Kurd pêwîstî bi lêkolînek berfireh û akademîk heye.


Jiyan û dawiya qedera þehîd Leyla Qasim
Leyla Qasim yek ji wan keçaye ku di dîroka siyasiya Kurdistanê de weke pêþeng û qehremanek þoreþger tê bi nav kirin.


Jiyana Leyla Qasimê ya tejî êþ û zehmetî ku bi hovîtî û tirajêdiyek xemgîn ji aliyê dewleta Beesiyên þovenîst û cinyetkar ve hat bi dawîanîn, pênaseya kesayetiya siyasiya jina Kurd ku Leylayê bi serfirazî nûneratî jê re kir, bi eþkerahî dide xuyakirin.


Leyla keça Qasimê kurê Hesen sala 1952’an li kompaniya petrolê ya bi navê Elwend li nêzî gundê Banmîl yê girêdayî bajarê Xaneqîn li baþûrê mezinê Kurdistanê di nava malbateke hejar û welatperwer de hat dinê. Xaneqîn bajarê Leylayê jî di serdema desthilatdariya Beesîyên xwînrêj ve, weke bajarê Kerkûkê ji ber kanên petrolê hertim bi siyaseta te’irîb û enfalkirinê re rû bi rû maye û heta dawiya desthilatdariya Beesîyan jî siyaseta asîmîlasyonê li wir berdewam bû. Kurdên wilayeta Xaneqînê jî di çaxê þoreþa Eylolê de bi gerimî di þoreþê de beþdarî kirin û di vê rê de gelek þehîd pêþkêþî doza Kurdistanê kirin.


Bavê Leylayê (Qasim) karkerekî palavtin(tesfîye)a neftê li kompaniya Elwend bû ku piþtî xaneniþîn kirinê li sala 1971’an malbata wan koçî bajarê Bexdayê kirin. Xwîþk û birayên Leylayê( Sebîhe, Selam, Sefa û Selah) tev jî di karê xwîndinê de xwendevanên zîrek bûn û heryekî ji bilî karê dersxwîndinê bi þêweyên cur bi cur dixebitîn(hewil didan) ku ji bo debara jiyana malbata xwe hevkariya bavê xwe yê karker û dayika xwe ya zehmetkêþ biken. Ew herçend malbatek feqîr bûn jî, lê xwe pir bextewer dihesibandin û bi keda destên xwe jiyanek tejî semîmyet bi hevre didomandin. Bav û dayika wan, þev û rojan dixebitîn ku pêwîstiyên zarokên xwe cîbicî biken.
Sala 1958’an Leylayê dest bi xwîndina xwe ya dibistanê kir û li bajarê Xaneqîn xwîndina xwe ya navendî jî bi dawî anî. Ji ber ku Leylayê ji temenê zarokatiyê tama hejarî û feqîriyê kiþandibû, xewna azadiya Kurdistanê jî didî û tam û evîna Kurdayetiyê roj bi roj di mêþik û ramanên wê de þirîntir û bihêztir dibûn.


Herçend ku Leyla Qasim di temnek kêm û hê jî ciwan bû, lê ji zarokatiyê pir bi aqil, þareza û têgihiþtî bû û baweriya wê bi wekheviya keç û kuran hebû. Ev nîþana yekê bû ji bo selmandina vê rastiyê ku Leyla Qasim dixwaze li ser riya demokrasiyê heta canê xwe jî fîda bike.
Leyla bi riya birayê xwe yê mezin þehîd Selam Qasim ku bi þêweyek nihînî endamê Partî Demokratî Kurdistana Iraqê bû, sala 1970’an bi fêrmî bû endama wê partiyê û xebata xwe ya ji bo doza netewa xwe di nava xwîndevanên Kurd de dadestpêkirin. Piþtî wê li bajarê Bexdayê lîse jî qedand û dure sala 1971’an di para edebyatê (beþê sosiyolojî) li zanîngeha bajarê Bexdayê hat pejirandin.


