|
rûpela serî
|
|
Bernameya Beþa
Dîrokê / Zanista Dîrok
Destpêk
“Dîrok di roja me de veþartiye, em di despêka dîrokê de”
Dema ku em li dîrokê dinêrin, bi gelemperî em dibînin ku her þaristanî di nav
þaþîtiyek wekî ku dîrokê bi xwe dide destpêkirin û sînorkirin de ye. Lê çawa
ku tu civakên ebedî; bêrabirdû û dahatû, tunene, her wiha tu civakên homojen û
ku ji niþkê ve derketine holê jî tune ne. Dema ku mirov di pêvajoyên perisinî
yên azîna pêþveçûna dîyalektîkî de hewl dide ku pêdiviyên xwe yên þirûþtî bi
cîh bîne, di heman demê de hîmê þariþtaniyê jî bi vê hewla xwe datîne.
Mirovahî yekemcar bi hêza hilberînî û bi çalakiya hiþmendî ya kedê, li
Mezopotamyaya Jorîn derketiye ser dika (sahne) dîrokê. Mirov li hewza Firatê û
quntarên Zagros û Torosan yên ku daketine nav deþtan de, bi pêkanîna þoreþa
civakbûyînî re; bûye xwediyê çalekiyekî ku di jiyana mirovahiyê de, cihekî pir
girîng digire. Û di pêkanina çalakiya mirovahiyê ya herî mezin de cih girtiye.
Bi vê çalakiya xwe ya, ku em dikarin bibêjin çalakiya mirovahiyê ya herî
girîng e, mirov hem vejîna xwe, hem jî dîroka xwe afirandiye. Ango mirov dema
ku xwe afirandiye, di heman demê de dîroka xwe jî afirandiye.
Di roja me de êdî belge tenê bi serê xwe nikarin bûyer û rûdenên (Olgu) dîrokî
zelal û eþkere bikin. Ji ber vê pêdiviyê ye ku hindî diçe xebatên bêjeyî yên
dîrokî di xebatên dîrokê de giring û bandorker dibin. Em wekî beþa dîrokê vê
rêgezê girîng û payeberz dibînin û tevgerîna li gor vê rêgezê, wekî tiþtek
pêwist û jênager dibînin. Nemaze jî serobinabûna civakî ya di çawaniya
þoreþkerî de û gupenînên di van sih salên dawîn de çêbûyîn, ji bo xebatên me
yên pêþnûmaya beþa dîrokê þaxa bêjeyî, pêþdar e. Her wiha em di pêþnûmaya xwe
de xebatekî kû dahûrandin û zelalkirina sedsala bist û yekemîn dihewîne,
difikirin. Dema em lêgerînekê li ser dîroka ku em wekî çalakiyekî bîra
kolektîf û civakî dinirxînin, bikin; pêwîste ku em vê yekê mîna hebûnek civakî
bihesibînin. Her wiha têkiliya vê yekê bi dorhêl, bi xweza û bi hev re çewa
ye? Ev têkilî, dê çewa û dê di nav kîjan þert û mercan de pêþ bikeve? Ji bo
xebatek zanîstî, bi hev re þîrovekirina van mijaran, ji bo encamgirtinê tiþtek
jênager e.
ZANÎSTA DÎROK Û METODOLOJIYA WÊ
Nêrîna zanistî ya dîrokê
Em dikarin zanistê bi awayek kurtahî, wekî hemû agahiyên ku mirov hilberî,
rêkûpêkirî yên di pêvajoya lêgerîn, têgehiþtin û daxuyandina rasteqînî de rave
bikin. Zanistê, bikaranîna daring a ku bi awayek çalak hatî kirin, þêwaz
girtiye. Bingeha zanistê bikaranina teknîkê ya ku bi destê mirovên hov bi
hezar sal berî nîha hatiye danîn. Her wiha veguhastina wê û derbaskirina wê ya
ji bo nifþên nû jî, pêþiyê bi rêya bêjeyê, paþê jî bi riya nivîsê pêk hatiye.
Lewre jî raman û siwêranên têkildarî zanistê yên wekî sêhr, ol û felsefe ku ji
nav jiyana civakî derketine û çavkaniya xwe ji jiyana civakê digirin, pêk tê.
Mirov ji bo ku bibe xwediyê jiyanek bêmirin û cîhanek bêmirin her tim di nav
hewla têkoþîna hebûyînê de bûye û li cîhanek bêmirin geriyaye. Ji ber vê yekê
mirov hukumdariya li ser hemû tiþtên ruyê dinê, ji bo xwe wekî bêgaviyek
jênager dîtiye.
Mirov dema çavên xwe vekir û li derdora xwe nihêrî, xwe di nav zincîra xwezayî
ya hovanî de dît ku hukumdariya li ser wê, wekî boneya hebûna xwe dibîne,
xwest ku xweza hilde bin hukumranî û bandora xwe de. Ji bo ku zincîra xweza ya
hovane fam bike û derxe holê, kete nav hewl û xebatan. Ji bona ku van tiþtên
(xweza) nediyarên ku derdora wî/ê dorpêç kirine fam bike, lêgerîn û lêkolînên
ramyarî diviya. Bi vê pêwendiyê mirov ketin nav lêgerînên û lêkolînên ramyarî.
Ev lêgerîn ji bo hiþyarbûna mirovan bû gava yekem û giring. Li ser vê bingehê
nêzîkî deh hezar salan berî niha, di qada hilberînê de þoreþek mezin û
berbiçav çêbû. Vê þoreþê pêþiyê di warê hilberînê de, dû re jî di jiyana
mirvan û hemû hebûnên daringî û civakî de, bû sedema gunerandinên þêwazî.
Mirovên ku ji bo xwe li derfeta jiyaneke bêmirin û hukumdariya li ser xwezayê
digeriyan, bi vê hewlê di heman demê de çalakiya mirovahîyê ya herî girîng û
sereke jî, yanî çandinî keþf dikirin.
Zanîsta dîrokê, civaka ku hertim diguherê û di nav bizavek bêrawest de ye,
dinirxîne. Her wiha di encama vê nirxandinê de jî bi perspektîfek piralî, hem
agahiyên ku di dawiya nirxandinên wê de derketine holê, hem ji tecrûbeyên
kesên ku di paþrojê de jiyan e, dide famkirin.
Pergala mirovan, wan neçar dike ku ew roja îro, hem ji bo civak û derdora ku
di nav de dijin, hem jî ji bo ku cîhanê fam bikin û hêla guherîna civakê kifþ
bikin, bizanibin. Rewþa civakê ya ayîndeyî û mecbûriya zanîna jiyana rojane,
zanîna dîrokê ji bo mirovan jênager dike. Di vê rewþê de, pêdiviya zanîna
dîrokê derkikeve pêþberî mirovan. Rû bi rû mana bi pirsgirêkek bi vî awayî re,
pirsekî wekî “derfeta nirxandina dîrokê ya bi awayek bêalî pêkan e?” derdixe
pêþberî dîrokzan. Ji bo ku mirov bikaribe, radeya ku civaka ew di nav de dijî,
nirxandina paþerojê û çeþpandina roja îro ya ji hêla paþerojê ve bike, divê
rêbazekî objektîf bê bikar anîn û peytantinek objektîf jî tenê bi vî awayî
gengaz e. Pêþveçûna zanîstan berî her tiþtî kêþeya rêbazê ye. Ponijîna zanistî
li Rojava di sedsala XVll yan de derketiye holê. Pêþiyê zanistên têkildarî
xweza derketine.
