|
rûpela serî
|
|
Hemû
Gotar
Dîroka Bajarê Amed

Amed him wek bajar û him jî wek herêm ciyekî gelek kevn û dîrokî ye. Di van
20-30 salên dawî de li herêma Amedê li Erxaniyê du þopen kevneciyan hatine
dîtin û kolandin. Unîversîteya Stanbul û ya Chicago beþê Rojhilat li herêma
Erxeniyê li girê Hîlalê ciyek ji bin axê derxistin ku ew berî 7250-6750 berê
zayînî (berî mîladî) xerabeyên gundek in. Xerabe ode bi ode ne, ciyên însan
û heywanan hene.
Li gor encamên lêkolînên arkeolojîk ji berî dîrokê ve mirov li herêma Amedê
jiyane. Wek tê zanîn dîrok bi dîtin û karanîna nivîsê dest pê dike. Lêbelê
dîroka bajarê Amedê wek dokumentên dîrokî digihe 3.000 sal bz.
Serdema
Subaro, Hûrî û Mîtaniyan
Heta îro bi qasî ku hatiye tespîtkirin. 6.000 sal berî niha yanî 3.000 sal
bz cara pêþî Subaro li herêma Amede jîyane û hukim kirine. Sumer û Akadan bi
wateya xelkê navbera herdu çeman, ku paþê Grekiyan ji vê herêmê re bi zimanê
xwe gotine Mezopotamya. Piþtre navê Subaro bûye Hûrî. Yanî Subaro û Hûrî
heman gel in. Dibe ku li gor eþîretan navê wan were guhertin. Di wê demê de
kijan eþîr desthilatdariyê bigirta destê xwe, ew bi wî navî dihat nas kirin.
Îro hemû dîroknas dibêjin ku Subaro û Hûrî heman xelk in û zimanê wan
hînd-ewropî bûye. Hûriyan li herêma jorê Dîclê hukim kirine. Demeke ji
Zagrosan, heta Amed, Riha, Mêrdîn, Kerkûk, û beþek ji Suriyeya îron û heta
derya Spî jî ketine bin destê Hûriyan. Li van herêman kevneþopên Hûriyan îro
jî gelek in. Bz di navbera salên 1800-1500an de li herêmê dewleta herî mezin
û bi nav û deng ew bûne. Bz piþtî 1500î mirov êdî li herêmê ji derî Hûriyan
Mîtaniyan jî dibîne. Subaro, Hurî û Mîtanî heman xelk bûne, yek eþîrek bûye.
Piþtre Mîtanî desthilatdariyê digrin destê xwe. Mîtanî bêtir li herêmên
Mêrdîn, Haran, Riha, Heleb, Antakyayê hukim kirine. Li Amedê bi tenê herêma
rojava girtine bin kontrola xwe. Weha xuyaye ku herêmên bakur û rojhilatê
Amedê di destê Mîtaniyan de maye.
Bedena bajarê Amedê cara pêþî ji aliyê Hûriyan ve hatiye çêkirin. Li derê
çiyê li qata herî binî bi nivîsên bizmarî û bi zimanê hûrî hatiye nivîsîn.
Amed an jî Amîda bi hûri ye.
Ev ax û ava Mezopotamyayê ya bi xêr û bereket li serê kurdan felaket li pey
felaketê aniye. Bi hezar salan bz bajar û herêm ji aliyê xelkê din ve hatiye
dagîr kirin. Bêhejmar împarator û serleþker çav berdane Amed û herêma Amedê.
Yên xurt hatine û dagîr kirine û ji wan xurtir hatine wan ji navê rakirine û
karîna xwe damezrandine. Þaristaniyên berî xwe wêran kirine, bi dagîrkerî û
zordestî û baweriyên xwe re zanîn û þaristaniyên xwe jî anîne. Ka em binerên
kijan împarator û artêþên dewletan Amedê bi dest xistine, dagîr kirine.
Belê, ew hatine dagîr kirinê, kustinê, kolekirinê lê demeke paþê mecbûr mane
bi þûn ve kiþiyane û çûne, lê yên mayî Amedî ne û heta îro mane. Dê bimînin,
ji ber ku xwedî ew in!
