|
rûpela serî
|
|
>>
BI GIÞTÎ KURD Û
KURDISTAN
Ziman
Zimanê
Kurdî di roja me de li Rojhilata Navîn û Asyaya Nêzik de zimanê 4’emîn ku herî
zêde tê axaftin û Cihanê de di nav 30 zimanên sereke de cih digre li gor
pîvanên wekî; rêjeya axaftinê,bikaranînê di amûrên medyayê de,mejûya danîna
berhemên pêþîn yên nivîskî. Weku hemû zimanên dewlemend û þareza zimanê kurdî
jî ji kurahîya mejûyê peyda bûye û bi bingeh û basûtê xwe ya bihêz xwe
gihandîye roja me ya îroyîn.Ji serdema Hurrîyan li serdema Medan ve wek Zimanê
Avesta(Zimanê Med-Medya) hatiye û gelek gonaxan derbas buye û gihiþtiyê
serdema me.
Zimanê
Kurdî di nav Malbata Zimanên Hîndû-Ewrûpî de cih digre.Di nav vê malbatê de di
þaxe Îranê de ye.Lê em dikarin zimanên Kurdî,Farsî,Afganî,Peþtunî wek gruba
zimanê Kurdî bi nav bikin.Pêywendiya Zimanê Kurdî û Farsî ku ji yek rehê
hatine,heman tekîlî û manendî di zimanên ji Zimanê Latinî hatine wek
Spanyolî,Îtalyanî,Frensî de jî heye.Her wiha hin dane hene ku nîþana kevnbûna
zimanê Kurdî ji Farsî nîþan didin.
Zimanê
Kurdî ji du zaravayên sereke pêk tê.
1-Koma
Kurmancî(Kurmancîya Jor û Jêr)(Hin caran binavkirin tê guhertin û bikaranînên
li Baþur bahdinanî,li bakur… jî tê dîtin.)
2-Koma
Zazakî-Goranî
Elfebeya Kurdî
Di mejûyê de
zimanê Kurdî elfebeyên cûda hatiye nûsîn.
Elfebeyên sereke ku di zimanê Kurdî de de hatine bikaranîn û hê jî tê
bikaranîn.
-Elfebeya
Dewra Medan(Nivîsa bizmar): Ji aliyê Medan ve hatiye bikaranîn.
-Elfebeya
Aramî: Hin belgeyên ku bi vê elfebeyê di sala 88 B.Z de hatinê nivîsandin.
-Elfebeya
Avesta: Pirtûka pîroz ya ola Zerduþî de vê elfebe jatiye bikaranîn.
-Elfebeya
Pelewîya Kevn: Bi vê elfebeyê pirtûka Sorani Dinkard hatiye
nivîsandin.
-Elfebeya
Masi: Li agahîka ku Ibn Wehþiye di pirtûka xwe ya sala 855 de nivîsandiye
diyar dike ku bi vê elfebeye 3 pirtûkê Kurdî dîtiye.
-Elfebeya
Kurdên Êzidî: Pirtûkên piroz yên Ezidîyan Kitêbê Cilwe,Misfeha Reþ bi vê
elfebeye hatiye nivîsandin.
-Elfebeya
Kurdî ku ji tîpên Kîrîlî pêk hatiyê: Kurdên ku li xakên Sovyeta berê de
dijîn bikartînin(Salên dawîn de êdî wekî berê nayê bikaranîn).
-Elfebeya
Kurdî ku ji tîpên Erebî pêk hatiyê: Kurdên Kurdistana Azad û Kurdistana
Rojhilat bikartînin.
-Elfebeya
Kurdî ya Latinî: Elfebeya ku Kurdên Kurdistana Bakur,Kurdistana
Rojava,Ewrûpa û Rûsaya bikartînin û elfebeya hevbeþ a pêþarojê ye.
Medyaya Kurdî û Teknolojî
Wekî tê
zanîn rojnamevaniya kurdî bi Rojnameya Kurdistan ku di sala 1898 an de
derdiketîye destpêdike.Ev rojname 22 Nîsanê de dest bi weþanê kirîye.22 ya
Nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegerîya Kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana
Baþûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî roja “Rojnamegerîya Kurdî” tê qebûl
kirin.Ev rojname di sirgunê de derket holê ango mejûya rojnamegerîya Kurdî di
sirgunê de derdikeve holê.Rojnameya Kurdistan ji alîye Miqdad Mîdhet Bedirxan
ve li Qahîreyê hatîye derxistin. .Piþtî Miqdad Mîdhet Bedirxan birayê wî
Ebdurrehman Bedirxan dest bi weþandina wê kir.Rojnameya Kurdistan piþtî Qahîre
li Swîsre û Londonê jî hatîye derxistin.Hejmarê dawîya Rojname Kurdistan (no:
30-31) 14 adar di sala 1902 yê derket.Destpêbûna rojnamegerîya Kurdî li gorî
ciranên me -wek Tirkan- pirr dereng nîne.Belam Medyaya Kurdî ji ber astengî û
berbestîyên bêdawî bi qasê cîranên me bilêz pêþneketîye.
Ji vê
demê pêve bi sedan kovar û rojname li grî delfetan rolên xwe belavkirina
bîrûbawerîyên peþketinxwaz û çandî û neteweyî de lîstin.Kovarên wek Gelawêj û
Hawar jî mînakên herî ya vê yekê bû.Di sala 1932'an de li þamê kovara bi
navûdeng Hawar dest bi weþanê kir.Xwedîye wê kovarê Celaled Elî
Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk
anî.Hawar bi tîpên latinî dest bi weþanê kiribû.Cara yekem bu ku elfebeya
latinî bo kurdî dihat cêbecekirin.Kovara Gêlawêj jî di demê xwe de bi rastî jî
stêra geþa rojnamegerîya kurdî bû.
