|
rûpela serî
|
|
Hemû
Gotar
Kurdistana Sor

Guhertinên dîrokî çawa girîngiya xwe ya neteweyî hene wiha jî di çaroveya
welatek de girîngiya xwe hene. Guhertinên dîrokî ew in, ku nexþeya (xerîte)
cîhanê diguherînin û bandora xwe li ser paþeroja polîtîkaya navnetewî dikin.
Di encama van guhertinan de hin dewlet têne herifandin û hinên din
derdikevin holê. Bi gotineke din, sîstema pêwendiyan a li navbera dewletan
tê guhertin. Guhertinên di çarçoveya welatek de bi tenê rola xwe di qedera
wî miletî ku li ser xaka wî welatî dijî de dilîze.
Di vê nivîsê de em dê bi tenê li ser guhertinên dîrokî yên di sedsala bîstem
de çêbûne rawestin. Êdî pirs ev e, ku gelo di vê sedsalê de çend guhertinên
dîrokî pêk hatine?
Ji kêmbextiyariya vê qonaxê sê car þerên navnetewî çêbûn. Her þerek
guhertinên navnetewî bi xwe re anîn. Ji ber vê çendê ew guhertin wek
guhertinên navnetwî têne nîþandan.
Bi vê yekê re em dikarin bibêjin ku guhertinên dîrokî yên pêþî di sedsala
20an de, di navbera salên 1914 û 1918an de çê bûn. Ji ber encama vî þerî du
împaratorî herifîn: Împaratoriya Osmanî û Rûsyaya Qeyserî. Û di nexþeya
cîhanê de dewletên wek Polonya, Fînlandiya… peyda bûn. Helbet dabeþkirineke
nuh pêk hat û welatê me jî duyemîn car hate parçekirin.
Bêguman di vê guhertinê de hin dewlet herifîn û hin jî hatin damezrandin, ji
bilî parçebûna Kurdistanê, pahra me ji van guhertinên dîrokî çi bû? Berî her
tiþtî, pêkhatina peymana Sevrê û danîna Kurdistana Sor, du guhertinên girîng
bûn di dîroka me kurdan de.
Wek ku tê zanîn, li gor peymana Sevrê, li ser bingeha xalên 62. û 63. û 64.
diviyabû ku di nav salekê de -ger kurdan bixwesta- ew dikarîbûn bi awayekî
serbixwe bijîn. Li ser vî esasî Yekîtiya Netewan (Y.N) dê piþtgiriya
daxwazên wan bikirana û mafên wan biparastina. Û her wisa tê zanîn ku ev
peyman (Sevr) piþtî biencambûna peymana Lozanê têk çû. Lê heçî Kurdistana
Sor e, em dê li dawiya vê nivîsê li ser rawestin.
Guhertina dîrokî ya din, di Þerê Cîhanê yê duyem de dest pê kir ku di
navbera salên 1939 û 1945an de çê bûbû. Di encama vê guhertinê de jî
împaratoriya Almanî herifî û dîsa nexþeya cîhanê hate guhertin û bi dehan
dewletên nuh ên serbixwe hatin damezrandin.
Ji vê guhertinê pahra me kurdan Komara Mahabadê bû, ku di sala 1946an de
hate damezrandin lê mixabin piþtî salekê (11 meh) ev pahr jî ji destê me
kurdan çû û em dîsa man bêdewlet.
Guhertina dîrokî ya sêyem jî di encama þerê sar de (1991) têkçûna Yekîtiya
Sovyetan bû.
Di encama vî þerî de Împaratoriya Sovyetan herifî û nêzîkî 20 dewletên nuh
hatin ser nexþeya cîhanê. Ji encama vî þerî pahra me kurdan aniha Kurdistana
azad e ku îro li baþûrê welatê me peyda bûye.
Gelo çima kurd nikarîbûn di wan her du guhertinên pêþîn de mafên xwe
biparêzin? Em dikarin bi kurtî bibêjin, ji ber ku vîyana (îrade) me di wan
biryarên navnetewî de nîn bû!