Serdema Asûriyan
Di dema mîtaniyan de êdî Asurî ji jêr ve êrîsî mîtaniyan dikin. Hêdî hêdî
Asûrî li herêmê xurt dibin û dixwazin bibin hakimê herêmê. Bz zayînî di
salên 1300an de asûr herêma Amedê dagîr dikin û bajar dikeve bin destê wan.
Herweha di gelek dem salaên ciyê ciyê de Asûrî herêmê dagîr dikin.
Sedema
Urartuyan
Ji dema Asûriyan ve li herêma Wanê bi navê Urartu xelkek hukim dikir. Ji
roja ku Asûrî hatibûne herêmê her êrîþî Urartuyan dikirin. Berî zayînê di
sala 781 an de Asûr êrîþ bir ser ordiya Urartuyan. Urartuyan bi Mîtan û
Nêrbiyên ku di nav ordiya Asûriyan de bûn bi dizî bi wan re li hev kiribûn.
Di dema þer de Mîtan, Nêrbî û Urartû bi hev re li Asûriyan dan û artêþa Asûr
þikiya. Û herêm ket destê Urartuyan. Di sala 743an de artêþa Asûr di bin
serokatiya kralê nû Tîglatpileser-III an de zora Urartuyan bir û Amedê bi
paþ ve girt.
Serdema Îskîtiyan
Îskîtî ji Qafqasan ve hatin û zora Ûrartuyan birin û berî zayînê di sala
635an de herêma Amedê jî girtin bin kontrola xwe û bi qasi 28 salan li
herêmê hukimdarî kirin.
Serdema Medan
Wek tê zanên Medan bz di sala 612an de zora Asûriyan biribû. Di sala 625an
de herêma Amedê ket bin destê Medan û heta 550an di destê wan de ma.
Serdema Persan
Di sala 550an de Kralê fars Kuras-II, zora kralê Medan bir û Amed ket bin
destê Farsan. Heta sala bz 331 Amed û herêma wê di bin bandora Farisan da
ma.
Serdema Îskenderê Mezin
Kralê Mekdonyayê Îskender bz di sala 331ê de bi artêþeke mezin berê xwe ber
bi rojhilat ve kir û Amedê girt û ber bi Îranê ve çû. Heta sala 323 herêm di
bin destê Îskenderê Mezin de ma. Piþtî mirina Îskender herêm ket destê
Selevkoslar. Heta sala 140î di destê wî de ma.
Serdema Partan
Partan xwe xwedî mîratê farisan didît û îktîdarê girtin destê xwe û herweha
herêma Amedê jî heta sala 85an di bin bandora wan de ma.
Serdema Tîgranê Mezin
Tîgran sistiya Partan dît û êrîþ bir ser wan û herêmê girt bin destê xwe.
Herweha Amed jî di navbera salên bz 85-69an ket bin destê Tîgran. Tîgran xwe
warisê Urartuyan didît.
Serdema Rom û Bizansê
Bz ji sala 69an heta pz sala 639an herêma Amede ket bin desthilatdariya
Romiyan. Pêþî Rom û piþtre jî Roma bû du perçe ve care Bizansî li wir man.
Îro jî mirov him li ser kevirên bedena Amedê him jî li gelek ciyan rastî
þopên nivisarên û xerabeyên Romiyan tê. Ev dema xirîstiyaniyê ye. Di serdema
Romiyan, sala 149an de, beden ji aliyê Împarator Constantius ve him hatiye
tamîrkirin û him hinek ciyên nû jî lê hatine zêde kirin. Navbera Derê Çiyê û
Rihayê hatiye xerab kirin, ji çaran yekê bajêr hatiye fireh kirin û ji nû ve
beden hatiye çêkirin. Di sala 359an de nifûsa bajêr 20.000 bûye.
Serdema Îslamê
Di dema derketine Îslamê de Amed di bin destê Bizansan de bû. Di serdema
Xelîfe Omer de, di sala 639an de eskerên artêþa îslamê bi þerekî dijwar
Amedê digirin. Heta sala 661 an Amed di destê Ereban de dimîne. Ji sala 661
heta 750 yan vê care di destê Emeviyan de dimîne. Ji sala 750 heta 869an
dikeve bin destê Abbasiyan. Ji sala 869 heta 899an di destê Kurê Þêxan de
dimîne. Ji sala 930 heta 980î di bin destê Hamdaniyan de dimîne. Ji sala 980
heta 984 di destê Kurê Buveynan de dimîne.