Dîrok jî wekî zanîstekî, piþtî vê demê çêbûye. Dîrok her çiqas bi awayek
rêbazî jî nebe, berî wê demê jê her tim hebûye. Lê belê dîrok ji ber ku
zanistek bi hebûna mirovahiyê û heya niha hebûye jî, di sedsala dawîn de wekî
zanîstekî hatiye pejirandin. Teþegirtina zanîsta dîrok jî wekî ya zanistên din
bûye. Pêþiyê bûyerên derbarê mirov û xweza de hatine çîrokî kirin. Piþt re jî,
ji bo ku sûdê ji van çîrokan bigirin, formûl hatine peydakirin. Di encamê de
jî dîrok wekî zanîstekê teþe girtiye.
Kesê ku dîrokê çêdike mirov e. Lê mirov vîna xwe ji civaka ku di nav de dijî
hildigire. Bêguman civak jî teþeya xwe ji têkiliyên aborî digire. Girêdayî
nerîna têkiliyên hilberînê, tevgerên mirovan; fikr û vîna wan ya ku dîrokê
çêdike jî diguhere. Heta ku þêwaza hilberîna mirovan neguhere, pêkanînên ku
dîroka mirovan çêdikin jî naguherin. Gel heta ku dîroka xwe bi destê xwe
nenivîsin, nikarin bibin xwedî jiyanek neteweyî û hebûnek. Ev rewþe di heman
demê de ji bo mirovan jî derbasdar e.
Dîrok, hêzên hilbêr yên dîrokî û zagonên objektîf yên civakî ku rehên van
girêdayî sedemên civakî û aborî ne, didahurîne.
Metoda lêgerîna dîrokê ya zanistî
Dîrok, di encama tecrubeyên çend merhelayan de giheþtiyê radeya ku niha di nav
de ye. Di sedsala XlX yan de dîrok wekî kronolojiya bûyeran dihate zanîn.
Cardin di nav heman merhaleyê de komek dîrokzanên ku dîrok wekî rûdanên
mutlakî di hesibandin û “wateya di dîrokê de” mîna tiþtek ku di nav dîrokê de
veþartî û ji xwe kifþ dibe difikirî. Ev nêzîktêdayînên ku tu deman li ser
bingehek rasteqîn û zanîstî ne rûniþtîn, di dawiya sedsalê de, mijara dîrokê û
dîrokzan kirine dabaþa nîqaþan û ev ferasete di bingehê de hatiye lêpirsandin.
Girêdayî vê lêpirsînê derketiye holê ku “wateya di dîrokê de” dê bi felsefeya
dîrokê ve bê famkirin û dê di navbera rûdan û dîrokzan de têkiliyek
diyalektîkî bê sazkirin û ku niha heta radeyekê saz bûye.
Bi gelemperî di nav dîrokzanan de tê pejirandin ku divê ji bo ku bûyerek bê
nivîsîn, pêjîste demek dirêj di ser de derbaz bibe. Ku ev rêbaz li ber çavan
neyê girtin û bûyer di demek kin de bê nivîsîn, ev dîrok nivîsîn dê gelek
çewtiyan di hundirê xwe de bihewîne. Em jî vê rêpîvanê ji xwe re wekî rêgezekê
dipejirînin. Boneya vê rêgezê wekî derneketina emcam û bandorên bûyerê yên di
dema kin, asayî û dirjê de derneketîne holê û kesên ku bûyer bi hemû hêlan ve
jiyane, hêj dijîn, tê niþandiyîn. Eme bawer dikin ku dîrokek di vê rewþê de û
li gor van rêbazan bê nivîsîn; dê alîgir, subjektîf, pêþdarazî bibe û nemaze
jî dê bandorek neyînî li ser dîroka ku di dema kinde bê nivîsîn, bike.
Cardin em dikarin bêjin ku dîrokzanên xwediyê þîroveyên dîrokî yên cihê, dema
ku xwe ji atmosfera ramana serdema ku tê de dijîn xelas neke; nikare xwe ji
subjektîvîzmê jî xelas bike.
Rûdanek din a ku divê dîrokzan girîngiyê bidê, hilbijêrîtî; tayînkirina cih û
girîngiya bûyerê û kifþkirina wê ye.
Dibe ku gelek foktor li ser girîngiya bûyerekê bandorê bikin. Lê krîtera ku
wekî rêbaz bê pejirandin; radeya bandorkirina wê bûyerê ya li ser dorhêlên ku
hildene nav xwe de ye. Ango bûyerek çiqas zêde kes û dorhêla xwe bandor bike,
girîngiya wê bûyerê jî ew qas zêde ye. Dîrakozan kesê ku li ser paþeroja
civakan bûyî bispor û li ser civakan hûrbûyî nîne. Di encamê de em dikarin
dîrokzan wekî kesê ku dikeve nav jiyana mirovan, hêstên van fam dike, li ser
ramanên wan bandorekê dike û tiþtê ku nirxekê dide jiyana wan peyda dike ye.
Tiþta ku rast, rûdanî û zanîstî ew e ku dîroka ji despêka jiyanê û heya niha
li gorî taybetmendî, cih û merhaleyên civakên ku gloverkek dîroka
mirovahiyêne, bên kifþkirin û nirxandin. Em bawer dikin, xebatek ku li gorî
rêbaz û zangonên diyalektîkî bê kirin, dê rêbaza herî zanîstî û encamdêr ya
dest xistina rûdanî derbixe holê.
Tiþta ku me bi îdîa dike, ji dûr rawestîna fereseta nijadperestî, hiþke
neteweyîtî, îdealîst, teolojîk û þopandina rêbaza zanistî ya li gor zangon û
esasên dîyalektîkiye.
Mijara Dîrokê
Dabeþkirina serdemên dîrokê ya li gorî pêþveçûn û guherênên dîrokî ya bi
awayekî zanîstî û têkildarî krîterên siyasî, civakî û aborî nêzîktêdayîna herî
baþ û zanîstî ye. Dîrok dema ji derketina belgeyên dîrokê û heta roja me
dinirxîne û lêgerînê li ser dike. Dema ku belgeyên wê yên niviskî tune ne,
wekî “dema berî dîrokê” tê ravekirin.