Bi dûv
dehan sal XEBAT TV ku li Duhokê di sala 1992an de hate damezirandin û hin jî
bi navê K.TV-DUHOK weþan dike, televîzyona yekemîn a bi Kurdî di nava
Kurdistan da bû.MED
TV ku li derwey Kurdistanê hatibû damezirandin yekemîn televîzyona Kurdî
bû ku netewî,satalaytî-navneteweyî weþan dikir
Rewþa
mediyaya Kurdîya îroyîn astekî baþde ye.Lê hin jî pirsgirîkên wekî dezgeh
bun,profesyonelî,kêm buyîna reklam û rewþa aborîya dijwar,meseleya elfeba,ji
xeynî Kurdistana baþur astengên dewletên dagirkerên Kurdistanê,keþeya
partîvanî û ne serbixwe buyîna medyaya Kurdî û hwd... berdewamin.Keþêyek din
jî meselaya sîyasîye.organên mediyaya Kurdî girêdayê partîyane.Li cîhanê jî
%100 media ne sebixweye.Helbet ev tiþteke xwezayîye.Lê dive rojnamegerîya
Kurdî xwe nêzî serxwebunê re bikþîne.Divê çapamenîya Kurdî
Kurdperwerî,niþtimanperwerî,demokratîk,modern,profesyonel bûn,rast
bûn,sirûþthezî,rizgarî û pêþketina Kurdistan û berjewendîya gelê Kurd wekî
esas bipejirîne.
Îro
piranîya wan li Kurdistana Azad,nêzî 500 kovar,50 rojname weþanê dikin.Ji vana
3 rojname ku li Kurdistana Azad weþan dikin rojnameyên rojana ne.Li Kurdistana
Bakur û Rojhilat rojnameyên hefteyî,panzdehrojî jî heye.Li Kurdistana Azad ji
20ê zêdetir televizyonên Kurdî heye ji vana 3 televizyon bi navê Kurdistan
TV,ZagrosTV û Kurdsat TV bi avayekî satalaytî weþanên xwe didomînin
yên din jî bi þêweyekî cigayî-hêremî weþan dikin.Biqasî wan jî radyo li
Kurdistana Azad weþanên xwe berdewam dikin.Her wiha li Kurdistana Azad bi navê
Pêyamnêr Ajansa Dengûbasên Kurdî sala 2005an de bi avayekî fermî dest
bi weþanê xwe kir.Her wiha li Ewrûpayê jî 3 televizyonê satalaytî heye.Her
wiha ser înternetê ji her perçeyên Kurdistan û Ewrûpa bi sedan malper heye ku
di medyaya Kurdî ya Înteraktif-Online de cih digrin.Ji ber ku înternet cihêkî
azade,erzane û sînoran nasnake gelê Kurd jî bi hêsanî xwe înternetê de
gihandin astekê baþ.Em rewþa Cihanê jî bidin ber çavan ku edî medyaya
elektronîk her roj girîngîya xwe zêdetir dike pêwistîya pêþketina medyaya
Kurdî ya elektronîk derdikeve holê.Ger înternet hin zêdetir berdarî were
bikaranîn him sêra medyaya Kurdî cûdatir be him jî têkarîya înternetî di
jiyana civakîya Kurd de û pêþetina rewþa politik a Kurdistanê jî zêdetirîn be.
Dîroka Çand û Wêjeya Kurdî
Li gorî wan belgeyên ku di destê me de hene, derdikeve holê ku þaristaniyeke
berz a neteweya kurdan hebûye. Ji mêj ve xwedî xet, nivîsandin û çandê bûne û
mil bi milê neteweyên din ji bo pêþxistina çand û zanista xwe pêngav avêtine.
Lê, piraniya cih û warên wî yên dîrokî ji ber derbasbûna demê û guherînên li
cîhanê nemaze piþtî îslamiyetê bandora ereban û dûgelên wan ji holê rabûne û
têk çûne. Ev nivîs û nivîskarên ku mane jî girîngtirîn belge ne ji bo
pêþandana þanî û dirûvê çanda netewe û welatparêzên kurd, em dixwazin mînakekê
bidin: Hermîpos ku di sedsala sêyem a berî zayînê de jiyaye û hevçerxê
Hexameniþiyan e dibêje : "pirtûkek îraniyan heye ku navê wê Avesta ye û bi
zimanê Medî hatiye nivîsîn." Heredotos mêjûnasê bi nav û deng ê yewnanî di
dîroka xwe de nivîsiye: "Diyaeko damezirînerê rêzepaþayetiya Medî berî
dadpirsînê, þikala (hizirname9 xwendiye." Kîtziyasê Yewnanî ku bijîþkê qesra
Erdeþîrê babek bûye, di pirtûkek mêjûyî de nivîsiye û tê de behsa rojnameyên
qes û derbarên þahan de dike. Ev yek ji me re vê ronî dike ku di wê serdemê de
jî bûyerên wê demê di rojnameyên der barî û yên girêdayî qesrê de hatine
tomarkirin. Geznefonê yewnanî jî di pirtûka xwe ya bi navê "Perwerdekirina
Kûriþ" de behs û dabaþa hebûna dibistan , xwendin û perwerdehiyê ya li Îranê
dike. Her wiha Eflatûnê zana, Plotarîkê mêjûnûs û çend mêjûnûsên din jî der
heqê vê yekê de gelek tiþt nivîsîne. Ew beþa "Tewrat"ê ku bi zimanê
hexameniþînî hatiye nivîsîn dabaþ û behsa yasa, xwendin, nivîsîn û çanda medan
dike. li gorî van belgeyan derdikeve holê ku li Kurdistanê nivîsîn, xwendin,
sikala, rojname, þaristaniyet, dadgeh û dadpirsîn hebûye. Her wiha neteweya
kurd xwediyê desthilatî, wêje, zanyarî û çandê bûye. Û her wisa bûye sermeþqa
pêþketin, çand û hunerê, ji hemû neteweyên ku cîhan pêk anîne. Her wisa
piraniya cih û warên pêþiyên me, ji ber sedema derbasbûna demê têk çûne. ligel
wê jî lat û textê kevirên, Bêstûn, Serpêla Zehaw, textê Silêman û þûn û warên
din ên ku li Kurdistanê mane, girîngtirîn belgen e ji bo nîþandana jiyan û
þaristaniyeta neteweya kurdan.
Milletekî wekî Milleta Kurd ku wêjeya wî ya nivîskî bi sedan sal berê
destpêdike,xebatên ku di her warê hunerê de hatine kirin zêde gotin
nahêle.Sedsalên berê de kesên wek Mani(Derdora 250 P.Z ) û Anu
Þîrvan (Derdora 400 P.Z) jî berhemên nivîskî bi zimanê Kurdî hatibe
dayîn jî kesê ku ji herî zêde nasnakirin û wekî destpêk tê pejirandin Baba
Tahirê Hamadanî(938-1010)
ye.