Lê heçî Kurdistana azad e, ku di despêkê de em baþdarî biryara damezrandina
wê nebûn jî, lê ji ber gelek merc û hoyan ev sîwan hate parastin û niha jî
em bi awayekî eþkere dikarin bibêjin ku qedera gelê me li baþûrê welêt di
destê me kurdan de ye. Bêyî beþdariya nûnertiya gelê kurd, çi herêmî û çi
navnetewî, êdî tu hêz dê nikarîbe biryaran bistîne. Bi gotineke din, azadiya
welatê me bi hêzên me yên sereke ve girêdayî ye û digel wan jî, dê vîyana
gelê me di paþerojan de rê nede þerên birakujiyê!
Wek ku me di destpêkê de got, niha em dê hewl bidin xwe ku bi berfirehî li
ser Kurdistana Sor rawestin.
Kurdên Rûsyayê û Sovyetan
Di sala 1966an de pirtûkek bi navê “Kurdên Li Pey Qafqasyayê” derketibû.
Nivîskara vê pirtûkê kurdnasa (kurdolog) sovyetî T. A. Arîstova ye. Ew
dinivîse:
“Li Azerbaycanê kurd li Zengîlan, Kelbajar, Kubatî û Laçînê kom dibin û her
wiha, li herêma Îsmaîlîye jî hene.”
Di heman demê de Arîstova dibêje, ku di îstatîstîkên sala 1959an de li
Azerbaycanê kurdan xwe wek azerî nîþan dane. Gelo çima van kurdan xwe ji
neteweya xwe bêrî kirine, nivîskara kitêbê ji me re nade xuyakirin! Lê
Arîstova rastiyeke din a ji rastiyên tal ji me re dibêje:
“Li Azerbaycanê naþiyên (ciwan) kurdan bes bi zimanê azerî dipeyivin, lê
kesên navsere du zimanan dizanin.”
Divêt careke din bête pirsîn, gelo çima kurdên Ermenîstanê yên ku sînorên
wan bi sînorê Azarbaycanê ve ye zimanê xwe parastin û her wiha bi pêþ ve jî
birin, lê li Azarbaycanê birayên wan dest ji zimanê xwe berdan? Li gor min
ev diyardeyeke (fenomen) balkêþ e, divêt diroknasên kurd mijûlî vê zuhura
anormal bibin. Ne dereng, aniha, di vê heyam û serdema nuh de kurdnasên me
divêt li pirêzeya xwe vegerin û gotina rast çi ye, bêtirs bînin ser zimên.
Ji bo ku dîsa em ji problema li ber xwe dûr nekevin, ez dê cardin vegerim
ser rûpelên pirtûkên ku derheqê kurdên Azerbaycanê de ne. Arîstova, di
pirtûka xwe de bi berfirehî li ser têkoþîna gelê kurd radiweste û vedigere
ser miþextîbûna wan a ji Îranê û akincihbûna wan a li Azerbaycanê. Arîstova,
miþextîbûna kurdan dibe sala 1807an û dinivîse, ku di vê salê de serokê
malbatê Mihemed Sefî Soltan ji Îranê bi 600 malî ve derbasî sînorên Rûsyayê
bûn û li Qerebaxê niþtecih bûn. Jê pê ve jî, kurd di salên 1813, 1828 û
1914an de hatine Azerbaycanê.
Piþtî Þoreþa Oktobrê û sazbûna Yekîtiya Sovyetan, Arîstova dibêje ku “Herêma
Kurdan a li Azarbaycanê di salên 1920an de hate avakirin ku ev herêm ji van
bajaran pêk dihat: Laçîn, Kelbajar, Kotulîn û Zengîlan.”
Kevintirîn gotara ku li ser kurdên Azerbaycanê ew e, ku di sala 1925an de li
bultena Akademiya Zanistî ya komara Gurcistanê hatiye weþandin. Lêkolîna ku
di vê bultenê de bi navê “Kurdên Azerbaycanê” li ser kurdan hatiye weþandin,
di bin vî sernavî de, di nava du kevanên mezin de nivîskar babeta lêkolîna
xwe wiha rave kiriye: “Çend Peyvên Etnografî”. Li gor ku xwediyê vê nivîsê
G. Çûrsîn dinivisîne, “Kurdistankî Ûyêzd” ango Herêma Kurdistanê wek
herêmeke îdarî di sala 1923an de li devera ku pirraniya rûþtivanan kurd bûn,
hatiye avakirin. Rûbera cografyaya Kurdistankî Uyêzd 3.105 fersex e. Lê
rûniþvanên wê 44 hezar kes in. Ji sedî 80 (% 80) kurd û ji sedî 20 (% 20)
azerî ne.”
