|
|
||
|
|
|
|
|
|
||
|
|
|||||
|
|
|
Nêrîna li dîroka Kurd û Kurdistanê* Zanînnameya Grand Birîtanîk (c/15 Çap:1911) xala Kurdistan de
wiha tê gotin;”Pirsa -Kurd kîne?- di dîrokê de gelek caran hatine kirin.Hatina
Ksenefon bi deh hezar leþkeran ku berîya zayinî 410’an de rastê
Kardokan(Kurdokan) hatibûn têra bersivê dikir.Ji van þopan tê zanîn ku Kurd
kevintirîn nijadê Cihanîye û Greek û Persan þarewîya xwe ji Kurdan hînbûne û
mejû û zimanê Persan þaxekî ji ziman û mejûya Kurdane”. Belê Anqsiklopedîya Birîtanîka wiha dibêje,lê çikas haya me ji
dîroka me heye.Emê heta kengî xwe “piçuk”,”paþtamayî”,”ne xwedî zimanekî
dewlemend” û “xwedî dahatûyekî tarî” bibînin.Gelê Kurd ji B.Z.(beriya
zayinî-îsa) salên 10 hezaran ve wekî qevmîyet li ser vî Cihanê wek ji nav
gelên herî kevintir de cihê xwe girtîye û bêgûman heta bedawîyê her bimîne. Diroka gelê Kurd gelek
qedîm û dewlemend e.Þaristanîya Kurdî ji nav kurahîya dîrokê bi serkeftinên
girîng hatiye roja me û mora xwe li dîroka cîhanê xistîye.Dirokê de yekem
padiþahê Kurdan “Tosa”(Diyakos) ye.Gelê Kurd di dîrokê xwe de bi navê MEDYA
imparatorîyek herî xurt avakiriye û piþtî MEDAN gelê Kurd nikarî buye carekî
din dewletek wisa bihêz û berfireh avabike. Zimanê Kurdî ji wek Avesta(Medî) dest bi pêkhatinê kiriye.Di
konaxa didoyan de wekî Pehlewî û konaxa sêyem de jî zimanê Kurdîya îroyîn
derketîye holê.Komalên wekî Gutî,Hurrî,Kasî, Nayirî,Lolo,Subarî û hwd..
pêþîyên gelê Kurdin. MEDAN bi sedsalan desthilatdarîya xwe parast û hemû
êþîrên Kurdan û êþîrên ku piþtre bingeha Persan pêk anîne di banê
Imparatorîya MEDAN de di nava aþitî de jiyan.Piþtî rûxandina dewleta MEDAN
gelê Kurd bi wekî Kardûkan derketin dîka mejûyê.Di vê demê de ji azerbaycana
îro heta kendava basrayê di bin destê Kurdan de bu. Li Kurdistanê piþtî salên B.Z 200’an dagirkerî dest pê kirîye
û yek bi yek Makedonya,Roma,Part ,Sasanî,Ereban,Selçuqiyan,Akqoyunli û
safevîyan,Osmanîyan istîla pêk anînê.Ji ber istilayan bi avayekî xwezayî
dewletek yekbûyî ne hatîye damezirandin jî gelek dewletên Kurdan a bihêz
hatine avakirin.Wekî Dewleta DEYLEM(923--1055),DOSTKÎ(957), REWADÎ(900),ZEND
,HESENWEY(1107),HEMDANÎ(833-991),EYYUBÎ(1100--300),ÞEDDADÎ,
LOR,MERWANÎ(985-1085) û bi dehan dewlet û prenstîyên din hatine
avakirin.Piþtî sedsala 16an jî gelek mirektî û hikumetên Kurdî hatine
avakirin û saya wan dewletan þaristanîya Kurdî xwe gihandîye dema îro. Piþtî dagirkerîya Osmanîyan wekî gelek milletên din gelê Kurd
jî bo serxwebûnê welatê xwe hewl daye.Belam ji ber asûna xwe ya jeo-politik
Kurdistan ,paþdemayîna civaka Kurd,di nav civaka Kurd de nebûyîna çîna
rewþenbîrî,ziyana ku ku bi sedsalan li Kurdistan hatine kirin,bêzar bûn û
tirsa dewletên Cîhanê ji diroka Kurdan
û nexwestina wan a Serbixwebûna Kurdan,kêþeya olî û gelek sedem û arîþeyên
din gelê Kurd serxwebûna xwe dest nexistîye.Piþtî þerê cihanê yekem Kurd di
peymanê lozanê de firsendek zêrîn bi dest xistine.Di peymana Sevr de
serbixwebuna Kurdistan hatiye pejirandin. Lê Sevr de gelek xalên ku Kurdan eciz kiriye jî bune û Kurd û
hêç hêzêkî din xwedî li peymana sevrê derneketine.Kurd wê demê de nizanîbûn
ku peymaneke ji sevrê hezar hezar carî girantir peymanek bo kurdan bêne
morkirin.Lê wisa bû ji ber dek û dolabên kemalistan û birexistin ne buyîna
Kurdan carekî din Kurdistan di nav dagirkeran(Tirkîye,Iraq,Surîye,Iran) de
hat parvekirin. Di sedsala 20’an de jî wekî Serhildana Þêx saîd,Dersim,Çiyayê
Agirî,Serhildana Mistefa Barzanî,Þêx mehmûd,Bedîxanîyan û gelek serhildanên
Kurdan bo azadîya Kurdistan çêbû.Lê yek ji wan jî negihiþt encamê.Di sala
1946an li rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê Mahabê hat îlan kirin.Lê ev
komara yekemîn a Kurdan ku di nava hemû gelê Kurd bû hêvîyekî mezin afirand,
di nav salekî de hat rûxandin. Herî dawî jî 1992’an de Dewleta Federe A Kurdistan hat îlan
kirin.Ev dewleta federe hin jî girêdeyê Iraqêye û çavên hemû Kurdan li vê
beþa azad a Kurdistanê de ye û her roj berew serxwebûnê diçe.Netewên wekî
Greekan ku di dîrokê de Cihêkî mezin girtine û piþtî dagirkerîya Osmanîyan
Greekan jî gihîþtine otorîte yên xwe ya sîyasî.Hinek netewên din jî ji holê
rabune.Bê guman Netewa Kurd jî wekî Greekan carekî din vegere hêza xwe ya
berê.Bêþik Neteweya Kurd di Rojhilata Navîn de gelê herî kevn û mezin yê
dêmhatîye.
|
|
girêdanên sponsor
........
|
|
|
BI GIÞTÎ DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ
Împaratorî û Dewletên Kurdî DI NAVBERA BZ.4000-1991
>Împaratorîya Med
>Tevgera Mistefa Barzanî >Raperîna 1991ê ya Kurdistana Baþur
>Dewleta Federe ya Kurdistan >Kurdistana Rojava Serhildana 12ê Adara 2004 ya
Þunuwarên DÎROKÎ YA NETEWEYA Kurd
|
|||||
|
|
|||||
|
Peywêndî |
Reklam |
Kunye |
Derbarê DirokûDewlet de
|
HKMG
|
|||||
|
DirokûDewlet weþaneke
Hawar Kurdistan Media Group e |
DirokûDewlet
- History of Kurds and
Kurdistan |
|||||