Ji sala 1972’an di nava bajarê Bexdayê de, liv û lebata yekîtiya xwendevanên Kurdistanê herçend îstixbara Beesîyên Iraqê her der û hertiþt kontrol dikirin jî, roj bi roj zêdetir dibû. Li wan salan piraniya hêz û bizava þoreþ Kurdan ya di bin rêbertiya P.D.K.I de li çiyayên baþûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de, civiyabû. Ji bona wê jî dema Leylayê dît ku herkes dibêje:” Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata þoreþgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne”, biryar da ku tevî xwendevanên xurt bi awayekî aktîvtir û berfirhetir, xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bikin.

Evîna Leyla Qasim û Cewad Hemewendî
Leyla Qasim di nav hevalên xwe de ji yekî hez dikir ku navê wî Cewad bû. Ew hertim bi hev re dixebitîn. Leyla bi hevkariya Cewad, Yekîtiya Xwendevanên Kurdistan ya di bin serokatiya Adil Murda de naskir û wek endam tevî nava koma wan bû û herwiha bi desteka Cewad, tevî nava refên pêþmergeyan bû. Lê armanca Leyla Qasimê ew bû ku bêtir di kar û barên rêkxistinî de û bi taybetî jî di nava Kurdên rûniþtivanên bajar de bixebite.
Li zanistgeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwîndevanên Kurd û yên din de pêþverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê re da selmandin(îsbatkirin). Ji ber ku Leylayê herçend Cewad xwendevanê zanistgehê nebû û di fabrîka zeytê de û bi karkeriyê debara jiyana xwe dibihûrand û herwiha ew û Leyla ji du çînên cudayên civakê bûn jî, wek hevalê xwe yê jiyana pêþerojê hilbijartibû û ew hertim bi hevre dixebitîn. Xala girîng ji bo Leylayê hevparbûna bîr û ramanên wê û Cewad bûn ku herdu jî endamên partyekê û ji bo doza Kurdistanê bi hevre xebat dikirin. Bi wateyek din evîna wan evîna welatê wan yê bindest Kurdistanê bû. Vê helwesta Leylayê fikir û ramanên kevnar ku heta di bajarekî weke Bexdayê de jî li ser dan û standinên civakî hakim bûn, pûçkirin. Leylayê bi wan xebatên xwe îspatkir ku hem di þoreþê de, hem jî di nav civakê de jin dikarin li rex mêran û mil bi milên wan têbikoþin û li doza xwe xwedî derkevin.

Biryarek Dîrokî
Leyla Qasim û Cewad Hemewendî yê hevalê dema jiyan û mirina wê, di serdemek wiha girîng de ku Beesîyan hebûna netewa wan înkar dikirin, biryardan ku heya bi destxistina mafê xwe yê netewî li rex hevalên xwe yên din, ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê xwe bixebitin. Ji ber ku di wê serdemê de hereketa siyasiya gelê Kurd bi taybetî li Baþûrê mezinê Kurdistanê di pêvajoyek pir mezin û girîng de derbas dibû. Leyla û Cewad ku xwedî baweriyeke mezin bi doza netewa xwe bûn, di sala 1974’an de bi hevre li ser rewþa sosyolojiya Kurdan, gotarek nivîsandibûn û li derfetekê digeriyan ku gotara xwe biweþînin û di nava gel de belav biken. Lê destpêkirina þer ji nûve û girtina wan bûn sedem ku nivîsa wan nekeve destê xwendevanên Kurd û nivîs ji aliyê sîxurên Bees ve hat wenda kirin.


Piþtî xebata salên dijwar û giran di 11’ê Adara sala 1970’ê de piþtî gotûbêjên dûr û dirêj yên di navbera serokkomarê Iraqê û nemir Mele Mistefa Barzanî de di çarçoveya Iraqê de otonomî ji Kurdên baþûrê Kurdistanê re hat diyarkirin.


Rewþa þer û aþtiya di nava Partî Demokratî Kurdistan û komara Iraqê de heya Siptambira sala 1974’an domand.


Di wê serdemê de Amrîkayê jî hevkarî dida serhildana Kurdên baþûrê Kurdistanê, lê mixabin dema ku bi rastî pêdvî bi hevkarî û destek kirinê hebû, dewleta Amrîkayê ew bi tenê hiþtin û destûr dan jandarêmê xwe yê rojhilata navîn (M. Riza Þahê Pehlewî) ku ji bo þikesta þoreþa Kurdan hevkariya Beesiyan biken.