Ji materyalên heyî tê xuyakirin ku Herêma Kurdistanê di nav þêngeha
Azerbaycanê de bi hêsanî nehatiye avakirin, berovajiya vê yekê, di nav deh
salan de xirecireke mezin li ser forma avakirna wê çê bûye. Ji ber vê yekê,
di navbera du demên cihê de komîsyon û heyetên têkel hatine herêma kurdan û
raporên xwe li gor dîtin û baweriyên xwe þandine cihên fermî yên ji xwe
bilindtir. Komîsyona ku di bin serokatiya A. Bûkþpan de li sala 1930 hatiye
þandin yek ji van komîsyonan e. Dû re, rapora komîsyona A. Bûkþpan wek
pirtûkek bi navê “Kurdên Azerbaycanê” di sala 1932an de li Bakuyê tê
belavkirin. Niha em dê bi firehî li ser vê pirtûkê rawestin.
“Þoreþa Oktobrê zincîrên kevin qetand û hin ji gelên windabûyî derxist
meydanê, jiyan û pêþketineke nuh bexþî wan kir.(Stalîn)”
Nivîskarê pirtûka “Kurdên Azerbaycanê” A. Bûkþpan bi van peyvên Stalîn
rûpelên pêþîn ên rapora xwe dixemilîne. Jê pê ve jî di þûna ku Gelên
Windabûyî mafên xwe li ser rûpelên pirtûka A. Bûkþpan cihê xwe bigirin,
ditemisin û winda dibin!
Rapora Bûkþpan di despêka salên 1930an de, ne di berjewendiyên kurdan de bû.
Lê niha ev materyal giranbiha ye. Çunke ew mafên herî hindik ku hukumeta
Azerbaycanê di wê heyamê de tesbît kiribûn di roja îro de ew maf jî tune ne!
Ji bilî viya, em bi saya vê pirtûkê li ser materyalên din ên derheqê herêma
Kurdistanê de agahdar dibin. Di vî warî de numûne pirr in û em dê pêþkêþî
xwendevanên xwe bikin.
Wek mînak, di havîna sala 1929an de heyeteke pispor di bin serokatiya Prf.
B. A. Gurke-Kryajîn de diçe Kurdistana Azerbaycanê (Diyar e ku di wê heyamê
de ev terîm bikar dihat. Lê heçî Bukþpan e, navê “Kurdistana Azerbaycanê” bi
gotina qaþo! bikar tîne.). Mixabin, materyalên vê heyetê nehatine
belavkirin. Bes bi alîkariya du gotarên serokê vê heyetê Gurke-Kryajîn, ku
li rojnameyeka gurcî ya bi navê “Zariya Votoska (Elinda Rojhilatê)” di 12ê
Tebaxa sala 1929an (no: 186/2154) û di 18ê Tebaxa heman salê de (no:
188/2156) hatiye weþandin, ku ew ligel firehkirina statuya Herêma Kurdî
bûye. Lêbelê, A. Bûkþpan li dijî vê nihêrînê bûye û li gor baweriya wî ev
yeka han di pirsa netewî de rasterast li dijî nihêrînên Marksîzm-Lenînîzmî
ye. Û di warê siyasî de jî pirr kêmasî têde hene! Ne dûrî aqil e ku ji ber
van kêmasiyên siyasî rapora Prf. Gurke-Kryjîn nehatiye qebûlkirin û her wisa
jî nehatiye belavkirin. Her wiha jî dê ne dûrî aqil be, ew komîsyona ku di
bin serokatiya A. Bûkþpan de hatiye þandin da ku wan çewtiyan li ser bingehê
rastiya hebûna kurdan a li vê herêmê bide xuyakirin! Loma jî, ew muhawele
dike ku hejmara kurdan li wir kêm bike. Li gor nihêrîna A. Bûkþpan gelek
tirkên Azerbaycanî li ser nufûsa kurdan hatine qeydkirin!