Hin
navên ku di navbera salên 800 û 1800an de Edebiyata Klasik a Kurdî de berhem
dane wiha dikarin rêz bikin;Bassamî
Kurdî(800),Behlûlê Mahî(800?..),Pîr Þarîar(900?..),Gilanî(900?..),,Baba
Qeyserê Hewramî,Baba Sirincê Kelatî,Baba Gecekê Hewramî(942-1006), Dayê
Tewrêza Hewramî(950?) ,Fatme Xanim,,Þaxweþîn(923-1055) ,Alî
Teremokî(1000-1056) ,Ibn Wehþiye(1000),Elî Herirî(1010-1077),Þêx Adî
(1073-1162?),Nizamî Ganjewî(1176),Þêx Îsa Berzencî(1353),Melaya Cizirî
(Sedsala 12an An jî 1407-1481?),Feqîye Teyran(1302-1375? An jî
1564-1562),Melayê Batê1414-1490?),Ehmedê Xanî(1651-1707),Îsamîlê
Beyazidî(Xamil) (1660),Siyah Pûþ,Þêxê Babeþîr, (1737-1785), Wedayî(1790-1850)
,Evdirrehmanê Axtepî(Derdora 1800), Nalî(1800-1856)Ji
vana belkî ser Kurdan herî zêde bibandor bûye Ehmedê Xanî (1651-1707)
ku berhema wî yê bi navûndeng û giranbuha Mem û Zîn ve tê nasîn.Ehmedê Xanî
350 sal berê xwedî hiþmendiye neteweyî bûye hin Kurdên ku îro jî nikarin vê
hêstiyarî nîþan bidin.Li gel Ehmedê Xanî navên wek Feqiyê Teyran,
Melayê Cizîrî,Pirêmerd,Nizamî,Melayê Batê û hin navên din jî morên xwe li
Edebiyata klasik a Kurdî xistine.Edebiyata Modern a Kurdî li Kurdistana Baþur
her çiqas ji salên 1900an de berhem dida jî pêþketin û zêde bûna berheman
piþtî 1970an pêk tê.Piþtî 1991ê azad bûna Kurdistana Baþûr û di perçeyên din
de jî bilindbûna hiþa neteweyî bi xwe re zêdebûna lêzahîya pêþketina Wêjeya
Kurdî jî anî.
Di
rojame de hin navên helbestan û nivîskarên ji Kurdistana Azad,perçeyên din ên
Kurdistan û Ewrûpa wiha dikarin rêz bikin.Mehmed Uzun,HelîmYusiv,Þêko Bêkes,
Ereb Þamilov,Hesenê Metê ,Mahmut Baksi,Cegerxwin,Mahmud Lewendî,Xelil
Duhokî,Elî Mahmûd,Xebat Arêf,Murad Ciwan,Sîrwa Ezîz,Hecî Cefer,Mamo
Jemo,Zinarê Xemo,Zekî Seyda,Musa Anter,Rojen Barnas,Dilawer Zeraq,Firat
Cewerî,Arjen Arî,Siraç Bilgin,Dîary Qeredaxî,Sebrî Silê,Hesen Qizilci,Mem
Bawer,vanî,Abdullah Nureddîn,Celalî,Salah Hussin Hama,Qedrîcan,Nureddîn
Zaza,CanKurd,Aram Raþid,Xalid Faraj,Kakþar Oremar,Mehmet Bayrak,Osman
Sebrî,Qenatê Kurdo,Cemþid Bender,Torî,Evdila Pêþew,Celilê Celîl,Perwîz
Cihanî…Navên ku li vir de hatine rêz kirin tenê hin mînakin gelek
nivîkar,lêkolînvan û helbestavên giranbûha hene ku navê wan nehatiya
nivîsandin.
Mûzîka Kurdî
Çavkanîya gelêrî-dîrokîya Mûzika Kurdî Dengbêjin.Hêmanên bingehîn a
Muzîka Kurdî Dengbêj,Stranbêj,Lawikbêj ve Çîrokbêjan e.Dengbêj
xwedî hiþ û dengekî bihêzin.
Her
wiha ji ber ku li erdnîgarîya Kurdistanê her tim digerin pêkanîna hiþmendîya
netweyî de rolekî girîng leystine.Ji Kurdistanê bi hezaran dengbêj derketîye.
Evdalê Zeynikê ku di sedsala 17an jiyaye,Selim Slêman,Kawis
Axa,Meyremxan,Hesen Cizrevî,Qerebetê Xaco,Îsa Berwarî jî hin dengbejên ku
cara pêþî tê hiþa mirov.
Rewþa
Muzika Kurdî ku di serdemên navîn,nû mijareke lêkolîneke.Niha tenê nêrinek
giþtî ser Muzika Kurdî kirin.
Di
Muzika Kurdî de keþêya herî girîng nebûna pêþesazîya Mûzika Kurdî ye.Arîþeyek
din jî ku vê arîþe hemû mijaren diyar dibe ji nebûyîna dewleekî navendî û
serbixwe ya Kurdistanê ye.Ji ber wan pisgirêkan riheke hevbaþ a Mûzika Kurdî
pêk naye.Meselyek din ku zirarê dide Mûzika Kurdî ,wergerandin û talankirina
bir sedan klam û stanên Kurdî ye.Çi heyfe ku, gelek caran ev talan bi destê
Kurdan tê çêkirin.
Radyoyên Bexda,Tehran û Êrîvan pêþketina Mûzika Kurdî de rolekî girîng
leystine. Mihemed Arif Cizrevî,Meyrêmxan,Hesen Cizrewî,Hesen Zîrek Aram
Tigran,Þakiro,Qerebetê Xaco,Eyþê Þan û gelek navên din bi wan radyoyan dengên
xwe gihandine guhdarvanên Kurd.
Di
Muzika Kurdi de herî zêde di þêweyên mûzika gelêrî a Kurdî,mûzaka gelerî
aKurdî yê modernizekirî, modern(pop-rock-cazz-pop folk,etno-rock…) û þêweya
Dengbejî deberheman tê hilberandin.Kurd hilberîna xwe ya muzikal bi
hûnermendên Þakiro, Mehemed Þêxo, Tehsin Taha, Qarabete Xaço, Seid Yusuf ,Seid
Hesen,Hesen Zîrek hatiye roja îro edî karine ku perisînin binesazîyake
modern.Îro Mûzika Kurdî xwedî hunermendên wek Ciwan Haco û Þivan Perwer ku di
qada navneteweyîde bi navûdengin.