Maweya ku zanista dîrokê xebatan li ser dike, lêdikole û dinirxîne
yekperketiyekê nîþan dide. Her wiha ew dem ji gavên, ji hev cihê pêk nayê. Ew
dem bi hev re girêdayi û herikbar e. Maweya ku dibe mijara dîrokê “maweya
pêþveçûnê ye.” Beþa mijara dîrokê li ser lêkolînê dike, wargehên Mezopotamya û
Misriyê ye. Ji ber ku belgeyên dîrokî yên yekem û herî kevin li van deran
derketine ku heta roja me jî ronî dikin. Wekî hemû zanistan, zanista dîrokê jî
ji bo ku serdeman an jî mijarên ku li ser xebatê dike, baþtir bên zanîn û
hêsantir be, li gorî pêvajoyan dabeþ dike. Ev beþ li gorî mijaran ji bo ku ji
aliyê bisporan ve baþtirîn bê nirxandin tê azînekirin. Dabeþkirina dîrokê ya
li gorî mijaran, em dikarin wekî dîroka xweza, dîroka ramanî, dîroka dadî,
dîroka ramyarî, dîroka felsefê, dîroka hunerê, dîroka zanîstê û gelek cureyên
din , an jî þaxên din yên dîrokê binav bike.
Ji bo peytandin, pêþveçûn û guherînên civakî, bikaranîna pîvanên aborî, civakî
û ramyarî helwesteke girîng û zanistî ye. Dîrok xebat û lêkolînên xwe li ser
maweya ku belgeyên dîrokî derketine holê û heta roja me derbazbûyî dike.
Maweya ku di der barê wê de belgeyên dîrokî tune ne jî wekî “Demên berî
dîrokê” an jî pêþdîrok tên ravekirin. Em îro pêþberî alavên ku pêncî hezar sal
berî niha ji alyê mirovan ve hatine çêkirin, tên. Em dikarin çanda mirovan ya
ku berî demên dîrokî, bi alîkariya arkeolojiyê dahurînin û derxin holê. Her
wiha mirov dikare, bi riya belgeyên bênivîs jî çêbûn, pêþveçûn û têgiheþtina
hunerî zelal bike û derbixe holê. Lê belê miro nikare teþeya bûyerên dîrokî
yên ji encama jiyana mirovan derketine, bi awayekî sosya-polîtîk lêkolîn bike
an jî bizanibe. Nirxandina belgeyên bi vî awayî bi temamî girêdayî
þîrovekirina lêkolîner e. Belgeyên nivîskî û bênivîs yên ku di encama jiyana
civakî de derketine, tev de çavkaniyên dîrokê pêk tînin. Lê di dema lêkolênên
dîrokî de hin caran belgeyên nivîskî têra nakin. Wekî mînak, di serdemên
koledarî û feodalîtiyê de nivîs tenê ji hêla hêzên serdest ve dihate
bikaranîn.
Em dikarin daneyên dîrokî wekî nûçeyên bêjeyî, destan, serpêhatî, efsane,
pêkenok, menkîbe, peyvên watedar (biwêj) nûçeyên nivîskî, bîranîn, têbiniyên
geþtiyarî, bîrdar, dûndeh (soyaðaci), salane, kronîk, jînenîgarî û rojname
rave bikin.
Cardin em dikarin belgeyên nivîskî wekî wêne, sûret ku nûçeyên xêzkirî ne û
paþmayên bi xwe mayîn, paþmayên termê mirovan, paþmayên navên cih û warana,
paþmayên rê û dirbî, paþmayên nûmîsmatîkî, paþmayên folklorîk, paþmayên
hunerî, zanîstî û çandînî, berhemên wêjeyî, abîde, paþmayên dîplomatîk û gelek
cureyên din destnîþan bikin.
Têkîliya dîrokê ya bi zanîstên din re
Dîrok zanîstek wisa ye ku hemû zanîstan, bi wan dide zanîn. Ji bo famkirin û
famdarkirina dîrokê, derxistina wê ya holê ya têkiliyên di navbera kevn û nû
de, gelek þaxên zanistê, zanista dîrok ravekirine. Çawa, ji wêjeyê bigire heta
sosyolojiyê, antropolojiyê, arkeolojiyê, zimanzanî, cografya (erdnîgarî)
ednezyarî, mîmarî, felsefe, huner û gelek zanistên din, ji dîrokê sûdê
werdigirin; dîrok jî bi heman awayî encamên van zanistan bi zanînî, di
lêkolînên xwe de bikar tîne.
Etnografya ji ber ku zanîsteke mirovî ya li ser qewmên dîrokî yên serdema
tarîtî, lêkolîn û lêgerînê dike ye, ji bo zanista dîrok girîng e û ji ber vê
yekê jî têkiliyek xurt di navbera wan de heye.
Destxistina têgiheþtinek hunerî, bi dîroka hunerê re gengaz e. Ji bo famkirina
paþmayiyên çewaniyên hunerî di hemû xebatên ku tên kirin de, tiþta ku derfeta
pêþveçûnê dide hunermend, daneheva dîrokî ye.
Dîrokzanê ku agahiyên civaknasiyê fam nekiribe û xebatên dîrokî bike, ji ber
ku dê nekaribe bingeha bûyerên dîrokî yên civakî eþkere bike, dê xebatên wî jî
zanistiyê dûr bin. Arkeolojî hem ji bo serdemên dîrokî, hem jî ji bo yên
pêþdîrokî çavkaniyek pir girîng e. Ji ber ku arkeolojî demên bênivîs û
paþeroja mirovahiyê re mijûl dibe. Her wiha civaknasî, felsefe, dad û zanistê
girêdayî wê, aborî jî, ji dîrokê sûdê werdigirin. Em bawer dikin ku di nêrîna
têkiliyên di nav zansîtan de, zanista ji bo dirokê herî girîng arkeolojî ye.
Ji ber ku arkeolojî demên dîrokê yên herî tarî, bêyî ku belgeyek hebe dikare
derxe holê.
Têkilîraçandina di nav duh û îro de, bi pêkanîna têkilîraçandina di navbera
zanista arkeolojî û civaknasi û girseyan re pêkan e. Ji ber vê yekê arkeolojî
ji bo ku civak ji van agahiyan sûdê werbigire û ev agahî tenê ji aliyê
zanyaran ve û di akademiyan de nemîne; civak, bondora duh ya li ser îro
bibîne, arkeolojî paþeroj û dîroka mirovahiyê ya herî kevin re mijûl dibe.
Niqaþên di paþerojê de çêbûyîn, dê hêjî bidomin. Ango dê siwêranên nû,
rastiyên hatine veþartin, destik (kanit), tiþtên biqestî nehatine dîtin,
tiþtên nehatine gotin, tiþtên dê nû ve ji bin axê derkevin, fikrên bi
gelemperî hatine pejirandin, dê ji aliyê þaxên nû yên zanistê ve bên derxistin
û dîtin.