Piþtî wê, dema ku Amrîka û rejîma seltenetiya Iranê destê xwe ji piþtgîriya Kurdan berdan, rejîma Iraqê li dijî Kurdan þerekî giran û hovane dadestpêkirin û ji niþkave di civakê de pir tevlîhevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji bajarê Bexdayê hatin derxistin û rewþa siyasiya Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li bajarê Bexdayê endamên êstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên nîþtimanperwer girtin û rewþek tejî tirs ji azadîxwazên Kurd û Ereb re afirandin. Herwiha li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û di 24 Aprîla sala 1974’an de bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombaran kirin ku di encamê de çend xwendevanên Kurd jî li wir þehîd bûn.
Piþtî vê yekê, Beesiyan hêriþî ser bajarê Helebçê kirin û ew bajarê Kurdistanê jî bi giranî hat bombaran kirin û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuþtin û birîndar kirin. Li hemberî van hovîtiyên rejîma Iraqê, gelek xwendevan û gelê sivîl ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêþmergeyan bûn. Lê Leyla Qasim û Cewad Hemewendî di wê baweriyê de bûn ku divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê belkî xebata herî giran pêwîste di nava cergê dijmin de û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bê domandin. Di rewþek wiha de ku roj bi roj þerê di navbera Kurda û dewleta Iraqê dijwartir dibû, êstixbarata Beesîyan jî zext û zora xwe li ser serê Kurdên rûniþtvanên bajaran, zêdetir dikirin.


Roja 28. Aprîla sala 1974’an (28. 04. 1974) Leyla û çar hevalên wê ( Hesen Heme Reþîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî), hatin girtin û rejîma Bexdayê di rojnameya Elsewre (organa fêrmiya dewletê) û di radiyo û telefzyuna xwe de ew girtî weke terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkê û raya giþtiya cîhanê dan nasandin.


Leyla û hevalên wê ku weke kevokên azadiyê bibûn êxsîrên destên gemarên karbidestên rejîma Bees, di girtîgehê de rastî þikence û azarek pir mezin bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewþenbîr ku piþtgîriya doza xwe ya netewî dikirin, di demek kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgehek formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.

Taybetmendiyên exlaqî, civakî û ramanên sîyasî yên Leyla Qasimê û gotina dawiyê di dadgehê da.
Li gor dîtina ew kesên ku ji nêzve Leylayê nas dikin û ew dîtine, Leyla keçek netirs, zîrek, axiftin xweþ, esmer, bejin bilind û þêrîn bû û di karê rêxistinî û hizbayetiyê de jî bi dîsplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam didan. Wê di çaxê ku di bin çavdêriya êstixbarata dewletê de bû jî, bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind wiha jêre got:


“ Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuþtina min bi hezaran Kurd yê ji xewa giran þiyar bin, ez pir kêfxweþim ku bi serfirazî û di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim”.
Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê ku li hemberî berxwedana Leylayê susretgirtî mabûn, baþ dizanin ku ger keçeke wiha xwedî bawerî, zindî bimîne yê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb pêkbîne û yê bi zanyariyên xwe yên siyasî bêtir ji berê ji bo þiyarkirina jinên Kurd û tevlî kirina wan ya di nava þoreþê de, xebatê bike. Ji bona wê jî di demek kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û derbarê wan de biryara dardakirinê wergiritin. Rejîma xwînmij a Iraqê di roja 12 Mars 05 1974’an de seet 7’ê berê sibê Leyla Qasim û hevalên wê îdamkirin.


Leyla Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû þikence kirin jî, lê ji bo ku dilê dostan þa û dilê dagirkerên welatê xwe biêþîne, bi rûyekî xweþ û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meþiya. Di deqîqeyên dawîyê de wê nehiþt ku çavên wê bigirin û heta destên wê jî girê biden. Di wan satên hessas û tejî tirs da wê bi xwîndina marþa netwîya Kurd (Ey Reqîb) baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistan ji herkesî re da selmanin.