Bingeh û Rehên Kurdan
Kurd neteweyeke îranî ne û dîroka wan diçe sê hezar sal berî zayînê. Li gorî
belgeyên dîrokî yên ku di destên me de hene; kurd li quntara çiyayên Zagrosê
bi navên "Gûtî", "Lolo", "Kasî", "Mîtanî", "Sobar", "Nayrî", "Manayî",
"Kurdok" û "Xaldî" û bi piranî di koçberiyê de jiyane. Paþê di salên 700 heta
550'yê berî zayînê de dewleteke bi hêz a bi navê "Med" damezirandine. Li gorî
hin ji dîroknasan, ariyayî di hezareya sêyem a berî zayînê de li baþûrê
Rûsyayê bi ser bakurê Qefqas û Derya Reþ re koçbernî rojavayê Asyayê bûne. Li
wir jî ew bûna du beþ. Beþek ji wan çûye Ewrûpayê û netewey;ên Ewropayî yên
niha paþmaya wê beþê ne. Beþa din jî çûye Rojavaya Navîn û bi maweyeke hezar
salî li wir mane. Paþê jî berê xwe dane bakurê Îranê. Piþtî demekeê ew beþ jî
bi xwe bû du deste. Desteyek çû Hîndê û li Pencabê bi cih bû. Gelê Hîndistanê
paþmaya wê desteyê ye. Desteya din jî li Îranê belav bû. Wan bi navê "îranî"
deng veda. Ew desteya ku li Îranê niþtecih bûn û wekî "pars" deng dan. Yên din
jî ku her bi awayekî koçber jiyan û li ser çiyayên Zagros û Ararat belav bûn
jî, dewleteke bi navê "Med" damezirandin. Faris jî pêþ ketin û wan jî
dewleteke bi navê "Hexameniþîn" pêk anîn û wan Dewleta Medya di sala 550'yê
berî zayînê de têk birin û pûç kirin. Vêca koka farisan diçe ser Hexameniþiyan
û ya kurdan jî diçe ser medan.
Civak û Jiyana Kurdan
Kurdistan ji ber ku cihekî çiyayî ye, daristanên wê pir in û heta ku dilê
mirov bixwaze tavgeh, çem û rûbarên wê jî hene. Ligel van jî ji bo çandiniyê
jî gelekî bikêr e. Ev giþt bûne sedema vê yekê ku kurdberê xwe bidin çandinî û
ajledariyê (sewaldariyê) û debara xwe bi vê yekê bikin. Ya ku diyar e, ji ber
ajledariyê jiyaneke neteweya kurdan a koçber hebûye û her tim çûne zozanan.
Jiyana wan li ser piþta çarsiman bûye û li ku cihekî xweþ dîtine li wir danîne
û maweyekê li wir mane. Ji sewalên xwe havilên qenc girtine û ji hiriya wan ji
xwe re cil û ber, kepenek, gore... û hwd çêkirine. Ji þîrê wan ji xwe re
penîr, mas, rûn û hwd. girtine. Bi vî rengîzilamê kurd li kêleka jina xwe li
bal sewalên xwe li dengê çûkan û li sîresîra kêzikan û li dengê wezîna bê
guhdarî kiriye. Li stêrkan nihêriye. Her wisa xweþikahiya xwezaya Kurdistanê
dîtiye. Her karê ku ji destê wan hatiye kirine û hêdî hêdî berhemên xwe ji bo
nifþên piþtî xwe bi cih hêlane. Ji bo ku jiyaneke neteweya kurdan a ajledarî
hebûye, diyar e ku di destpêkê de li çiyayan jiyaye Ji bo xwedîkirina sewalên
xwe li rastî gelek kend û kospan hatiye û ji bo parastina sewalên xwe canê xwe
avêtiye xetereyê. Li dijî dijmin, neyar û ajalan þer kiriye. Ji ber van
sedeman kurd di pile û payeya yekem de netirs (bi xêret), wêrek û dilêr bûye.
Her wisa þerker e û di tu þert û mercan de natirse. Piþtî ku gelê kurd li deþt
û çiyayan bi vî rengî jiyaye, hêdî hêdî li hin cihan stiriye ûniþtecih bûye.
ligel çandiniyê sewalvanî jî kiriye.l Lewre mijûlî avedaniyê bûye û ligel vê
yekê jî f^ðrî xet û nivîsînê bûye. Hêdî hêdî mil bi milê neteweyên din ên
ariyayî ji bo pêþxistina çand û wêjeya xwe hewl daye û têkoþiyaye û kemiliye.
Mêcersûn ku yek ji rojhilatnasan e, di geþtnameya xwe de dibêje: "Kurd zor
camêr, wêrek û netirs in, pir ji nêçîr û yariyan hez dikin. Ew dixwazin li
deþt û çiyan bijîn. Ji bindestî û koletiyê hez nakin û jê aciz in. Gotina wan
yek e. Gelekî cesûr û jêrek in. Zû fêrî ziman, kar û pîþeyan dibin. Gelekî
jiax û niþtimana xwe hez dikin û xwe li serî didin kuþtin. Kurd gelekî
bexþende, dilovan, dilêr, camêr, lêbor, mêvandar û mêvanperwer in. dinav
kurdan de jin xwedî payeyeke berz in û zilamê kurdan gelekî rêz û hurmetê dide
jiyana xwe. Di pêkanîna karekî de jê dipirse,. Jin jî mil bi milê zilaman
dixebitin. di cotkirin, ajledarî, maldarî, zarokxwedîkirin û xermanê de mil
bmi milê zilamê xwe dixebite. Jina kurd gelek bi namûs û damenpak e ku dawa wê
pîs bibe jî wê dikujin. Keç bi dilê xwe dizewice. dildarî reþbelek 8cergûbez:
di govendê de destênhevgirtina jin û mêran) di nava kurdan de bi nav û deng e
û hemû ji þahî, dawet û govendê hez dikin. Ew vê yekê nîþan didin ku kurd
diltêr, rûxweþ, bi hiþ, zana û wêrek in."
