|
rûpela serî
|
|
Hemû
Gotar
AMÎDA Û AMED

Ji aliyê dîrokzanan ve hatiye tespîtkirin ku 3.000 sal berî mîladê bi navê
Sobarî xelkek li herêma jorê Dîcleyê bi cî bûye. Tê gotin ku Sobarî xelkê
herî pêþi ye ku li herêmê bi cî bûye. Piþtre navê Hûrî li Sobariyan hatiye
kirin. Hûrî demeke dûr û dirêj ji Zagrosan heta Serhed, Amed, Riha û Sûriyê
hukim kirine.
Li gor arkeolog û zimannasan zimanê Hûriyan, zimanê Hînd-Ewropî bûye. Di
derheqê Hûriyan de dokumenta nivîskî ev e ku cara pêþî Hûriyan kela (bedena)
Amedê çêkirine. Hîn îro jî li Derê Çiyê li ser kevirên kelê yên rêza herî
binî bi zimanê Hûrî nivîsên bizmarî hene. Herweha navê bajêr jî, di dema
Hûriyan de Amîda bûye. Hûrî bi xwe bav û bapîrên kurdan in û Amîda bi xwe jî
navekî bi kurdî ye.
Di wê demê de xelkên din yên ku li herêmê jîyane, li gor prensîp û qanûna
zimanê xwe navê Amîda wek Amîd an jî Amedî gotine. Bi taybetî di wê demê de
Asûrî cîranê Hûriyan an jî dema ku herêmê dagîr kirine li gor zimanê xwe, vî
navî bi lêv kirine.
Navê Amedê li ser qevdika sûrê padîþahê Asûrî Adad Nîrarî bz 1310-1281an de
Amedî hatiye nivîsîn. Mirov dikare bêje ku ev dokumenta yekemîn e. Dema
Padîþahê Asûrî Adad Nîrarî Amedê dagîr dike; li bajêr sûrek dide çêkirin û
li ser qevda wî sûrî ”Amedî-1310-1281” dide nivîsîn. Piþtre ev sûr heta roja
îro wek yadîgara dokumentî ya dîrokî dimîne.
Dîsa li gor dîroknasê ermenî Joseph Sandalgîan bz. di sedsalên 800, 762, 726
û 705an de, di nav lîsteya waliyên Asûrî ku navên bajarên ku di bin destên
wan de bûne, navê Amedî jî heye.
Li gor gotinên gotinbêjan, di dema Hûriyan de serdara Amedê keçikeke gelek
ciwan û çalak bûye. Hinek debêjin ku ew parêzgara (waliya) Amedê bûye. Navê
wê keçika genc, ciwan û çalak Amîda bûye. Bajêr jî bi navê wê keçika nav û
deng hatiye bi nav û nas kirin. Amîda yanî bajarê keçika spehî. Amîda bi
tene ne genc, ciwan û çalak bûye, herweha serdareke jîr, jêhatî û bajarê xwe
li dij dijmin parastiye. Derdora bajêr dîwar kiriye, av û avadanî pêk anîne.
Bajarê xwe pak girtiye, bi bax û bexçe, þînahî xemilandiye. Amîda di demeke
kurt de, bi serdarî û fermandariya xwe, bûye nîþan û sembola nazik û
nazdariyê, kubarî û xweþiyê, sahî û zanyariyê.
Îro jî kurd navê Amîda li keç û Amed jî li kurê xwe dikin. Di serdema me de,
ev herdu nav di nav kurdan de gelek popîler in. Ev herdu nav, nav û nîþanên
dîroka þaristaniya kurdan û nîþanê nîjadê ariyan in. Dîroka þaristaniya
Hûrî, Med û Merwaniyan a ku li ser kevirên reþ ên beden û bircên Amedê
hatiye kolan e. Amîda, çîroka birca Heft Biran, huner û pêþbirika westa û
þagirdan e. Amîda stran û lîlan, qîrîn û fîxan, ked û xwêdana xebatkaran a
3.000 salan e. Loma me jî navê Amîda li malpera xwe kir û wêneya bedena
Amîda li jorê malperê wek logo bi cî kir.
Amed û Amîda dê bi hevdu re kurdî bipeyivin, navên zarok û ajelên xwe bi
kurdî lêkin, wan bi kurdî perwerde û mezin bikin.
|
|
girêdanên sponsor
........
|