Ey reqîb her mawe qewmî Kurd ziman
Naþikênê danerî topê zeman
Kes melê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet naniwê alakeman
….
Piþtî ku Leyla Qasim bi hevalên xwe re hat þehîd kirin, Selamê birayê wê jî di nava bajarê Bexdayê de ji aliyê Beesîyan ve hat þehîdkirin. Guneha Selam tenê ew bû ku wêneyê Leylayê gehandibû destê xwendevanên Kurd ku li Ewropa ders dixwîndin û endamên YXK bûn. Li pey van bûyerên tal dayik û bavê Leylayê jî ji ber ji destdayîna zarokên xwe, bi xembarî wefat kirin. Bi vî rengî Beesiyan xwestin ku keç û jinên Kurd nekevin nava xebata siyasî û civakî. Herwiha wan bi vê hovitiya xwe xwestin ku îrade ya malbatên Kurd ku di nava bajarên Iraqê de bi hemû þêweyan hevkariya þoreþê dikirin, biþikinin.

Daxwaza Beesiyan ji Leylayê û bersiva wê
Berpirsyarên dewleta Iraqê beriya þehîdkirina Leylayê bi darê zorê jê daxwazkirin ku bi nivîsandina nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê, daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan bike û bi vî rengî poþmaniya xwe ji wan re bide diyarkirin ku di riya rizgariya Kurd û Kurdistanê de xebat kiriye. Lê þêrekeça Kurd Leyla Qasim bi nêrînek hiþik û tifa ku avêt ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da:
“ Ger ku ez ji karekî jiyana vê cîhanê poþiman bibim ewe ku ez zû dimirim bêy ku bikarîbim demek dirêj ji gelê xwe re xebatê bikem û ger qirar be dawa lêborînê ji kesekî bikem, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim. Ji ber ku di rastya xwe de, min ji bo doz û pirsgirêka netewa xwe kêm xebat kirye ”.

Þehîdkirina Leylayê û reaksiyuna Kurdan
Îdamkirina Leyla Qasim û hevalên wê li piranya deverên cîhanê bi riya medya belav bû. Xwendevanên Kurd jî li dervey Kurdistanê dest bi meþên protestokirinê kirin. Hovtiya Beesiyan ku hemû riyên çareserkirina pirsgirêka Kurd tenê di þehîd kirin û wêrankirina gund û bajarên Kurdan de didîtin, bi þehîd kirina Leylayê bêtir ji raya cîhanê re hat xuyakirin. Ji ber ku di dîroka Iraqê de ew cara yekemîn bû ku keçeke Kurd bi eþkerahî û bi þêweyek dûr ji exlaqê mirovanetiyê ji ber helwesta wê ya azadîxwazî û Kurdperweriyê bê þehîdkirin bêy ku li gor zagonên hûqûqî yên cîhanê tawanek dij mafê mirovanetyê pêkanîbe.
Leyla tenê têhniya jiyanek serbest di etmosfêrekî azad de bû û hemû guneha wê helwesta wê ya Kurdyetî û niþtimanperweriyê bû.
Þehîd kirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sebeb ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewþenbîr tevî nava refên pêþmergeyan bibin û ji bo domandina riya þehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê.
Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêþenga jinên þoreþger û sembola jinên Kurd li dijî zordarî û çewsandina netewa Kurd. Bi þehadeta Leylayê re baweriya jina Kurd xurtir bû û di wê demê de þerê di navbera Kurd û dewleta þovînîsta Iraqê de jî gurtir û berfirehtir bû.
Gelê Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê, Leyla Qasima canemerg jî wekî qehremanek netewî dibînin. Sala 1974’an dema ku Leyla hat þehîdkirin, li seranserî Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re hibijartin û wêneyên Leylayê ketina nava malên hemû Kurdên ku evîna azadî û serxwebûna Kurdistanê di dilê xwe de diparastin.

Leyla Qasim û ramanên wê
Baweriya Leylayê bi azadiya gelê Kurd pir hebû û ji bona wê jî bi çi rengan li hemberî dijmin, serê xwe netewand. Li gor dîtina Leyla Qasim çewsdandina jina Kurd tenê di çarçovê zilm û zordariya mêrê Kurd de bi sînor nebû, belkî wê xebat dikir ji bo guherandineke giþtî. Di vê derbarê de Leyala dibêje:
” Þêweya guherandinê di nava civata Kurdistanê de pêwîste guherandinek siyasî, civakî û aborî be û ger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî yê hertim bê bin pêkirin.”