Ji ber ku li ser þaristaniyên kevn lêkkolînê dikin, arkeolojî û dîroka hunerî
ji bo zanista dîrokê pir payeberz û girîng in. Arkeolojî ji aliyê bikaranîn û
rêbaza teknîkê ve zanistek ji dîrokê cihê ye. Lê bi mebestî ji ber ku daneyên
pêþkêþî dîrokê dike, li gorî zanistên din pir nêzîkî dîrokê ye. Bi kurtahî
dîrokeke bê arkeolojî, nemaze jî ji bo serdemên berê bêderfet e.
DI CIVAKÊ DE ROLA DÎROKÊ
Jin û Dirok
Di afirandina dîrokê de rola bingehîn du cîns dilîzin. Mixabin em dibînin ku,
dirokê bêhtir neheqî li cînsekî kiriye.Dema em kirinên jinê û rewþa jinê
mêzebikin; em ê bibînin ku jinê ji xeyrî domandina nifþê insan û hêztirkirina
erka mêran rola xwe neleyistiye. Lê li Rojhilata Navîn, Mezopotamya û
Anatoliyayê ku þaristanî li wan deran hilhatiye, mêrî ku dîrok bi destê xwe
nivîsiye, rewþa jinê ya herî kevnar jî xerabtir kiriye.
Beriya xwedêyan xwedawend hebûn. Jin, pêþiya dema paleolitikê û dema neolîtîkê
wekî dema þoreþ û evrîmê tê binavkirin de, li aliyê hilberîna çandinî,
berhevkirinî, derbazbûna jiyana têkûz û niþtecihiyê de xwedî roleke mezin bû.
Birastî jî em nikarin tomaran rasterast delîl nîþan bidin. Lê em dikarin, bi
þîroveya awayî jiyana wan, mîmarîya wan, wêneyên dîwaran, awayê xebatên wan,
van encaman jêderxînin, jin wê demê wekî hêz dihat dîtin. Ji ber ku jiyan
rasterast girêdayî hilberîna çandinî bû, di hilberînê de rola jinê jî berbiçav
bû û jin zayinker(doðurgan) bû. Jin di jiyana civakî de ,di qebîlê de xwedî
biryar bû. Hetta em îro peykerên xwedawendên dayîk binêrin, emê bibînin ku jin
piroz dihate qebûlkirin. Dema jinê hêza xwe hêdî hêdî windakir, bi feraseta
hikmê mêr dîroka nivîskî destpê kir û heya iro jî bi vî awayi dom kir. Êdî,
xwedawenda dayîk tune bû; xwedayê herî mezin hebû. Diviya bu ku hemû
xwedavend, li hemberî xwedayê mezin serê xwe bitewandina.
Ji bo jinê hemû cureyên erkê, hemû desthilatdariyên ku li gorî têkiliyên
mirovan, çand, nijad, ziman, ol, hilberîna çandinî û jînenîgariyê teþeyên cuda
hildide ser xwe û di yek erkê de tê cem hev: erk û desthilatiya mêr de. Mêr,
jinê jî mîna xwezayî kiriye bin bandora xwe de, xistiye rewþa bikaranîna li
gorî berjewendiyên xwe. Bê îrade hiþtiye.
Jin dema dîrokê ji feraseta mêr rizgar bike, demên dirokê de mantiqê mêr ku di
hemû deman de desthilatiya mêr berbiçav e, hiyerarþiya zayendan hilweþîne,
þêwazeki jiyanê ku bi xwezayê re di nav ahengêde be, têkiliyên civakî û
zayendî lêbikole, biafirîne hingê dê hesaba dîrokê bigire û vê rewþê xelas
bibe. Dîsa jin, lêkolînên berfireh li ser dîrokê bike, gelek bûyer û þexsên
girîng ên hatine jibîrkirin derbixe holê û ji niha û pê de di nivîsandina
dîrokê de rola xwe ya esas hilgire ser milê xwe, dê ew yeka ku dîrokê
bigihijîne hev pêk bîne.
Di vê gihîþtinê de berpirsiyariya bingehîn li ser milê jinên mezopotamyayê ye.
Wekî tê zanîn ev der ji serdema neolîtikê ve heta niha jêderka perisîna civakî
û çavkaniya þaristaniyê bûye.
Ev peywir û berpirsiyarî nemaze dikeve ser milê jina kurd. Dibe ku jina, di
serî de dîrokê ji nû ve niqaþ bike û dayine cihê vê yê rasteqîn, dê jina kurd
bibe. Dema jina kurd, hem ji aliyê çand, ziman û dîroka gelê xwe, hem jî ji
aliyê zayenda xwe ve li ser dîrokê bikole û tomar bike, dê ji bo jinên têkoþer
bibe mînak û modelek giring, dê ji bo azadiya jinê hêzê xurtir bike.
Ji bo vê yekê, wek beþa dîrokê berpirsiyariya me ev e: divê em saziyek wisa
biafirînin ku ev sazî, ji bavsalariyê bibuhure û jêbipirse, ya nû û ya kevn
niqaþ bike, lêbikole û danehewên hatî bidestxistin ji pêþerojê re bihêle. Dema
em xebatên bi vî rengî pêk bînin, em difikirin ku, ji bo diroka jinê projeyên
nû derxînin holê. Ev xebate dê hem di bin banê beþa dirokê de hem jî bi
hevkariya saziyên jinê yên dirokê ve pêk werin.
Hawirnasî (Ekolojî) û Dîrok
Diroka mirovahiyê parçeyekî ji dîroka ser rûyê dinyayê ye, heta parçeya herî
girîng a serûyê dinyayê diguherîne ye. însan ji bo ku jiyana xwe bidomîne,
xweza û havirdora xwe guhertiye, hilberîna çandinî keþf kiriye û bi derbasbûna
jiyana niþtecihiyê re jî bi îcadên teknîkî; havirdor, jînenigarî û hewsenga
xwe dest bi xerakirinê kiriye. Pêþiyê bi awayekî hoveberkî êrîþî xwezayê
kiriye, kirdeyên xwezayê guhertiye ango tune kiriye. Paþê hêdî hêdî
ceribandiye ku bêyî tune kirina kirdeyên xwezayê jî dikare jiyana xwe bidomîne
û hewldaye ku zerarê nede xwezayê. Herçiqas, Însan bi mebesta zerarê nede
xwezayê hewl dabe jî xwesteka wî ya bingehîn domandina nifþê wî bûye. Dîsa
herçiqas xwestek domandina nifþê însan û jiyana civakî be jî ,ev yek ji
feraseta serdestiya bavsalariyê tê, mina fikra ku divê jin, xweza û civak di
bin hikmê mêr de be ye.
Ýnsan fêr bûye ku domandina xwezayê, tunekirina vê çêtir e. Cardin dema mirov,
li dîrokê mêze bike, vê yekê tevlêkirinek li pêþveçûna hilberînî kiriye.Vê
rewþê pêþveçûna teknîk, ticaret û hilberîna çandinî bi xwe re aniye û êdî
însan ji bo heywan, ax, jînenîgarî û rûberka riwekî (bitki ortusu) bergiriyên
parastinî pêk aniye. Însan bêgav ma bû ku hem jiyana xwe bidomîne hem jî sûdê
ji xwezayê wergire. Ji bo modelên civakî bêgavbûne ku, ev modelan, hem di
navbera gund û bajaran de hem jî di navbera havirnasî û teknolojiyê de
hewsengeki biafirînin. Cardin têkûzkirina niþtecihiya li gorî zerengiya xweza,
ji bo hewsengiya ekolojîk pir girîng e. Ahengiya mirov ya bi cîhana xwezayî re
û girêdayî vê yekê jî çareseriyên civakî yên li ser vê bingehê, êdî jênager
in.