Diyar e, ji ber van pirsên bi nakokî dê ji xwendevanan re ravekirina
naveroka pirtûka “Kurdên Azerbaycanê” bi firehî pêwîst be. Her wiha jî, dê
nasandina formata wê jî pêwîst be. Ji ber vê yekê em dê li vir hin pêzanînan
raxin ber çavan:
Pirtûk ji 92 rûpelan pêk hatiye, ji qalibê orte ye û 8 beþ e. Ew jî ev in:
1.Pêþgotin.
2.Kurdên Azerbaycanê.
3.Erd û Sînorên Kurdistanê (Mebest, Kurdistana azerbaycanê ye - Nivîskar.)
4.Rewþa aborî li Kurdistanê.
5.Pêwendiyên civakî û aborî di nav kurdan de.
6.Berdewamiya avakirina êlî (eþîrkî) û avakirina sosyalîzmê.
7.Terkîba netewî.
8.Problema kurdî li Azerbaycanê.
9.Xerîteya cihên ku kurd têde dijîn.
Di beþa “Problema kurdî li Azerbaycanê” de nivîskarê pirtûkê vedigere ser
materyalên arþîva navendî ya Azerbaycanê. Jixwe, ji vana jî tê xuyakirin ku
pirsa wek herêmeke îdarî cudakirina Kurdistana Azerbaycanê gelek caran di
nav endamên komîsyona hukumetê (ewên ku mijûlî vê pirsê dibûn) de û her wiha
jî di rêxistina partiyê de bûye meydana munaqeþeyan. Pirsa kurdî wisa serê
xwe radike ku heya di komîteya navendî ya Partiya Komînîst a Azerbaycanê de
dibe sedemê stendina biryara þandina komîsyonê ya ji bo tesbîtkirina sînor û
forma îdarî ya Nagornîy-Qerebax û Kurdistanê.
Di nihêrîna A. Bûþkpan de ev hebû, ku “Di nav endamên komîsyonê de tu þik ji
bo dayîna Nagornîy-Qerebaxê nîn bû, lêbelê, ji bo Kurdistanê ev pêwîstî tune
bû.”
Di wê qonaxê de pirsa kurdî li Azerbaycanê di hundirê çend mehan de tê
nîqaþkirin. Meclisa Bilind a Azerbaycanê sê biryaran distîne. Ev biryar çi
ne, nivîskarê vê kitêbê ji me re nade xuyakirin lê bes dîroka wan ji me re
dibêje.
Li gor ku ew dibêje, biryara pêþî ya 21. 10. 1922an e. Biryara duyem, ya 20.
11. 1922an e. Û biryara sêyem jî, ya 30. 12. 1922an e.
Lêbelê digel viya jî di 13ê Kanûna 1923an de pirsa Kurdistanê dîsa tê
nîqaþkirin. Du protokolên vê komîsyonê di arþîva Estîtuya Dîroka Partiyê de,
bi navê “Stîpan Þaûmyan” hatine parastin. Ji têksta protokola pêþîn tê
xuyakirin ku nêhêrînên endamên komîsyonan li ser pirsa Kurdistanê ne wek hev
in. Ev tiþtên han di nav biryar û pêþniyarên têkel de xuyanî dibin.
Têksta Protokola Pêþî
Du pêþniyar hene:
1.Cudakirina Kurdistanê wek herêmeke îdarî ya taybet, ku li ser bingeha
mafên statuya herêmî ya ku pêwîst e ew bi desthilatiya navendî ve girêdayî
be.
Kurdistan ji Cewanasîn, Þûngîn, û Kubatlî pêk tê. Sebeb (di têksta orîjînal
de wisa hatiye gotin û mebest jê ev e, ku wek herêmeke îdarî sebeba
cudakirina Kurdistanê): Dûrbûna Kurdistanê ji navenda Baku û veqetandina wê
ji Qerebaxê û pirrbûna rûniþtvanên wê ku 40 hezar kes in.
2.Kurdistan wek herêmek bi ser Qerebaxê ve girêdayî bimîne.