Ayîn û Bawerî di Nav Kurdan de
Neteweya kurdan di her serdemê de li ser ayîn û baweriyekê bûne. Wekî hemû
neteweyên din ên ariyayî di þefeqa dîrokê de baweriya kurdan jî bi Xwedê
hebûye û ew perestine. Her wiha bi perestina hîv, roj, stêrk, agir, av, ba,
birûsk... û tiþtên bi vî rengî mijûl kirine. Wan di destpêkê de laþên miriyên
xwe binax nekirine. Wan laþên miriyên xwe danîne ser latekî lûtkeyan da ku
laþxwir wan bixwin. Bi vî awayî wan xwestiye ku dîsa bikevin nava laþê
giyaneweran. Lê paþê ev rêbaz ji holê rakirine û laþê miriyên xwe pêçane û li
çiyayan di bin axê de veþartine. Paþê ji malbata Espîtmanî ya Medyayê kesekî
bi navê Zerdeþt peyda bûye û bangî gel kiriye ku Xwedayê tek û teniya
biparêzin û baweriyê pê bînin. Gel jî bawerî bi wî aniye û ayîna wî qebûl
kiriye. Rêz û rêçikên wî bi kar anîne.
Zerdeþt an Zerdtuþtire kurê Pûrûþesp e û ji malbata Spîtme ye. Li gorî gotina
Hertsfuld Spîtme yan Sînam malbeteke Medî ye ku li bajarê Rega yan Rey
fermanrewayî û desthilatî kiriye. Pîlînûsê mezin jî ku di salên 23-97'ê zayînî
de jiyaye dibêje: "Di pirtûka 'Mêjûyî Xorskî" de Zerdeþt wekî 'zerdeþtê Medî
hatiye binavkirin." Di pirtûka 'Encumenê Arayê Nasirî' de hatiye nivîsandin ku
Zerdeþt li qiraxa Goma Þêz ku nêzîkê Tîkantepeya Hawþarê ye, ji dayik bûye.
Paþê çûye Çiyayê Sebelanê û li wir ji aliyê Xweda ve bûye pêxember. Paþê çûye
bajarê Rey. Ji Rey jî çûye paytextê Luhrasip û Guþtasipê û xelkê herêmê aniye
ser ayîna xwe. Hin dîroknas jî li ser vê baweriyê ne ku Zerdeþt xelkê herêma
Gola Urmuyeyê ye.
Li ser mêjûya jidayikbûna zerdeþt di nava dîroknasan de dîtinên cuda hene.
Gelek dîrokzanên Yewnanî yên wekî Erestû, Eflatûn û Îkzan Tûs li ser vê
baweriyê ne ku Zerdþt di sala 6500'ê berî zayînê de li nêzîkî Gola Urmuyê ji
dayik bûye. Lê hin ji dîrokzanên hevçerx jî ev bawerî û dîtin red kirine û
wekî derew zanîne.
Dr. Mihemed Muîn di lêkolîneke li ser dezrdeþt de gihîþtiye vê baweriyê ku
Zerdeþt di sala 660'ê berî zayînê de goþegîr bûye û di sih saliya xwe de ji
aliyê Xwedê ve bûye pêxember. li ser çiyayê sebelanê nêzîkî Gola Urmuyeyê ji
wî re siroþ û îlham hatiye. Ew di çil û du saliya xwe de ango di sala 6187'an
de berî zayînê çûye bajarê belxê û Key Goþtasip aniye ser ayîna xwe. Di sala
583'yê berî zayinê de û di temenê heftê û hef saliya xwe de þerek di navbera
wan û Ercaspê toran de diqewime û Zerdþt di wî þerî de li ateþkedeya bajarê
Belxê hatiye kuþtin. Heke ev gotin rast be û Zerdeþt di salên '660-583'yê berî
zayînê de jiya be, ew bi du þahê mezin û bi hêzên Medî re maye: Ferwertîþ
'644-625 berî zayînê' û Huwexþetre '625-585'ê berî zayînê.' Wê çaxê ji bo çi
di pirtûka xwe de behsa (dabaþa) bajarê Hegetane û behsa wan nekiriye? Ji ber
vê yekê piraniya dîrokzanan dibêjin ku Zerdeþt berî wan jiyaye. Ji bo mînak
dalayê Parsî li ser wê baweriyê ye ku Zerdeþt di sala 1000'ê berî zayînê de ji
dayik bûye.
Hirtul li ser wê baweriyê ye ku zerdeþt di serdema Wîþtasipê Hexameniþî de ji
dayik bûye. Liman jî dibêje ku Zerdeþt di serdema Darûþê Hexameniþî de serî
hildaye. Wist û Caksin û hin kesên din jî vê yekê rast nabînin. ew ser wê
baweriyê ne ku zerdeþt di sala 660-583'yê zayînî de jiyaye. Ev dîrok di
pirtûka 'bulnd Hiþn' û Ertay Wêrafname'yê û di hin pirtûkên din de jî ku bi
zimanê ehlewî hatine nivîsîn de jî heye.
zerdeþt di beþa Gotayan de di beþa zimanvanî keçekya de nivîsiye ku ew ji
malbata Spîtme ye û diyar dike ku Spîtme malbateke medî ye. Plînûsê mezin jî
zerdeþt wekî zerdeþtê medî bi nav kiriye û gelek mêjûnas û lêkolîner jî li ser
vê baweriyê ne ku zerdeþt Medî bûye. Vêca di kurdbûn û medîbûna zerdeþt de tu
þik û guman namînin.
Piraniya lêkolîner û dîrokzanan dibêjin ku Zerdeþt Avesta bi zimanê xwe yê
zikmakî nivîsiye. Avestaya rastîn nameye lê ev Avestaya ku niha di destên
zeredeþtiyan de heye ji pênc beþan pêk tê ku ew jî ev in: "Yesna", "yeþme",
"Wîsperd", "Wendîdad" û "Avestaya Hurik."
Zerdeþt di Avestayê de gel ji bo perestina Xwedayê tek û tenê (Ehûramezda)
vedixwîne û bang li gel dike ku bîr û baweriya xwe rast û xurt bikin û karê
çandiniyê û ajledariyê bi pêþ bixin. Her wiha ji wan dixwaze heta ku ji wan tê
zeviyan bikêlin û behreyê (Havilê) jî bigirin. Divê her kes mijûlî karkirin û
xebatê bibe û xwe ji tiralî û tembeliyê biparêze.