Bingeha jiyana însan dinya ye. Ger erdgilora ku insan jiyana xwe li ser
didomîne serobino bibe, bingeha jiyana înasan jî dê serobino bibe. Bi vê
hiþmendiyê famkirina dîrokê tê vê wateyê ku, ger dîroka dinyayê bidawî bibe,
dê dîroka mirovahiyê jî bidawî bibe.
Dirok, Jînenîgarî, Gel û Çand
Ew axa ku em li ser dijîn, yanê Anatoliya û Mezopotamya, ji bo çandên ku
hatine avakirin, ji bo þaristanî, gel û dewletan axa herî dewlemend e. Dibe ji
ber vê yekê ye ku ev ax, xala destpêka keþifkirina þaristanî û çandan e.
Dîroka vê herêmê heya serdema paleolîtîkî diçe û serdema þoreþê ango serdema
neolîtîk li vê herêmê jiyaye. Ji ber vê ev ax, ji bo dîroka dinyayê pir girîng
e.
Herçiqas bi awayekî îronîk em dibînin ku mîna girîngiya vê herêmê xwedî lê
nehatiye derketin jî, ev yek, berpirsiyariyekî giran datîne li ser milên
zanyarên dîrokê û zanista dîrokê. Ji ber ku çand û þaristaniyên bi hezar salan
bandorê li hew dikin û di nav dan û standinê de ne.
Mixabin hin çand, þaristanî, gel û dewlet herdem di bin gefên dewletên serdest
, gel û mêtingerên desthilat de nin. Li ser vê erdîgariyê çand, þaristanî, gel
û dewletên serdest, tecrûbeyên din xistine bin bandora xwe, manûpîle kirine. Û
heta xwestine wan tune bikin. Qaþo ji bo ola îslamê bi feraseta mêtingeriya
Osmanî tecrûbe û mîratên wan hilweþandine. Wekî mînak, hin caran dêr
hilweþandine, þûna wan mizgef avakirine. Dîroknûsa rasteqîn, dê nêrîna me ya
li ser çandan zelal bike, de pêkbîne ku em tecrûbeyên gelan nexin bin hikmê
serdestan, em dîroka xwe baþ bikolin, danûstandina çandan baþ rave bikin.
Li ser vê erdnîgariyê ku ji Sûmemriyan ve gelek þaristaniyan li ser jiyaye û
heya niha jî gelek gel cem hev dijîn, teqez divê dîrokekî dijî nijadperstiyê
bê afirandin û jiyandin. Divê çarenûsa vê axê yek gel nebe. Ger yek gel be,
hîngê hemû gel dê ji dîroka xwe dûr bikevin. Ev dîrok heya Sûmeriyan jî biçe,
dê dîrokekî nivîþka be, ji hev veqetiyayî be. Hûn lê binêrin, hûnê bibînin ku
tirk, kurd, laz, ermenî, rom, çerkez, gurcî, arnawud, suryanî, terekeme azerî,
êzîdî ku bi sedan sal in li ser heman erdnîgariyê jiyane, niha dûrî dîroka xwe
mane û tu hewldanên wan tunin ku çanda xwe bikolin û bidin jiyandin.
Halbûkî, em ji sûmer, babîl, asûr, hîtît, med, ûrartu, roma, bîzans û
osmaniyan binêrin, ku li ser axa Anatoliya û Mezopotamyayê jiyane, bêhtir
xwediyê mîratekî dîrokî ne. Pêwiste, tecrûbe, hilberîn û dîroka ev gel û
neteweyên me li jor behs kirî bi awayekî objektîf werin kolandin. Derkeve
holê. Dema ev feraset û nivîsandina dîrokê pêk bê û dîsa dema nivîsandina
dîrokê ji bîrdoziya mêtingerî rizgar bibe, hingê dê heqên gel û neteweyên
îroyî were cih. Bi vî awayî nêzikbûyîna dîrokê tê manaya wekhevî û peywendiya
azad ya li ser vê axê.
Di perwerdehî û fêrkirinê de rola dîrokê
Însan, bi fêrbûna dîrokê re hêza ramana zanistî qezenc dike û ji xwe bawer
dibe. Di perwerdehiyê de kilîta zanînê di hiþmendiya dîrokê de veþartdiye. Bi
rastî jî hiþmendiya dîrokê ji fêrkirina pêvajoya guherînê ya civakê pêk tê.
Kesê/î guherînên civakê bi ferasetekî zanîstî fêr bibe, dikare êdî têkiliya
xweza û civakê jî bi awayekî dîalektîk fam bike.
Her civak, di bingeha xwe de encama pêþveçûnên dîrokî ye. Çareseriya
pirsgirekên civakî û neteweyî di nav rewþa wan ya dîrokî de derbas dibe.
Kîjan gel an jî civakê derxistibe bila derxistibe, ev tecrûbe û pêþveçûnên bi
mebestekî yên hemû gelane bê qebûlkirin û famkirin, dê însan hiþmendiya dîrokê
qezenc bike. Ev yek jî dê însan bibe þariþtaniya mirovahiyê.
Dîrok birasterast, azîneya nêrîna dinyayê ye. Û dîrok ji bo qezenckirina firka
rexneyî, lêkolîn, darizandin û þêwirmendiyê navgina herî girîng e.
DÎROKA KURDAN
Nêrîna li Dîroka Kurdan
Dîroka kurd wekî hilberîna di encama çanda þoreþa neolîtîk ya ku l2 hezar sal
berî zayînê ya li dahmen rêze çiyayên Zaxros û Torosan derketiye holê, teþe
girtiye. Li gorî daneyên ku di encama xebat û lêkolînên zanistî de derketine
tê xuyabûn û çeþpandin ku kurd berî zayînê jî li van wargehan jiyane. Kurd, ji
kakila gelên ku serdema neolîtîk afirandine ne. Kurd di serî de di teþegirtina
çanda þaristaniya sumeran û gelek þaristaniyên din yên ku bingeha mirovahiyê
danîne de, rolek pir giring girtine. Zêdetirî vê yekê, di vejîn û hatina van
þaristaniyan ya heta roja me de jî xwedî cihekî mezin in. Dema ku mîmarî,
þêwaz û awayê jiyana kurdan ya civakî baþ bê dahurandin, hêngê dê derkeve holê
ku hêj jî bermayên neolîtîkî di hundirê xwe de dihewîne. Bi vê pêwendiyê ger
ku em kurdan wekî gel û cavakek girîng yê çanda þaristaniya arî bibînin, hingê
em ê bikaribin vê rewþê bi awayek bisporî biþopînin.