Têksta Protokola Duyem
Protokola duyem li ser rojeva civîna 7ê Temûza sala 1923an bi vî rengî
hatiye:
Me bihîst (Birûsk).
2.Li ser Kurdistanê.
Me biryar stend:
Ji bo avakirina Otonomiya Kurdistanê dê navend û sînorê wê bête danîn. Piþtî
sînordanînê dê ji Otonomîya Nagornîy-Qerebax bête veqetandin.
Çi bi serê vê biryarê de hat û çima neçû serî? Em pê nizanin. A. Bûþkpan
wiha rave dike:
“Dîroka pêþketina vê pirsê di pêþ de ji me ve nexuyaye, lê ji biryara ku li
dû wê hatiye stendin, wisa dixuye ku meqamên bilind miwafeqa xwe nedan û ji
ber vê çendê ev biryar têk çû. Lêbelê di heman wextê de Kurdistan wek formek
îdarî di forma “Îdareyê” de hate avakirin û di Tebaxa sala 1923an de Gûsî
Haciyev (dibe ku ev nav bi awayekî din bête xwendin, lê ji ber ku bi zimanê
rûsî wiha hatiye loma me jî li gor wî nivîsad) bû serokê komîta karger.”
A. Bûkþpan di nav pirsa kurdî ya li Azerbaycanê de hinek jî vedigere ser
dîroka her çar perçeyên Kurdistanê û li ser vê pirsê radiweste da ku ji me
re bibêje, “Tiþtê ku me li azerbaycanê daye wan, zêdeyî serê wan e!” Ji bilî
vî tiþtî gelek çewtî di nihêrîna Bûkþpan a li ser dîroka gelê kurd de hene.
Wek mînak, Bûkþpan serhildana Þêx Seîd ne tenê kevneperest dihesibîne, her
wiha ew kesên ku beþdarî serhildanê bûne jî wek ajanên îngilîzan dibîne.
Li gor tê dîtin kurdên Azerbaycanê wisa bi hêsanî negihîþtibûn mafên xwe ku
di formek herî piçûk ji formên mafê netewî ye. Her wiha jî, em pê dizanin ku
ew li ser bingeha hejmara xwe ya pirr gîhane vî mafî. Loma jî þovenên
Azerbaycanî bi her awayî xwestine ku hejmara wan kêmtir bikin. Di vî warî de
em dê bi tenê numûneyek ji pirtûka A. Bûkþpan bidin, ku dibêje:
“Di civîneke giþtî de bi riya axiftina bi xelkê Çêraxê re me fam kir ku ji
þeþ malbatan;
1.Wavîlî
2.Kezaxlî
3.Fatiklî
4.Xelefî
5.Çûrûllo
6.Tomisto
Bes malabata “Çûrûllo” ya ku bi eslê xwe ji Mîrekê ye kurd e. Û ji vê
malbatê bi tenê 20 kes dikarin bi zimanê kurdî bipeyivin! Heçî malbatên din
in, bi kurdî nizanin û xwe tirk dihesibînin.”
Ger xwendevan dêna xwe bide, navê pênc malbatên ku A. Bûkþpan wan dike tirk,
dê bi hêsanî bibîne ku ev nav bi qertafa ‘lî’ bûne tirk!
Pirsa ku bête kirin ev e, ku çima di civîna giþtî de wan xwe kirine tirk? Em
bi xwe pê nizanin lê tiþtê ku em pê dizanin, ew malbatên ku di sala 1931ê de
xwe kurd didîtin, pirraniya wan di roja îro de li ser dokumantên fermî bûne
tirkên Azerbaycanê. Û tiþtên din ên ku ji çavên kor jî nayêne veþartin jî ev
in: Di sala 1923an de biryara Otonomiya Kurdistanê hebû. Wisa diyar e ku ev
biryar ne li gor dilê hukumeta Azerbaycanê bûye. Ji ber vê çendê, bi lez û
bez Îdareya Kurdî saz kirin û dû re jî ev mafê wan ê herî piçûk jî
daqurtandin! Lê tiþtê ku em niha dikarin bibêjin ev e, neheqiya ku li kurdên
Azerbaycanê hatiye kirin ji ber çavan nayête veþartin.