Navê Leyla Qasimê di nava helbes û stranên Kurdî de
Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremanîya Leylayê kirine û li ser wê helbest ristine. Mamosta Hêmin Mûkryanî þaêrê millî yê çaxê komara demokratîka Kurdistanê li ser qehremanîya Leylayê wiha dibêje:
Ke tu turay le çawim wek xewî min
Le biskit reþtire mangeþewî min
Birû Mecnûn be Leylay xut menaze
Ke nawbangî pitir derkird ewî min

Bizey hatê, witî celadî xiwêrî!
Be keyfî xut petit bawêje estom
Ewe pet niye mîdalî îftixare
Ke bûme qaremanî mîlletî xom.

Herwiha mamosta Cîgerxwîn di helbesteke xwe de bi xembarî li ser þehîdbûna Leylayê wiha dibêje:


Leyla keça Mît û Meda
Canê xwe da, di ber me da
Bijîn heçî ku canfîda
Xweþ bin ji te jar û geda

Leyla çiraxa þevreþ e
Wê rû li Kurdan kir geþ e
Kuþtin bi me Kurdan xweþ e
Zordarî êdî nameþ e!

Leyla bijî, sed aferîn
Ji bo me bûye ol û dîn
Dîsa li min der hûn birîn
Heta cîgerê min bûye xwîn!

Mamosta Þêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanê E’reb yên mîna Udunîs di helbestên xwe de behsa canfîdayiya Leyla Qasimê dikin. Wek dibêjin hinek helbestvanên Filstînî jî behsa qehremaniyên Leylayê kirine.

Herwiha hunermendên Kurd li her çar perçên Kurdistanê bi stran û awazên xwe canfîdayîya Leylayê bi bîr tînin:
Hunermendên navdar Þehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M. Mamlê helbestên þaêrên Kurd ku derheqa Leylayê de vehûnandine bi awazên xweþ xwendine.

Piþtî salên dûr û dirêj riya Leyla Qasimê bi þêweyek berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Exteraxana Loristanê, duh Margirêt Govergîs û Leyla Qasima serbilind û netirs û îro jî Zîlan, Binefþ, Birîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehþan, Bêrîvan, Ronahî, Leyla Zana û bi hezaran þêre keçên çeleng û qehreman li ser riya Leylayê dimeþin.
Xebat û þehadeta Leyla Qasimê rih û canek nû xiste nava mejî û xwîna jina Kurd û wê wateya þoreþgerbûna rastîn bêtir bi wan da xuyakirin.

 

 

 

 Kakþar Oremar

 

 

 

 

 

girêdanên sponsor     ........

>>  BI GIÞTÎ DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ

 

 

>> Bendika Krolojik 

 

 

 

 

>> Dîroka Kronolojîk

 

 

>> Împaratorî û Dewletên Kurdî BZ.4000-1991

 

>Împaratorîya Med
>Hikumeta Kurdistanêya Þêx Mehmud
>Komara Kurdistan
>Dewleta Federe ya Kurdistan
>Û dewletên Din

 

 

 

>> MIrEKtÎyên Kurd

600-1900 

 

 

 

>> Rewþa Kurdistan

 

di Sedsala 20'an de

 >Peymana Lozanê

>Tevgera Mistefa Barzanî
>Tevgera Siyasî ya Kurdî a sedsala 20'an
>Serhildanên Kurdî 

>Raperîna 1991ê ya Kurdistana Baþur

 

>> Rewþa KurdIstan

di Sedsala 21'an de

 

 

>Dewleta Federe ya Kurdistan >Kurdistana Rojava Serhildana 12ê Adara 2004 ya

 

>>GOTAR

 

 

>>Þunuwarên DÎROKÎ YA NETEWEYA Kurd

 

 

>>NewroZ

 

 

>>Nexþeyên Kurdistan

 

 

>>Ala Kurdistan

 

 

>>GIRÊDAN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Peywêndî | Reklam | Kunye | Derbarê DirokûDewlet de | HKMG

 
©Copyright 2006 DirokûDewlet | Hemû mafên wî parastîyê | DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e

 

DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e | DirokûDewlet-History of Kurds and Kurdistan