Em dikarin bêjin kurd gelekî ji gelên ku di destpêka avakirina þaristaniya
sumeran de cih girtiye û di vê pêvajoyê de rolekî sereke hildaye ser milê xwe
ye. Di serdemên pêþiyê de dîroka kurdan ji komên serbixwe, dewletokên mîna
Gutî Elam, Hûrrî, Mîtanî, Lol û Kasîtan û dewlet û konfederasyonên wekî Ûrartû
û Medan pêk tê. Piþtî hilweþîna dewleta Medan û vir ve axa kurdan di navbera
dewletên wekî Roma, artêþên Îskender, Pers û piþt re jî Sasaniyanan de bûye
cihê þer û gengeþiyan. Kurd, li hemberî dagirkerî û êriþên ku rewþek domdar
girtin, bi çanda xwe ya dewlemend û kevn, rawetîne û wekî eþîrên serbixwe
hebûna xwe berdewam kirine. Kurdan her wiha ola Zerdeþtî jî hebandine û bûne
parêzvanên wê.
Ola îslamiyetê ku li ser erdnîgariya ereban derketiye holê û ji wir belav
bûye, bi awayek zordarî bi kurdan dayîne pejirandin. Di van þerên ku di bin
navê ûmetiya îslamiyê û nijadpestiya ereban de bi salan domiya ye; bi dehan
caran kurd hatine qetilkirin. Serhildanên gel ji hêla dewletên dagirker û
xwînmêj ve bi awayek hovane hatine têkbirin. Ola gelê kurd Zerduþtî ji holê
hatîye rakirin. Û di bin navê qemiyetiyetiyê de bi hezaran kurd hatin kuþtin.
Ola îslamiyetê bi taybetî ji hêla gelên ereb, fars û tirkan ve wekî alavekî
nijadperestî, zor û zextê hatiye bikiranîn.
Kurdan bi þerê Melazgirtê ve deriyên Anatoliyê ji tirkan re vekirin. Bi vê
bûyerê kurd, bûne sedema despêkirin û vebûna serdemek nû ku heta roja me jî
didome. Di vê maweyê de kurd bi rêya dewletokên Mervanî û mîretiyên serbixwe,
xwedî li çanda xwe derketine. Di dema Osmaniyan de kurda wekî otonomî û
mîrektiyên nîv-serbixwe girêdayî Osmaniyan mane.
Di dema þerê yekemîn yê cînanê de ku ji hêla dewlet û hêzên emperyalîst û
kapîtalîst ve hatibû destpêkirin de dewleta Osmaniyan têk çû. Di encama vî
þerî de axa gelê ereb hate parvekirin. Girêdayî vê yekê axa Kurdistanê di nav
dewletên wekî Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê de, hate dabeþkirin. Kurdên ku di
dema avakirina komarê de cih girtin û rolek girîn û serek hildabûn ser milê
xwe; piþtî avakirina komorê hatin jibîrkirin û ji aliyê dewletê ve hatine
biþaftin û bi zilm zext û zoriyê re rû bi rû mane. Kurd bi serhildan û
berxwedanên wekî Koçgirî, Þêx Seîd, Agirî, Dêrsim û bi gelek serhildanên din
li dijî vê rewþê derketine. Van serhildanên ku encama wan têkçû bû
neçareseriya kêþeya kûrtir bû.
Li deverên din yên Kurdistanê jî rewþ cihê nebû. Li Baþûrê Kurdistanê li
hember polîtîkaya erebikirinê, bi taybetî tevgerên Mahmûd Berzencî û Barzanî
serî hildane. Her wiha her çiqas temenkin be jî li Rohilatê Kurdistanê, di
sala 1945 an de Komara Mahabadê avabûye.
Dema ku em li dîroka kurdan dinêrin, bi exlebî derdikeve holê ku gelê kurd di
200 salên dawîn de nekariye wekî dewleteke serbixwe xwe organîze bike. Ji
serhildanan tu encam negirtiye; hindî çûye ji hêz ketiye û maye di bin zilm,
xedr û zordariya gelên ereb, fars û tirkan de. Di nav sîstemên van dewletan de
nebûye xwedî roleke girîng û ji aliyê van dewletan ve bi înkar û tunekirinê re
rû bi rû maye. Li gorî van hemû neyîniyan her tim têkoþiye û di çarêka sedsala
me de li her çara aliyên Kurdistan têkoþînek daye destpêkirin û di têkoþîna
xwe de, xwe ji nû ve vejandiye, gelek destkeftinên berbiçav dest xistine.
Kurd, bi taybetî ji salên 1970 an vir ve li ser bingehek hemdem bi rêk bûn û
têkoþîyan. Em dibînin ku bi vekirina vê rûpela nû ve kurdan di dîroka xwe de
piþtî Medan cara yekem þansê azadiyê qefaltine.
Di nav dîroka mirovahiyê de cihê dîroka kurdan
Bav û kalên kurdan, bi destpêkirina çînîbûyîn, dewletbûyîn û ligel vê yekî
pêþveçûna têgiheþtina mantelîteya zilamî bi serxwebûnek rolatîf û mentalîteya
xweparastinê, xwe sipartine çiyan. Bi sedema ku erdnîgariya wan her tim bi
dagirkeriyê ve rû bi rû maye; kurdên kirdeya dîrokê bûne biresera dîrokê.
Nivîsandina dîrokê ya ku ji aliyê serdestan ve hatiye nivîsandin, neteweyek bi
hemû nirxên xwe ve dabeþ û înkar kiriye. Heta ev rewþ ji bilî neteweya kurd ji
bo gelek neteweyên li Rojhilata Navîn jiyane jî derbasbare. Girêdayî vê yekê
derketina holê ya dîroka kurd a bi awayek zanistî, dê bi xwe re zelalbûna
dîrokên gelek neteweyên din û dîroka mirovahiyê jî bîne. Bi vê pêwendiyê em bi
bawerin nivîsîna dîroka kurd a li ser bingehek zanistî; dê rewþa dîroknivîsîna
ku ji hêla serdestan ve hatiye nivîsîn a alîgir bi awayek baþ û zelaltir
rayêxe berk çavan. Nêzîktêdayinek bi vî rengî dê bibe boneya rastnivîsîna
dîroka kurd û gelek netweyên bi kurdan re jiyane. Cardin em dibînin ku zanist
û teknolojî bi awayek pir xurt pêþ dikeve û ev jî dibe sedema rabûna sînorên
di nav neteweyan de. Ji ber vê jî çand, ziman û ol derfeta pêþveçûnek bêsînor
bi dest dixin. Bi vê fîrûzê em dibêjin; zelal û ronîbûna gelekî ku 14 hezar
sal þahidiya dîrokê kiriye, dê van pêþveçûnan jî biratî û wekheviya gelan
xurtir bike. Li gorî pêdiviya van þert û mercan, pêdiviya jiyana gelan ya bi
hev re ku li ser bingehek wekhev û demokratîk.