Gelo ev yek çi tiþtî bi pêþ me kurdên Kurdistanê dike? Xwendevan dikare bi
dehan pirsên din bike lêbelê tiþtê ku divêt em ji bîr ve nekin ev e, mirovê
bêxwedî kes lê nabe xwedî û ew neteweya ku xwe neparêze dê di ber lingan de
here!…
Li gor ku tê gotin, di wê heyamê de ji bo bidestxistina kar û xwendina di
zanîngehan de desthilata azerî kurdan tengav dikir; ger mirovek xwe wek kurd
didît, riya pêþketinê li ber dihate girtin. Loma jî di dema jimartina
akincihan de mirovên kurd ji tirsa windakirina karê xwe, di nasnemyan de li
xaneya netew de kurdan “Azerî” dinivîsand. Û li gundan jî dema ku memûrên
azerî ji wan dipirsî ku netewa te çi ye? Ger bersiv wek “Ez kurd im” bûya,
hingê ewê memûr lê vedigerand û digot, “Ma tu ne musluman î?” Dema ku ewê
kurd bigotana, “Belê” ewê memûr dîsa digot, “Em hemû musluman in, em hemû
azerî ne. Ma çi ferq têde heye?!” Û bi vî awayî mirovên kurd bêyî zanebûn û
îradeya xwe dibûn azerî!
Ji ber encama vê siyasetê hejmara kurdan ku di sala 1916an de nêzîkî 30
hezarî bû lê di hejmartina sala 1970an de dadikeve 250 kesî.
Lêbelê desthilata Sovyetan qet nepirsî, bê ev çawa bû ku ew civaka kurdî ya
xwedî pirrzarok di hundirê 50 salan de di þûna ku ew zêde bibin de, ber bi
tunebûnê ve çûn?! Lêbelê xêrnexwazên kurdan baþ dizanîbûn ku çi dikin, bi
tunekirina kurdan re dê îdareya wan jî nas nekin. Her bi vî awayî di salên
1930an de Kurdistana Sor wek realîteyek li ser cografyayeke îdarî û siyasî
rabûbû û ji bo xapandinê be jî di çapemeniyê (rojname) de bi navê
“Kurdistan” heya sala 1964an jiyana xwe berdewam kir.
Dijminên kurdan xebata xwe kirin û gihaþtin armanca xwe. Gelo kurdan çi
dikir? Bi vê pirsê em derbasî xala duyemîn a ji sedemên têkçûna Kurdistana
Sor bibin.
Gelo me kurdan çima nekarî van kêmtirîn mafan biparastana? Ev gunehkarî ya
kê ye? Beriya her tiþtî divêt bête gotin ku di wê qonaxê de Kurdistan di
rewþeke dijwar re derbas dibû. Li Tirkiyê kemalîstan bi her awayî gelê me
bêçare kiribûn, û li baþûr jî îngilîzan bi ereban re þerê kurdan dikir da ku
ew bêmaf bimînin. Û li rojhilatê jî, þahînþahiyê bêhn li kurdan çikandibû.
Bi gotineke din, kurdistan di nava dijwariyeke wisa de bû ku ew bi xwe
pêwîstî bi alîkariyê hebû. Loma jî kurdên li welêt qet nikarîbûn ji birayên
xwe yên li Sovyetan re bibine alîkar.
Lêbelê, heçî kurdên Sovyetê ne, yên ku xwediyê mafên bidestxistî bûn, bi her
awayî li hember Kurdistana Sor xemsar man. Gelo çima? Pêwîst e ku li vir
bête îþaretkirin ku civaka kurdî ji bilî belavbûna di nav Sovyetan de,
belavbûneke wan a giyanî jî hebû! Belavbûna giyanî, ji tunebûna hestên
netewî bû. Kurdên musluman ên nezan bêhtir ji pirsa netewayetiyê girîngî
didan olê (ayîn, dîn). Kurdên yezîdî jî nasnameya xwe wek “Yezîdîtîyê” nîþan
didan; ew jî dûrî hesta netewî bûn. Û zanayên civaka kurdî xwe wek komunîst
nîþan didan ku enternasyonalîzm li ber wan ji netewayetiyê girîngtir bû. Ev
herêm bi vî awayî ma li erdê û barê wê ketibû. Û tu dibêjî qey tunebûna
Kurdistana Sor ji bo kurdan ji hebûna wê çêtir bûye!