Zerdeþt di beþa "Windîdad" de lava ji Xwedrê dike û dibêje : "Ey Xwedayê tek û
tenê, ey afirînerê erdê, tu yê ji min re bibêjî ku xweþtirîn cihê erdê ku der
e? Ahûra Mazda bersviv dide: "Ey Zerdeþtê Espîtma! Xweþtirîn warê erdþê ew der
e ku mirovekî parêzgar dixwaze li wir malekê ava bike û agirdanekê 8ateþdanek)
tê de çêbike û her wiha xweþtirîn cih ew der e ku dewar, pez, jin û zarokên
zor tê de hebin û agirekî gur û germ tê de hebe.Xweþtirîn cihê erdê ew der e
ku rez, bax, baxçe û fêkiyên xelkê li wir hebin û erdê hiþk, ziha û bejî
nelêlin." zerdeþt ji Ahûra Mazda re dibêje : "Aya xweþtirîn cihê din li ku
derê ye?" Ahûra Mazda bersivê dide: "Ey Zerdeþtê Espîtman, ew cih þûnek e ku
çarpiyên zêde lê hebin û zêde bikin û bizên. Ew cihê ku sewalên zêde lê hebin
û cihê ku xelk zêde lê çandiniyê dike û sûdeyê (wec) jê digire xweþtirîn cih
e. Cihê ku çandinî lê neyê kirin wekî jineke xweþik û balaberz û qeþeng e ku
ducanî û pêgiran nabe û zarokên wê nabin."
Her wekî ku me got beþeke pirtûka Avestayê bi navê "Gatan" bi awayê helbestî û
kîteyî hatiye nivîsîn. ku helbestên wê hemû yên zerdeþt in. Ku va ye zerdeþt
yekem helbestvanê kurd e. Ev jî mînakek ji helbestên wî ku dibêje: Yemme
xiþter awrûh e niwêt ewtem anhe niwît germem niwît zûrû niwît nirtiyuþ niwît
ereskû dêwe ewdatû
Wate: li padîþayetiya bi nav û deng a Cemî, ne serma bû û ne jî germa. Ne pîrî
bû ne merg, ne lewçetî û ne jî rijdiya dîwanê. Piþtî ku ola îslamê li
Kurdistanê belav bû piraniya neteweya kurdan bawerî pê anî û bûne misilman.
Þûn û Warê Kurdan
Ew þûn û warê ku kurd lê dijîn jê re dibêjin "Kurdistan." di pirtûka "dairetûl
Mearifail Îslamî" de tê gotin ku Kurdistan parçe-erdekî biçûk e ku ketiye
baþûrê Rojhilat. Ew ji Loristanê dest pê dike heta meletî dirêj dibe û die
bakurê Rojava.Dr. mihemed Muîn dibêje: "Kurdistan parçe-erdek e ku ketiye
Asyaya Rojava û di navbera dewletên Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de
hatiye parçekirin. Çiqas ku dilê te bixwaze dewlemend e. Xezîneyên wekî av,
newt, sifir 8mis), kogird, cîwe (ciwa) zêde tê de heye. Gotina kurdistan di
zimanê Selçûqiyan de bi nav û deng bûye. "Hemdulah mestûfî' ev bajar wekî
bajarên Kurdistanê bi êv kirine.: Alanî, elîþter, Behar, Xeftiyan, Derbendî
Tacxatûn, Derbendî Zengî, Dibîl, Dînewer, Sultan Avay, Þarezûr, kengwer,
Qirmîsîn, Kirind û xoþan, Maydeþt, Hersîn û Westam."
Kurdistan ji bo çandiniyê gelekî bikêr e. Genim, ceh, birinc, genemþa (genimê
þamî), nok, nîsk, kuncî û maþ jî li wê derê þîn dibin.
Fêkî jî li Kurdistanê çêdibin ku ew jî ev in: Sêv, hinar, encîr, qeysî, gûz,
zeytûn, hirmî, alûçe, tirî, sincû û fêkiyên bi vî rengî.
Li Kurdistanê mih, bizin, ga, hesp, hêstir, ker û tiþtên wekî wan dijîn.
Hin ji bajarên Kurdistanê ev in:
Bajarên rojhilata Kurdistanê
Sine, Kirmanþah, Pîranþar, Selmas, Sablax, Bokan, Merîwan, Xoy, Þino, Serdeþt,
Bane, Bîcar, Tîkantepe, Sayinqela, Urmiye, Xoy, Qurwe, Kirind, Seqiz, Sunqur,
Riwanser, Ciwanro, Pawe...
Bajarên baþûrê Kurdistanê
Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr, Dihok, Akrê, Zaxo, Koye, Kifrî, Rewandiz, Pênciwên,
Helebce,Þeqlawe, Diyana, Bedre Mendelî, Xaneqîn ...
Bajarên bakurê Kurdistanê
Amed, Bedlîs, Erzirom, Bayezîd, Qers, Erzingan, Dêrsim, Riha, Mûþ, Exlat,
Mêrdîn, Elbak (Baþkale), Wan, (Ýdýr),(Agýri),(seert),(Entab),Býngol,Muþ,
Bajarên rojavayê Kurdistanê
Qamiþlo, Efrîn... û hwd.
Kurdên Sovyeta pêþî jî bi piranî li bajarê Yêrîvanê dijîn.
Kurte Dîrok a
Kurd û Kurdistanê
Berîzbûnê 63, Þahitî Kurdane: Korduene-SopheneKurd yek ji gelên herî kevnare
yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cîhekî
girîng di dîroka þaristaniyê de girtiye. þaristaniya ku li ser riyên
bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîþên Helen, Rom, Bîzans, Ereb,
Îrani û paþiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîþan
bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman
û komkujiyên xwîndar jî, kevneþopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî
girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane
jiyandinê.
Gelê Kurdistanê bi sedan sal þêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana
endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare
wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eþîran pêk dihat û bingeha
xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetîyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla
dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine.
Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîþên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û
ew nikarîne li ser piyan bimînin.
Beriya Îslamiyetê ola Kurdan li gor hinek çavkanian Zerdeþtî bû. hinek ji
zanayan jî mîna Tewfîq Wehbî dibêjin ku kurdan ola xwe ya ciyawaz hebûn. Piþtî
êrîþên Ereban û belavbûna misilmantiyê, Kurdan dev ji Zerdeþtiyê, ku yek ji
olên herî qedîm ya Rojhilata Navîn e berdan û Îslamiyetê hilbijartin. Êrîþên
ser Rojava ya Xiristiyanan yên bi navê Seferên Xaçperestan li ser Rojhilata
Navîn, ku bi mebesta bidestxistina riyên bazirganiyê dihatin kirin, bi tekoþîn
û berxwedanên mîrîtiyên Kurdan û bi saya fermandarên Kurd yên wekî Selehedînê
Eyyûbî hatin rawestandin. Berxwedana Kurdan di vê demê de rê li ber
dagirkeriya Rojhilata Navîn girtiye.