Her wiha di vê gel, dîrok, çand û zamanê hev bipejirînin û bi vê rêgezê
piþtgiriya hev bikin da ku bikaribin van çand, dîrok û zamanên hêmanê dîrokê
bidin jiyandin û pêþ ve bibin. Ger em dîrokê wekî alavekî ku gelan dijiyine û
radigehîne pêþerojê bihesibînin; hingê ronîkirin û zelalkirina dîroka kurd, dê
li dijî zext, zor, îmha û înkara ku bi salan e li ser kurdan tê meþandin re
bibe bersivek zanistî. Xebatek bi vî awayî ji bo biratiya gelan ya li ser
bingehek wekhev û azad jênager e.
Pirsgirêkên di nêziktêdayina rûdana kurd de
Tiþta ku dîrokê dike dîrok, hilberîna bi hiþmendî ya ku di bingeha wê de
azînên pêþveçûn, guherîn û vîna ku di van pêvajoyan de cih girtiye ye. Civak
di vê pêvajoyê de wekî hêza serekeke û vînî ye. Ev hêza vînî mîna kirdeya
civakî bi çêkirina dîrokê re xwe jî diafirîne. Kalikên kurdan di dema
derketina pêvajoyên guherîn, pêþveçûn û belavbûna van de cihek girîng girtine.
Bi derketina þaristaniya de jî xwedî hewldanek pir girîng in. Dema ku ev rewþ
bi vî awayî li ber çavan bêgirtin, hingê dê were dîtin ku dîroka kurdan û
derketina þaristaniyan di heman demê de çêbûye. Lê mixabin piraniya þîroveyên
li ser dîroka kurdan tên kirin, em dibînin ku dûrî zanistê ne. Bi vî awayî
gelek ku di despêka dîrokê de cih girtiye, ji nav dîrokê hatiye vederkirin.
Derketina encamên zanistî, dê bi xebazên zanistî pêkan bibe. Ji ber vê yekê
xebatên ku li ser dîrokê tên kirin, bigihên bingehên zanistî; Beþa Dîrokê dê
bixebite û dê vê yekê wekî peywirek serek dêne pêþiya xwe. Em bibawer in ku
dema em bi vê nêrînê li dîrokê binêrin, hingê cih û taybetiya dîroka kurdan ya
ku di nav dîroka mirovahiyê de dê baþtir bê zanîn. Çalakiya dîroka mirovahiyê
ya herî mezin; derketina mirovahiyê ya li ser dîka dîrokê ya bi çalakiya
heþmendî ya kedê û hilberînî ye. Hemû miro bi awayê komên piçûk yên wekî hev
de dijiyan. Van koman jiyana xwe bi berhevkarî û niqîrvaniyê didomand. Di dema
neolîtîk ya di serdema prehistoryayê de di nav çand û zimanan de, hêdî hêdî
cudatî çêbûn. Ji ber vê yekê mirov nikare ku di vê radeyê de civakekî ji
civakekî din bi nirxtir bigire. Civaka ku di serdema neolîtîk de cih girtiye,
ku ev yek jî tê wateya bingeh-avêtina mirovatiyê. Bêguman divê em çavek binirx
li civakê binêrin. Serdema neolîtîk, li hîlala zêrîn derketiye holê, li vê
derê pêþveçûye, xurtbûye û ji vir li hemû cîhanê belav bûye.
Dema mirov, li dîrokê mêze dike mirov dibîne ku ji despêka dîrokê heya niha li
vê wergehê li vê axê jiyane. Ev wargeh ji xwe re wekî welat pejirandine. Bi
awayekî zelal derdikeve holê ku li wir gelê kurd diafirandina vê pêþveçûna
serdema neolîtîk de xwedî roleke pir girîng e. Ev yek jî nîþan dide ku gelê
kurd ji wan gelên ku serdema neolîtîk afirandine, ji yên herî kevn yek e. Ji
ber ku krîtêr û taybetiyên neolotîk tê zanîn rawekirina kal û dapîrên kurdan
jî hêsantir dibe. Ji bo gelê kurd, cihgirtina di nav gelên kevnare de,
taybetiyek pir binirx û mezin e. Encamên vê rewþê jî dergûþiya mirovahiyê ye.
Zanîna serdema neolîtîk dê li ser ronîkirana dîroka kurdan, ya ku di encama
þer û gengeþiyan rolekî kîfþker bilîze. Emê bi çirûskên ku ji destpêka dîrokê
heta niha hatine bikaribin derfeta derxistina agahiyên çardeh hezar sal berî
niha, yên dîroka mirovahiyê û dîroka gelê kurd bidest bixin û bi vê yekê re
bikaribin bersiva pirsa “divê dîrok ji ku derê despê bike?” bi avakirina pira
dialogê ya di destpêka dîrokê de û hata roja me bidin. Civakên ku rêgezên
objektîfî yên civakiyê dîalektîkî, yên guherîn û veguherînê, famkirin,
dahûrandin, di nav dîrokê de cihê xwe digirin. Lê, civakên, ev þert û merc û
dahûrandinên civakî bicih neanîbin; an li hemberî civakên serdest û dagirker
qada dîrokê diterîkînin; an jî dibin fîguranek dîrokê, yanê mîna kurdan di
despêka dîrokê de dimînin û xwe ji çanda serdema neolîtîkî xelas nakin. Di nav
vê çandê de niqo dibin. Her wiha gelê kurd bi vî awayî bûye fîguranek dîrokê.
Xwe di despêka dîrokê de, bi çanda neolîtîk sînorkiriye. Ji ber vê rewþê em
dizanin ku lêgerîn, lêkolîn, eþkerekrin, belgekirin û afirandina civakî ya
dîrokê ku di nav civakê de bê erêkirin û pejirandin tiþtek hêsan nîn e. Her
wiha em dizanin ku tu zanîst jî qasî zanîsta dîrokê ji hêla dagirker û
mêtingeran ve nehatiye serobinkirin. Lê belê bi pêþveçûn û hakimbûna zanîstê
re hêdî hêdî dîroka gelan û dîroka kedê ya ku hatî serobinkirin zelal dibe û
tê nivîsîn. Bi vê pêwendiyê, dîroka kurdan jî bikarnîna rêbaza zanîstê, dê
cihê xwe yê ku þayanî wê ye, di nav malbata mirovahiyê de bigire. Tûnebûna
dîrokek nivîskî ya serdema neolîtîk nayê wateya bêdîrokbûna ku ew gelên li vê
serdemê jiyane. Ancax mirov dikare bêje ku dîrokek wan a siyasî ya nivîskî
tuneye. Li aliyê din teqez e ku ew gel xwedî dîrokek çandî mîtolojîk û nijandî
ne. Ji ber ku dîrok tenê bi nivîskî û sîyasî nîn e. Heta mirov dikare bibêje
ku dîroka watedar û rasteqîn, ew e ku hemû hêmanên civakî yên maddî û manevî
dihewîne û bandorek tund li ser civakê dike ye. Dema ku mirov bi vî çavî lê
mêze bike, hingê mirov dê bibîne ku gelê kurd, gelek ji gelên serdema neolîtîk
afirandine ye. Xwediyê çanda ku zanist û teknîk pêþve biriye. Bandorkirina
çanda mezopotamyayê ya tund a li ser cîhanê çavkaniya xwe ji vir digire. Gelê
kurd çanda neolîtîk ya ku demek dirjê bandorek tund li ser mirovahiyê kiriye û
tevlêkirinek mezin li çanda mirovahiyê kiriye afirandiye. Lê mixabin, ev dirok
nenivîsîye û ev yek jî ji bo wî kêmasiyek pir mezin e.