Û heya bi zanayên kurd ên Sovyetan jî ne dûrî vê xemsariyê bûn. Rojek ji
rojan ji van zanayan tu kesek derheqê babeta hebûn û tunebûna Kurdistana Sor
de tu lêkolînek nenivîsand. Zanayên dîroknas ên kurd li ser hemû qonaxên
dîroka Kurdistanê deqên xwe nivîsandin, bi saya vê yekê bûn lêkolîner,
doktor û profesor, lêbelê kesek jî ji wan xwe bi nêzî babeta Kurdistana Sor
nekir.
Ji bilî van sedemên li jor, sedemeke din jî ya olî (dîn) ye, ku hiþt
Kurdistana Sor winda bibe. Kurdên musluman ên ku xwedîyê “Îdareya Kurdî”
bûn, desthilata Sovyetan gelek ji wan surgunê komarên Asyaya Navîn kir, ku
mafê vegerê jî ji bo wan tunebû. Ewên mayî jî, ji ber vê tirsa surgunkirinê,
desthilatiyê çi bigota, wan nedigot “Na!” Û azeriyan heta dawiyê vê yekê li
hember kurdan wek suîstîmalek bi kar anî. Ne dûrî aqil e ku ji ber vê yekê
kurdan di bin sîwana olî de bi hêsanî xwe wek azerî qebûl kirin…
Lê heçî kurdên yezîdî ne, wan bi çavên dijminatiyê li birayên xwe kurdên
musluman dinihêrî. Birîna yezîdiyan a ji ber qirkirin û talankirinê hîn
necebirî bû. Ji ber vê çendê, ew jî xwedî li Kurdistana Sor derneketin… Ev
jî ne bêyî alîkariya Ermenîstanê bû; ger azeriyan bi asîmilekirina kurdên li
cem xwe, kurdên Krdistana Sor tune kirin, hingê ermenan jî bi riya
xwedîlêderketina li kurdên li “Cem” xwe hiþtin ku ew jî bi dûr bikevin.
Lîstika van her du komaran (Ermenîstan û Azerbaycan) piþtî herifîna Yekîtiya
Sovyetan jî berdewam bû. Di qonaxa þerê li ser Qerebaxê yê di navbera
Ermanîstan û Azerbaycanê de ev lîstik bi þêweyeke vekirî hate lîstin. Dema
ku Ermenîstanê di encama þer de Qerebax û herêma Kurdistana Sor xistin bin
destê xwe, hingê ji kurdan xwestin ku ew vegerin herêma xwe û bi xwe jî
îdareya xwe bikin. Tiþtê ku girî û ken bi xwe re dianî, danîna Hukumeta
Kurdî li Erîwanê, ku wek ordiyeke bêleþker bû! Û dema ermenan dîtin ku kurd
bi ya hukumetê nakin û venagerin ciyê xwe, çawa ku wê hukumetê bi destê xwe
çêkiribûn, her wiha bi destê xwe xira jî kirin û pirsa Kurdistana Sor ji
holê rakirin.
Ev dibe ji dehsalan zêdetir ku Qerebax û pê re jî herêma Kurdistana Sor di
bin kontrola artêþa (ordu) Ermenîstanê de ne. Îcar pirsa Kurdistana Sor ji
aliyê Ermenîstanê ve hîç nayête ser zimên. Kurd, çawa ku berê jî ne di bala
kesî de bûn, niha jî her wisa ye. Lê tiþtê balkêþ ev e, êdî azerî kurdan
didehfînin (teþwîk dikin) ji bo doza mafê xwe yê herêma Kurdistana Sor ji
Ermenîstanê bikin.
Kurdên nuh jî, çawa ku li heyamên berê xwedî li herêma xwe derneketibûn,
niha jî her wisa dernakevin. Û birîna Kurdistanê ji mêj ve bûye pênc birîn.
|
|
girêdanên sponsor
........
|