Di sala 1514'an de þerekî di navbera Împaratoriyên Osmanî û Îranî de dest pê
kir. Tenha sedema vî þerî ew bû, ku kolonyalîstekî nû ji Kurdistanê re bê
diyar kirin. Îran di vî þerî de têk çû û Kurdistan tev ket bin desthilatdariya
Osmanî. Di vê rewþê de Kurdan demekê mafê otonomî hebû û sîstema xwe bi xwe
birêve dibirin. Di demên pêwist de Kurdan bac û leþker didan Împaratoriya
Osmanî û bi vî awayî Kurd, demek dirêj di bin desthilatdariya vê împaratoriyê
de man.
Bi peymana Qesrî þîrîn ya 1639'an, Kurdistan carek din di navbera van her du
împaratoriyan de hate parvekirin. Bi vê peymanê re dîroka gelê Kurd ya
parvekirî, ku heya roja me didome dest pê kir. Tevahiya þerên ku piþtî vê
dirokê di navbera van herdu dagirkeran de rûdane, li ser xaka Kurdistanê bûne
û ji ber vê sedemê, kîjan alî di van þeran de biserketibe, yê binketî her gelê
Kurd bûye. Herdû dewletan jî, ji bo ku bikaribin serhildanên Kurdan têk bibin,
bastûra (struktura) civakî-aborî ku li ser hîmên êli ava bûye destek kirine û
têkiliyên hilberiyê yên paþmayî tevî pergalên civakî yên eþîrî parastine. Yên
ku bi þûr hatine, ji bo berdewamiya têkiliyên hilberiya raborî, hewl dane da
ku çavkaniyên pêþvebirina þaristaniya Kurdan biçikînin; hêzên hilberînê wêran
kirine û çavkaniyên pêþvebirinê, yên ku hebûne jî xitimandine.

Di qirna 19'an de ku kapîtalîzm ber bi navnetewebûnê ve bi pêþ diket,
hewldanên ji bo guherandina nexþeya cîhanê jî zêde dibûn. Hinekî jî bi bandora
bizav û tevgerên azadiya neteweyî, Împaratoriya Osmanî ber bi hilweþîne ve
rûbirû mabû. Herêma ku împaratorî bi Rojhilat û Asya ve girêdida Kurdistan bû
û ji ber vê yekê jî Kurdistan qada herî stratejîk ya împaratoriyê bû. Ji bo
cihê xwe yê stratejîk, hebûna Kurdan bala dewletên wê heyamê yên bi hêz
dikiþand ser xwe. Bi taybetî jî, projeyên Riya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê ku
diviyabû di Kurdistanê re derbas bibe, ev proje welat kir egera bihevketinên
dijwar di navbera dewletên Osmanî, Îngilîzî, Fransî, Almanî û Rûsî de.
Statuya mêtingeha navneteweyî ya Kurdistana îroj, piþtî gengêþî û peymana
18-26'ê Nîsana 1920'an di Konferansa San Remo de dest pê kir. Partiya "Îttîhat
û Terakkî" ku nijadkujiya Ermeniyan bi rêxistin kiribû û peyikandibû,
Împaratoriya Osmanî xist nav þerê Cîhanê yê Yekemîn. Piþtî ku Împaratoriya
Osmanî, ya ku di vî þerî de ciyê xwe li gel Almanya digirt têk çû, derfet kete
destê mirovahiyê ku tevahiya neynokên vê dewleta dagirker hilkiþîne.
Yek ji rêgezên sereke yê sosyalizmê ku li Ewrupa pêþ diket û li Rûsya bûbû
desthilatdar "rêgeza mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan ya xwe bi xwe" bû.
Sermayedariya li rojava ku ji hiþyariya gelên rojhilat nerihet bû û dixwest
wan di bin rêvebiriya xwe de bigre jî, xwedî li vê rêgezê derket. (Di
prensîbên Wilson de ku bi Serokkomarê DYA Wilson hatiye binavkirin û ji 14
bendan pêk tê, heman rêgez cîh digre.) Belê Peymana Sewrê ya di 10'ê Tebaxa
1920'an de, ku bû îlana belavbûna Împaratoriya Osmanî di demek wiha dîrokî de
pêk hate.
Lihevhatina Sewrê
Nexþeya KurdistanêLi gorî lihevhatina Sewrê, li ser axa Împaratoriya Osmanî
biryara damezirandina dewleteke Kurdistanê (û Ermenistanê) hebû. Bendên vê
peymanê yên 62, 63 û 64'an destnîþan dikin, bê di çi rewþê de û çawa
Kurdistaneke serbixwe dê bê damezirandin. Benda 62'an Kurdistanê weha dide
nasîn: "Devera di navbera rojhilatê Firadê, baþûrê Ermenîstan, Tirkiyê û Sûrî,
yên ku tixûbên wan dê di pêþerojê de bên diyar kirin, herêmên ku Kurd tê de bi
piranî ne". Di destpêkê de di bin ewlekariya hikûmetên Îngilîztan, Fransa û
Îtalya de dê mîna herêmek xweser bimîne. "Di maweya vê salê de gelê Kurd, ango
gelê vê herêmê heger bi piranî daxwaz bike ku ji Tirkiyê bi tevahî veqete û
serbixwe bibe û serî li Civata Gelan bixe û Civat, baweriya xwe pê bîne ku
kapasîteya vî gelî, ya damezirandina serxwebûnê heye û damezirandinê qewêtî
bike, Tirkiyê ewletî dide ku ji bo vê damezirandinê dest ji tevahiya mafên xwe
berde," (Bend: 64). Dawiya vê beþa peymanê wiha ye: "Heger piþtî damezirandina
dewleta serbixwe ya Kurdistanê, Kurdên li wilayeta Musulê, ku beþek ji
Kurdistanê ye, daxwaz bikin ku tevî Kurdistanê bibin, ti îtîrazên hêzên
hevalbend dê nebin."
Heman dewletên ku bi van gotinan damezirandina Kurdistanê dipejirandin, paþî
dev ji gelþên navxweyi berdan û ji bo ku Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst
dorpêç bikin, berevajî bicihanîna bendên peymanê, destek dan damezirandina
Komara Tirkiyê û gelê Kurd feda kirin. Bi peymana bi Komara Tirkiyê re, ya
24'ê Tirmeha 1923'an li Lozanê, hîmê dewleta neteweyî ya yekpare hate danîn.