Serdema
Merwaniyan
Belê, wek me di serî de jî destnîþan kiribû bav û kalên kurdan Subarto û
Hûrî, 3.000 sal bz Amedê ava kiribûn an jî dîwarên bajêr cara yekem ji aliyê
wan ve hatibû lêkirin. Ji wê rojê þûn ve heta dema Merwaniyan nêzîkî 3.500
salan bajarên kurdan ketibû bin destê dijminê renge reng, curbe cur û care
duyem bû ku carek din diket destê kurdan. Merwanî ji sala 984 heta 1085an,
tam 101 sal Amed û herêma Amedê birêve dibin. Di dîroka Amedê de demeke
zêrîn dest pê dike. Êdî artêþên dagîrker li vir tunebûn. Merwanî ne ji bo
talan û wêrankirinê hatibûn, lewre ew xwediyên malê bûn û mala xwe yanî
bajarê xwe ji her alî ve ava dikirin û diafirandin. Av û avadaniyê dikirin.
Pire, hemam û seraya çêdikirin. Pira Amedê ya Dehderî û Pira Mala Badê di vê
demê de hatine çêkirin. Ziman û edebiyata kurdî li Amed û Farqînê gelek bi
peþ dikeve. Amed û Farqîn dibin buhiþta derewîn.
Serdema Eyûbiyan
Di navbera salên 1232-1401ê de Amed dikeve bin destê Eyûbiyan. Ku serokê
dewleta Eyûbi Selheddîn Eyûbî bi xwe kurd bû lê li gor bîr baweriyên wê
demê, dîn bêtir li pêþ bû netewe hewqas ne girîng bû. Di wê demê de
dijberiyên musilman û xiristiyanan hebûn. Selehedînê Eyûbî û serleþker û
piþtre jî padîþahekî îslamê bû.
Selçûqî, Osmanî û Komara Tirkiyê
Her çiqas dem dem Amed ketibe bin destê tirkên Selçûqî û Qerekoyunî jî bi
rastî piþtî þerê Çaldiranê di sala 1515an de artêþa Osmanî der û dor li
Amedê digirin û xelkê bajêr jî êdî ji birêvebiriya Þahê Îranê gelek eciz
dibin û alîkariya Osmaniyan dikin. Ji wê roja reþ þûn ve Amed wek birêvebirî
bi Osmaniyan ve tê girêdan. Heta salên dawiya Osmaniyan jî, bi tenê bac
didin Osmaniyan. Wek hemû bajar û herêmên Kurdistanê, Amed jî nîv otonom bû.
Bedena Amedê
Wek me li jor jî destnîþan kiribû ku cara pêþî beden ji aliyê Hûriyan ve
hatibû çêkirin. Tê texmîn kirin ku beþê Serayê ku bi tirkî dibêjin Îçkale
hatiye çekirin û yên din peyder pey lê zêde kirine. Beden di þiklê masiya
mertal de bi kevirên reþ ên mezin hatiye lêkirin. Beden 5 km dirêj e. Bajarê
kevn yê ku qada wê di nav bedenê de dimîne, ji rojhilat û rojava 1700m û
bakur û baþûr 1300 m dirêj e . Bilindiya dîwarê bedenê di navbera
8-12metreyî û firehiya wî jî di navbera 3-5m tê guhertin. Di bedena Amedê de
82 birc hene. Bircên herî bi nav û deng, Heftbira, Ez û Tu û ya Bizinê ne.
Birc du tebeq in. Tebeqa bini ji bo malzemeyên þer û ya jorîn wek kozikên
þervanan hatine çêkirin. Tê gotin ku cara pêþî di bedenê de çar derî hebûne.
Derê Mêrdînê, Derê Çiyê, Derê Dîclê û Derê Rihayê. Piþtre sê deriyên din lê
hatine zêde kirin û bûne heft derî.
Bedena Amedê îro yek ji berhemên dîrokî yên li cîhanê ye. Piþtî dîwarên Çînê
li cîhanê yekemîn e.