Ev gelên jêderka þaristaniyê, di nivîsandina dîrokê de nexuyane û li ser de jî
ji aliyê serdestan ve tune têne hesibandin. Mixabin em bi rastiyekî wiha
tîrajîk re rû bi rû mane. Serdestan , ji bo berjewendiyên xwe kurd înkar
kirine. Li aliyekî din nêzîktêdayina her tiþtî girê dide. Kurdan û bûyeran ji
rastiyê dûrdixîne jî çêbûne. Em dikarin bêjin ku, înkarkirina kurdan,
înkarkirina dîroka kurdan jî bi xwe re tîne.
Dibe ku nêrîna mîtolojîk û olî ji bo bingeha rawekirine, ji însanên serdema
pêþîn û serdema navîn, guncan be. Lê îro ev nêrîn ji bo derxistina rastiyê
xwediyê kêmasiyan e. Ger em heyama beriya nivîsandina dîrokê jî wekî dema
dîrokê bipejirînin, rawekirina vê demê dîrokê bipejirînin, rawekirina vê demê
bi mîtolojîyê û jortirîna vî, bi teolojiyê pêkan e. Ji bo dagirkeriyê
guncanbûn û piralîbûna erdnîgariya kurdan bûye sedem ku li ser dîroka kurdan
þewirandinên sosret ên mîtolojîk û olî bênekirin. Vê yekê jî parêznameya
bîrdozî ya bav û kalên kurdan bi xwe re aniye. Ji ber wan sedeman, dîroka
kurdan bi têgihên serdema navîn û serdema pêþîn bê rawekirin dê nîvco bimîne.
Nêzîktêdayînekî din ya li ser kurdan nêzîktêdayîna nijadî û yek alî ye û ev jî
bi destên hêzên serdest tê bikaranîn. Ev rewþ bûye sedem ku li ser kurdan û
dîroka kurdan de çewtiyên mezin çêbin. Bi taybetî jî di nivîsandina dîrokê de
dîroknasan nekarîne dîroka fermî red bikin û þûna dîroka fermî, dîroka
rasteqîn derxînin holê. Em dikarin vê rewþê wek kêmasiya herî mezin
binirxînin.
Mijar û gotebêja li ser kurdan her tim hatiye qedexekirin û ji zanistê hatiye
bi dûrxistin. Ji ber ku ronahîkirina kurd û dîroka kurdan ji bo gelek nijad û
hêzên înternasyonal li dijî berjewendiyan e. Her tim mebest sûdwergirtin bûye.
Ji bo wan berjewendiyan zordestî û înkar li ser kurdan hatiye ferzkirin.
Mixabin ev rewþ hêjî didome.
Halbûkî, nêziktêdayîna zanistî a li ser dîroka kurdan, dê derxîne ku di
taybetiyên xweser û giþtî yên kurdan de, çiqas rengîn û balkeþ e. Dîsa dê
derkeve holê ku þêwirandinên dûrî rastiyê dema bi polîtîka û xeta çalakiyê re
bibe yek çiqas sosret dibe. Bi kurtasî mirov dikare bêje nêzîktêdayina dûrî
rastiyê, ne etîk e û kêr nehatiye.
Em, dîroka xwe baþ nenirxînin jê fêdeya herî mezin hilnegirin, û raweyekî
zanîstî nekin dê fersend bikeve destê kesên ku li hemberî ziman, wêje û dîroka
me di nav hewldanên neyînî de ne.
MEBEST
Afirandina hiþekî dîrokî yê rast:
Divê em bizanibin ku li pêþiya me demek pir zêde tuneye û tuna be. Lûksek me
ya wiha jî tuneye û divê em li gorî vê rewþê tev bigerin. Peywira beþa me ya
sereke ew e ku dîroka me ya bi hezar berdêlan hatiye afirandin, ya bêjeyî,
nivîskî, dîtbarî û hwd. bi xebatekê bê belgekirin û ji çavkaniyê bi awayek ras
û bi riyên ras desbazî civakê bibe da ku di nav civakê de hiþê dîrokê ya
civakê biafire.
Beþa Dîrokê bi xebat û lêkolînên xwe, li ser belgeyên hatine veþartin,
înkarkirin û windakirin berhev dike û wan diparêze. Beþa dîrokê dê bi
Enstîtuyê û akademiyên li welatên biyanî re xebatên hevpar bike û bi wan re
konferans, semîner û sempozyonan pêk bîne. Beþa dîrokê dê dîroka erdnîygariya
me ya ji aliyê serdestan ve hatiye sekrobinkirin, ji nû ve têkûz bike. Dê li
ser çanda Mezopotamya û Anatoloyê ku bi salan gelên cihê wekî biran bi hev re
li ser jiyane berhev bike û ji vir pêþkêþî gelan bike.
Beþa Dîrokê dê çanda vê erdnigariyê bike bingeha biratiya gelên ku li ser vê
erdnîgariyê dijîn. Dê hêviya gelan, ya bi sedan salan, a cîhan û civakek azad.
Afirandina hiþek dîrokî yê kurd: Gelê kurd ji cih, çand dîrok û þaristaniya wî
hatiye veqetandin. Û ji resenî, rehê wî hatiye dûrxistin û bêbîr (hafiza)
maye. Di dîrokê de gelê kurd yekem car dîroka xwe bi destê xwe afirandiye.
Cardin Beþa Dîrokê dê hewl bide ku derfeta, kirdebûna gelê kurd ya li ser
dîroka xwe biafirîne. Dê derfetên ku em bi karibin ji nû ve dîroka xwe hîn bin
û bibin xwedî hiþekî û bi vî hiþî bîra xwe ku ya hatî texrîbkirin, nû bikin,
biafirînin. Girêdayî vê yekê jî xwedî li dîroka xwe ya kevnare derkevin. Beþa
Dîrokê dê pêþnûmayek nû ji bo dîroka kurdan ya ku ji aliyê serdest û
dagirkeran ve hatiye biþaftin biafirîne. Û dê bingeha vê yekê jî, li ser
rêgeza çanda neolîtîkî ya li herêma hîlala bibereket ku li dahmenên çiyanyên
Torûs û Zoxrosan biavêje.
|
|
girêdanên sponsor
........

|