Peymana Lozanê
Parçe kirina KurdistanêPeymana Lozanê, tevî hin lihevhatinên dewleta Tirkiyê
yên din, hate temam kirin û Kurdistan di navbera Tirkiyê, Sûrî, Îraq û Îranê
de hate dabeþkirin. Di her beþî de tevahiya berhemên hebûna gelê Kurd, ketin
ber talankirin û piþavtina Tirk, Ereb û Farisan.
Li hember hewqas zehmetiyan jî, Kurdan ti carî dev ji tekoþîna serxwebûn û
azadiyê bernedan û hewl dan, ku di her keysê de serbixwe bibin. Di 22'ê Çileya
1946'an de, Kurdên li Kurdistana di bin destê Îrane de, di bin serokatiya Qazî
Mihemmed de, Komara Kurd ya Mehabadê saz kirin. Mixabin vê carê jî gelê Kurd
bû goriyê berjewendiyên navneteweyî û bê destek ma. Komara Kurd piþtî
damezirandina xwe bi salekê, bi tevkujiyan re rûbirû ma û ji holê hate
rakirin.
Komara Tirkiyê û Kurdistan Herweha di nav tixûbên Tirkiyê de, piþtî
damezirandina Komara Tirkiyê, Kurdan 28 caran serî hildan e: Ev hejmara
serhildanan, ji alî Serokkomarê Tirkiyê yê berê S. Demirel bi xwe ve hatiye
eþkere kirin.
Di destpêka damezirandina Komara Tirkiyê de, M. Kemal di hevpeyvîneke bi
rojnamevanan re (16'ê Çile 1923) vê daxuyaniyê dide: "Pirsgirêka Kurd dê qet
nebe kelem li hember berjewendiyên me Tirkan. Ji ber ku wekî hûn jî pê
dizanin, kesên Kurd bi awayekî wisa bicîbûne, ku ew li hin deveran bi piranî
ne. Lê heger em bixwazin pirhijmariya wan kêm bikin û tixûbekî bixin navbera
me û wan de, wê demê em tirkîtiyê û Tirkiyê mehf dikin. Divê em wê demê tixûb
bikþînin heya bi Erziromê, Erzincanê, Sêwazê, Xerpûtê. Heta divê em êlên Kurd
yên li çola Konya jî berbiçav bigrin. Ji ber van egeran, li þûna fikrekî
kurdîtî, ji xwe li gorî zagona me ya bingehîn, hin xudmuxtariyên herêmî dê bên
sazkirin. Wê demê, gelê kîjan bajarî Kurd be, ewê xweser xwe bi rê ve bibe. Ji
bilî vê, dema qala gelê Tirkiyê bête kirin, divê ew jî (Kurd jî) di nav de
bêne derbirîn. Gava neyên derbirîn, divê em li bendê bin ku ewê pirsgirêkan
derbixin. Niha Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê (TBMM), ji nûnerên Tirkan û
Kurdan pêk tê û van herdu gelan tevahiya hatin û pêþeroja xwe kirine yek. Yanî
ew dizanin ku ev tiþtekî hevpar e. Ne di cî de ye, ku mirov rabe tixûbekî cuda
xêz bike…"
(Arþîva Damezraweya Dîroka Tirkiyê, hejmara belgê: 1089.)
Ev belge, ji bo çi armancê dibe bila bibe, dide nîþandan ku sazûmankarên
dewleta Tirkiyê yên destpêka salên damezirandina Komarê, di derbarê pirsgirêka
Kurd de xwedî nêzîkbûnek zelal bûn. Yek: Divê ti tixûb neyên kiþandin, ango
dabeþîn nebe. Du: Kurd, li bajaren ku tê de bi piranî ne, dê bi xudmuxtarî xwe
bi rê ve bibin. Sê: Dema ku qala gelê Tirkiyê bê kirin, Kurd jî dê bên
derbirîn. Çar: Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê, dê ji nûnerên rêvebir yên Kurd
û Tirk pêk bê. Pênc: Van herdu gelan, berjewendî û pêþeroja xwe kirine yek.
Þeþ: Dema ku Kurd di nav gelê Tirkiyê de neyên derbirîn, dibe ku nerazibûnên
Kurdan herdem rû bidin.
Ev daxuyandinên ku ji aliye sazûmankarê dewletê ve hatine dayin, ne hewqas
kevn in. Lê belê ji bo jiyaneke hevpar, ji Kurdan jî hin hêvî hatine kirin. Ji
Kurdan dihat xwestin ku li hemberî hêzên Rojava yên ku axa Enedol-Mezopotamya
dagir kiribûn þer bikin.
Kurdan, axa Enedol-Mezopotamya, wekî niþtimanê xwe didîtin û li hemberî
dagirkerên vê xakê, ji bo rûmeta mirovahiyê neyê binpêkirin, berxwedanên mezin
pêk anîn. Gelê Kurd, soza ku dabû gelê ku wek bira didît, bi dana qelen anî
cî. Lê mixabin, piþtî dagirkeriya Rojava hate têkbirin, dewleta Tirkiyê xwedî
li sozên xwe derneket. Dev ji þirîkatiya bi Kurdan re berda, dewlet bi armanca
qelandina Kurdan, dest bi komkujiyan kir.
Dîroka Komara Tirkiyê, bi awayekî din, dîroka qirkirina Kurdan e.
Sedema ku me bi vê kurtedîrokê dest pê kir ev e: Rastiya gelê Kurd û
Kurdistanê, ku tê daxwazkirin da ji dîrokê bête rakirin, ne çîrokeke
mitolojîke, ku "sê-çar dabeþkeran" li hev anîne, lê belê rastiyeke berbiçav ya
rabirdû û îro ye. Ev rastiya ku þemaran (înkarê) napejirîne, ji nav pelgeyên
dîroka þemarokan (înkarvanan) difûre.
Bê çawa gelê Kurd heya vêga ji bo azadiya nasnama xwe ya neteweyî li ber xwe
dabe, ji îro þûnve jî bêguman dê berxwedana xwe bêrawestan bidomîne.
Pejirandina nasnameya Kurdan û tevlîbûna gelê Kurd ya nav gelên cîhanê mîna
gelekî serbilind, dê bibe serkeftinek ji bo aþtiya cîhanê û peytandina hebûna
gelê Kurd.
|
Çavkanî:
1-gotara Serhad
B.RÊNAS ya bi navê Geþedan û Hilberîna bi zimanê Kurdî
2-Wîkîpedia ya Kurdî
|
|
|
girêdanên sponsor
........

|