Hemam
Deva Hemamê: Di sala 1540î de bi navê Hemama Mezin(Hemam Kebîr) ji aliyê
Wekfa Husref Pasa ve hatiye çekirin. Di navê de ji 21 keviran hemzeke mezin
hatiye çêkirin. Çapa qubeya ku mirov li wir cilên xwe ji xwe derdixe 14
metre ye. Heþt pencereyên wê hene. Tê gotin hemam hewqas mezin bûye ku
rojekê devek dikeve hemamê tê de wenda dibe. Loma vî navî lê kirine.
Hemama Çardaxî: Di taxa Îbrahîm Beg de ye. Tê texmîn kirin ev hemam di
navbera salên 1520-1540î de ji kevirên bazalt hatiye çêkirin, ne aliyê
hundir aliyê derê wê xweþik çêkirine.
Hamami Paþa: Li ser riya Xançepekê ye. Navê wê yê rastî Hamami Behram Paþa
ye, lê xelk Hemama Paþa dibêje. Di sala 1564-1567an de hatiye çêkirin.
Hemama Wehab Axa: Nêzîkî Derê Çiyê li ser cadeya Gaziyê. Di sedsalên 16-17an
de hatiye çêkirin. Kes nizane çima vî navî lê kirine.
Hemama Biçûk: Jê re hemama Senê jî dibêjin. Nêzîkî mizgefta Melîk Ehmed e.
Di sedsalên 16-17an de hatiye çêkirin.
Hemama Qadî: Li hember mizgefta Sefayê ye. Tê gotin ku navê wî yê rastî
Esbek e. Hemameke biçûk e.
Mizgeft
Li Amedê gelek mizgehf hene, j iwan du bi nav û deng in.
Mizgefta Mezin: Dema Artêþa îslamê di sala 639an de Amedê digre, wê demê bi
navê Saînt Toma an Mar Toma dêrek hebûye. Wî dêrê kirine mizgeft. Mizgeft di
dema Merwaniyan de him hatiye tamîrkirin û him jî çend beþ lê hatine zêde
kirin. Di vê mizgefta mezin de beþên mezhebên henîfî û þafihî ji hev cuda
ne. Her yek li aliyek e. Di zemanê berê de li herdu kêlekên wê medreseyên
Zenciriye û Mesûdiye hebûne.
Minare çarling: Di dema Akkoyunan de di salên 1500î de hatiye çêkirin. Li ba
mizgefta Sêx Mutahhar e. Mînare li ser çar stûnan bi kevirên birî yên reþ û
spî hatiye ava kirin.
Xan
Xana Delîlan: Li Derê Mêrdînê ye. Di navbera 1527-1528an de hatiye çêkirin.
Navê wê yê rastî Xana Xusrev Paþa ye. Ji xwe di taxa Husrev Paþa de ye. Xelk
jê re Xana Delîlan dibêje. Her sal di dema hecê de, hecî hatine wir û rêber
(delîl) jî hatine wir û heciyan girtine û birine hecê. Ji ber wê yekê ev nav
li ser maye. Xan bi kevirên birî yên reþ û spî hatiye çêkirin. Mîmariyeke
balkêþ li ser heye. Xana Amedê ya herî mezin e. Niha wek oteleke turistîk tê
bi karanîn.
Xana Hesen Paþa: Li aliyê rojhilat, li hember Mizgefta Mezin e. Sê qat e û
di qata jêrîn de hewizeke wê heye. Tê gotin ku di dema xwe de têde ciyê 500
hespî hebûne.
Pira Dehderî
Pira Dehderî: Li aliyê Derê Mêrdînê li ser çemê Dîclê ye û 3 km ji bajêr dûr
e . Tê gotin ku pireke gelek kevn e. Her ku dijmin der dor li bajêr girtiye
pir hatiye xerab kirin û piþt re carek din hatiye çêkirin. Tê zanîn ku di
dema Împaratorita Bîzansiyan de berî zayînê di sala 974an de jî, pir ji binî
ve hatiye xerab kirin.
Lêbelê ev pira ku niha heye ji dema Merwaniyan ve, di sala 1065an de hatiye
çêkirin. Li ser kevirên pirê li aliyê bakur di nav hersê çaviyên wê yên
destpêke de tarîx û nav hatiye nivîsin. Li kêleka nivîsan wêneyê þêrek heye.
