rûpela serî

 

 

Komkujiya Geliyê Zîlan çawa qewimî?

Li gorî belgeyên Serfermandariya Giþtî van agahiyan dide; di 25’ê tîrmeha 1930’an de koma ku serî li ber dewletê hilda ji hêla mufrezeya Dervîþ Beg ve ser wan girtiye û yên reviyane jî îmha kirine. Nêzî 200 sewalên ku girtine jî dane komisyona li Erdîþê. 29’ê tîrmehê de mufrezeya Dervîþ Beg ku bi karê paqijkirina mirovan a li herêma Zîlanê ve mijûl dibe, bi meleyê gundê Pabuþkînê ku serekê serhildana Zîlanê bû, 4 kesê din piþtî girtin ew kuþtine. Her wiha 9 tiving û 700 sewal jî kom kirine. Di 2’ê tebaxê de mufrezeya Dervîþ Beg li herêmên Pira Beranê, Gurgur Baba, Çiyayê Partaç ê kesên ku di taht û zinaran de xwe veþartibûn Heso û kesên ku nasnameya wan nediyar kuþtî bi dest xistine. Jinên wan jî civandine û berdane wan gundan. 17 Kurd girtine û gundê Karamelîk ku alîkariya wan kiriye mirov kuþtine û gund jî þewitandine.

Dawiya paqijkirina herêma Zîlan nehatiye. Mufrezeya Dervîþ Beg di 10’ê Tebaxê de Hiseynê Kor, Tahir, Kasim, Hemze, Yusuf, Sultan a li Zozana Paniyê bûne girtine, gundên Þereflî û Maral ku ew veþartine þewitandiye û 30 çek bi dest xistine.

Lê pêkutî bi van bi sînor nebûn

Piþtî dorpêçkirina Erdîþê, hêzên leþkerên ku hatibûn herêmê dest bi qirkirineke mezin kiriye. Li Geliyê Zîlan 44 gund hatine þewitandin. Dest danîn ser mal û sewalên wan. Di gundan de jî kesên ku diketin destê wan qetil dikirin. Navê hinek ji van gundan ev in; Hasanabdal, Aks, Þahbazar, Dogancî, Tendûrek, Çakirbey, Yilanlik, Xarxus, Babazeng, Komir, Þor, Þorik, Murþît, Mescîtlî, Karakîlîs, Kundik, Zorava, Aryutîn, Hallackoy, Pirabezê, Kuruçem, Mulk, Yekmal, Kîlîsê, Gosk, Partaþa Jêr, Partaþa Jor, Binesî, Bunizî, Pelexlu, Kerx, Sogutlu, Mixare, Kardoxan, Kellê, Hostekar, Suvarkoy, Kizilkilîse, Ziyaret, Hiraþen, komik, þeytanava, Birhan, Koþkopruya Jor.

Geliyê Zîlan ji du milan pêk tê; Geliyê Zîlan û Geliyê Hacîderê. Gundên Geliyê Zîlan ev in; Komir, Zorava, Kaþesor, Eqis, Bazengê, Xarxus, Îlanî, Hacikaþ, Çakirbey, Hesenabdal, Qerekîlîs e. Gundiyên van gundan kom bi kom girtine, ew bi werîsan girêdane û bi çekên giran gulebaran kirine û kuþtine. Yên li vir hatine kuþtin piranî ji eþîrên Bekirî û Hemoyî ne. Geliyê Haciderê jî ji gundên wekî Bonizlî, Konduk, Sicalî, Ardoxan, Mixarê, Soqitlî, Kerx pêk tên. Piraniya wan jî ji eþîra Haciderê bûn. Zarok, ciwan, pîr, jin cudayî nexistiye navbera wan ew qir kirine. Hemû gund þewitandin. Yên di Geliyê Zîlan de hatine qetilkirin, li gorî çapemeniya wê demê 15 hezar bûn, lê li gorî hin çavkaniyan 47 hezar kes in. Li gorî Mela Heyder Varli hejmara kesên hatine qetilkirin 15 hezar û 170’ê ye. Di rojnameya Cumhuriyetê ya di roja 16’ê tîrmehê 1930’an de bi sernavê ‘Yên hatine îmhakirin’ dabû wiha gotiye: “Gund û gundiyên ku alîkariya eþqiyayan kirine bi temamî hatine þewitandin û gundî jî hinek hatine îmhakirin û hinek jî sewqî Erdîþê kirine. Di Tevgera Zîlan de hejmara eþqiyayên(mebesta wan ji Kurdên Kurdeperw in) hatine îmhakirin ji 15 hezarî zêdetir e.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

girêdanên sponsor     ........

>>  BI GIÞTÎ DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ

 

 

>> Bendika Krolojik 

 

 

 

 

>> Dîroka Kronolojîk

 

 

>> Împaratorî û Dewletên Kurdî BZ.4000-1991

 

>Împaratorîya Med
>Hikumeta Kurdistanêya Þêx Mehmud
>Komara Kurdistan
>Dewleta Federe ya Kurdistan
>Û dewletên Din

 

 

 

>> MIrEKtÎyên Kurd

600-1900 

 

 

 

>> Rewþa Kurdistan

 

di Sedsala 20'an de

 >Peymana Lozanê

>Tevgera Mistefa Barzanî
>Tevgera Siyasî ya Kurdî a sedsala 20'an
>Serhildanên Kurdî 

>Raperîna 1991ê ya Kurdistana Baþur

 

>> Rewþa KurdIstan

di Sedsala 21'an de

 

 

>Dewleta Federe ya Kurdistan >Kurdistana Rojava Serhildana 12ê Adara 2004 ya

 

>>GOTAR

 

 

>>Þunuwarên DÎROKÎ YA NETEWEYA Kurd

 

 

>>NewroZ

 

 

>>Nexþeyên Kurdistan

 

 

>>Ala Kurdistan

 

 

>>GIRÊDAN

 

 

 

 

 

 

Peywêndî | Reklam | Kunye | Derbarê DirokûDewlet de | HKMG

 
©Copyright 2006 DirokûDewlet | Hemû mafên wî parastîyê | DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e

 

DirokûDewlet  weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e | DirokûDewlet-History of Kurds and Kurdistan