Pir deh deriye û loma jî jê re Pira Dehderî dibêjin. Dirêjiya wê 180 metre
ye û firehiya wê 7-8 metre ye.
Zebeþ û festîvala zebeþan
Bi qasî beden û bircên Amedê zebeþên Amedê jî bi nav û deng in. Li cîhanê
zebeþên herî mezin û çêjdar, li Amedê li ber çemên Dîclê tên çandin. Dema
dibe bihara paþîn ava çem diçike qûm li derdorê dimîne. Di ciyê qûmê de
çalik dikolîn û dendikên zebeþan davêjin navê. Piþtre ji Tirelo û gundên der
û dore zirçên kevokan ku jê re qoxî dibêjin tînin û dikin wan çalikan. Dema
zebeþ þîn dibinû lem digrin, rayê binî yên zebeþan digihên avê. Av di nav
qûmê de nêzîkî rûyê erdê ye. Dora leman çend car xweþ dikin û qoxî didin
wan. Bi payîzê re zebeþ êdî mezin dibin û nava wan sor dibe û jê dikin û
dibin bazarê. Zebeþên Amedê yên ku li ber çemê Dîclê tên çandin heta 50-60
kîloyan jî mezin û giran dibin.
Ji berê ve li Amedê þahiya zebeþan çêdikin, niha jê re festîvala zebeþan
dibêjin. Di zemanê berê de ev þahî li gundê Elî Parê hatiye li darxistin û
du hefte dom kiriye. Di þerê Cîhanê yê Yekemîn de dema felaketa birçîbûn û
perîþaniyê dest pê kiriye, êdî dev ji þahiyê berdane û çênekirine. Lêbelê,
di îlona 1966an de dewletê vê carê bi awayekî din dest bi çêkirina festîvala
zebeþan kiriye. Vê carê li çend deveyan zebeþên mezin bar dikin. Devan
dixemlînin. Li her deveyek, li nav barê zebeþan keçikek siwar dikin. Hevsarê
deveyan bi hev ve girê didin û kesekî hevsarê devaya pêþî dikþîne û li def û
zirnê dixin. Koma govenda Amedê li pêþ karwanê devan govend digre û karwanê
zebeþan hêdî hêdî ji derê Mêrdînî heta parka nav bajêr diçe. Li wir zebeþên
herî mezin û giran tên hilbijartin û diyarî didin xwediyê zebeþên herî mezin
û giran.
Belê Amed niha li bakur bajarekî gelek mezin e. Navend ji mîlyonek bêtir e.
13 þarojkên (qeza) Amedê hene. Li gor hejmartina giþti ya sala 2000î hejmara
nîþteciyên (nifûsa) navend, navçe û þarojkên Amedê weha ne:
Amed (Diyarbakir)
Navend: 818.396
Wîlayet: 1.364.209
Þaroçke
1. Bismil: 126.885
2. Çermûg: 46.050
3. Çinar: 58.583
4. Çingûþ: 15.521
5. Egil: 21.631
6. Erxenî (Ergani ): 87.467
7. Hêne (Hani): 31.794
8. Hezro: 18.755
9. Karaz (Kocakoy): 13.069
10. Licê: 24.877
11. Pasûr (Kulp): 40.454
12. Pîran (Dicle): 39.861
13. Silîvan: 116.298
Li gor hejmartina fermî ya sala 2000an, 833 gunden Amede hene.
_______________________
Çavkanî
1. Ibnul-Erzak, Miyafarkin Tarihî
2. (Halet Çamlibel, Guneydogu Anadolu Tarihoncesi Araþtirmalarinin Kültür
tarihi bakimindan önemî, Atatürk Konfernaslari lV, 1970, TTK, yayini- Ankara
1971, sf.25
3. Serefxanê Bedlîsî, Þerefname, weþanên Apec, Stockholm-1997
4. Þevket Baysanoglu, Diyarbakir tarihî, cilt-1, MN Tanitim Ankara-1996
5. Cegerxwîn, Tarîxa Kurdistanê, cilt-1,2, weþanên Roja Nû, Stockholm-1987
5. Malperên înternetên yên li ser Amedê.
|
|
girêdanên sponsor
........
|